Şêx Şamo: Zehmet e em bikarin bi Erebên Şengalê re bijîn

Endamê Parlementoya Kurdistanê û serokê Desteya Bilind a Lalişê, Şêx Şamo:

Zehmet e em bikarin careke din bi Erebên Şengalê re bijîn

 

* PYD 200 kesên Şengalî çekdar kirin

* YNK û PKK hewl didin PDKê li ber çavên Kurdên Êzdî reş bikin

 

Duhok (Rûdaw) – Endamê Parlementoya Kurdistanê û serokê Desteya Bilind a Navenda Laliş a Çandî û Civakî Şêx Şamo di vê hevpeyvîna bi Rûdawê re helwesta aliyên siyasî li hember bûyerên Şengalê rexne kir. Bi gotina wî, hizb û partiyên kurdî berberiya hevdu dikin ji bo zêdekirina bandora xwe li ser Kurdên Êzdî. Herweha ew bawer jî nake şêniyên Şengalê bikarin careke din bi Erebên wê deverê re bijîn.      

 

Rûdaw: Parlementoya Kurdistanê yek ji civînên xwe ji bo bûyerên vê dawiyê yên Şengalê terxan kiribû. Hinek parlementer ji reftara parlementoyê li hember wan bûyeran ne razî bûn. Nêrîna we çi ye, gelo parlementoyê wek pêwist guh da van bûyeran?

Şêx Şamo: Mixabin, jixwe eger em hinek tiştan bi çavên xwe jî bibînin, siyaseta me ewe ku di vê qonaxa nazik û hestyar de em naxwazin behsa kêmasiyên biraderên xwe bikin. Peyama min ew bû ku min got bila parlemento bibe cihê yekrêziya mala kurd. Bila vêga bazarkariya siyasî li ser termê bobelata me neyê kirin. Xwedê vê yekê qebûl nake. Di aliyê neteweyî de jî ev karekî xirab e.

Ew bazarkariya ku hûn behs dikin hate kirin?

Hinek tişt hatin kirin. Wek mînak biraderên YNKê li ofîsa Silêmaniyê ya Parlementoya Kurdistanê, hinek Êzdî çûbûn ba wan û ew jî hatibûn pêşwaziya wan. Çend daxwazên wan hebûn. Li wir parlementerek ji wan re dibêje: “Emê daxwazkariyên we bidin nûnerên we li parlamentoyê!” Gava ku civîna parlementoyê jî hat sazkirin û min gotarek xwend, parlementerekî YNKê digot: “Ev kabira di aliyê yasayî de rasterast nûnertiya Kurdên Êzdî nake.” Wan ez li ser frakisyona zer dijimartim. Gunehê min çi ye ku Kurdên Êzdî li navçeya Soran nînin? Qedera me ewe ku em li vê cografyayê hene, li devera Behdînan.

Hûn nûnerê Kurdên Êzdî yên alîgirên PDKê ne, yan hûn nûnerê hemû Êzdiyan in?

Tu dizanî di cografyaya me de ji sedî 90 PDK desthilatdar e. Çûna min ji bo parlementoyê jî ji sedî 90 bi dengê Kurdên Êzdî û ji sedî 10ê din jî dengê şêniyên din ên Kurdistanê bû. Ez bi dengê Êzdiyan çûme parlamentoyê û ji hemûyan bêhtir jî rewatiya min heye ji bo nûnertîkirina wan. Lewma ez xwe wek nûnerê hemû Êzdiyan dibînim. Nabe ez bêjim bi xwedê ez nûnerê Êzdiyên alîgirên PDKê me.

Ji xeynî civîneke awarte, Parlementoya Kurdistanê ji bo karesata Şengalê çi kiriye?

Projeya nasandina karesata Şengalê wek jenosîd amade kiriye. Di wê civîna parlementoyê de hemû komîte, wek komîteya yasayî, komîteya hêzên pêşmerge, komîteya mafên mirovan, komîteya jinan û komîteya tendirustî di nava 10 rojan de, ku gilî û gazinên min bi xwe jî hebûn li ser paşketina wê civînê, beşdar bûn. Derengiya civînê ji ber wê yekê bû ku diviyabû ew komîte bi rengekî pratîk karên xwe pêk bînin. Civîn hinekî dereng ma. Mirov bi wijdan bibêje karê wan komîteyan pirr hûrbîn bû li ser karesatê û rewşa xelkê û daxwazkariyên wan û awayê çareserkirina vê rewşê. Van komîteyan erkên xwe cîbicî kirin û raportên wan jî li gor pêwistiyê bûn. Ev komîte nûnerên parlamentoyê ne ji bo şîrovekirina wê bobelatê û pêşniyarkirina çareseriyan.

Bi nêrîna we, ji bo bobelata Şengalê tenê yek civîn bes e?

Na, birîn kûr û xedar in. Ji Enfalên salên 1980an bigire heta vêga, hêj me nekariye wek Kurd bi temamî dest deynin ser hemû birînan, ev karesateke mezin e.

Gelo we kariye statîstîkeke hûrbîn a karesata Şengalê bidest bixin?

Niha ev karekî pirr zehmet e. Wek mînak Şarya, ku dora 25 hezar derbiderên Şengal û derdorê lê hene, kuştiyên wan bêhtirî 200 kesî ne. Bi giştî ez texmîna 3 hezar kuştî, mirî û windayiyan dikim. Tevî zarokan dibe ku ev hejmar bigihije 5 hezar kesan. Di nav wan 5 hezar kesan de jî, em texmîn dikin dora 2 hezaran ji wan ew keç bin ku vêga DAIŞ bazirganiyê bi wan dike. Herwiha rizgarbûyên keç jî pirr kêm in, ez bawer nakim ku bêhtirî 50 kesan bin, kur jî ji 100 heta 200 kesan dibin.

Zanyariyên we li ser girtî, windayî û revandiyan hene?

Zanyarî pirr kêm in. Hinek caran zanyarî digihijin destên me ku hinek ji wan li Mûsilê û hinek jî li Telefer in û hinek jî birine wan gundên ku dagîr kirine, wek gundê Koço. Niha ew der bûye hêlîna hinek malbatên girtî.

Dibêjin hinek ji wan hatine firotin, rast e?

Erê, rast e. Keçek li ser destê me rizgar bû, me ew anî Hewlêrê. Wê got em 400 keç bûn, car bi car kesek dihat keçek yan du û sê keç dibirin. Zanyariyên min nînin ku ew keç dibirin kîjan welatî, lê em piştrast in li Iraq û Sûriyê têne firotin.  

Ew karesata ku hate serê Êzdiyan, çawa qewimî? Ev tenê bûyereke ji nişkê ve bû, yan plankirî bû?

Hatina DAIŞê di 9ê meha şeşan de, gava ku bûne cîranên Kurdistanê bi dirêjiya 1050 kîlometreyan, me hest kir ku em di şev û rojekê de bûne cîranên wê dewletê. Qedera me ya cografî jî wiha bû û nêrîna me jî her ew bû ku ev yek wê rû bide. Nemaze ku qurbaniyên herî zêde di şoreşên Kurdistanê de li van deverên sînorî bûn, ku pênc qeza ne û nêzîkî Iraqa erebî ne (ango Zaxo, Şengal, Telefer, Sêmêl û Şêxan.) Nêrîna me ew bû ku eger DAIŞ êriş bike, metirsiya herî mezin li ser Şengalê dibe. Ji ber ku di warê bîr û baweriyan de em ji şêniyên din cuda ne. Lewma eger tiştek bê serê me, dibe karesat, lê mixabin hinek fermandar ne li gor asta berpirsyariyê bûn.   

Tiştê ku li Şengalê qewimî, vekişîn yan şikestin bû?

Tu dizanî şikestin ne tenê li Şengalê bû. Her ji Xaneqînê heta Şengalê şikestin bû. Şikestin yan vekişîn di şer de tiştekî normal e, lê kêşe çi bû? Kêşe ew bû ku devera Şengalê dûr bû û xelkê nikarîbû xwe rizgar bikin.

Beşek ji xelkên Şengalê dibêjin em hatin firotin?

Guneh e wiha bê gotin. Gunehekî gellekî mezin e û nabe em karesata xwe erzan bikin û rastiyan berevajî bikin. Bûyera Şengalê nabe tiştekî ji nişkê ve bûbe. Bûyerek bû û leyîstikeke mezin e. Destên navdewletî tê de hebûn. Ev leyîstik ji Herêma Kurdistanê jî mezintir e, lê tenê êriş hate ser tewera PDKê.

Hûn dixwazin bibêjin ku destên navxweyî jî tê de hebûn?

Eger ne di nav de be jî, cihê mixabiniyê ye ku aliyekî me yê siyasî yê kurdî hebû, eger kêfa wan jî bi wê yekê nehatibe ku ev karesat bû, niha hinek reftarên wan nîşana wê yekê didin ku kêfa wan hatiye. Ji bilî YPGê, YNKê jî hewl da bi rêya vê karesatê xwe li cem Kurdên Êzdî şêrîn bike. Gunehe wiha bêjim, lê dibe ku dixwazin herin cihê PDKê li Şengalê. Lewma niha YNK ligel PYDê rastiyan berevajî dikin û hewl didin rûpela PDKê nexweşik bikin.

Ji wan hersê fermandarên ku ji bo lêkolînê li Pîrmam in, bi nêrîna we ew berpirsyarên sereke bûn di vê karesata ku li Şengalê bû?

Ev biryara dadgeh û komîteya ku ew vexwendine ji bo vê yekê. Ev gaveke pirr baş bû. Em pêşwaziya lêkolînê dikin. Dibe ew jî berevaniya xwe bikin. Wek mînak ku bê gotin ez berpirsê vê yekê bûm û ewê din jî berpirsê ya din e. Bi nêrîna min şaş e ku xelkên Şengalê bêjin filan kes tawanbar e. Lêkolîn diyar dike kî berpirsiyar e.

Hin kes dibêjin berpirsê liqê PDKê li Şengalê Serbest Bapîrî xemsarê sereke ye di vê karesatê de. hûn çi dibêjin?

Xelkên Şengalê liqê nas dikin. PDKê nas dikin. Bi dirêjiya dîrokê jî, her belayek ku hatibe ziyana wê yekser li ser PDKê bû. Lê qezenc jî ji bo hemû aliyên siyasî bû. Ne ku tenê liq, lê belê niha 6 endamên encûmena Mûsilê Kurd in, ku 2 kes ji wan YNKyî ne û 4 kes ji wan PDKyî ne. Ev ne wateya wê ye ku navend û baregehên aliyên din li Şengalê nebûn. Pirsa Serbest jî, mezin û biçûkên Şengalê Serbest nas dikin. Ji ber vê yekê xelk her dibêjin hokarê wê yekê Serbest bû. Eger lêkolîn bibe wê zanibin kî berpirs e.

Derbarê jenosîdê de, heta niha çi bûye?

Tiştê ku ez dizanim komîteyek bi fermana Kak Nêçîrvan Barzanî dirust bûye. Li parlementoyê jî komîteya yasayî raporteke baş pêşkêşî serokatiya parlementoyê kir ji bo awayê tevgera vê projeyê. Ez di wê baweriyê de me encama wê baş dibe. Ji ber ku ew mijûlê komkirina belgeyan e, bi taybetî tiştên ku li ser jenosîdê belge ne.

Helwesta partiyên îslamî çi bû?

Welleh tiştê ku min bi çavê xwe dît, dema me li baregeha Laleşê pêşwaziya wan kir, berpirsê navenda Yekgirtû ji min re got: “Şêx, ji bo van awareyan cudabûn di navbera navenda Yekgirtûya Îslamî  û baregeha Lalişê de nîne.” Helwesta wan pirr erênî ye.

Ew komîteya ji 5 kesên Kurdên Êzdî, ku çûne ba Neteweyên Yekbûyî, hûn wan wek nûnerên xwe dibînin?

Ne haya min ji wan heye û ne pêwendiya min ligel wan heye. Tenê bi rêya malperan hinek tişt li ser wan belav bûne. Ew bi navê Mîr û Encûmena Rûhanî ya Êzdiyan diaxivin, lê kurekî Mîr got ku bavê wî ji vê komîteyê berbehr bûye û ji aliyê wî ve desthilat ji bo wan nehate dan û ew ser bi YNKê û PKKê ne. Armanca wan jî vajîkirina rastiyan e û em ji wan jî qebûl nakin. Niha ew behsa mafê otonomiyê dikin. Gotina Kurd di nivîsên wan de nîne, wek tu bêjî ev Êzdîtiyeke zuha be. Êdî ne ji berjewendiya Êzdiyan e vê yekê bikin, ji ber ku her tiştekî li dijî siyaseta Kurdistanê, yan projeya neteweyî, yan siyaseta Herêma Kurdistanê be, ez ne ligel im. Piştre ne zelal e ku mafê otonomiyê li kû dibe? Ji ber ku axa Şengalê di nav cografyaya Kurdistanê de ye.

Di destpêka derbiderbûna xwe de Êzdiyan xwestin ku çekdar bibin. Piştre hikûmet razî bû û dest bi nivîsandina navan kirin. Ev yek niha di çi qonaxê de ye?

Bi sedema karesatên ku berê bi ser wan de hatin, hêj psîkolojiyeke xurt a Kurdên Êzdî nîne. Ev 11 sal in li Şengalê hewl didin komelgeheke şaristanî ya bixwebawer dirust bikin. Nabe gazin ji vê xeklê bibin, ji ber ku ne baweriya wan bi wan maye û ne bi xelkê jî. Di destpêka karesatê de me razîbûn wergirt ku 2 hezar kes bên çekdarkirin û bo Şengalê bêne şandin. Min bi xwe çend komîte dirust kirin ji bo navnivîsînê. Xelkê navên xwe tomar dikirin, lê venedigeriyan. Niha em li ser 2 teweran kar dikin. Yek ji wan tabûreke ser bi wezareta pêşmerge ye û serbazê wê ji Etrûşê ye, ku ji nêzîkî 600 kesan pêk tê. Ya din jî hêzeke din e ku taybetiya wê heye û hejmara wan 800 kes e. Bi hevahengiya ligel liqê 17 yê Şengalê, ku pirraniya wan di nav leşkerên Iraqê de bûn, yan jî di nav pêşmergeyên Kurdistanê de. Em bi niyaz in wan bişînin akademiya leşkerî ya Zaxoyê.

Bi nêrîna we 1400 kes beramber hejmara xelkên Şengalê ne kêm e?

Erê, kêm e, gellekî jî kêm e. Lê ev destpêk e û pêşbîniyê jî dikim ku zêde bibin, eger em karibin serketinê bidest bixînin.

Dibêjin PYDê navên 5 hezar kesî nivîsandiye û niha rahênanê bi wan dike?

Zanyariya min nîne ku ew hêza bi vê hejmarê dirust bûbe. Tiştê ku dizanim ewe ku hemû çekdarên PYDê 200 çekdar in. Ev tevî wê yekê ku ji xelkên Şengalê re digotin divê yan kur yan keçekê hûn bidin me, da ku çekan di rêzên me de hilgirin. Tew ew keçên ku ji destê DAIŞê rizgar dibûn, doz li wan dikirin herin nav rêzên wan.

Wek endamekî PDKê, tirsa we nîne ji niha û pêve PDK bibe mêvan?

Na, PDK her bihêz dibe.

Hûn weke baregeha Laleşê, çima hûn nebûn nûnerên hemû Kurdên Êzdî di van bûyeran de?

Her ji destpêkê ve me xwe kir grûp grûp. Çi pere û tiştên me yên ku hebûn jî me ew xistin xizmeta wan. Tew me avahiya xwe jî xiste xizmetê. Ji bilî vê yekê ez rojane li mala xwe xwarinê didime 4 hezar kesî.

We pêşbînî dikir ku xelkên Duhokê wiha alîkariya birayên xwe yên Kurdên Êzdî bikin?

Na. Bi rastî bêhtir ji texmîna me xelkên Duhokê alîkariya Şengalê kirin.

Hûn ligel koçkirina Kurdên Êzdî ne ji bo derveyî Başûrê Kurdistanê?

Na. Ev der welatê me ye. Nabe em vala bikin. Lê mixabin PKKê heta niha bêhtir ji 15 hezar xelkên me ji Başûrê Kurdistanê bi qaçaxî û bi pereyan birine Bakurê Kurdistanê.

Çima heta niha Mîr venegeriyaye Kurdistanê?

Tiştê ku ez dizanim rewşa wî ya tendirustî ne baş e, lewma venegeriyaye.

Eger Şengal rizgar bibe, hûn dikarin ligel Erebên Şengalê bijîn?

Gellekî zehmet e ji niha û pê ve Kurdên Êzdî yên Şengalê ligel Erebên Şengalê bijîn, ji ber ku tevan îxanet kirin. Tew beşekî hindik ji Kurdên Misilman û Êzdî jî îxanet kirin.

 

Hevpeyvîn: Nasir Elî – Yûsif Ehmed