Dengbêj Mistefa Birûkî: Dengbêjî wekî dara jiyanê ye, divê em av bidin
Dengbêj Mistefa Birûkî diyar kir ku dengbêjî ji Bakurê Kurdistanê derbasî Rojhilatê Kurdistanê bûye û çanda denbêjiyê heta niha jî li Urmiyeyê heye û dengbêjî di nava ciwanan de jî bi pêş dikeve.
Mistefa Birûkî eşkere kir ku pêwendiyeke berdewam a dengbêjên ji Bakur û Rojhilatê Kurdistanê heye û ew tim bi hev re jî konferansan saz dikin.
Mistefa Birûkî diyar kir ku berê sînor di nava axa Kurdistanê de nebûn û hemû parçe girêdayî hev bûn.
Birûkî diyar kir ku ew bi esilê xwe bi bakurê welêt in û got: “Em sala 1916an de ji Bakur derbasî Rojhilat bûne. Em ji Agiriyê hatine.”
Dengbêj Mistefa Birûkî da zanîn ku pêwendiya wî bi dengbêjên Bakurê Kurdistanê heye û ew di 20 saliya xwe de çûye cem Şakiro.
Mistefa Birûkî li ser dengbêjiyê got, “Ev çanda me ye, wekî dara jiyanê ye her dema ku em avê bidinê dê şîn bimîne.”
Dengbêj Mistefa Birûkî ji malbateke hûnerdost a ji Urmiyeya Rojhilatê Kurdistanê ye û ji bo serdaneke malbatî li Hewlêrê ye.
Dengbêjê sewtxweş bû mêhvanê Nûrojê û pirsên Pêşkêşkara Rûdawê Nalîn Hesenê bersivandin:
Rûdaw: Em dizanin li Bakurê Kurdistanê gelek giringî bi dengbêjiyê tê dayin, dîroka dengbêjiyê li Urmiyeyê vedigere kengî û çi serdemê?
Mistefa Birûkî: Berê sînor nebûn. Bakur, Rojhilat, Rojava û Başûr hemû girêdayî hev bûn, bingeha dengbêjiyê li Bakur bû.
Rûdaw: Ji Bakur derbasî Urmiyeyê bûye?
Mistefa Birûkî: Belê, ji Bakur derbasî Urmiye û herêma Makuyê bûye.
Rûdaw: Çend sal berî niha?
Mistefa Birûkî: Ji mêj ve, ji serdema Şêx Silê ve. Di serdema Tarxanê Qelenî de jî hebûye, wê demê Şêx Silê û Evdal bi hev re kelam gotine û dengbêjî kirine. Wê demê dengbêjî derbasî Rojhilatê Kurdistanê bûye.
Her ji wê demê û heta niha jî berdewam kiriye. Li Rojhilatê Kurdistanê ji xwe dengbêjên kevn jî hebûn û ji berê de dengbêjî li Rojhilat hebû û ne tenê girêdayî Bakurê Kurdistanê bû.
Rûdaw: Tu bi xwe ji bo dengbêjiyê çûyî geleke deverên Bakurê Kurdistanê. Armanc û merema te ji vê gera te li Bakurê kurdistanê çi bû?
Mistefa Birûkî: Li wê derê mirovên me gelek in, hevalên me gelek in. Em ji bingeh de ji Bakurê Kurdistanê hatine. Koka me ji Bakur e. Em sala 1916an de ji Bakur derbasî Rojhilat bûne. Em ji Agiriyê hatine.
Rûdaw: Wate tu ne tenê ji bo dengbêjiyê diçûyî Bakurê Kurdistanê?
Mistefa Birûkî: Na, ji ber mirov û hevalan em diçûn û dihatin lê elaqeya min bi dengbêjiyê re jî hebû.
Rûdaw: Baş e, pêwendiya te li gel dengbêjên Bakurê Kurdistanê çawa ye?
Mistefa Birûkî: Pêwendiyeke gelekî baş e. Bi hemûyan re ez pêwendiyê datînim û her tim konferans û pêwendiyên me hene. Hemû jî min nas dikin.
Rûdaw: Wekî mînak bi kîjan dengbêjî re pêwendiya te heye? Bi taybetî dengbêjên navdar ên Bakurê Kurdistanê?
Mistefa Birûkî: Ez sala 1978an çûm ba Şakiro, wê demê temenê min 20 sal bû.
Rûdaw: Şakiro, dengbêjê navdar ê Kurdan...
Mistefa Birûkî: Belê, dengbêjê navdar. Hecî Adilê Kerîmê Panosî jî hebû ku em pê re rûniştine. Em bi Kerem re jî rûniştine ku her tim li nava me digeriya.
Gelek dengbêj hene wekî Zahiro, rast e ku em pê re nerûniştine lê pêwendiyên me hene. Her wiha Hisênê Orgonosê, me bi rêka CDyan guhdariya dengê wan kiriye û me sûd jê dîtiye.
Rûdaw: Te behsa dengbêjan kir, kî herî zêde ku bandora xwe li te kiribû?
Mistefa Birûkî: Rojekê ez li malê bûm, temenê min 7-8 sal bû. Ez biçûk bûm û dengbêjên Bakurê Kurdistanê hatin mala me.
Dengbêjek hebû navê xwe Resûl bû ez texmîn dikim ku heman Resoyê dengbêj bûye. Kilamek got ku kilama Keremo Nazê bû ku îlhamiyek dixist dilê mirovan û gelekî ketim bin bandora wê.
Rûdaw: Em biçin Nawirê, gund û zêdê te. Yek ji berhemên navdar ê dengbêjiyê ye, ji kû derê hatiye û çîroka wî çi ye?
Mistefa Birûkî: Nawir bi gola xwe tê naskirin. Gola Nawirê bi nav û deng e. Nawir bi şerê Şêx Zahir tê naskirin.
Bi şerê Şêx Zahir Efendî ku şehîdê Kurdan bûye tê naskirin. Dema serhildana Agiriyê belav dibe Şêx Zahir tê Nawirê ji bo ku ji wir derbasî Bakurê Kurdistanê bibe.
Ji Nawirê derbasî gundê Şêx Rom ê li aliyê Bakurê Kurdistanê dibe ku hevsînor e li gel gundê Nawirê. Li wir xelk jê dipirsin tu bi kû derê de diçî? Ew jî dibêje ku Ataturk efû derxistiye û em dê jî biçin welatê xwe.
Lê ew jî jê re dibêjin rast e efû derxsitiye lê ya te dernexistiye û bi qasî serê te zêr daniye ku kî serê Şêx Zahir jê re bibe dê zêran bidinê.
Lewma Şêx Zahir vedigere û dema ku vedigere wî îxbar dikin, kesekî bi navê bi navê Kerîm Efendî ye û li Gola Nawirê ku gelek berfa xwe heye, şer derdikeve, gule li Şêx Zahir dikeve, birîndar dibe û piştî sê rojan şehîd dibe. Gora wî jî her li Nawirê ye.
Rûdaw: Ti kes ji malbata te, ji zarokên te fêrî dengbêjiyê bûye. Dengbêjî di nava ciwanên Urmiyeyê de heye?
Mistefa Birûkî: Belê, dengbêjî berdewam dike û di nava malbata me de du kurên min bi hunerê ve mijûl in, yek li orgê dixe û yê din kilaman dibêje, dengbêj e û navê xwe Ferhad e û gelekî xweş dibêje.
Rûdaw: Bi giştî di nava ciwanan de, ev cureyê hunerê heye? Ber bi pêş ve diçe yan çawa?
Mistefa Birûkî: Belê bi giştî heye û em jî gelek hene, em wan fêr dikin ji ber ku çanda me ye, dîroka me ye.
Rûdaw: Wate tu ciwanên Urmiyeyê jî fêrî dengbêjiyê dikî?
Mistefa Birûkî: Ewên ku têne ba me, em wan fêr dikin. Ev çanda me ye, wekî dara jiyanê ye her dema ku em avê bidinê dê şîn bimîne.
Rûdaw: Ev dar her şîn û bi ber bimîne. Gelekî spas.
Mistefa Birûkî: Gelekî spas.