Neteweyên Yekbûyî li ser hejmartina nifûsa Kerkûkê çi dibêje?

Alîkarê Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Farhan Haq got, “Berpirsiyariya me ya li Îraqê guheriye û aliyê siyasî yê serjimêriyê karê hikûmeta Îraqê ye.”

Farhan Haq ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku ti rola siyasî ya Neteweyên Yekbûyî di serjimêriya dê 20ê Çiriya Paşîn a 2024ê li Îraqê were kirin de nîne û got,

“Niha rola me di serjimêriyê de tenê roleke teknîkî ye.

NY dixwaze di wê serjimêriyê de bibe alîkar ku encama serjimêriyê bi awayê herî baş were belavkirin û encam ji bo mebesta daneyên geşedanê bê bikaranîn."

Vêga Kurd li Kerkûkê dşxwazin ew 600 hezar Erebên ku di encama şerê DAIŞê de hatine Kerkûkê, li ser wê parêzgehê neyên nivîsandin çimkî ji ber bicihneanîna Madeya 140î rewşeke taybet heye.

Farhan Haq di vî warî degot, "Ev di dawiyê de berpirsyariya Hikûmeta Îraqê bi xwe ye û ne erka Neteweyên Yekbûyî ye, ji ber ku berpirsyariya UNAMIyê guheriye."

Alîkarê Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Farhan Haq li New Yorkê pirsên Nûçegihanê Rûdawê Sînan Tuncdemîr bersivandin:

Rûdaw: Ferhan, gelekî spas ji bo vê derfetê.

Farhan Haq: Spas.

Rûdaw: Ez dixwazim di pirsa xwe ya yekem de bipirsim, ji bo hêsankirina serjimêriya yekem a piştî sala 1997ê, NY çawa alîkariya Îraqê dike?

Farhan Haq: Tiştê ku NY dixwaze bike, di nav de jî bi rêya ya ku bi navê UNFPA tê nasîn, pêşkêşkirina tedbîrên hevdem e ku dibe alîkar ku encama serjimêriyê bi awayê herî baş bê weşandin û encam ji bo mebesta daneyên geşedanê were bikaranîn.

Em vêga hewl didin piştrast bibin ku ji hêla teknîkî ve nûtirîn şêwaza cîbicîkirina serjimêriyê were bikaranîn.

Rûdaw: NY çawa dikare ji serjimêriyeke zelal û serbixwe ku ji destwerdana siyasî dûr be, piştrast be?

Farhan Haq: Rola me di bingeh de roleke teknîkî ye. Ya ku UNFPA dike ew e ku rêbazan bide hikûmeta Îraqê. Di dawiyê de, berpirsiyariya hikûmeta Îraqê ye ku van daneyan ji bo pêkanîna serjimêriyeke zelal bi kar bîne.

Em jî vê yekê han didin lê ya ku em dikin ew e ku em şiyana teknîkî bidin hikûmeta Îraqê ji bo ku pêvajoyê pêk bîne.

Rûdaw: Pirsa min a sêyem ew e ku NY dê çawa pirsgirêkên siyasî û ewlehiyê yên girêdayî serjimêriyê li navçeyên ku di Madeya 140î ya Destûra Îraqê de hatine destnîşankirin û navçeyên cihê nakokiyê ne di navbera Kurd û Ereban de, çareser bike?

Farhan Haq: Ev yek di dawiyê de berpirsiyariya Hikûmeta Îraqê ye. Wekî tu jî dizanî, NY li Îraqê dê di dawiya sala 2025an de erkê xwe ya alîkariyê û karê xwe bi dawî bîne û niha jî berpirsyariya wê hatiye kêmkirin.

Loma hinek tiştên ku tu behs dikî êdî ne berpirsiyariya Neteweyên Yekbûyî ne. Wekî mînak, serjimêrî ne berpirsiyariya UNAMIyê ye, loma jî wekî ku min behs kir tiştê ku em dikin piştgiriya teknîkî ya UN û UNFPAyê ye.

Paşê ew şehrezayî û daneyên teknîkî bi Hikûmeta Îraqê tên dayîn. Êdî li ser Hikûmeta Îraqê dimîne ku wan ji bo kirina serjimêriyeke zelal û bêalî bi kar bîne.

Rûdaw: Ez dixwazim bipirsim, gelo NY dikare çi tedbîran wergire da ku li navçeyên wekî Kerkûkê proseyeke dadmend û şefaf were cîbicîkirin. Li Kerkûkê pirsgirêk hene, wek pirsgirêka Erebên hawirde ku dabaşa 600 hezar Erebên hawirde tê kirin. Loma li vir ev pirs derdikeve holê. NY dikare çi tedbîran wergire?

Farhan Haq: Di serjimêriyeke bi vî rengî de ti rola me ya siyasî nîne. Wekî ku min got, rola me di serjimêriyê de vêga tenê roleke teknîkî ye. Em li ser şêwaza encamdanê zanyariyan didin û hejmareke diyar ji kesên şehreza dabîn dikin da ku serjimêrî bi awayê herî pêbawer û zelal were kirin.

Em hewl didin li ser belavkirin û çawaniya bikaranîna daneyan hevkariyê bikin lê ez ducare dikim, di dawiyê de ev berpirsyariya Hikûmeta Îraqê bi xwe ye û ne erka NY ye çimkî berpirsyariya UNAMIyê guheriye.

Rûdaw: Van rojan serjimêrî wekî curekî pirsgirêkê lê hatiye xasma ji bo Kurdan û gefa boykotkirina serjimêriyê dixwin ger ew 600 hezar Erebên hawirde ku ji aliyê DAIŞê ve bo Kerkûkê hatine dehfandin, bi rijdî li ser Kerkûkê bên tomarkirin. Kurd di wê baweriyê de ne ku divê Ereb li ser cihên ku ji wan hatine bên qeydkirin. Her wiha bi li berçavgirtina ku Kerkûk herêmeke cihê nakokiyê ye, plana we ji bo çareserkirina vê dilgiraniya Kurdan çi ye?

Farhan Haq: Bi dirêjahiya salan, NY Hikûmeta Îraqê han daye ku têkiliya wê bi hemû civak û pêkhateyên wê re hebe û bi hestyarî li hemberî dilgiraniyên wan tevbigere lê ez dixwazim dupat bikim ku rola me di serjimêriyê de roleke teknîkî ye. Loma rola me dê ji wiha ne zêdetir be û di dawiyê de jî rola me ew e ku em şehrezatiyê ji hikûmeta Îraqê re misoger bikin.

Rûdaw: Lê Stefan De Mistura ku ez piştrast im tu wî nas dikî, nûnerê NYyê yê Îraqê bû, di axaftina xwe ya li Parlamentoya Kurdistanê de, soz da ku NY dê ji bo bicihanîna Madeya 140î kar bike. Gelo nabe NY vê metirsiya girêdayî wê mijarê li ber çav bigire û bersiva daxwaza gelê Kurd bide?

Farhan Haq: Ducare dikim, ya ku em hewl didin bikin ew e ku em piştrast bibin ku berpirsên pêwendîdar ên li Îraqê û Hikûmeta Îraqê li hemberî daxwazên hemû beşên pêkhêner ên civaka Îraqê hestyar bin.

Em dixwazin ku miameleya wê bi hemî civakan re hebe û em wan han didin ku vê yekê bikin lê serjimêrî ji bo me tiştek e ku em di asta teknîkî de pê re têkildar in. Li gorî berpirsyariya ku niha di destê me de ye, em ê ji vê zêdetir neçin.

Rûdaw: Birêz Farhan Haq, gelekî spas.

Farhan Haq: Spas.