Serkonsulê Tirkiyê yê Hewlêrê Memet Mevlut Yakut diyar kir ku ji bo hêsankirina çûn û hatinê û bazirganiyê zêde bike Deriyê Sînorî yê Zêt-Derecikê hatiye vekirin û got “Ez hêvî dikim Deriyê Sînorî yê Derecîk jî di rojên pêş de vê fonksiyonê bîne cih. Lê bo destpêkê xizmeta armancên çûn û hatina rêwiyan û pêşxistina geştyariyê û bo rêgirîkirina qaçaxçitiyê û birêveçûna bazirganiya sînorî bi awayekî bi rêkûpêk bike. Înşallah di rojên pêş de bi weberhênanên jêrxaneyê ve dê derfetên bazirganiyê jî çê bibin. Bi vî awayî jî ez wiha difikirim, dê sûdê bigihîne geşedana herêmê.”
Deriyê Sînorî yê Navdewletî yê Zêt-Derecikê ku duyemîn deriyê sînorî yê fermî ye di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de îro bi merasîmekê hat vekirin.
Deriyê di navbera navçeya Mêrgesor a girêdayî Îdareya Serbixwe ya Soran a Hewlêrê û navçeya Rûbarok a Colemêrgê de dê destpêkê ji bo geştê vekirî be.
Serkonsulê Tirkiyê yê Hewlêrê Memet Mevlut Yakut ku beşdarî merasîma vekirina Deriyê Sînorî yê Navnetewî Zêt-Derecikê bû, bersiva pirsên peyamnerê Rûdawê Şewket Herkî da.
Rûdaw: Birêz, destpêkê bi xêr hatin. Dixwazim destpêkê vê yekê bipirsim. Hêviya hemû kesan hebû ku piştî vekirina deriyê sînorî li herêmê geşedaneke bazirganî çê bibe. Derbarê vê yekê de tespîtên we çi ne? Deriyê sînorî dê bo bazirganiyê were bikaranîn?
Mevlut Yakut: Destpêkê ez dixwazim kêfxweşiya xwe bînim ziman, ku îro li vê derê me. Bi rastî ji aliyê erdnîgarî û xweşikayiyên xwezayê ve gelekî xweş e. Cihekî nuwaze ye û bandor li min kir. Ez cara yekem hatim vê derê. Me îro li vê derê deriyekî sînorî ku demeke dirêj e dihat çaverêkirin, vekir. Deriyê Sînorî yê Derecîk-Zêt. Demeke dirêj e di rojevê de bû û li her du aliyan hêviya xelkê hebû. Peywendiyên malbatî û miroveyetiyê hene. Divê ev kes di rojên taybet, di merasîman û bo şînê bi ser hev de biçin û bên. Ji bo hêsankirina çûn û hatinê ev derî îro hat vekirin. Bi giştî fonksiyoneke deriyên sînorî jî ew e; bazirganiyê zêde dikin. Ez hêvî dikim Deriyê Sînorî yê Derecîk jî di rojên pêş de vê fonksiyonê bîne cih. Lê bo destpêkê xizmeta armancên çûn û hatina rêwiyan û pêşxistina geştyariyê û bo rêgirîkirina qaçaxçitiyê û birêveçûna bazirganiya sînorî bi awayekî bi rêkûpêk bike. Înşallah di rojên pêş de bi weberhênanên jêrxaneyê ve dê derfetên bazirganiyê jî çê bibin. Bi vî awayî jî ez wiha difikirim, dê sûdê bigihîne geşedana herêmê.
Rûdaw: Xaleke girîng veguhestine. Hem li vî alî û hem li aliyê din erdnîgariyeke çiyayî heye. Ji bo pêşxistina bazirganiyê rê çiqasî guncav in? Bingeha veguhestinê têr dike?
Mevlut Yakut: Amadekirina jêrzemîna veguhestinê bo rojên pêş tê plankirin. Ji ber vê yekê jî weke min got, destpêkê çûn û hatina rêwiyan tê plankirin. Herwiha bi xebatên jêrzemînê bazirganiya biçûk û bazirganiya sînorî jî dibe. Li aliyê Tirkiyê pirsgirêk nîne, lê li aliyê Herêma Kurdistanê divê di rojên pêş de hinek xebat bêne kirin.
Rûdaw: Weke hûn dizanin deriyên Uzumlu û Xabûrê hene û li wan deriyan qelebalixiyeke zêde heye. Deriyê Derecîkê dê qelebalixiyê kêm bike?
Mevlut Yakut: Tekez dê kêm bike, ez vêya bawer dikim. Ji ber ku weke min got li vê derê peywendiyên mirovayetiyê hene û divê bi ser hev de bikin û bên. Ji vê derê ve bikaranîna Deriyê Sînorî bi sedan kilometre xerciya zêde ye. Ji ber vê sedemê vekirina Deriyê Derecîkê geşedaneke girîng e. Dê karan gelekî hêsan bike.
Rûdaw: Mijara derbasbûna otomobîlan heye, îro jî gelek hat axavtin. Welatî jî dipirsin. Dê kengê çûn û hatina bi otomobîlan dest pê bike?
Mevlut Yakut: Ji bo çûn û hatina bi otomobîlan divê di navbera her du aliyan de xebat û hevahengî dest pê bike. Mijareke ku dê di rojên pêş de biryar li ser bê dayîn. Lê me dest pê kir û di berdewam bike înşallah.
Rûdaw: Li gor amarên Saziya Amaran ku mehane têne belavkirin, em dibînin hejmareke zêde ya welatiyên Iraqî li Tirkiyê avahiyan dikirin. Piranî jî li Enqere, Stenbol, Antalya û Îzmirê dikirin. Ji niha pê de em ê bibînin, ku welatiyên Iraqî li Wan, Colemêrg û Diyarbekirê avahiyan dikirin?
Mevlut Yakut: Ev pêvajoyek e, weke min got pêngavek hat avêtin. Ji niha û pê de dê çûn û hatin hêsan bibin. Înşallah dê bo geştyariyê jî sûda wê hebe. Bi taybetî di warê geştyariya tendirustiyê de hêviyên min hene. Li Tirkiyê nêzîkî vê heremê nexweşxaneyên baş hene. Nexweşxaneyên standartên wan baş hene. Dema pêwîstiya mirovan bi dermankirinê hebe, dê ji vê derê biçin Tirkiyê û dê ligel vêya kirîna avahiyan jî dest pê bike. Ev pêvajoyeke xwezayî ye, ku dê li pey hev werin.
Rûdaw: Bi vekirina deriyê sêyemîn re, tê çaverêkirin serlêdanên vîzeyê jî zêde bibin. Weke Serkonsolxaneya Erbîlê ya Tirkiyê, amadehiyên we û pêşbîniyên we hene, ku dê serlêdanên vîzeyê zêde bibin?
Mevlut Yakut: Serlêdan dê zêde bibin. Em ji xwe amade ne. Serkonsolxaneya me ya Erbîlê yek ji wan nûnertiyên derve yê Tirkiyê ye, ku vîzeyên herî zêde lê tê dayîn. Ji bo vê yekê bingeha me temam e û ez kêmasiyekê nabînim.
Rûdaw: Pirsgirêka otelan heye, li Şemzînanê jî û li Derecîkê jî. Di vê mijarê de çi dikare bê kirin. Bi taybetî bo geştyarî û cihê manê yên geştyaran pêkan e ku projeyên hevbeş bêne cîbicîkirin?
Mevlut Yakut: Her ku çûn û hatina li ser sînor zêde bibe, em dê ji potansiyela geştyariyê sûdê werbigrin. Ew jî dê ligel xwe bibe sedem ku li sektorên din jî weberhênan bêne kirin. Ez di vê mijarê de geşbîn im.
Rûdaw: Wek pirsa dawî, dê derfetê kar dabîn bike? Ji xwe bêkarî heye, dê bo her du aliyan derfetên kar dabîn bike?
Mevlut Yakut: Dê bo bazirganiya sînorî sûda wê hebe. Ev girîng e. Ji bo baştirkirina rewşa madî ya mirovan divê bazirganiya sînorî bê kirin. Ne bi awayekî qaçaxî, divê bi awayekî bi rêkûpêk bê kirin. Dê sûda Deriyê Sînorî yê Derecîkê bo vê yekê hebe û ev geşedaneke girîng e.
Rûdaw: Ez gelek spas dikim birêz.
Mevlut Yakut: Ez spas dikim.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse