Nesir Herîrî: Piraniya gelê Sûriyê li ser doza Kurdî rêkevtin e

Serokê Desteya Bilind a Danûstandkar a Opozisyona Sûriyê, Nesir Herîrî di hefteya derbasbûyî de serdana Herêma Kurdistanê kir û bi rayedarên payebilind ên Herêma Kurdistanê re civîn pêk anîn.

 

Tora Medyayî ya Rûdawê, di dema serdana wî ya bo Herêma Kurdistanê de hevpeyvîneke taybet bi Nesir Herîrî re encam da û li ser gelek mijarên têkildarî rewşa Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê pirs jê pirsîn.

 

Di vê hevpeyvînê de ku pêşkêşkarê Rûdawê, Dilbixwîn Dara encam daye, Serokê Desteya Bilind a Danûstandkar a Opozisyona Sûriyê li ser hewlên ji bo çareserkirina krîza li Sûriyê, pêşeroja wî welatî, rewşa Efrînê, mafê Kurdan di Sûriyeya siberojê de û çend mijarên din bersiva pirsên Rûdawê dide.

 

Birêz Nesir Herîrî te bi gelek şandên navdewletî û şanderê navdewletî yê berê yê bo karûbarê Sûriyê Staffan de Mistura re kar kir, de Mistura çû û Geir Pedersen hat. Hatina Pedersen dê çi bandor li çareserkirina krîza Sûriyê bike?

 

Gelek spas, spas ji te re û ji vê pêşgotina xweş re. Bi tevahiya herdû şanderên navdeweltî, ku niha bûn 4 kes di dosya Sûriyê de, ew ekranên ji bingeha kûr ya vîna civaka navdewletî ne, û her şanderek di rewşeke cûda de hat, birêz de Misutra hewl da despêkekê pêk bîne ji her gavekê ji bingehên birayra 22 54 bê ku bigihe ti encameke berbiçav. Beriya çend rojan me hevdîtin bi şanderê nû birêz Geir Pedersen re pêk anî, li avahiya desteya danûstandinan li Riyadê, û gelek gengeşeyên me hebûn derbarê rabirdûya proseya siyasî û rewşa niha, niha piraliyên doseya Sûrî bawer in ku çareserî bi rêya operasyona serbazî nabe, ev jî baweriya me ye ji destpêka şoreşa Sûrî ve û ta niha, li aliyê din hin alî bawerin ku ew nikarin tevlî proseya siyasî bibin û li gor wan divê çareserî serbazî be, mebesta min jî, rêjîma Sûrî di pileya yekem de û Îran di pileya duyem de ye, û helbet rêxistinên terror wek DAIŞê û Qaîde ku bi xwe ji tevliheviyê û şer hez dikin, ji ber ku ew nikarin bijîn bê tevlihevî, ji ber vê yekê, ew projeyên siyasî qebûl nakin.

 

Niha şanderê navdewletî yê nû, pirsek li vir heye, gelo ew dikare tiştekî bike ku kesên berî wî nikaribûn ? ev girêdayî vînek navdeweltî cidî ye, daku bigihin çareseriya siyasî, ez bi xwe dibînim ku îro rewşa meydanî û navdewletî, nabêjim amade ye ji çareseriya siyasî re, lê ji berê ku baştir nêzîkî çareseriyê bûye, agirbest li tevahiya Sûriyê em dikarin bêjin heye, dosya Sûrî pir aloztir bûye û gefê li berjewendiyên aliyên herêmî û navdewletî dike, lê ez bawerim ku hîn pêwîstî bi gelek danûstandin û rêkevtinan heye, bi taybet di navbera herdu welatan de, Amerîka û Rûsya.

 

Gelo tu ne di vê baweriyê de yî, ku krîza Sûriyê ji destê we derketiye? Weke mînak biryarên hikûmeta Sûriyê ne di destê wê de ne, di destê Îran, Rûsya û Hizbullahê de ye, herwiha Sûriye jî dibêje opozisyon di destê Tirkiye, Qeter û Siûdiyê de ye. Eger ku dosya Sûriyê ne di destê we de ye, hûn dê çawan bikarin wê krîzê çareser bikin?

 

Propogenda rêjîmê ne raste, ji ber em niha nabînin balafirên Qeterî, serbazên Siûdî, yekîneyên aertêşa Tirkiyê, li Şamê an Helebê an deverên din şerê rêjîmê dikin, ev propaganda jî rastiyên li ser zemînê berovaj dike, û di serî de rêjîm li ser van ramanan ma û Sûriye derbasî rewşa kuştin û wêraniyê kir, rastî hene ti kes nikare veşêre an winda bike, 14 milyon Sûrî koçber bûne, ji nav wan koçberiya navxwe û penaberiya derve, li cem me hejmar hene derdora 500, 600,700 hezar kes derbas dike, belku hejmar ji van bêhtir be, ti hejmareke dirust tune ye, lê di şoreşa Sûriyê de şehîd bûne, bêhtirî 250 hezar kes girtî ne, ji ber vê, dema em bixwazin bigihin encamên lojikî û rast, divê hemû alî li xwe mikur bên ku bûyerên mezin bi ser xelkê Sûrî de hatine. Di destpêka şoreşa Sûrî ku ta niha agirê wê berdewam e, û em dibînin vîna gelê Sûrî, bi rêya xwepêşandan û çalakiyên corbicor, yên dijî rêjîmê, ev vîna han têkel bû bi hebûna terorê ji aliyekî, bi acendayên neniştimanî ji aliyekî din, tevlihevbûna berjerwenidêyn herîmî û navdewletî, derbasbûna hêzên biyanî nav axa Sûriyê, û binpêkirina serweriya welat, û serxwebûna wan hêzan ji aliyekî din ve.

 

Em hîn di wê baweriyê de ne ku, çareseriyê heye bi hebûna lêvegerek û rewatiya navdewletî, biryarên encûmena ewlekariyê, hebûna aliyên cidî , ku bixweazin pêvaçoya siyasî pêşkeve,, ew deriyê tekane ye ji hebûna çareseriya kirîza Sûriyê, Îro Rûsiya bo piştgiriya rêjîmê derbasî Sûriyê bû, û texmîn dikir ku ew dikare bi rêya serbazî hemû tiştî bi dawî bike, û texmîn dikir ku dikare dosya koçberan çareser bike, mijara cezeyan û nûavakriina Sûriyê , û dikare Sûriyê vegerînê komkara Erebî, û deriyên deplomasî yên rêjîmê bi hemû gogê re veke, bi rastî ta niha tevahiya van mijaran têk çûne û serneketin, Rêjîm niha nêvî axa Sûriyê control dike, û nîvê din li dervey sînorê wê ye, û dam ku ev rêjîma heye û kuştin û talan û xelk derûber kriiye, bêhitra koçberan qebûl nakin vegerin nava Sûriyê, niha xelkê ku di hembêza rêjîmê de dimîne jî gazinan ji rewşa hejariyê û feqîriyê dike, gazinan ji dezgehên ewlekariyê dike.

 

Birêz Herîrî, eger zemîne guncaw be, hûn amade ne biçin Şamê? Li şûna ku herin wan paytextên derve bigerin daku krîza Sûriyê çareser bikin, çima hûn naçin Şamê û li gel hikûmetê danûstandinê nakin?


Şam bajarekî Sûrî ye, ew paytexta Sûriyê ye û paytexta dîrokê ye, Îro her rojekê em hêvî dikin vegerin Şamê, û bi saya Xwedê emê rojekê vegerin Şamê, ji ber ku Şam ya min û birayê min e, ya kurê Heleb û Hims û Laziqiyê ye, Şam ya tevahiya xelkê Sûriyê ye, Sedem çine 14 Melyon Sûrî ji malên xwe derkevin û neçar bibin barê xwestekên xwe rakin, li dervey mala xwe, dervey axa xwe, dervey Şamê, Sedme ew sîstema stemkar a kujer e hovane, û terrorist, ew terora ku rêjîmê pêk anî.

 

Hûn hêj di wê baweriyê de ne, ku hikûmet her a berê ye?

 

Li deverên ku nav lê dikin navçeyên lihevhatinê, ku bi xwe luhevhatineke bi zorê ye û ne lihevhatineke niştimanî ye, tevî wiha jî, rêjîm li wir xerbatirîn binpêkirinan dike, ew binpêkirin gêhaye astekê ku rêjîm ferqê nake navbera algîrê xwe di nav 8 salan de û navbera dijberê xwe, îro em êşê li nava tevahiya gelê Sûriyê dibînin, çi xelkê Laziqiyê û Tertûs, çi xelkê Şamê Himû, êş û azara vê rêjîmê dibîne, tevî ev deverana bin kontrola rêjîmê bi xwe de ne.

 

Mijara vegera tevahiya xelkê bo Şam û tevahiya parêzgehan, divê beriya wê, bendên lêvegera navdewletî pêk werin, divê rewşa aram û bêalî peyda bibe , ev jî peyda nabe bê deshilata veguhêz, têde desthilata veguhêz serkirdeyatiya welat bike, li gorî daxuyaniya Cinêv ku ew desthilata veguhêz, karibe desthilatdariya giştî û cibicîkar bike, ji bilî van bendan wê hemû hewledan têk biçin.

 

Gelo Nesir Herîrî amade ye serokatiya şandekê bike ku biçe Şamê û li gel serkirdeyên hikûmetê bicive, eger ku Şam jî amade be?

 

Dema dest bi cîhkirina biryarên encûmena ewlekariyê bibe, û jîngeha ewle û bêalî hebe, û desthilata veguhêz, bi desthilatadraiya xwe ya veguhêz destpê bike, ezê amadebim biçim û ezê piştevaniya her birayekî bikin, yên koçber û penaber daku vegerin, lê niha kî dikare texmîn bike ku kesekî dijatiya Beşar Esed dikir, berê xwe bide balafirxaneya Şamê, wê demê wê çarenûsa wî yan girtin be yan kuştine be.

 

Hin welatên Erebî û Sûriyê êdî nêzîkî hev dibin û pêwnediyan datînin. Siberojê eger Siûdiye û Sûriye yan jî Tirkiye û Sûriye li hev hatin, gelo hûn li derveyî meydanê namînin?

 

Bi nerîna min gotin gelek li ser vê pirsê hene, û wê nebe,,, me dît di tecrubeya van sê çar hefteyên derbasbûyi de, egera vegera rêjîm nav komkara Erebî,  ew danûstandinên navbera Tirkiyê û Rûsiya bo derbasbûna Rjîmê bo Bakur û rojhelatê Sûriyê, û ta biryara vekişandina Amerîka û têde guhertin dibe, li gorî dema pêşî, ev hemû nîşanên ku lihevhatina rêjîmê bi hêzên hermî û navdewletî pêk nayê û caredeke din kes destê xwe naxe destê rêjîmeke kujer, ku derdora milyonek an wek min got ti hejmareke zelal nîne, lê hejmar mezin e, ji gelê Sûriyê kuştiye, ji ber vê kes me derve nahêle û divê em zanibin ku kêşeya sereke navbera gelê Sûriyê û rêjîmê de ye.

 

Lê belê êdî ne Amerîka, ne Ewropa û ne jî welatên Eebî êdî behsa çûna Esed nakin, berobajî êdî pêwnediyên dîplomatîk li gel hikûmetê datînin. Li ser vê çi dibêjî?

 

Destpêkê ew welatên têkiliyên dîpolmatîk bi rêjîmê re vekirine, li ser tiliyên destekî tên hejmartin, divê em hest nekin ku welatên dunyayê têkiliyên dîpolmasî bi rêjîmê re vekirine, di hefteya derbasbûyê de, birayrên nû li dijî rêjîma Beşar Esed hebûn, mîna yasaya Qeyser, mîna yasaya Kongirêsê ya derbarê nevekişiyana ji Sûriyê, mîna biryara dadgeha Amerîka ya duh li dijî rejîmê, mîna lîsteya cezeyan ku Yekîtiya Ewropayê derxist, û Wezareta Xezîneya Amerîkîayê biryareke wiha derxist, têkdana hewledanan dîplomasî bo vegera rejîmê bo nava Komkara Erebî, ev hemû pêk hatine û nabe em hest bikin ku reşw normal bûye bi rejîmê re.

 

Ya din, hemû welatên dunyayê banga projeya veguhestina siyasî-demokratîk li Sûriyê dikin, bi rêya aktîvkirina lêvegera navdewletî, tevî ew welatên ku berve rêjîmê ve hatine, di riya daxuyaniyên xwe yên fermî û veşartî, dibêjin ku divê Îran ji Sûriyê derveke, û divê biryara 22 54 têkeve warê piratîkê, helbet ew biryara 22 54 li ser 3 bendan dimîne, ew jî veguhstina siyasî û vegera koçberan, û serbestberdana girtiyan, ya dûyem destûrekî nû were pênasîn bi rêya giştpirsiyekê, ya sêyem jî hilbijartinên parlemento û seroketiya Sûriyê bi serpereştiya NY, eger ev xalên serke di biryara 2254 de pêk hatin, wê demê em karin bêjin ku projeya veguhestina siyasî Demokratî pêk hat, û gaveke mezin hate avêtin.

 

Demekê pir behsa destûreke nû dihate kirin, lê di wan demên dawiyê de kêm tê behskirin. Gelo di destûra nû de hûn weke opozisyon, baweriya we bi sîstema federaliyê tê? Û di wê sîstema federalî de mafên Kurdan weke netew parastî be?

 

Destpêkê hemû tişt li ser maseya diyaloga niştimanî vekiriye, em dibînin ku diyaloga niştimanî bi operasyona destûrê destpê dike, ew mijara destûrê em nizanin wê roniyê bibîne an na, tevî ku desteya danûstandkar bi hemû erkê xwe rabû, da operasyona destûrê serkeftî be, lê ta vê gavê rejîm û hevalbendên wê, astengiyan daytînin, a din ku rêkeftin ser hatiye kirin navbera hemû aliyên opozisyona Sûriyê, hebûna dewleteke sivîl, demokratî, piralî, bi şêweyê rêveberiyeke nenavendî, û weke min got, her kes projeya wî hebe, dikare pêşkêş maseya diyaloga niştimanî  bike.

 

Birayên Kurd beşekin û pêkhateyeke resen in ji pêkhateyên gelê Sûriyê, û doza Kurdî divê çareser bibe di nava çarçoveya doza niştimanî ya Sûrî, bin rêbaz û bendên zelal, benda herî girîng parastina yekbûn û serxwebûna Sûriyê, îro em di gengeşeyên xwe yên destûrî de, bi hemû pêkhateyên Sûriyê re têkdildarin, ji nav wan birayên Kurd, bi serbestî û azadî em hemû babetan gotûbêj dikin, lê îro em zulmekê û wêraniyekê dixin doza Kurdî, dema em PKK an şaxê wê yê Sûriyê PYDê dikin nûnerê Kurdan li Sûriyê.

 

Hin serkirdeyên opozisyonê helwest û daxuyaniyên xirab û nerênî hebûn li ser Kurdan. Gelo ew helwest û nerîn, helwesta wan a kesî bû yan helwesta opozisyonê ye jî? Helwesta we li ser wê yekê çî ye?

 

Em qebûl nakin ti pêkhateyek li Sûriyê were riswakirin, û birayên Kurd di belgenameyên opozisyonê de girîngiyeke mezin wergirtin, û bi nerîna min piraniya gelê Sûriyê û kesayetiyên Sûriyê rêkevtin li ser xala cewherî ya doza Kurdî û bawer in ku divê doza Kurdî çareser bibe, di nava yekîtiya niştimanî ya Sûrî, lê bi nerîna min, tevî hebûna ramanên ku em nav lê bikin radîkal derbarê doza Kurdî, wê li aliyê din ramanên alîgir ji doza Kurdî re jî hebin, ji ber vê min got jî, zulme em rê bidin PYD bibe asteng li pêş daxwaza mafên Kurdî, bi taybet ew binpêkirinên ku PYD dike, niha jî em dibînin beşekî girîng ji gelê Sûriyê bi çavê tirsê li hin partiyên Kurdî dinêre, û gelek şaxên girîng hene hin partyiên Kurdî weke PYD xistine nava rêxisitnên terorê, li vir û ji bo rakirna van nerînên tûj drebarê doza Kurdî de, divê em bawer bikin ku doz çareser nabe, ji bilî maseya diyaloga niştimanî, bi hebûna rêbaza wekhevî, têde her aliyek nerîna xwe bêje, û ji mafê her kesî ye ramanên xwe pêşkêş bike, û projeyên xwe guncav be bo niha û siberoja Sûriyê.

 

Te behsa PYDê kir. Niha herêmeke pir mezin li Sûriyê, ku em jê re dibêjin Rojavayê Kurdistanê, di bin kontrola PYDê de ye. Weke opozisyon çima hûn li gel PYDê narûnin û danûstandinê nakin?

 

PYD di destpêkê de, rêyên xwe bi hemûyan re vekiribûn, beşek bû ji Heyet Tensîq, ku îro ew beşeke ji desteya danûstandkar, û beşek bû ji kongireya Qahîra, û gelek têkiliyên xwe bi dezgehên opozisyonê re hebû, texmîn dikin têkiliyên xwe bi dewletên herêmê re jî hebûn, ev dema ku PYD di destpêkê de bû, lê nerîn û kiryarên wê yên radîkal, û ragihadnina wê ji projeyên derveyî acendeyên niştimanî ya Sûrî, û bihêzbûna wê û girêdana wê bi rêxistinên terorê, bû sedem ku hemû alî heman helwestê li hember PYDê nîşan bidin, ku niha nayê qebûlkirin, ew rêxistin li ser tevahiya axa Sûriyê hebe, PYD niha bûye beşê sereke ji danûstandinên hundir û derveyî Sûriyê, bi rastî bêjim, em nikarin birayrê li ser partî an aliyekî bidin ser bingeha ku çi rûber di destê wê de ye, eger wiha be, şerê me li dijî DAIŞê beriya salekê şaşîtiyek bû, wê demê DAIŞê %40 ji axa Sûriyê kontrol dikir, NA, dam ku ev rêxistin teror e, divê şerê wî bihata kirin, tevî ku %100 axa Sûriyê di destan de be jî, ji ber vê PYDê xwe û navçe bi tevahî gihande vê çarenivîsê, ku niha destê xelkê ser dilê xwe ye û nizanin wê rewş û siberoja vê navçeyê çi be.

 

Lê li derve, li gelek cihan dibêjin ku helwesta opozisyonê derbarê PYDê de weke helwesta Tirkiyê ye. Hûn li ser vê çi dibêjin?

 

Bi nerîna min ev yek ne raste, îro pêkhateyên gelê Sûriyê ku li bakur û rojhilatê Sûriyê dijîn, kêşeya xwe bi PYDê re heye, ji binpêkirin, girtin, kiryar û işkencekirin û gelek tiştên din,, û niha jî her yek dikare rapirsînekê bike ji xelkên gund û deverên ku ji warên xwe hatine koçberkirin, da bizanibin helwesta xelkê ji PYDê çiye, kêşeyeke me ya din jî heye navbera PYD û tevahiya gelê Sûrî, ji ber ku bi tena xwe rêveberiya xweser ragihand , û xelk koçber kir, gelek binpêkirin dermafê xelkê de kir, bi çekên xwe acindeyên xwe li xelkê feriz kir, û bi PKK re kete peywendiyan, gelek kêşe û alozî ji Sûriyê re anî, û belkî girêdana xwe bi hin aliyên herîmî re pêk anî bo ku dijatiya gelê Sûrî bike, û hevkariya tewankariyên dijî gelê Sûriyê kir, û piştre tirsa Tirkiyê tê ku ew jî tirseke rewaye, ji ber ku PYD şaxeke ji PKKê ye, ji ber vê, helwesta gelê Sûriyê li beramber PYD heye, herweha helwesta Tirkiyê jî beramber PYD heye, û nerîna herduyan jî wek heve,  û gelek welatên dunyayê jî hene bi heman nerînê ne derbarê PYDê.

 

Hûn gefên Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê çawan dibînin?

 

Gefên Tirkiyê ne ji deverên Kurdî re ne, û weke îsbat di nexşerêya Minbicê de nimûneyek heye, rêkeftin hate kirin ku ew rêxistina ku Tirk û Sûrî nexwazin, vekişe, û encûmena serbazî hebe û hêzên ewlekarî û rêveberiyeke xwecihî, ku rêkeftin navbera Tirkiyê û Amerîk de pêk were, ji ber ku ew herdu welatan serpereştiya rêkeftina Minbic dikin, û ez jî niha ji te re tekez dikin eger ew dever ji PYD ku bi xwe şaxê PKK vala bûna, wê demê ne aliyên Sûrî û ne yên Tirkî wê gefan li wê navçeyê bixwin, an operasyonên serbazî li wan navçeyên bikin, ji ber wê em piştgiriya hewldanên dîpolmasî dikin yên navbera Tirkiyê û Amerîka , Tirkiyê û Rûsya, navbera me û hemû aliyên din, ji bo dîtina rêyekê, ku operasyonên serbazî nebin. Lê divê em rêzdariya wan bendan bikin ku min berê jî behsa wan kir, Yekîtiya Sûriyê, PYD nûnertiya birayên Kurd nake, û derketina rêxistinên teror ji wan navçeyan, da ku em amade bin ji çareseriya siyasî ya giştgir re.

 

Li Efrînê zulmeke mezin li Kurdan tê kirin. Çekdar li wê derê desthilatdariyê dikin. Ti projeyeke we heye ji bo Efrînê? Pêşeroja Efrînê dê çawan be?

 

Piştî PYD ji Efrînê derket gelek kar hate kirin û eger em bi zelalî bêjin, binpêkirin li hemû deverên Sûrî heye, li Başûr gelek binpêkriin hatin kirn, li Şamê hatin kirin, niha disa tê krin û li gelek deveran binpêkirin têne kirin, lê bi demeke nêzîk ji derketina PYD ji Minbic, komîteyên hevbeş hebûn, komîteyên bi aliyên Tirkiyê re û komîteyên bi aliyên xwecihî re, çi encûmena xwecihî be, an hêzên ewlekariyê an serbazî bin, em jî di desteya danûstandkar de, me komîteyke ava kir û têde nûnerê ENKSê jî hebûn, armnac ji van komîteyan şopandina hemû binpêkirinan bû, da ku guhdan pê were kirin, û gotûbêj bi aliyê Tirkî û desthilata xwecihî re bikin, da ku rê li pêş wan binpêkirinan bigirin, û gelek caran em serkeftî bûn.

 

Beriya niha bi piştgiriya Tikriyê operasyoneke serbazî hate kirin, daku rê li pêş diz û çeteyan û gendeliyê were giritn, çi li Minbic û çi li deverên din, bi nerîna min encamên wan komîteyan girîng bûn, lê divê em berdewam bin di vê karî de, û xelkê wan navçeyan biparêzin, nehêlin binpêkirin derheqê mafê xelkê an kesên din de çê bibin, ji ber em daxwazkarên guhertinê ne, çê nabe em êrîş û binpêkirinên ku rêjîm an Îranê an teror dike, û em rê bidin xwe ku em jî wan binpêkirinan bikin, lê bi giştî em dikarin bêjin rewş li Efrînê tê qebûlkirin, binpêkitin têne kirin divê em berevaniyê li wan binpêkirnan nekin, berovajî vê yekê divê em li çawaniya çareseriya wan binpêkirinan bigerin.

 

Weke pirsa dawiyê, dixwazin ji te bipirsim, te gelek salan karê pizîşkî kiriye û niha jî karê siyasî dikî, gelo çawan e û ji kîjanî hez dikî?

 

Ez bi xwe pizişkiyê baştir dibînim, ji ber di pizişkiyê de, encaman zûtir bi dest dixî, û gelek caran pêşketin çê dibe, û tu hêviyê careke din di çavê nexweş de dibînî, ya din, karê min di kilînîk de  gelek têkiliyên min yên civakî çê kirin, û ev têkilî li ser bingehê rastgoyê bûn, wate, nexweş ji diktorê xwe hez dike û diktor ji nexweşê xwe hez dike, an ji malbata tev de hez dike, lê di siyasetê de, bêhtira hevpeymanan, nabêjim hemû, lê bêhtira wan, hevpeymanên berjewendiyê ne, û bêhtira dijminatiyan jî, dijminatiya berjewendiyan in, bi rastî xwena min ez vegerim kilînîka xwe, û min gelek sal winda kriin, da bawernameyan werbigirin û pizişkiyê bikin, şahiya min ewe ku ez yekem nexweş derman bikim, lê wek min got, li Şamê be û ji sitemkariyê û terorê rizgar bûbe, ni saya Xwedê ez hertim amade me .