James Jeffrey: Ji bo me hebûna PKK di nava Rêveberiya Xweser de ne pirsgirêk e

11-03-2023
Dilbixwîn Dara
Dilbixwîn Dara @dilbixwindara
Şandiyê berê yê Serokê Amerîkayê bo şerê DAIŞê James James Jeffrey bersiva pirsên Dilbixwîn Dara dan.
Şandiyê berê yê Serokê Amerîkayê bo şerê DAIŞê James James Jeffrey bersiva pirsên Dilbixwîn Dara dan.
Nîşan James Jeffrey Kurd Kurdistan Rojavayê Kurdistanê Sûriye Amerîka Tirkiye
A+ A-

Şandiyê berê yê Serokê Amerîkayê bo şerê DAIŞê James James Jeffrey, Kurd wî pir baş nas dikine. Ew balyozê berê yê Amerîkayê li Enqerê, nûnerê Wezareta Derve ya Amerîkayê li Sûriyê bû. Kesek e ku Sûriye, RojavaYê Kurdistanê û Tirkiyê baş nas dike. Zêdetirî 50 salan di Wezareta Derve ya Amerîkayê de kar dike. Siyaseta herêmê û Kurdan baş dizane. Ew li ser mijarên wek têkiliyên Tirkiye û Kurdan û rewşa sosyolojîk a herêmê weke xezîneyeke agahiyan e.

Şandiyê berê yê Serokê Amerîkayê bo şerê DAIŞê James James Jeffrey bersiva pirsên Dilbixwîn Dara dan.

Rûdaw: Birêz James Jeffrey bi xêr hatî, ev demeke dirêj bû ku min dixwest te bibînim û gelek pirsên min hene ji te bikim.

James James Jeffrey: Gelek spas ji bo vê mazûvaniyê. Ez spasiya hikûmeta Herêma Kurdistanê dikim ku piştgiriya vê konferansê û Navenda Lêkolînan a Rûdawê jî dikim ji bo sazkirina wê konferansê. Ev jî mînakeke gelekî baş e ji bo bi hev re karkirina navdewletî û girîngiya Herêma Kurdistanê li ser asta navdewletî.

Rûdaw: Ez dixwazim vê yekê bizanim, peywendiya di navbera Amerîka û Kurdên li Sûriyê, Rojava de, tenê li ser bingeha şerê li dijî DAIŞê ye yan jî plan û bernameyeke cuda ya Amerîkayê ji bo naskirina statuyayeke taybet Rojavayê Kurdistanê heye?

James James Jeffrey: Pirseke pir girîng e, hertim li bakurê rojhilatê Sûriyê ji me tê pirsîn, pirsek e ku hertim li Enqerê jî ji me tê kirin. Niha ez ne di nav hikûmeta Amerîkayê de me. Ez dikarim bi awayekî fermî behsa siyaseta Amerîkayê ya serdemên serokatiya Obama û Trump bikim. Lê ez wek kesekî li derveyî [hikûmeta niha], bi baweriya min dikarim behsa siyaseta fermî û bi qasî ez dizanim a rast a îdareya Biden bikim. Bersiva kurt ev e ku tu planên me yên demdirêj nînin. Dema em di sala 2014an de çûn Sûriyê û ez jî beşdarî biryarê bûm, ji bilî parastina Kobanî û vekirina eniyeke din li dijî DAIŞê, em bo ti mebesteke din neçûn. Wek hûn dizanin, operasyonên me yên leşkerî ligel hebveşên me, Hêzên Sûriyeya Demokratîk, gelekî serkeftî bûn û di dawî de me Reqa, paytexta dewleta Îslamî girt. Me ne tenê li vir li Iraqê, li bakurê rojhilatê Sûriyê jî karî DAIŞê jinav bibin, armanca me jî ev e û hêzên me dê li wir bimînin û wî erkê li bakurê rojhilatê Sûriyê û li Iraqê berdewam bikin. Lê me bi zelalî eşkere kir ku em dê di karûbarên navxwe yên Sûriyê de ji biryarnameya Neteweyên Yekbûyî zêdetir ti rolekî nebînin. Di biryarnameyê de daxwaza lihevhatina Esed û piraniya xelkê wî tê kirin. Nîvê nişteciyan reviyane û beşeke din a zêde ya nişteciyan bêguman li bakurê rojhilat in, ku bi awayekî opozisyon in û ne di bin kontrola Esed de ne. Divê ev hemû were serrastkirin. Ev jî bi pêvajoya destûrî ya ku di biryarnameyê de hatiye diyarkirin çareser dibe. Divê xelkê bakurê rojhilat jî di nav pêvajoyê de bin, lê bernameyekî taybet ê Amerîkayê ne ji bo Sûriyê bi giştî û ne jî bo bakurê rojhilat bi taybetî nîne. Têkiliya me, wek me berê jî got, taktîkî, vegûher û demkî ye. Lê belê, heyama demkî ji sala 2014an ve, ku niha neh sal in, berdewam e. Ji ber erkê me hê jî berdewam e. DAIŞ hê jî gelekî çalak e, nemaze li herêmên [di bin kontrola] Esed de. Ji ber vê yekê divê em hişyar bin û ligel dostên xwe yên li Sûriye, Iraq û li vir li Kurdistana Iraqê bimînin.

Rûdaw: Wate hebûna Amerîkayê li herêmê tenê girêdayî DAIŞê ye. Nexwe te wê wateyê ku eger DAIŞ nemîne dê Amerîka ji Rojavayê Kurdistanê derkeve?

James Jeffrey: Ev pirseke pir baş e. Bingeha yasayî ji bo mana hêzên Amerîkî bi taybetî li Sûriyê, şerê li dijî terorê ye, ku ev bingeh rê dide wan dest bi şer bikin daku biçin û êrişî terorîstan bikin an jî alîkariya kesên din bikin ku êrişî wan bikin. Lê ne veşartî ye ku Amerîka ligel dostên me HSDê li bakurê rojhilat û hevalên me yên din ku hê di nav opozîsyona Sûriyê de ne li Tanaf li başûr, rê nadin ku rêjîma Esed û hevalbendên wê yên Rûsî û Îranî navçeyên zêdetir kontrol bikin, hevawayê Tirkan li bakurê rojavayê Sûriyê ku rê li ber wan digirin. Ev yek bû sedema agirbestekê di şerê navxwe yê Sûriyê yê wêranker de, ku tiştekî baş e û bingehek e ji bo pêkanîna lihevkirina siyasî, ku rê li ber berfirehbûna desthilata Îran û Rûsyayê digire. Ji ber vê yekê sûdeke siyasî ya hebûna hêzên me yên li qadê jî heye, lê ev ne karê serekî ye.

Rûdaw: Baş e te behsa Hêzên Sûriyeya Demokratîk kir. Amerîka di şerê li dijî DAIŞê de HSDê wek hevalbendê sereke dibîne û piştgirî dide. Lê Tirkiye ji vê rewşê nerazî ye. Tirkiye naxwaze HSD, YPG û Rêveberiya Rojavayê Kurdistanê bimîne. Ev rewş di navbera Enqere û Washingtonê de bûye sedema pirsgirêkek cidî. Hûn vê helwesta Tirkiyê çawa dinirxînin?

James Jeffrey: Ev tevliheviyeke ku me dizanîbû û em ketinê. Bînin bîra xwe dema em di sala 2014an de çûn wir, Tirkiyê ligel PKKê agirbestek kiribû. Enqerê piştgiriya me kir ku em biçin wê derê ji bo li Kobanî alîkariya YPGê bikin. Herwiha ji bîr nekin ku Mesûd Barzanî ji bakurê Iraqê di Tirkiyê re Pêşmerge şandin Kobanî daku di şer de alîkar bin. Di sala 2015an de ev yek guherî. Lê dîsan em dibînin ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk di şerê dijî Esed de hevalbendê serekî ye, bibûrin ne Esed, li dijî DAIŞê. Di mijara Esad de bi awayekî bêalî ne. Tişta Tirkiye jê ditirse ew e ku bi hebûna PKKê li vir li Kurdistanê û li bakurê rojhilatê Sûriyê çyayên Qendîl ên mezintir çê dibin. Em vê tirsê fam dikin û em ji nêzîk ve bi xelkên li ser erdê re xebitîn daku ji aliyê bakurê rojhilat ve êrîş bo ser Tirkiyê çênebe, ku bi rastî jî pêk nehatiye. Lê tişta Tirkiye jê ditirse ew e ku eger Amerîka ji herêmê derkeve, ew neçar in li ser sînorê xwe rûbirûyê statûyek mezin a girêdayî PKKê bibin. Ev ji bo Tirkan ne tirseke bê bingeh e, ji ber di dema îdareya Trump de Amerîkayê çend caran gotiye dê ji Sûriyê vekişe? Sê caran. Em niha li wir in, lê ne Tirk û ne jî dostên me yên li bakurê rojhilatê Sûriyê piştrast in ku em dê bimînin. Ez bawer im û min gotiye em dê bimînin, lê her kes li herêmê bi guman e. Ji ber vê yekê ev alozî hene.

Rûdaw: We ti caran hewl daye ku PYD, YPG, HSD, Mazlûm Ebdî yan jî Rêveberiya Xwesernê bi Tirkiyê re bicivin yan nêzîkî hev bibin?

James Jeffrey: Gelek caran danûstandin hatin kirin, wek hûn jî dizanin ji baskê sivîl ê PYDê Îlham Ehmed di salên 2013, 2014 û 2015an de berê çûbû Enqerê, Salih Muslim jî çûbû wir. Em peywendiyek wiha teşwîq dikin. Tiştekî me dijî kesên ligel Şam û Esed diaxivin jî nîne, ku diaxivin jî. Hinek tişt hene, wek mînak, li ser mûçeyê mamosteyan, xanenişînan û tiştên wiha, heta niha jî di navbera Şam û bakurê rojava de gutûbêj li ser hene. Ji ber çareyeke me ya din nîne, em wan kesên bi wan re kar dikin teşwîq dikin ku bi Enqere û Şamê re biaxivin û em dê berdewam bin liser vê yekê. Lê naveroka wan axaftinan, hûrgilî yan jî her tiştê ku ew hewl didin bi dest bixin, divê ew biryar bidin, ne em.”

Rûdaw: Li Rojavayê Kurdistanê PKK heye?

James Jeffrey: Bêguman. We dît dema Reqa hat rizgarkirin, li avahiya herî mezin a bajêr ku hê jî li ser stûnên xwe mabû, wêneyekî mezin ê Abdullah Ocalan hatibû daleqandin. Em hemû vê yekê dizanin.

Rûdaw: Hebûna PKKê ya li Rojavayê Kurdistanê ji Amerîkayê re pirsgirêk derdixe?

James Jeffrey: Amerîka PKKê weke rêxistineke terorîst dibîne. Em ji aliyê teknîkî ve YPGê ya şaxê wê wek rêxistineke terorîst nabînin, lê em fam dikin ku Tirkiye wê wiha dibîne. Her ev e jî ya bûye prisgirêk. Ji ber Tirkiye aliyek pir girîng e û hevalbendek pir nêzîk e. Ji ber vê yekê divê em hevsengiyê di navbera berjewendiyên cuda de biparêzin.

Rûdaw: Tirkiye dibêje PKK Rojavayê Kurdistanê birêve dibe û dibêje ku kesên sereke yên HSD, YPG û heta Rêveberiya Xweser PKKyî ne. Hûn li ser van daxuyaniyên Tirkiyê çi difikirin? Gelo ev gotinên Tirkiyê ji bo we rast in?

James Jeffrey: Bêguman, guman nîne ku piraniya van kesan xwedî dîrokek in. Û em hemû jî vê yekê dizanin. Îstîxbarata me heye û me ev mijar ji nêzîk ve şopandiye. Ji ber vê yekê bê guman ew rast e.

Rûdaw: Wate hebûna endamên PKKê di nav HSD, YPGê yan jî Rêveberiya Xweser de ji bo Amerîkayê ne pirsgirêk e?

James Jeffrey: Li bakurê rojhilatê Sûriyê? Na.

Rûdaw: Em behsa diyaloga Kurd-Kurd bikin. Zanyariyên we jî li ser hene. Bi dîtina we çima diyaloga Kurd-Kurdî ya di navbera ENKS, PYD û Encûmena Sûriyeya Demokratîk de ser neket? We gelek hewl da ku pêvajoya diyalogê pêş bikeve. Lê tu pêşketin çênebû. Li gorî we çima di vî warî de pêşketin çênebûye?

James Jeffrey: “Me çend caran hewl daye, gelek hevalên me yên li vir li Hewlêrê hewl dan, ango gelek hewldan hatine kirin. Bi dîtina min pirsgirêk ne ji ber gelê bakurê Sûriyê ye, ji ber gelê Qendîlê ye. Ji ber ku ew qet naxwazin ev yek bibe. Derbarê Enqerê de sînyalên tevlihev hene. Wek hûn jî dizanin ENKS ji aliyê Enqerê ve tê piştevanîkirin û beşek ji opozîsyona fermî ya Sûriyê ye. Lê wan jî karîbûn hevdîtinên girîng [bi PYDê re] bikin.  Ez dikarim bibêjim Enqere dudil e, carna erê [piştgiriya gotûbêjan dike] carna na, lê Qendîl dijî [danûstandinan] dixuye. Ez difikirim ku sedema sereke ev e."

Rûdaw: Her du alî PYD û ENKS jî dibêjin ku Amerîka ne cidî ye. Tu kesekî xwedî ezmûneke dirêj a siyasî yî, weke tu jî dizanî Wezîrê Derve yê wê demê yê Amerîkayê Madlen Olbreit destê Celal Talebanî û Serok Barzanî girtibû û wiha kiribû ku aliyên Başûrê Kurdistanê nêzîkî hev bibin. Sedema ku Amerîka herdu aliyên li Rojavayê Kurdistanê neçar nake ku nêzîk he bibin û diyaloga wan biçe serî çi ye?

James Jeffrey: Ev jî pirseke baş e. Wek min got, ez êdî ne di nav hukûmeta Amerîkayê de me. Dema ez di nav hukûmetê de bûm, ev yek ji karên herî li li pêş. bû. Em li ser vê yekê ligel Serok Mesûd Barzanî, ligel Enqerê, ligel bi bakurê rojhilatê Sûriyê û ligel ENKSê axivîn. Me di hemû astan de hewl da. Me di gelek waran de pêşketineke girîng bi dest xist. Agahiyên min li ser tiştên ku îdareya niha di vê demê de dike nînin, ji ber vê yekê ez nikarim bi fermî bêjim. Lê ya ez dikarim bibêjim ew e ku di nêzîkê 100 pevçûnên li çar aliyên cîhanê de, eger tişt baş neçin, yekem tiştê ku hûn dibihîzin ew e Amerîka baş hewl nade. Lê carna ew ne sûcê me û sûcê kesên din e. Lê eger were îspatkirin ku Washington niha di asta herî bilind de têra xwe nake, wek dema ez di asta herî bilind de bûm û me wiha dikir, wê demê divê Washington ji nû ve siyaseta xwe di ber çav re derbas bike, ji ber girîng e ew peywendî hebe ji bo kontrolkirina aloziyên Tirkiyê ligel bakurê rojhilat û HSDê. Dibe we bala xwe dabê ku tevî gelek alozî û şer û heta di Cotmeha 2019an de êriş jî hebû, lê ew jî rastî ew e ku ev rewş nêzîka deh salan e serketî ye. Bakurê rojhilatê Sûriyê ji bilî hinek tiştan ji destê DAIŞê rizgar bûye. Tirkiyê ti zerareke zêde nedaye rewşa bakurê rojhilatê Sûriyê. Rast e kes bi rewşa heyî ne rehet in, lê carna berdewamkirina rewşek nerehet dibe siyaseteke baş. Bi baweriya min di vê demê de berjewendiyên ewlekariya Tirkiyê tên parastin, ji ber tiştekî xirab li bakurê rojhilatê Sûriyê çê nebûye. Asayîşa xelkê bakurê rojhilatê Sûriyê jî tê parastin, ji ber gelek kes hene ku dikarin êrişî wan bikin lê kes vê yekê nake, wek mînak Esed, Îranî, DAIŞ, artêşa Tirkiyê yan jî hêzên opozîsyona Sûriyê dikarin êrişî wan bikin. Lê şerekî kêm heye. Ji ber vê yekê ez dibêjim ya ku heye siyaseteke serkeftî ye. Gelo dawî zelal e? Na, [ne diyar e] ji bilî pêvajoya Neteweyên Yekbûyî. Metirsî heye? Belê, ji ber Tirkiyê çend meh berê gefa êrişê xwaribû, lê di dawî de divê mirov lê binêre ka çi li ser erdê diqewime, ya ku li ser erdê jî diqewime erênî ye.

Rûdaw: Gelo wek Efrîn, Serê Kanî û Girê Spî Amerîka dê careke din bihêle Tirkiye êrişî Rojavayê Kurdistanê bike?

James Jeffrey: Yekem... Ti eleqeya vê bi wê yekê re nîne... Ev xeletiyek e ku hemû rojnamevanên ez pê re diaxivim dikin, [dipirsin] gelo Amerîka rê dide filan welat filan tiştî bike û çima? Amerîka fermanan nade, em tenê şîret û pêşniyaran didin. Tenê dema tu amade bî hêza leşkerî bikar bînî, tu fermanan didî. Amerîkayê şîret li Tirkiyê kirin ku êrîşan neke. Ev yek ji Mijdara par ve diyar bû. Dema ez li wir bûm hevpeyvînek min hebû. Ez welatiyekî sade me, lê ez dikarim alîkariya her kesî bikim ku bizane Amerîka çawa difikire, ez çend caran ji çapemeniya Tirk re axivîm, Sabah û yên din jî, min şîret li dijî êrişê kirin, kesên din jî heman tişt kirin. Bi nerîna min Tirkiye dizane ku ew dê zirarê bide têkiliyên xwe yên girîng ên ligel Amerîkayê, mîna ku di Cotmeha 2019an de kireger êrişî herêmên girîng ên HSDê bike ku bêguman Kobanî ye.

Rûdaw: Xelîfeyê yekem ê DAIŞê Ebûbekir Bexdadî û serkirdeyê piştre yê DAIŞê Ebdullah Qardaş li Idlibê ji aliyê Amerîkayê ve bi piştevaniya HSDê li navçeyên di bin kontrola grûpên çekdar de hatin kuştin. Gelo Amerîka xema van herêman dixwe?

James Jeffrey: Bêguman, lê rastî ew e ku serkirdeyê dawî yê DAIŞê ne ji aliyê me ve hatiye kuştin, ji aliyê grûpên opozîsyonê yên nêzîkî Tirkiyê ve bi piştîvaniya zêde ya hêzên Tirkiyê hatiye kuştin. Em ligel Tirkan jî hevahengiyê dikin û îstixbaratê bi hev re parve dikin. Û wek min got, ew jî dijî DAIŞê operasyonan dikin, lê ne bi qasî me û HSDê. Lê hûn dikarin texmîn bikin ku her operasyonek em li Sûriyê pêk bînin dibe ku hinek beşdariya HSDê têde hebe.

Rûdaw: Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û cîgirê wî Mikhail Bogdanov û heta Tirkiyê jî dibêjin ku Amerîka dixwaze li Sûriyê li rojhilatê Feratê dewleteke biçûk ji Kurdan re ava bike. Gelo daxwazeke Amerîka ji bo Kurdan dewleteke biçûk ava bike heye?

James Jeffrey: Min 15 deqîqe berê bersiva vê pirsê da. Ez wiha dibînim ku hun ji ber gotinên Lavrov ji min bawer nakin. Lavrov derewkerê herî mezin e li ser rûyê erdê. Ez wiha difikirim ku hun dikarin texmîn bikin eger Lavrov bêje Amerîka dixwaze welatekî piçûk ava bike, berovajî vê yekê rast e, ku her wiha ye jî. Li gor gotinên Lavrov, ez bersiva pirsan nadim. Lavrov tawanbarê şer e. Lavrov dê zû yan dereng heqê tiştên ku ne tenê li Sûriyê, li Ukraynayê jî kirine bide. Ez li hêviya dîtina wê rojê me.

Rûdaw: Min berî niha hevpeyvînekê de ligel Şêwirmendê berê yê Asayişa Netewî ya Amerîkayê John Bolton kir, wî got ku James Jeffrey zêde ne dostê Kurdan e û zêde hêj Kurdan nake, belku nêzîkî Tirkiyê ye. Piştî wê hevpeyvînê min gelek xwest ku we bibînim û vê pirsî bikim.

James Jeffrey: Ya yekem, tiştekî bê wate ye mirov bibêje bi kîjan alî re bêhtir hevalî. Bolton behsa dema ez dîplomatekî Amerîkî bûm dike. Ez wek dîplomat û wek amerîkiyek dostê Amerîkayê me û nûnertiya berjewendiyên Amerîkayê dikim. Ev berjewendî ji hebûna têkiliyên gelekî nêzîk bi Tirkiyê re û herwiha hebûna têkiliyên gelekî nêzîk bi Kurdan re jî. Ez dikarim bibêjim eger hûn bi her kurdekî re, çi Kurdên li vir, çi Kurdên bakurê rojhilatê Sûriyê, çi jî hevalên min ên kurd ên HDPê, wek birêz Demirtaş, tevî ku di zindanê de ye jî, hevpeyvînekê bikin, ez difikirim ku ew dê behsa têkiliyên xwe yên ligel min bikin. Ji ber min karê xwe dikir ku têkiliyên xwe bi herdu aliyan re bidomînim. Mixabin birêz Bolton karê xwe nedikir. Serok Trump ji ber çend sedemên gelekî baş dixwest ligel serokomar Erdogan û Tirkiyê têkiliyên baş hebin, ji ber çend sedemên diyar, wek mînaka îro li Ukraynayê diqewime, tu kesî bi qasî John Bolton zerar nedaye karê Trump, ji ber John Bolton ne dostê Tirkiyê ye. Lê ez dostê Tirkiyê û dostê hevbeşên me yên Kurd li vir, li Sûriyê û Tirkiyê me. Pirsgirêk ne bi James James Jeffrey re ye, bi John Bolton re ye.

Rûdaw: Baş e, ev pêncî sal in ku hûn di warê siyasî û dîplomasiyê de kar dikin û hûn herêmê baş naskin…

James Jeffrey: Deqeyek, ez dixwazim vegerim ser John Bolton. Ez li ser erdê di rewşeke metirsîdartir de bûm, li vir, li Iraqê, ligel hevalên xwe yên Kurd ên li bakur û ligel Kurdên li bakurê rojhilatê Sûriyê jî. John Bolton Çawa diwêre wiha bibêje. Gelo we heta niha John Bolton li eniyên şer ên nêzîkê DAIŞê û Qaîde dîtiye, we ew ligel hevbeşên me yên Kurd dîtiye, min bi xwe ne dîtiye û ne jî bihîstiye. Mebesta min gelekî zelal e.

Rûdaw: Min got ku ev 50 sal in hûn di warê siyasî û dîplomasiyê de dixebitin û herêmê baş nas dikin, hûn jî dizanin ku demek bû têkiliyên Başûrê Kurdistanê û Tirkiyê ne baş bûn. Têkilî niha baş in. Têkiliyên bazirganî, aborî û siyasî hene. Bi dîtina we ew dikare bibe mînakek ji bo Kurdên Sûriyê ku têkiliyên xwe bi Tirkiyê re bi heman awayî pêş bixin?

James Jeffrey: Mînakek baş salên 2013 bo 2015an bû, ez difikirim ku pirsgirêk ji ber PKKê ye. Ez wiha difikirim ku heta Tirkiye PKKê bo xwe wek gef bihesibîne, ew dê ji her kesê ku peywendiya wan ligel PKKê hebe, gelekî nîgeran be. Pirsgirêk ev e.

Rûdaw: Sedem PKK ye?

James Jeffrey: Wek mînak Tirkiye êdî dizane ku ti têkiliya dostên wê li vir li bakurê Iraqê ligel PKKê nîne. Ew ne di nav PKKê de ne, lê bi rastî 24 sal berê şerê PKKê kirine. Bibûre, 26 sal berê. Ji ber vê yekê di navbera Hewlêr û Enqere û Silêmanî û Enqerê de ti alozî nînin, lê têkiliyeke wan a gelekî xurt heye.

Rûdaw: Wate PKK sebebê nebaşbûna peywendiyên Tirkiyê û kurdan li Rojavayê Kurdistanê ye?

James Jeffrey: Sedema yekem ew e. Sedema yekem ew e. Tirkiye rêzê li nifûsa xwe ya Kurd ku ji %15 heta 20 e, digre. Herwiha peywendiyên xwe yên ligel hikûmeta Herêma Kurdistanê jî giring dibîne, ku pir girîng û stratejîk e. Bifikirin petrola we diçe ku derê, diçe Tirkiyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst