Serokê AK Partî yê Amedê: Divê hemû pirsgirêk li parlamentoyê bên çareserkirin

Serokê Şaxa AK Partiyê li Amedê Serdar Budak derbarê danîna qeyûma li şûna şaredariyên bajarên Bakurê Kurdistanê de ragihand ku hemû tiştên ku dewletê kirine di çarçoveya hiqûqê de kirine û gaveke li derveyî hiqûqê nehatiye avêtin. Budak herwiha dibêje divê hemû pirsgirêk di zemîna siyasî de, li parlamentoyê bên çareserkirin.

Derbarê çareserkirina pirsa Kurdî Serdar Budak got: “Em ji roja damezrandina partiya xwe ve hem bi qedexeyan, hem bi gendeliyê re têdikoşin. Tu pirsgirêk ne mimkun e bi rêya tundiyê, bi sîlehan çareser bibe. Em wisa bawer in. Ji bo ku ev tişt nemînin jî em her tiştî dikin. Yanî mebesta we ku em bi terorîstan re rûnên. Nexêr em tu caran bi terorîstan re rûnanên.”

Derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê û hewldanên guhertina demografiya navçeyê de jî Budak dibêje: “Em vê dibêjin; divê yekpareyiya dewleta Sûriyeyê bê parastin. Li wir bi tu awayî divê korîdoreke terorê neyê avakirin. Nêzîkî 4 milyon welatiyên Sûriyê ku li Tirkiyeyê dijîn vegerin welatê xwe.”

Serokê Şaxa AK Partiyê li Amedê Serdar Budak derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê, pêvajoya çareseriya pirsa Kurd û  çend mijarên de bersiva pirsên Berpirsê Ofîsa Rûdawê li Amedê Maşallah Dekak da.

Maşallah Dekak: Çima AK Partî venagere salên 2007an?

Serdar Budak: Hilbijartinên 31ê Adarê bi rastî jî ji bo Tirkiyê jî ji bo heremê jî hilbijartineke pir girîng bû. Me weke AK Partî jî girîngiyeke mezin pê dida. Hûn dizanin beriya wê bi 2 salan pêvajoyeke qeyûmê pêk hatibû. Şaredariyên me bi rêya van qeyûman xizmetê li ber çavê xwe dîtibû. Me texmîn dikir ku piştî hilbijartinê kê tê hilbijartin bila bê hilbijartin dê xizmeta şaredariyan berdewam bike û gel jî dê vê xizmetê careke din bibîne. Me digot dê xizmeta şaredariyan berdewam bike. AK Partî ji xwe partiya xizmetê bû û lê ger HDP jî bê ser, me digot dîsa dê xizmet bidome. Çimkî gelê me hînê van xizmetan bibû. Hînê xizmeta binesazî û joresaziya bajêr bû. Lê HDP hat, me dît eynî weke berê ye. Tu xizmetek nekir. Wisa bibû ku kêzik û mêş bajêr îstila kiribûn. Yek rojek şaredariyê dermanek nereşand. We çima hawirdor derman nekir bira? Hûn çima xizmeta welatiyan nakin? Tu his û pêjin ji wan derneket...

Xelk çûye dengê xwe daye wan, ji sandoqan HDP derketiye. Kesên bi sandoqê tê divê bi sandoqê neçe? Çima hûn di qeyûman de israr dikin?

Ez jî hewl didim îzahata vê yekê bikim. Weke ku qet karê şaredariyan tunebe, qadên mizgeft û camiyan veguhestin parkan. Bajarekî weke Amedê ku sehabeyan ew fetih kiriye, navê fermandarê pîroz ê sehabe Îlyas Bîn Xanem me dabû kolanek. Lê piştî ku ew hatin ser kar, navê wî sehabeyê pîroz avêtin erdê û navê terorîstek li wê kolanê kirin. Pêdiviya gelê me bi xizmetê heye lê ew hêj terorê difikirin. Li welat weke ku tu kar nemabe diçin tevli merasima cenazeyên terorîstan dibin û di rêzgirtina wan de cih digrin. Belê xelkê me deng da, hûn anîn ser text lê karê xwe bikin. Şaredarek ku hatiye hilbijartin şaredar jî be nikare sûc bike. Ne tenê şaredar, em hemû wisa nin. Tu şaredar jî bî, hilbijartî jî bî tu mafê te yê ku tu sûc bikî tune ye. Ev şaredar jî be hilbijartî jî be, ger tu sûc bikî, dewlet çi pêwist bike dê wê bike.

Niha divê dadgeh biryara vê bide ka kî sûcdar e kî ne sûcdar e. AK Partî yan jî wezaret çima vê biryarê dide? Ev ne li derveyî demokrasiyê ye?

Hemû tiştên ku dewletê kirine di çarçoveya hiqûqê de kirine. Gaveke li derveyî hiqûqê nehatiye avêtin. Belê dadgeh cezayê kesan dide, lê ew şaredar ger cihê lê bike qada sûc, dewlet nikare çavên xwe ji vê yekê re bigre û dê negre jî. Tu pêkanînek ne li derveyî hiqûqê ye. Hem wezareta navxweyî û hem jî wezareta dadê li gorî hiqûqê tevdigere.

Baş e hûn natirsin ku dengê we bikeve ji ber van pêkanînan?

Yanî bawer im hûn dibêjin dê beramberiya vê ya siyasî çi be... Dem dê vê yekê nîşan bide.

Ti derfetek tune ye ku AK Partî careke din vegere sala 2005an. Serokwezîrê wê demê Serokomar Recep Tayîp Erdogan hate Amedê û got pirsgirêka kurd pirsgirêka min e. Heta lêborîn jî xwest…

Hêj wê dibêje. Ger pirsgirêkeke Kurd hebe ew pirsgirêk pirsgirêka min e. Serokomareke me, serokekî me yê wisa heye ku di dema pêvajoya çareseriyê de got bila ev pirsgirêk çareser bibe hewce bike ez dê jehrê jî bixwim. Yanî ger ev yek bibe sedema jiyana min jî ez dê vê pirsgirêk çareser bikim. Bi rastî jî hemû pirsgirêk divê di zemîna siyasî de, di ya parlamentoyê de bên çareserkirin. Em ji roja damezrandina partiya xwe ve hem bi qedexeyan, hem bi gendeliyê re têdikoşin. Tu pirsgirêk ne mimkun e bi riya tundiyê, bi sîlehan çareser bibe. Em wisa bawer in. Ji bo ku ev tişt nemînin jî em her tiştî dikin. Yanî mebesta we ku em bi terorîstan re rûnên. Nexêr em tu caran bi terorîstan re rûnanên.

Min fêm kir, hûn dibêjin em tui caran bi PKKê re rûnanên, lê vê bipirsim; eleqeya perwerdehiya zimanê kurdî bi PKK'ê tine ye. Dewlet çima di vê meseleyê de gavên demokratîk navêje?

Li Tirkiyeyê li pêşiya vê yekê ti pirsgirêkek tune ye. Hûn dizanin li zanîngehên Artuklu û Dîjleyê perwerdehiya bi Kurdî heye. Ne tenê perwerdehî, di heman demê de lîsansa bilind jî bi Kurdî tê kirin. Li Tirkiyeyê niha li pêşiya Kurdî ti astengiyek tune ye. Ti derdekî PKKê û daxwazeke PKKê ya ji bo Kurdî tune ye. Ez weke misilmanek ji vê bawer dikim; ziman û rengên we ji ayetên Xwedê ne. Ev ayeta kerîme ye. Yanî dibêje hemû ziman realîte ye û hemû pîroz in. Di vê mijarê de AK Partî ti caran pirsgirêk dernaxe û ger pirsgirêkek  hebe ji bo çareserkirina wê jî çi ji destê wê bê dê bike. Weke ku min got azadiya tu kesî ya tawanê tune ye. Tu şaredar jî bî, hilbijartî jî bî û serokomar jî bî mafê te yê tawanê tune ye û divê tu sûc nekî.

Hûn çima kurdî teşwîq nakin? Şaredariyên qeyûm hatin ser zarokîstan girtin. Ger tu pirsgirêkeke we bi kurdan re tunebe, we çima hemû kreşên kurdî girtin?

Ti pirsgirêkek tune ye. Ev tiştên ku hûn behs dikin, dev ji şaredariyan berdin, hikûmet teşwîq dike. Îro li Tirkiyê televîzyonek ku 24 saetan bi Kurdî weşan dike heye û ya dewletê ye. Televîzyonên taybet ên weke we jî ne tê de. Bi dehan qenalên wisa yên taybet jî hene. Kursên taybet hene. Herwiha di bin banên şaredariyan de jî mirov dikare kursan veke.

Hûn dê vekin?

Di vê mijarê de ti teredûta me nîne. Helbet mirov dikare li gorî pêdiviyan veke.

Ji ber çi dibêjim? Mesela Ekrem Îmamoglu ku CHP'ê Stenbolê stand, got ez ê li Stenbolê kursên kurdî vekim. AK Partî demekî pêşiya kurdî gelek vekir, çima hûn di vê mijarê de ji Îmamoglu wêrektir nînin?

Helbet helbet. Tu endîşeyeke me ya wisa tune ye.

Lê pratîk jî lazim e ne wisa?

Ji bo fêrbûn, fêrkirin û hînkirina zimanê Kurdî, hem li dibistanan û hem jî li medreseyan hebûn. Kê bixwaze dikare kursan veke. Ha, şaredarî dê vekin? Belê dikarin vekin. Di vê mijarê de ti astengî tune ye. Navendên gel ên xizmeta şaredariyan jî dikarin vê kursê vekin. Jixwe hikûmeta me ev yek teşwîq dike. Ne mimkun e ku şaredariyên me vê yekê asteng bikin.

Lê dema qeyûm hatin girtin. Qeyûman Kurdî bi pêş nexist. Belkî ew meseleya civakê baş fêm nakin, hûn dikarin di vir de alîkarî bikin û pêşiya wan vekin.

Di vir de tu endîşeya me tune ye. Em dikarin vekin. Ger pêdivî hebe, ger daxwazeke wisa a xelkê hebe, bila werin em ê pêşengiya wan bikin.

Baş e operasyona dawî çawa dibînî? Ya ku li hemberî Rojhilatê Firatê dest pê kirî.

Belê hûn behsa operasyona Kaniya Aştiyê dikin. Operasyona Kaniya Aştiyê şikir ji xwedê re bi encam bû û serkeftî bû. Hûn dizanin li aliyê Bakurê Sûriyê û Başûrê Tirkiyeyê 911 kîlometre sînorê me heye. Li aliyê rojhilatê Firatê jî nêzî 410 kîlometre ye. Em weke dewlet ti caran naxwazin li vir korîdoreke terorê ava bibe. Me gelek caran ev yek ji hevpeymanên xwe re jî gotiye. Me got em tu caran rê nadin avakirina korîdoreke terorê.

Di şûna PKKê de ger partiyeke din bixwazin li wê herêmê otonomiyek çêkin, hûn ê dîsa heman reaksiyonê nîşan bidin?

Bi tu awayî em fê rê nedin xebatên terorê.

Ji xeynî PKKê?

Yanî li ser zemîna rewa, zemîna rewa, mirov dikare biaxive û hevdîtinê pêk bîne. Lê daxwazên rêxistinên terorê yên bi vî awayî qet em qebûl nakin.

Baş e çi bibe hûn dê qebûl bikin? Çi gav bê avêtin hûn ê qebûl bikin?

Em vê dibêjin; divê yekpareyiya dewleta Sûriyeyê bê parastin. Li wir bi tu awayî divê korîdoreke terorê neyê avakirin. Em rê nadin xebatên terorê. Sibê DAIŞ bê wê derê û bêje em dê dewletek ava bikin, ma wisa dibe.

Baş e Beşar Esad sibê bibêje ez ji bo kurdan federasyonê qebûl dikim. Hûn ê qîma xwe pê bînin?

Yanî em nikarin li ser îhtimalan biaxivin. Em weke dewlet dikarin ji her tiştê ku sînorên Sûriyeyê biparêze re vekirî ne. Sûriye dewletek cîrana me ye. Em jî dixwazin xelkê wê derê di nava aramiyê de bijî. Em girîngiyeke mizin didin vê yekê. Jixwe armanca sereke ya vê operasyonê jî paqijkirina terorê ji wê herêmê ye û nêzî 4 milyon welatiyên Sûriyê ku li Tirkiyeyê dijîn vegerin welatê xwe.

Baş e ev gelek girîng e. Dibêjin demografî tê guhertin. Ew kurdên ku ji Kobanî, Serê Kaniyê, Girêspî hatine, yanî Kurd dê biçin cihê xwe û ereb biçin cihê xwe? An di cihê Kurdan de dê ereb bêne bicihkirin? Tirseke wisa jî heye.

Tiştekî wisa ne karê dewleta Tirk e. Herkes dê biçe cihê xwe yê berê. Bixwazin dikarin herin her derê jî. Guhertina demografiya wê derê ne karê Tirkiyê ye. Tu fikreke wisa tune ye. Hûn dizanin ji Kobanî gelek penaber hatin Tirkiyeyê. Di encamê de ez jî Kurd im. Kurd û Tirk jî birayên hev in. Bi salan dewleta Tirkiyê ew hembêz kirin, mazovaniya wan kir. Negot ev Kurd e, ev Tirk e, ev Ereb e. Ji bo hemû kesên bindest destê xwe yê alîkariyê dirêj kir.