Zalmay Xelîlzad: Li Sûriyeyê federalî yek ji bijardeyan e
Balyozê berê yê Amerîkayê yê Îraqê Zalmay Xelîlzad di wê baweriyê de ye ku divê Kurd wekî “hêmaneke sereke” ya “Sûriyeya nû” bên dîtin.
Balyozê berê yê Amerîkayê yê Îraqê Zalmay Xelîlzad ji Rûdawê re got, “Çi em behsa avakirina Sûriyeyeke nû yan jî guhertineke siyasî bikin, Kurd beşeke sereke ya hevkêşeyê ne û divê bi wan re were çareser kirin.”
Balyozê berê yê Amerîkayê yê Îraqê Zalmay Xelîlzad anî ziman, “Divê di nava Kurdan de demokrasî hebe. Ji bo ku Kurd çi dixwazin divê deng werin bihîstin. Dibe ku ji partiyekê zêdetir li wir çalak bin. Ji ber vê yekê demokrasî baş e.”
Di beşeke din aa hevpeyvînê de behsa rewşa Herêma Kurdistanê hat kirin:
“Dibe ku nerazîbûn û rikeberî hebin, ev tiştekî xwezayî ye.”
Balyozê berê yê Amerîkayê yê Îraqê Zalmay Xelîlzad bersiva pirsên Niwêner Fatih da.
Rûdaw: Birêz Zalmay Xelîlzad, Trump dê di çend hefteyên bê de vegere.
Zalmay Xelîlzad: Erê.
Rûdaw: Piştî çend hefteyan dê Trump vegere. Nêrîna te li ser siyaseta Trump a Rojhilata Navîn çi ye? Dê bandoreke çawa li ser Rojhilata Navîn a niha bike?
Zalmay Xelîlzad: Bê guman siyaseta wî dê hem hez û xwestekên wî û her wisa ketwara navçeyê jî nîşan bide. Vêga, pirsa sereke ew e ka dê ji bo şerê Xeze û Îsraîlê li Rojhilata Navîn çi bike. Bi dîtina min, dixwaze bala xwe bide ser rizgarkirina dîlan, wî bi xwe jî dabaşa vê kiriye. Her wiha divê şer kuta bibe. Ev du armancên bilez in ku min ji serokê hilbijartî û tîma wî bihîstiye. Niha jî ev rewşa me ya sosret li Sûriyeyê heye. Wekî din, li ser siyaseta xwe neaxiviye û naxwaze li Rojhilata Navîn têkeve şerekî bêdawî. Hêzên Amerîka li Sûriyeyê hene, loma parastina hêzên Amerîka li Sûriyeyê dê karê wî yê herî li pêş be lê rola Amerîka heye bo biryardana piştgiriya Sûriyeyê û xwe ji şerê navxweyî biparêze û qonaxeke wan a guhastinê ber bi desthilateke nû ve hebe ku aştiyê biparêze û bikare ji bo Sûriyan kar bike. Armanca mezin ew e ka çawa tu xwe ji tevlîbûna aloziyên Sûriyeyê dûr bigirî û parastina ewlehiya hêzan e. Paşê pirsa mezin Îran e ku bandorê li Îraqê jî dike. Îcar rûbirûyî du zextên mezin an kampan dibe ku hewl didin bandorê lê bikin, yek jê zêdekirina fişarê ye bo gihîştina rêkeftinekê, mîna tiştê ku wî hewl da bi Koreya Bakur re bike ku pirsgirêka wê ya atomî pirsgirêkeke mezin bû, lê Trump bi xwe çû pêş da ku zextê bike û peymanê pêk bîne. Yan hin kes dibêjin ku divê tu hewla guherîna rejîmê bidî lê bi baweriya min ev dê li ba wî ne balkêş be. Pirsgirêk ev in. Li gorî tiştên ku wî gotiye û ezmûna wî di gera yekem de, bi dîtina min ev dê bibin karên wî yên li pêş.
Rûdaw: Bi dîtina te, Trump dê heman Trump be ku me di 2018 û 2019an de dîtibû, ji ber ku di gera yekem de Trump wekî bazirganekî hat lê em niha nikarin bibêjin ku Trump li derveyî siyasetê ye, ji ber ku serokekî berê ye û niha tecrûbeya wî di siyasetê de zêdetir e?
Zalmay Xelîlzad: Bê guman.
Rûdaw: Bi dîtina te, em dê heman Trumpî bibînin?
Zalmay Xelîlzad: Bê guman dê wekhevî û cudahî jî hebin çimkî prensîbên kesekî 78 salî bi tevahî nayên guhertin. Loma dê rêbaza berê û cihê jî berdewam bike. Cudahî jî ew e ku vê carê tîma wî cuda ye. Vê carê tîmek hilbijartiye ku wan yeko yeko nas dike û ew jî wî nas dikin. Ew bi rastî dê bibin tîma Trump ku dest datînin ser karan. Bi nêrîna min, vêga rewş ew e ku ji berê tecrûbedartir e. Di aliyê siyaseta cîhanî de bêhtir xwedî ezmûn e. Karê wî yê pêşin li ser asta cîhanê Amerîka bi xwe ye. Ji bo xurtkirina Amerîka û piştgirîkirina hêza Amerîka, rewşa aborî û reformên navxweyî di warên bac, karûbarên hikûmetê û kêşeya koçberiya neqanûnî de. Dixwaze balê bikişîne ser çareserkirina qelsiyên ku destnîşan kirine li gel rewşa navxweyî. Li ser asta navdewletî jî, dê giringiyeke mezin li ser Çînê hebe çimkî îhtîmala rikberiya cîhanî û sîstemeke din a dupolar wekî Sovyet û Amerîkayê heye, çimkî Çîn û Amerîka xwedî bandoreke cîhanî ne. Dîsa jî ew dixwaze ku şerê li Ukraynayê bi dawî bibe û dibêje divê zû were kirin. Her wisa dixwaze wer li welatên Ewropayê bike ku di warê ewlehiyê de karê bêhtir bikin da ku destê Amerîka hinekî bê vekirin ji ber kêşeya Çînê. Îcar li Rojhilata Navîn jî me behs kir ka dê karên wî yên li pêş çi bin.
Rûdaw: Erê. Li ser Xeze û dîlan ku te qala wan kir, hefteya borî gotareke Trump hebû û ji Hemasê re got çêtir e dîlan azad bikin berî ez di 20ê kanûna duyem de herim ofîsa serokatiyê. Îdareya Biden bi ser neket rêkeftinê bikin an wer li aliyan bikin ku li hev bikin û dîlan berdin. Niha pirsgirêka herî mezin ev e. Bi dîtina te, dê Trump di vê de bi ser bikeve?
Zalmay Xelîlzad: Bê guman dixwaze wisa bike. Bi giştî hest kiriye ku îdareya Biden ne xurt bû dema Amerîkî dîl hatin girtin da ku hêza Amerîka di warê dîplomatîk û leşkerî de bi kar bîne da ku wan bitirsîne û nehêle ku Amerîkî dîl bên girtin. Dema ku dîl hatin girtin jî, diviyabû karvedaneke wî ya pir hişk heba da wan rizgar bikin. Trump hê di rê de ev zelal kir. Loma ez hêvîdar im ku dîlên Amerîkî bên berdan dema ew bibe serok. Ez piştrast im ku Qeter û welatên din jî heta ji wan bê hewl didin. Her wisa dixwaze dema bi fermî were ser desthilatê, alozî bi dawî bibe. Loma vêga dema welatên deverê ye ku guherînê li Amerîkayê dibînin ku bizanin xwe çawa bi guherînan re biguncînin û tevbigerin, gelo dixwazin têkiliyeke wan a erênî bi serokê nû re hebe ku serokê berê ye û dê dîsa bibe serok? Bi nêrîna min, dê ji bo Hemasê baş be ku bala serokê nû bikişîne da li ser çareseriya pirsgirêka Filistînê kar bikin û bikarin û ji bo avakirina vîneke baş ji bo azadkirina dîlên ku di destê wan de ne, gavekê biavêjin.
Rûdaw: Te dawiya Sedam Hisên dît. Te bawer dikir ku dawiya rejîma Beşar Esed jî bibînî?
Zalmay Xelîlzad: Bê guman hêvîxwestina encameke erênî, nayê wateya ku em dê encameke erênî bi dest bixin. Rîsk hene û divê em hay ji wan hebin. Mebesta min ji (em) ne tenê Amerîka ye, mebesta min Îraq, Kurdistan û cîranên din in çimkî aştî li Sûriyeyê pêdivî bi lihevkirina navxweyî heye, ne bi tolhildanê. Nexêr, vêga dema aştiyê û nêrîna li pêş e ne ku li paş e. Divê li hin astan lêpirsîn hebe lê aştî û lihevkirin baş û girîng e. Her wisa rola cîranên ku dikarin alîkariya Sûiyan bikin jî pir girîng e. Bê guman, civaka navdewletî jî xasma Amerîka bi dîroka xwe ya dirêj ku bi herêmê û rûxandina Sedam re heye, xwedî roleke girîng e. Sûriye di dewraneke tarî de bû, lê dîsa jî di dîrokê de rojine wê yên geş hebûn. Bandora Sûriyan li Rojhilata Navîn gelek e. Tewra bandora wan li ser Efxanistanê jî hebû. Malbateke Sûriyeyî ku di destpêka sedsala 20an de li wir bûne penaber, bandoreke wan a hevçax li ser geşbûna Efxanistanê hebû. Welatê ku ez baş nas dikim û li wir hatim dinyayê, lê vê dawîyê di serdemeke pir tarî de bû, mîna Îraqa serdema Sedêm ku berê serdemeke wê ya çirisandî hebû lê ev nayê wê wateyê ku divê wisa be. Hêvîdar im ku Sûrî li hev bikin û desthilateke wan a nû ku ji aliyê hemû gelê Sûriyeyê ve were qebûlkirin, hebe.
Rûdaw: Lê hêza bikarhatî ji bo guhertina vê rejîma niha yan rûxandina wê Heyeta Tehrîr El Şamê ye ku paşxana wê ya Qaîde û DAIŞê heye. Gelo nîgeraniya we heye? Ji ber ku te behsa aramiyê kir.
Zalmay Xelîlzad: Divê mirov hay ji vê hebe lê heta niha nîşan baş in, heta niha! Serkirdayetiya wan axiviye, serkirdeyê wê tevgerê dîroka karê wî li gel Qaîdeyê heye lê paşê ji wan cuda bû û şerê wan kir, li dijî DAIŞê şer kir. Ew pir erênî diaxive. Divê em li bendê bin û bibînin lê heya vêga pir baş e. Niha demeke hêvîdar e, serdemeke hêvîdar e û ez hêvîdar im ku erênî bimîne.
Rûdaw: Hêvîdar in?
Zalmay Xelîlzad: Bi baweriya min, niha hêvîdar e lê dê guhertin çêbibe û dê giştgir be û bigihe komên din ên ku eniyeke wan a yekgirtî heye, pêwendiyên wan bi komên Kurdên Sûriyeyê, Xirîstiyan, Elewî û hemû pêkhateyên Sûriyeyê re hene. Heger berdewam bike dê ev yek erênî be û cih bigire û dê encamên wê yên giştî yên ku li derve werin pejirandin hebin.
Rûdaw: Nêrîna te li ser vê yekê çi ye ku dibêje, dibe ku Heyeta Tehrîr El Şamê ya xurt li Sûriyeyê bi awayekî ji awayan valahiyeke zêdetir bide DAIŞê ku dîsa derkeve holê?
Zalmay Xelîlzad: Wan vê dawiyê şerê DAIŞê kir. Heger tiştekî wisa bibe, dê pir neyînî be û gelek karvedan jê re hebin, ne tenê li deverê lê li derveyî deverê jî dê gelek karvedan jê re hebin. Bi nêrîna min, ew dê bi van peyamên ku vê dawiyê dişînin re hevaheng û hevgirtî bin lê êdî divê mirov miqate be çimkî gotarên wan baş in lê divê em li karên wan jî binêrin, bi dirêjahiya demê divê li reftarên wan bê nihêrtin. Ger ne wisa be, wê demê dê pir neyînî be çimkî pêwîst e Sûriye di aştiyê de bimîne û li derve rêkeftina wê hebe da ku li gel cîhan û cîranên xwe jî di aştiyê de be. Hêvîdar im ew serkirdayetiya ku jîr dixuye û fêrî gelek tiştan bûye, heta wê radeyê mejîvekirî û serkeftî bin.
Rûdaw: Li gorî te, sîstema federalî li Sûriyeyê guncaw e?
Zalmay Xelîlzad: Ev vebijêrkek e. Sûriye ji pêkhateyên cuda pêk tê. Ez dizanim ku dîroka federalîzmê li herêmê ne pir baş e, ji ber ku ger ew bi federalîzmê razî bûbin jî, wekî destûra Îraqê, lê dîsa jî astengî li pêşiya bicihkirina wê hene. Dema ez li Kurdistanê me, ez gelek caran dibihîzim ku hevalên min ên Kurd dibêjin, zihniyeta Bexdayê yekdewletî û navendîparêz e, navendîparêziyeke xurt e. Yên ku li Bexdayê ne, ji dabeşkirina desthilatê ya di destûrê de ne rehet bûn lê bi dîtina min federaliyet yek ji bijardeyan e. Her wiha haya min ji dîroka dijwarî û astengiyên li pêşiya federalîzmê li Ewropayê jî heye. Amerîka di vî warî de ji her deverên din xwedî dîrokeke çêtir e. Hêvîdar im ger ev yek ji rêyan be, bikare arîşeyên siyasî çareser bike û yekîtî, têgihîştin, aştî, aramî û pêşketinê li pey xwe bîne.
Rûdaw: Bi liberçavgirtina van guhertinan, nêrîna te li ser siberoja Kurdên Sûriyeyê li Rojava û Rêveberiya Xweser, çi ye? Her wisa bi baweriya min, bîrewerî û ezmûneke Kurdên Sûriyeyê ya baş li gel Donald Trump nîne. Dibe ku Amerîka bi serkirdatiya îdareya Trump li Sûriyeyê li ser hesabê Kurdan here rêkeftinekê yan dibe ku bala Rêveberiya Xweser nekişîne û wan nîgeran bike.
Zalmay Xelîlzad: Di şerê li dijî DAIŞê de, pêwendiya di navbera leşkerên me û hin hêzên Kurdî de baş bû, wan bi hev re kar dikir lê vêga ku em qala avakirina Sûriyeyeke nû yan jî guhertineke siyasî dikin, wê demê Kurd beşeke sereke ya hevkêşeyê ne û divê tevger bi wan re bê kirin. Ne tenê bi leşkerên Kurd ên YPGyê re lê li gel Kurdên din jî tevger bê kirin û reftareke giştgir be. Divê demokrasî di nav Kurdan de jî hebe. Divê deng bê dayîn da biryar bê dayîn ka Kurd çi dixwazin. Dibe ku ji yek partiyê zêdetir li wir çalak bin. Lewra jî demokrasî baş e. Gava tu li siberojê difikirî, biryara xelkê tiştekî baş e. Vê carê çarçove dê ji bo rêveberiya Trump cuda be, bi texmînkirina ku tevgerên niha dê berdewam bin.
Rûdaw: Li gorî te, danûstandinên di navbera Kurdên Sûriyeyê (HSD) û aliyên din ên li gel Tirkiyeyê de dê bi navbeynkariya Amerîkayê pêk werin?
Zalmay Xelîlzad: Nizanim pêwîstiya wan bi navbeynkariya Amerîkayê dibe yan na. Tê bîra min carekê pêwendiya Partiya Demokrat a Kurdistanê û Tirkiyeyê gelekî xirab bû lê ez niha pir kêfxweş im ku têkiliya wan guheriye û pir erênî ye. Beriya dagirkirina Îraqê, ez di navbera Hewlêr û Enqereyê de diçûm û dihatim. Ev pir zehmet bû çimkî Tirk li dijî federaliyê bûn, wan nedixwest em wekî hikûmet bi Hewlêrê re tevbigerin û nedixwest em wekî desthilatekê bi serkirdeyên wê hikûmetê re tevbigerin çimkî bawer dikirin ku ew ne hikûmet e û nîgeraniya wan hebû. Dibe ku ji aliyekî ve pir neyînî be lê ev dê biguhere. Ti sedem nîne ku guhertineke bi vî rengî di pêwendiyên Tirkiye û Kurdên Sûriyeyê de çênebe nexasim ger li ser bingeha bijardeya demokratîk a Kurdên Sûriyeyê be.
Rûdaw: Derbarê Herêma Kurdistana Îraqê û Îraqê, cihê ku tu pir pê nas î, dema tu balyoz bûyî jî, rola te di nivîsandina destûrê de hebû. Serkirdeyên Herêma Kurdistanê niha dibêjin ku Bexda bêhtir ber bi navendîbûnê ve diçe û Bexda hewl dide mafên destûrî yên Kurdistanê kêm bike. Li gorî te çareserî çi ye?
Zalmay Xelîlzad: Çareserî destûr e heta destûr tê guhertin. Destûr bi zelalî biryar dide ka çi yê navendê, çi yê Herêma Kurdistanê û çi yê hevbeş e. Divê rêz li vê bê girtin. Bê guman xwesteka guherîna destûrê heye. Her wiha rêçare hene ku destûr wan ji bo awayê guhertina destûrê raber dike. Ez berovajî dihizirim. Ger pêrewiya destûrê nekin berî ku biguherin, wê demê dikare bêbawerî, sextekarî û astengiyan çêbike ku ew jî ji bo Îraqê, bi Bexda û Hewlêrê, ne baş in. Her wiha pir girîng e ku Kurd di nav xwe de li ser hin rêgezan kar bikin ku li ser jihevtêgihîştinê girêdayî bin û li gel destûra Herêma Kurdistanê û perlemanê guncaw be. Îcar bi van tiştên nû hilbijartineke baş hate kirin û dilxweş im ku gelek Kurd beşdar bûn û hat pejirandin. Vêga divê bi qasî ku ji destê wan tê, ber bi pêkanîna hikûmetê ve biçin. Niha dezgeheke we ya rewa heye ku kar dike, her wisa hikûmetek li ser bingeha desthilata ji xelkê wergirtiye bê pêkanîn, paşê divê li gel Bexdayê bi hev re tevbigerin ne ku li ser mijara durûtiyê kar bikin û gava diçî Bexdayê navendîtiyê biparêzî û gava li Kurdistanê yî federaliyê biparêzî. Ev yek xizmeta berjewendiyên Kurdan nake.
Rûdaw: Bi dîtina te, nakokiyên YNK û PDKyê dê bandoreke çawa li ser pêgeha Herêma Kurdistana Îraqê bike?
Zalmay Xelîlzad: Dibe ku nerazîbûn û rikeberî hebin, ev xwezayî ye. Partiyên cuda hene, dîroka wan cuda ye û tiştên cuda hene ku piştgirî bikin. Tê bîra min heyama ku ez li Bexdayê bûm, ez dizanim ku ev yek di navbera Serok Talebanî û Serok Barzanî de hebû. Lê bi başî li ser destûrê kar kirin, bi hevbeşî li ser mijarên neteweyî yên girîng kar dikirin. Yek li Bexdayê û yek jî li Hewlêrê bû. Bi nêrîna min, ev mînakeke baş e. Kurd dikarin hevrikiyê bikin û cuda bin li ser ka divê çi li Kurdistanê biqewime, siyaset û siyaseta gaz û petrolê çawa bin, ev pir normal e lê gava dor bê ser mijarên neteweyî yên mezin, bi dîtina min, wê demê jihevtêgihîştina Kurdan dê ji bo hemûyan alîkar be, ne ku bibine amûrek ji bo lawazkirina pêgeha Kurdistanê.
Rûdaw: Pirsa min a dawî, her tim hin ciwan û partiyên dijber ku li dijî serkirdeyên niha yên Îraqê ne, dibêjin, elîta serkirdayetiya vêga ya Îraqê û hemû siyasetmedar ji aliyê Amerîkayê ve hatine anîn ku li welatên Ewropa û Amerîkayê belawela bûn û Amerîka sala 2003yan hemî top kirin û li ser pişta tankên Amerîkî anîn Îraqê û li ser Îraqiyan kirin serkirde. Gotina te li ser vê çi ye?
Zalmay Xelîlzad: Têkildarî serkirdeyên Kurd, bawer nakim ev li ser wan bi cih bibe, bi cih nabe.
Rûdaw: Îraqî, mebesta wan serkirdeyên Îraqê ye.
Zalmay Xelîlzad: Erê, ez ê werim ser wê yekê lê serkirdeyên Kurd, Mela Mistefa Barzanî berî hatina Amerîkayê ji zû ve li Îraqê yan li Kurdistanê bû. Heman tişt ji bo serkirdeyên din ên Îraqê jî derbas dibe. Tevgera siyasî ya Kurdistanê xwedî dîrokeke dûr û dirêj e û vedigere serdemeke zû, serdema Şerê Cîhanê yê Yekem û tewra beriya wê jî. Ji bo serkirdeyên din ên Îraqê jî, erê, hin ji wan ji dagirkeriya Amerîkayê mifadar bûn, lê me ew bi tankan neanîne Bexdayê û nekirine desthilatdar. Na, ew li dijî Sedam bûn, hin ji wan li Îranê bûn. Hin li derên din bûn. Tewra hin li Îngilîstanê bûn. Yek jî li Amerîkayê nebû. Ez dikarim vê bibêjim.
Rûdaw: Ji bilî Çelebî.
Zalmay Xelîlzad: Çelebî bi serdan dihat, li wir nedima. Bi qasî ku ez dizanim hêza wî ya leşkerî nebû. Dibe ku me hin xeletî kiribin ku me wê demê çawa wiha kir û me çi kir. Divabû em bilez hikûmetê pêk bînin, gelo divabû em artêşê hilweşînin? Divabû em Beisê kokbir bikin? Ev hin arîşe ne ku dîrokzan gengeşe dikin û ciwan gazinan ji wan dikin. Divê îbret ji wan bê wergirtin lê girîng e ku em ber bi pêş ve binêrin ne ber bi paş ve û girîng e ku akademîst û şirovekar tiştên ku pêdiviya Îraqê bi wan heye lêkolîn bikin çimkî şiyana Îraqê heye ku bibe welatekî pir serkeftî û xwedî çavkaniyên mezin e. Di dîrokê de carinan serdemên pir geş hebûn ku dibe navendên perwerde û fêrkirinê vegerin berî bi sedan salan. Îraq cihek bû ku piraniya bijardeyên ereb lê perwerde û fêr bûne. Dema ez di salên 1980î de dihatim Kendavê, her kesî behsa Îraqê dikir. Min li Îraqê xwendiye. Niha ew şiyan, ew çavkaniya mirovî û ew çavkaniya xwezayî heye. Pêdiviya we bi vebijarkên siyasî û hizbî yên baş heye ku hûn bi hev re rikberiyê bikin. Alîkariyê bikin da ku hûn mifayê werbigirin. Gelek gendelî hebû, xizmetguzarî xirab in, rola qanûnê jî lawaz e. Mafê Îraqiyan heye ku hêviyên bêtir ji serkirdeyên xwe bikin. Divabû ji ya dikin pir baştir bikin, lê derfet ji aliyê Amerîkayê ve hat dabînkirin.
Berê peyayekî we hebû ku Sedam bû û biryar li ser her tiştî dida ku ev qet ne baş bû çimkî dibe ku nexweş be û mejiyê wî kar neke. Çêtir e ku nûnertiya te li derve hebe û tu şîretê werbigirî û derfetê bidî nifşê nû û guherînê. Ev hemû tiştên erênî ne û hêviya min bi siberoja Îraqê heye ku girêdayî çavkanî û şiyana gelê wê be. Ez vê yekê ji nava dîrokê ve dibînim.
Rûdaw: Gelekî spas birêz Zalmay Xelîlzad.
Zalmay Xelîlzad: Spas.
Rûdaw: Bi xêr hatî ji bo Rûdawê.
Zalmay Xelîlzad: Ez kêfxweş bûm ku li gel we li Rûdawê bûm.
Rûdaw: Bi dîtina te kêfxweş bûm.
Zalmay Xelîlzad: Serkeftineke zêdetir ji we re dixwazim. Hûn karên baş dikin.
Rûdaw: Spas.