Ebdilhemîd Hec Derwêş: Divê PYD piştevaniya me bike

 

Almanya(Rûdaw) - Konferansa Cenevre 2 ku wekî dermanê çareseriya şerê li Sûriyê dihat bilêvkirin, çarşema heftiya borî destpêkir. Çav li rê bû ku Kurd bi navê Desteya Bilind ya Kurdî beşdarî konferansê bibin. Lê belê beriya destpêka konferansê ev hêvî hêdî hêdî kêm bû. Di dawiyê de jî, beyî beşdariya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ku niha li Rojavayê Kurdistanê partiya herî bi tevger e, konferansê destpêkir. Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) di nava Hevpeymaniya Niştimanî ya opozisyona Sûriyê (Îtilaf) de bi pênc nûneran beşdarî konferansê  bû. Herwiha piştî hewlên mezin yên navbeynkariya nûnerê taybet yê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Sûriyê Exzer Îbrahîmî, aliyan li hev kir ku hem ji nûnerên hikûmetê û hem jî yê opozisyonê, heryek bi 15 nûneran, dest bi hevdîtinên dualî bikin. Ji her aliyekî 6 nûnerên eslî ne û 9 jî yên yedek in. Ji şandeya ENKSê serokê Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê (PDPKS) Ebdilhemîd Hec Derwêş di nava nûnerên opozisyonê yên eslî de cih girt. Em li bajarê Cenevre bi Ebdilhemîd Hec Derwêş re derbarê birêveçûna konferansê, bendewariyê wî û nebeşdarbûna PYDê tê de axivîn:  

Rûdaw: Heta niha di nava konferansa Cenevre 2 de ji bo bidawîhatina şerê li Sûriyê çi hêvî afirîne?

Ebdilhemîd Hec Derwêş: Yê ku li wezîrê karê derve yê Sûriyê guhdarî bikira, bêhêvî dibû. Gotara wî ya konferansê gellekî xerab bû. Gotina wî ne tiştek bû. Mirov hêvî dikir gotinekê bibêje, hêviyekê bi xelkê re çêbike. Bes gotina wî ne baş bû. Gotina wî gellek gavên berûpaş diavêtin. Lê tevî vî hawî jî, em bi hêvî ne ku miletê Sûriyê bigihije aştiyê, karibe têr nan bixwe û têr av vexwe.

Hûn wekî ENKS di nava Îtilafê de li Cenevre 2 ne. We diyar kiriye hûnê wekî ENKS ji bo Rojavayê Kurdistanê çi bixwazin?

Emê siba û pê de destpêbikin. Ne wan û ne me destpênekiriye. Emê hêdî hêdî bibêjin em çi dixwazin. Gotinek me heye; Gotina me jî ew îtifaqa ku me û Îtilafê li hev kiriye, em wê dixwazin. Zêdeyî wê û kêmî wê naxwazin. Em bi hêvî ne ew gotin û dokûment tesdîq bibe ji kongreya Cenevre 2.

Îtilafê ev daxwaza we erê kiriye?

Îhtilafê erê kiriye. Bes pirr ji wê ne miwafiq in.

We û Îtilafê heta niha li hev kiriye ku hûnê bi navê Kurdan hem ji rejîmê û hem jî ji dewletên din yên beşdar çi bixwazin?

Em ji kesekî re nabêjin werin hevalbendiyê bi me re bikin ka emê çi bixwazin. Bi xêr û silamet em bikevin kongreyê hûnê bibihîzin me çi xwestiye. Gotina me çi ye hûnê bibihîzin.

Hûn çiqasî bi hêvî ne ku gotina we yan jî daxwaza we bi cih were?

Ez nabêjim gotina me wê bi cih were. Xwestina me jî ez nabêjim wê bi cih were. Lê ez dikarim bibêjim yê di Sûriyê de mafê Kurdan bi cih neke, nikare di Sûriyê de hikûm bike. Mafê Kurdan wê bi cih bibe.

Wekî ENKS hûn niha beşdarî vê konferansa navnetewî dibin ku ev konferans dikare siberoja Sûriyê biguhere. Di nava xwe de we çi biryar daye û we gotiye hûnê ji bo Kurdan çi bixwazin?

Ji bo Kurdan tişta me xwestî, me di wê dokûmentê de xwestiye. Sûriya siberojê çawe be, me ew jî xwestiye. Em xelkê Sûriyê ne, em ne Kurd bi serê xwe tenê ne. Em û xelkê Sûriye emê bi hevre Sûriyê biguherin. Bi hevre emê mafên Kurdan bistînin. Bi min wê parçeyekî baş yê xelkê Sûriye li kêleka me bisekine.

Hûn roja ewilî ya konferansê derengî şevê bi her yekî zêdeyî seetekê bi wezîrê karê derve yê Amerîka John Kerry û sekretêrê giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Ki-Moon re rûniştin…

Em çar kes bû, ez, Mîşêl Kelo, Burhan Xelyun û Ehmed Cerba. Em dirêj bi wan re civiyan. Behsa Sûriye bû… Sûriye çawe xelas bibe, çawe rizgar bibe ji vê hukmê zalim.

Di civînê de fikrekî we yê nêzîkî hev derkete holê?

Wan jî baş bersiv dida û digotin mafê xelkê Sûriye ye ku azadî û rizgariya xwe bibînin û di welatekî demokratîk de bijîn.

Meseleya Kurdan qet keta rojeva vê rûniştana we ya bi wan re?

Na. Me got Kurd jî parçeyekî ji xelkê Sûriyê ne. Sûriye rizgar bibe, miheqeq Kurd jî wê bigihijin mafên xwe. Wek min got, yê nexwaze Kurd bigihijin mafên xwe, ew dixwaze Sûriyê bikuje. Sûriye nikare bijî ku mafên Kurdan nedê wan.

PYDê ligel hinek partiyên din xweseriya demokratîk ragihand…

Çend partî tine ne. Wê xwe şaş nekin. Yek partî ye, Partiya Çep jê re dibêjin.

Baş e, PYDê xweseriya demokratîk rojekê beriya konferansê li herêma Cizîrê ragihand…

Xelet kiriye, tiştekî xelet kiriye, me nedixwast PYD wiha bike. Em bi hevre civiyan. PYDê got yê herê Cenevreyê me temsîl dike. Wê wextê hatibû xuyakirin ku ezê tenê beşdarî Cenevre 2 bibim. Wan jî got yê herê Cenevrê me temsîl dike. Paşê li gotina xwe vegeriyan. Mixabin, gerek wiha nekiribane. Em hevalên wan bûn, em jî Kurd in. Me jî wek PYDê siyaset kiriye, em nabêjin zêde û hinekî jê fêm jî dikin. Em jî dizanin berevaniya mafên Kurdan bikin. Gerek wiha negotana. Wexta wiha dibêjin, şaşiyeke mezin dikin.

Hewldaneke we wê çêbibe ku hûn bi wan re yan ew bi we re bikevin têkiliyê?

Bi me re bikevin têkiliyê, ew kîjan deqîqeyê bixwazin em hazir in. Ti pirsgirêka me bi ti kesî re tine ye. Emê ji wan re bibêjin ew siyaseta we çewt e. Siyaseteke şaş e.

Ji aliyê xwe ve wekî nûnerên ENKSê yên li Cenevre 2 we niyet heye ku hûn ji vira têkiliyê bi PYDê re daynin?

Ez ji aliyê xwe dikarim bêjim emê daynin. Bi navê hevalên xwe jî ti astengî li cem wan nînin. Lê em nikarin ji wan re bêjin werin tevlî me bibin. Divê paş me bisekinin, piştevaniya me bikin.