Zanyar Muradî berî îdamkirinê: Em bêguneh in, Îtilaatê ti belge li ser me nebû

Roja 8ê Çileya 2017an, bi mebesta tomarkirina belgeyeke vîdeoyê li ser doza Zanyar Muradî, rojnamevan Ala Wişyar serdana mala Îqbal Muradî kiriye. Êvara heman rojê bi rêya telegramê bi Zanyar Muradî re ketiye têkiliyê û biryar daye ku pê re gotûbêjeke dirêj bike. Muradî jê re gotiye ku divê ji bo gotûbêjê amadekarî bike, ji ber ku divê kesekî diyar bike ji bo çavdêriya rewşa zindanê, daku bikare biaxive.

 

Zanyar Muradî bi awayekî nepenî li zindanê telefonek bi dest dixe, tenê ji bo ku telefon bigihîje destê wî, li zindanê 700 dolar bertîl daye. Muradî gelek bi hêvî bû ku dê were azadkirin, ji ber vê yekê li zindanê xwe fêrî gîtarê kiribû, tevî wê yekê, beşa zanistên siyasî jî temam kiribû. Her wê şevê ji rojnamevan Ala Wişyar re diyar kiriye ku dixwaze fêrî zimanê Îngilîzî bibe, behsa wê yekê kiriye ku li zindanê pê re henekan kirine gotine li ser te cezayê darvekirinê heye, çima ewqas ji fêrbûnê re tî bûyî? Wî jî bi ken gotiye: “Ronakbîrek were sêdaredan, baştir e ji mirovekî asayî.”

 

Ala Wişyar: Tu kengî hatî girtin û li ser çi hatî zindanîkirin?

 

Zanyar Muradî: Ez di sala 2009an de li bajarê Merîwan hatim desteserkirin, piştî du rojan Luqman Muradî hat girtin. 9 meh di bin îşkence û lêdanê de bûn ku tenê tohmetek li me dihat kirin, ew jî endamtiya Komeleya Şoreşger û Zehmetkêşên Kurdistana Îranê. Di dirêjahiya wê demê de ji me daxwaza alîkariyê dixwestin, lê me qebûl nekir ku alîkariya wan bikin, ji ber vê yekê piştî 9 mehan, ji me re gotin, eger alîkariyê qebûl nekin, em dê cezayê "şer" bi ser we de bisepînin. Ji ber vê yekê kuştina kurê melayê mizgefta înê ya Merîwanê "Mela Mistefa Şêrzadî" anîn holê. Li gor gotina îdareya Îtilaatê kurên Mela Mistefa peywendiya wan bi El Qaîde re hebûye. Dema wan em tohmetbar kirin, îşkence kirin û her ku diçû zêdetir dibû, di bin îşenceyê de du movikên pişta min derketin. Du car di bin çavdêriya Îtilaatê de li Tehranê neştergerî li min hat kirin.

 

Tohmetên ku li me hatine kirin, bêbingeh bûn, heta malbata Mistefa Şêrzadî jî baş dizane ku ew tohmet ne rast in û tenê tohmetek ji aliyê Îtilaata Sineyê ve li me hatiye kirin. Heta melayê mizgefta înê li çend cihan behsa wê yekê kirine ku "du zarok girtine û dibêjin vana kurê we kuştine".

 

Li ser çi û kengî cezayê sêdaredanê li we hat kirin?


Dadgeha Şoreşa Îranê di sala 2012a de piştî 3 sal zindanîkirinê, ji me re hukmê îdamê derxist. Îtilaata Tehranê bi me re hevdîtin kir û daxwaza zelalkirina zêdetir kir. Dîsa me diyar kir ku me nekuştiye. Heta me ji wan re got ku ev baweriya me nîne ku destê me têkeve xwîna mirovekî.

 

Piştî hevdîtina bi Îtilaata Tehranê, Wezareta Dad a Îranê daxwaza lêkolîna zêdetir kiribû ku divê çav li dozê bigerînin. Doza me di sala 2013an de çûye Dadgeha Keyferî û li wir li gel parêzerê me Salih Nîkbext, me dadger Ebdullah dît û ji me re got 'di nav doza we de tiştekî wisa tine ku hukmê sêdaredanê li ser we were sepandin', ji ber vê jî doza me şandin beşa lêkolînê.

 

Di sala  2013an de beşa lêkolînê ya Dadgeha Keyferî çar pênc car dosyeya me şand Merîwanê, lê belê nekarîn ti tiştekî din li dosyeya me zêde bikin Herî dawî lêkolerê Dadgeha Keyferî nivîsandibû ku piştî çend car gotûbêjkirina vê dosyeyê, me nekariye ti belgeyeke tawan bibînin. Tenê îdareya Îtilaat li ser dosyeyê giliya wê heye û eger Îtilaat bawer e bi tawanbariya vana, divê belge derxin holê. Dosyeya me li dadgehê ma û pirsgirêka îdareya Îtilaat li gel dadgehê heye û naxwaze dadgeh lipeyçûnê li dosyeya me bike, daku careke din em werin dadgehîkirin.

 

Îdareya Îtilaatê ji Dadgeha Keyferî ya Îranê re dibêje "divê hukma ku em dixwazin bi ser wan de were sepandin", Dadgeha Keyferî jî amade nîne ku biçe bin barê îdareya Îtilaatê û bi vê şêweyê dosyeya me di vê navberê de maye. Eger em werin dadgehîkirin, çendîn şahidên me hene ku amade ne werin dadgehê û şahidî bikin ku Luqman şeva bûyera kuştina kurê melayê mizgeftê li Merîwanê nebûye, dadger jî dibêje ku divê îdareya Îtilaat belgeya tawana we bîne û pêwîst nake ku hûn şahid bînin dadgehê.

 

Dema ku hûn hatin desteserkirin, temenên we çend salî bûn?

 

Ez hîna nû dibûm 19 salî. Niha ku bi te re diaxivim, nêzîkî 9 sal e li girtîgehê me.

 

Heta niha vê pirsyarê li te kirine ku bavê te endamê Komele ye û tu ji ber bavê xwe hatî desteserkirin?

 

Dizanî, divê vegerim sala 2007an, ez çend car ji aliyê Îtilaatê ve bi awayekî demkî hatim desteserkirin û di dema girtinê de min çend karmendên Îtilaatê nas dikir, lê belê dema hatim desteserkirin min ji wan re got ku çi pêwîst dike bi vê şêweyê hûn min desteser dikin, eger we telefon bikirana, ez bi xwe dihatim, yek ji wan endamên Îtilaatê got: Vê carê ne em in ku dixwazin te bigrin, Îtilaata bajarê Sineyê ye. Şeva ewil a ku hatim desteserkirin, bi awayekî eşkere ji min re gotin "diviyabû bavê te li benda wê yekê bûba ku em jî dikarin zirar bigihînin wî, ew her dem li Merîwanê çalakî dike û zirar digihîne me û em jî te desteser dikin daku bavê te kar û çalakiyên xwe bide sekinandin".

 

Peywendiya dosyeya min bi bavê min re heye. Sê meh beriya girtina min, bavê min li nav axa Herêma Kurdistanê ji aliyê Îtilaatê ve teqe lê hat kirin. Tevî ku 9 gulle li laşê wî ketibûn, rizgar bû. Di jûra îşkenceyê de digotin ku tu kurê Îqbal î. Ti guman tine ye ku dosyeya min tohmeteke siyasî ye, senaryoyek bû ji bo tolhildana ji bavê min, ji ber vê yekê niha naxwazin em biçin dadgehê, dizanin ku dê li wir her tişt eşkere bibe.

 

Ji melayê mizgefta înê ya Merîwanê re çi gotina te heye?


Ez xwe weke tawanbar nabînim ku gotinek ji melayê mizgefta înê re bibêjim, ew bi xwe baş dizane kê û çawa kurê wî kuştine, weke çawa karmendekî hikûmetê çûye cem Mela Mistefa jê re gotiye, di dema kuştina kurê te de ez li wir bûm û hemû tişt jêre eşkere kiriye. Ji melayê mizgeftê tenê daxwaza min ev e ku bi gotina wan şahidan ku ew bi xwe dizane, biryar bide. Ez naxwazim daxwaza lêborînê bikim, ji ber ku min tawanek li ber wan nekiriye. Tenê dixwazim bibêjim ku bila nebe beşek ji wê senaryoyê ku Îtilaata Sineyê ji bo tolhildana ji bavê min dariştiye.