Dilawer Ajgeyî: Yekîtiya Ewropayê dê zêdetir alîkariya penaberên Sûrî yên li Herêma Kurdistanê bike

Li Brukselê civîneke li ser penaberên Sûriyê yên li welatên cîranê Sûriyê hat lidarxistin. Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê Yekîtiya Ewropayê ragihand ku wî di civînê de behsa rewşa penaberên Sûriyê yên di kampan de kiriye û daxwaza alîkariyên zêdetir ji Yekîtiya Ewropayê kiriye û diyar kir, Yekîtiya Ewropayê dê di bin navekî nû de zêdetir alîkariya penaberên Sûriyê bike.

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê Yekîtiya Ewropayê Dilawer Ajgeyî ji Brukselê roja Înê 9ê Berfanbara 2022an bû mêvanê bultena Rûdawê ya demjimêr 19:00 ku ji aliyê Nalîn Hesen ve hat pêşkêşkirin û ragihand, rayedarên Yekîtiya Ewropayê gelekî ji Herêma Kurdistanê razî bûn ku bi awayekî rêkûpêk projeyên Yekîtiya Ewropayê cibicî kiriye.

Dilawer Ajgeyî her wiha ragihand ku di civînê de behsa wê yekê hatiye kirin ku ji penaberên Sûriyê yên li Herêma Kurdistanê re bi qasî 20 milyon euro were xerckirin. Dilawer Ajgeyî her wiha diyar kir ku ji bilî penaberên Sûriyê, zêdetirî 650 hezar penaberên Iraqê li Herêma Kurdistanê hene û “bareke mezin li ser Herêma Kurdistanê çêkiriye.”

Hevpeyvîna Rûdawê ya bi Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê Yekîtiya Ewropayê Dilawer Ajgeyî re:

Rûdaw: Çiqas pere ji bo welatên ku penaberên ji Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê lê dimînin hatiye terxankirin?

Dilawer Ajgeyî: Li Brukselê konferanseke girîng hat lidarxistin, bi taybetî li ser krîza Sûriyê û pirsa penaberan û ew welatên ku penaberên Sûriyê lê ne, ji wan Iraq, Herêma Kurdistanê ku piraniya van penaberan li wir bi cih bûne. Tiştê ku li vir girîng bû ku were gotin ew e ku welatên ku jê re dibêjin bexşkar ew e ku pere ji Yekîtiya Ewropayê re vediqetînin; Yekîtiya Ewropayê bi xwe tiştek li ber dest nîne û welatên endam hevkariyê dikin ku li wir amade bûn, pir girîng bû ku behsa kêmasiyan hat kirin ku li gorî me divê welatên din li ber çavan bigirin û li ser bixebitin gotûbêj bikin.

Yek ji projeyên mezin ên Yekîtiya Ewropayê ya ji bo vê armancê terxan kiribû bi navê Projeya Medet; proje par bi dawî bû, em dikarin bibêjin ku wan alîkariya kampên penaberên Sûriyê yên li Herêma Kurdistanê û deverên din bi başî dikirin. Ji Herêma Kurdistanê gelekî razî bûn bi başî û rêkûpêk cibicî kiriye û di civînan de çendîn car behsa wê kirin û destxweşî kirine lê ew proje bi dawî hat, niha Yekîtiya Ewropa kar li ser wê yekê dike ku bi projeyeke din bi navekî din alîkariya penaberên Sûriyê bike. Ji ber ku piraniya beşdaran di wê baweriyê de bûn ku qeyrana heyî ya li Sûriyê ne mimkûn e ku zû bi dawî bibe.

Rûdaw: Alîkariya îsal a ku biryar li ser hatiye dayîn çiqas e? Ji nîv milyar dolar zêdetir e yan kêmtir?

Dilawer Ajgeyî: Ji nîv milyar dolar kêmtire. Ev pereyê di bin navê Medet de biryar li ser hatibû dayîn lê hemû nehatibû xerckirin, lewma para mayî niha ji bo îsal bikar tînin. Ew pereyê ku ji bo penaberên Sûriyê yên li Herêma Kurdistanê hatiye terxankirin, nêzîkî 20 milyon euro bû ku rasterast radestî Hikûmeta Herêma Kurdistanê nayê kirin.

Rûdaw: 20 milyon euro tenê ji bo Iraqê bû?

Dilawer Ajgeyî: Belê, tenê ji bo Iraqê bû, Iraq ji hemûyan kêmtir wergirt ji ber ku hejmara penaberan ji Urdin, Lubnan û Sûriyê kêmtir e, herî zêde Lubnanê bi qasî %41 ji alîkariyên giştî wergirtiye û piştre Urdin û Tirkiyê ji ber ku hejmareke zêde ya penaberên Sûrî li Tirkiyê ne. Me amaje bi wê yekê kir ku divê Yekîtiya Ewropa û civaka navdewletî zêdetir alîkariya Herêma Kurdistanê bikin, ji ber ku Herêma Kurdistanê tevî hejmareke zêde ya penaberên Sûriyê, penaberên ji welatên din jî lê hene û her wiha zêdetirî 650 hezar koçberên navxwe yên Iraqê jî li Herêma Kurdistanê hene. Ev barekî mezin e li ser Herêma Kurdistanê, bi tena serê xwe nikare alîkariya wan penaberan bike, ji ber wê jî pêwîst e alîkariyên zêdetir ji Herêma Kurdistanê re bê kirin, eger wisa nebe, bê guman ev penaber dê hêviya vegera bo welatê xwe ji dest bidin, ji ber ku piraniya beşdaran di wê baweriyê de bûn ku qeyrana Sûriyê zû bi zû bi dawî nabe. Ji ber vê yekê, divê ew li cîhê ku lê dimînin bibin alîkar.

Welatên cîranên Sûriyê; Herêma Kurdistanê jî di nav de, peyama me ew bû ku heger alîkariya van penaberan neyê kirin, bê guman ew ê bifikirin ku ji wê herêmê derkevin û biçin Ewropayê, ev yek dê ji bo YEyê bibe pirsgirêkeke pir mezintir, ji ber ku yek ji mijarên herî hestiyar ku niha di Yekîtiya Ewropî de tê gotûbêj kirin û stratejî ji bo wê tê danîn ew e ku hatina penaberan e, bi taybetî ji Sûriyê, lewma me ji wan re got ku çareseriya vê mijarê bi hêsanî tê kirin heger alîkariya wan penaberan bikin, bi taybetî ew ên peywendiya wan bi me re heye li Herêma Kurdistanê hejmarek kamp hene û beşek ji wan li derveyî kampan dijîn ku pêwîstiya wan bi alîkariya navdewletî ye. Me amaje bi wê yekê kir ku rêxistinên Neteweyên Yekbûyî jî heta radeyeke mezin alîkariya wan kesan nakin û tiştên berê ji wan hatine stendin û di rewşeke pir xerab de ne. Bê guman Herêma Kurdistanê bi qasî ji dest hat alîkarî kir lê bi tenê nikare. Ji bilî wê jî li gorî rêkeftina YEyê ew penaber in. Penaber jî ne tenê di berpirsiyariya wî welatî de ne ku lê dijîn, erka civaka navdewletî ye jî ku alîkariya wan bike.

Rûdaw: We ji 20 milyon euroyî zêdetir daxwaza çiqasî kir ku alîkariya Herêma Kurdistanê were kirin?

Dilawer Ajgeyî: Me ti pêşniyar nekirin, me amaje bi wê yekê jî kir ku 20 milyon gelekî kêm e û têra daxwazên me yên ji bo çareserkirina pirsgirikên kampên penaberên Sûriyê li Herêma Kurdistanê nake. Tiştê cihê kêfxweşiyê bû behsa wê yekê hat behskirin ku projeyeke din heye ku niha li Yekîtiya Ewropayê tê gotûbêjkirin bi navê pêşxistina alîkariyan ji bo welatên cîranên Sûriyê yên penaberan lê hene. Tenê ew pere ne, dê beşeke din a pereyan jî were lê biryar li ser nehatiye dayîn û guftûgo li ser tê kirin, ji bo me gelekî girîng bû ku ew bêjin Herêma Kurdistanê pêwîstiya alîkariya zêdetir e. Divê di hevdîtinan de rewşa Herêma Kurdistanê jî li ber çavan bê girtin.

Rûdaw: Xwarin, alîkarî û pereyên ku berê didane penaberan hatiye birîn, saziyên Neteweyên Yekbûyî karên xwe kêm kirine û di hinek mijaran de karên xwe ragirtine. We çawa behsa rewşa nav kampan kir, bi taybetî di warê perwerde û xizmetguzariyê de?

Dilawer Ajgeyî: Beriya ku em biçin civînê, me li gel aliyên ku ji rewşa penaberên Herêma Kurdistanê xwedî agahî û amar li ber destên wan hene gotûbêj kir û zanyarî ji me wergirtin. Me guftûgo li ser wê kir ku em çi bêjin û peyama Herêma Kurdistanê çi ye, lewma me çend amar bi hûrgilî pêşkêşî welatên endam kirin yên ku piştgiriyê didin YEyê û YE jî ji bo penaberan dide projeyan. Me bi taybetî behsa xwendekar û dibistanan kir, me anî ziman ku nêzî 35 hezar xwendekarên penaber ên Sûrî li kampan dixwînin û mamosteyên wan hene. Mamosteyên wan di rewşeke nebaş de ne û bi awayekî xwebexş dersê didin, pêwîst e em zêdetir bi Yekîtiya Ewropayê re hevkariyê bikin. Ji bo Yekîtiya Ewropayê pir girîng e ku alîkariya perwerde, dibistan, xwendekar û mamosteyan were kirin, lema me teqezî li ser vê yekê kir û daxwaz ji wan kir ku bi cidî li ser vê mijarê bixebitin.

Rûdaw: Hûn geşbîn in ku welatên Ewropayê zêdetir alîkariya penaberên ji Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê bikin?

Dilawer Ajgeyî: Soza alîkariyên zêdetir dan. Ez pir geşbîn im ku rewş dê biguhere. Wek min behs kir, pirsa penaberan ji bo YEyê mijareke hestiyar e, ew dizanin ku eger alîkariya penaberên Sûriyê li welatên cîranên Sûriyê bê kirin, kêmtir ji wan dê biryarê bidin ku ji herêmê derkevin û werin Ewropayê. Ji ber rewşa penaberan nebe jî ji bo siyaseta YEyê dê alîkariyê bikin. Ew pir girîng e; Em wek Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku di bernameya me de jî heye plan dikin ku piştî sersalê hewl bidin hin şand û aliyên ku di mijara penaberan de berpirsyar in, ew rêxistinên li Herêma Kurdistanê bi penaberan re kar dikin bangî Bruksel bikin û  çend civînên 2 alî lidar bixin û wan zêdetir ji rewşa penaberan agahdar bikin, da ku bikaribin alîkariya penaberên Sûriyê yên li Herêma Kurdistanê bikin.