Xalid Mişel: Mafê kurdan heye ku çavê wan li serxwebûnê be

Xalid Mişel ku endamê serkirdatîya Tevgera Hemasê ye û serokê berê yê polîtbîroya Hemasê bû, roleke wî ya berbiçav di dîroka vê tevgera çekdarî ya îxwanî ya filistînî de heye. Li gor gotina serokê niha yê polîtbîroya Hemasê Îsmaîl Henîye ji Rûdawê re, Xalid Mişel ji bo cara yekem pêwendî di navbera Hemas û Komara Îslamî ya Îranê de ava kir, ku vê yekê şîyana leşkerî û çekdarî ya Hemasê pir bilind kir.

Xalid Mişel di vê hevpeyvîna bi Tora Medyayî ya Rûdawê re ku roja 15ê adara 2022yan li Dohaya paytexta Qeterê pê re hat sazkirin, li hebûna Kurdistaneke parçekirî li ser Iraq, Îran, Tirkiye û Sûriyê mikur tê, lê nola Filistînê wek welatekî dagirkirî nabîne.

Xalid Mişed dibêje: “Kurdistan welatek e her parçeyekî wî beşek ji Iraq, Îran û Sûrîyê ye, gelo ez vê mîna dagirkirin bi nav bikim? Ev cografyaya sîyasî ye û di dehan û sedan salên borî de teşe girtiye.”

Mişed herwiha got: “ Bê guman mafê kurdan heye ku çavê wan li serxwebûnê be, lê li alîyê hember qewareyên siyasî yên din jî hene ku çîrokeke cuda ji me re vedibêjin û dîtineke wan a cuda heye.”

Xalid Mişel di vê hevpeyvînê de qala rewşa Hemasê û pêwendîyên welatên deverê bi Îsraîlê re dike.

Rûdaw: Rêzdar Xalid Mişel, tu bi xêr hatî Rûdawê.

Xalid Mişel: Hûn jî bi xêr hatin. Silavên min ji bo temaşevanên rêzdar li Kurdistana delal hene û silav ji bo cenabê te kekê Bêstûn û ji bo stafê ku di sazkirina vê hevpeyvînê de beşdar e.

Rûdaw: Bila em ji Kurdistanê dest pê bikin. Di çend rojên borî de, Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê bû armanca çend roketên ku ji Îranê hatibûn avêtin. Cihê ku armanc hatibû girtin jî, mala hemwelatîyekî li nêzîkî konsulxaneya nû ya Amerîka bû. Nêrîna we li ser wê êrişê çi ye?

Xalid Mişel: Tu dizanî, berî her tiştî, bi navê xwedayê mezin û dilovan, careke din silav ji bo we; tu dizanî ku ev bûyer di saya hevrikîyekê de hat ku di navbera du alîyên îsraîlî yê zayonîst û alîyê îranî de li holê ye..di meydayan de jî wisa hat weşandin ku ev bersiveke Îranê li ser bombebarankirina hin armancên îranî li ser axa Sûrîyê bû. Niha, bê guman li Kurdistanê agahîyên we yên zêdetir hene. Min ti çîrokek derbarê wê de ji medyayê nebihîstiye. Lê tişta di medyayê de hat weşandin, ew e ku îranîyan bersiva neyarê zayonî da, piştî kuştina hin kesan û lêxistina hin armancên îranî li Sûrîyê. Niha, bê guman li Kurdistanê mafê we ye hûn helwesta xwe zelal bikin, li wê gorê ku ev welatê we ye û hûn ji ewlekarîya wî berpirs in û hûn hevrikîyên sîyasetê û alozîyên wê jî dizanin..em ji Kurdistanê re xêr û xweşîyê dixwazin, lê em dizanin jî ku Îsraîl dijmina me hemûyan e, dijmina hemû misilmanan bi etnîkên wan ên cihê ve ye; dijmina Kurdistan û hemû Iraqê û dijmina umeta misilman bi gelemperî ye. Lê em çawa bikarin welatên xwe, aramî û ewlekarîya wan biparêzin, ev tiştek e ku divê em li ser asta cihana erebî û îslamî li ser li hev bikin.

Rûdaw: Lê rast e di hin medyayan de ew gotegot yan nûçe hat weşandin ku qaşo ew der navendeke îsraîlî bû. Li hêlekê, maleke bazirgan û sermayedarekî naskirî yê Herêma Kurdistanê û Herêma Kurdistanê jî bi fermî ew yek derew derxist ku navendeke îsraîlî bûbe. Gelo ev rastî negihiştine cihana erebî?

Xalid Mişel: Min ew daxuyanîya Kurdistanê nebihîstiye û esl ew bû ku ev di medyayê de bihata qalkirin û belge û rastî jî bihata nîşandan. Ev yekem. Duyem: Mijareke bi vî rengî, çunke vegotineke taybet a hikûmeta Kurdistanê jê re heye, ango divê bi Komara Îslamî re çareser bike. Bi wateya ku ev pirsgirêk dikare di navbera we û îranîyan de were çareserkirin û bi awayekî be jî ku berjewendîya hemî alîyan parastî be. Bê guman ev tişt di navbera we û îranîyan de ye û wek min got ji bo min mîna filistînîyekî Îsraîl dijmina pile yek e û ez ji umeta ereb û misilman re bi hemû welat, gel, etnîk, mezheb û grubên wê yên cihê ve xêr û xweşîyê dixwazim. Em bi dirêjahîya dîrokê umetek bûn û ez hêvîdar im ku em bikarin seba berjewendîya me ya giştî û ji bo aramîya gel û welatên me, bibin yek û bi hev re, mil bi mil di rûyê dijminên xwe de rawestin ku welatên me dagir dikin û destdirêjîyê li ser pîrozîyên me dikin.

Rûdaw: Tu vê destdirêjîyê wek awayekî ji awayên binpêkirinê yan destdirêjîya li ser axa Iraqê nabînî?

Xalid Mişel: Min got, heke vegotineke taybet a hikûmeta Kurdistanê li ser bûyerê hebe, esl ew e ku bi awayekî sîyasî çareser bike. Bi pêwendîya rasterast bi hikûmeta Îranê re, her wiha vê vegotina xwe jî di medyayan de beloq bike. Ev berpirsîyarîya şênîyên Kurdistanê bi xwe ye..bê guman ez pêwîstîya her dewletekê bi ewlehî, aramî û parastina berjewendîyên wê fêm dikim. Gava em li rewşekê rast tên ku vegotinên cihê li ser hene, esl ew e ku alîyên têkildarî wê pirsgirêkê bi hev re gotûbêj bikin, belge û agahîyên xwe pev biguherin û pirsgirêkê çareser bikin.

Rûdaw: Bila em piçekî vegerin paş û li dîroka gelê kurd û tevgera rizgarîxwaz a Kurdistanê binêrin. Awayekî pêwendî û wekhevîyê di navbera gelê kurd û gelê Filistînê de heye. Di vê çarçoveyê de, hûn çawa li doza kurd û Kurdistanê dinêrin?

Xalid Mişel: Berî her tiştî, gelê kurd gelekî rêzdar e. Beşek ji vê umeta misilman e. Em rêzê lê digirin û şanazîyê bi dîroka wî dikin..kurd û Kurdistanê helwestên herî mezin di dîrokê de tomar kirine...Selahedînê Eyûbî ji vê axê hat, Filistîn ji destê xaçparêzan rizgar kir, çû nav Mizgefta Eqsayê û umeta misilman kir yek. Li Şam û Misrê li hember xaçparêzan rawestîya. Lewma kurd û welatê xwe xwedî dîrok in û em bi wê dîrokê serbilind in ku bû pira pêwendîya me û kurdan. Selahedîn bû ku Filistîn û Quds ji destê hilgirên xaçê derxist. Bi berdewamî ev dîrok di hişê me da amade ye. Bê guman îro gelê kurd gelekî stemlêkirî ye û em vê hestê bi tevahî fêm dikin. Lê rê bide bira can ez eşkere ji te re bibêjim, hevberî di warê stemlêkirinê de, erê ev rast e, em bi kurdan serbilind in jî, erê ew xizmên me ne û birayên me ne û berê çavê min bi çend berpirsên kurd ketiye; lê cudahî ew e ku em rûbirûyî neyarekî dagirker bûne ku zayonîzm e û axa me dagir kiriye û destdirêjî li ser pîrozîyên me kiriye. Îsraîl ne neyara filistînîyan tenê, lê neyara hemûyan e. Dijmina hemî ereb û misilmanan e, kurd jî tê de. Niha, ev stemlêkirina kurdan û mafê wan di pêkanîna berjewendîyên wan û ewlehî û serwerîya wan de. Li gor min, ji ber ku ew beşek ji dewletên sîyasî yên vê devera me ne, ez hêvîdar im ku daxwazên wan di çarçoveya yek umetê û yekîtîya welatên me de bin. Ev tiştek e ku ez naxwazim xwe tê werbidim, çima? Çunke ez dixwazim wêne wisa bibînim: Yekîtîya welatên me û parastina aramîya wan û ji hev têgihîştina hemû pêkhateyên vê umetê yên kurd, ereb, tirkmen û misilmanên şiî û sunî û her wiha di navbera misilman û mesîhîyan de. Em umetek in. Em bi van hemû pêkhateyên cuda bi hev re jîyane. Ez hêvîdar im ku ev mozaîk bi saya yekîtîya welatên me, her wiha bi saya rakirina stemê li ser hemû pêkhateyên vê umetê parastî be.

Rûdaw: Hûn axa Kurdistanê wek axeke dagirkirî nabînin? Hûn çawa li axa Filistînê wek axeke dagirkirî dinêrin, lê li axa Kurdistanê jî wek dagirkirî nanêrin?

Xalid Mişel: Birayê delal, ji bo emanetê ez nikarim wê mijarê wek heye werbigirim. Çunke Kurdistan welatek e, beşekî wê beşek ji Iraqê ye û beşekî wê yê din beşek ji dewleta Îranê ye. Beşekî wê yê din beşek ji Tirkîyê ye û yê din jî beşek ji Sûrîyê ye. Gelo ez vê wek dagirkirin bi nav bikim? Ev cografyaya sîyasî ye û di dehan û sedan salên borî de teşe girtiye. Bê guman mafê kurdan heye çavê wan li serxwebûnê be. Mafdar in wiha bêjin, lê li hêla din qewareyên sîyasî yên din jî hene ku çîrokeke cihê ji me re vedibêjin û dîtina wan cuda ye. Em çawa bikarin xwestekên kurdan û mafên wan ji bo bidestxistina azadîyê û bicihanîna daxwazên wan û derbirîna kesayet û nasnameya wan, di çarçoveya vê sîstema sîyasî de ku heye, bînin cem hev? Ez hêvîya vê yekê dikim. Lê rewşa me cuda ye. Filistîn ne beşek ji welatî ti kesî bû û bi dirêjahîya dîrokê di navenda cihana erebî û misilmanan de bû. Lewra em bi hevbeşekî ereb yan misilman re ne di nakokîyê de ne. Em di koka xwe de, di ol û rêola xwe de bi wan re ne cuda ne. Dijminekî dagirker ji paş okyanosan hatiye û ji bo armanceke olî axa me dagir kiriye..bi vê helkeftê birayê min ê delal rê bide ez tiştekî bibêjim. Ez bi rastî dibêjim ku hezkirineke min a mezin ji Kurdistanê û gel û serkirdatîya wê ya rêzdar re heye. Lewra, bila em ji lîstik û fen û fûtên Îsraîlê miqate bin. Bê guman Îsraîl bi hemû karîna xwe dixwaze cihê pîyê wê li welatên vê deverê hebe û herdem jî çavkanîya metirsîyê ye. Niha pêwendîya xwe bi Misrê re asayî kirine. Misrê ti mifa ji wê pêwendîyê nedît, berevajî niha Îsraîl bi rêya Çemê Nîlê û bendava ku li Atîyopyayê tê avakirin mijûlî plangerîyê li dijî Misrê ye. Ji alîyekî din ve, tê ku kanaleke avê bikole ku bibe alternatîva Kanala Siwêsê, tenê ji bo ku zîyanê bigihîne berjewendî û ewlekarîya neteweyî ya Misrê. Bi Urdinê re jî bi eynî rengî..Urdinê ti mifayek ji wê têkilîyê nedît. Îro jî li vê deverê mixabin em şepêlekê ji asayîkirina pêwendîyaên bi Îsraîlê re ji alîyê hin dewletên ereb ve dibînin û Îsraîl di vê navê de dixwaze xwe mîna hevbeşeke deverê nîşan bide, di demekê de ku laşekî xerîb e ji vê deverê. Lewra peyama min ji bo gelê kurd û ji bo Kurdistan û hikûmeta wê ew e ku ji fen û fût û lîstikên Îsraîlê miqate bin û rê nedin zayonîzm bi dizî derbasî wir bibe. Bi îzna xwedê dê Kurdistan her beşek ji umeta ereb û misilman bimîne ku cihê şanazîya me ye.

Rûdaw: Ez têdigihim. Lê cenabê te qala Selahedînê Eyûbî û dewleta Selahedînê Eyûbî kir ku hemî welatên Şam û Misrê tê da kom kiribû û Quds û Filistîn jî beşek ji wê dewletê bûn. Wê çaxê gava Kurdistanîyan dewleteke bi vî rengî birêve dibir, ne Îran hebû, ne Iraq hebû, ne Tirkîye û ne Sûrîyê hebûn. Heke axa Filistînê sala 1948an, li gor vê nêrîna we hatibe dagirkirin, axa Kurdistanê jî sala 1918an di Şerê Cihanî yê Yekem de, hate dagirkirin û parçekirin. Ku hûn axa xwe wek dagirkirî dibînin, hûn çima axa neteweyeke din jî ku di çend bûyerên dîrokî de hatiye dagirkirin, hûn çima wek dagirkirî nabînin?

Xalid Mişel: Na, binêre, gava Selahedîn Şam û Qahîre birêve dibir, ne wek qewareyeke kurdî dikir.

Rûdaw: Lê Dewleta Osmanî jî, ne dewleteke tirkî bû, lê dewleteke misilman bû. Emewî dewleteke misilman bû û Ebasî dewleteke misilman bû.

Xalid Mişel: Rast e rast e, bi wateyeke din, xwezî me bikaribûya vegerin dema borî. Em dîsa bibûna yek umeta misilman. Îcar hukmdar kurd bûya yan ereb bûya yan osmanîyekî tirk bûya, ya giring ew e ku em ê di çarçoveya yek dewleta misilman de bûna. Hûn dizanin….

Rûdaw: Lê ev ji bo îro xewn e, wisa ye yan ne wisa ye? Ev ne realîteya îro ye.

Xalid Mişel: Ez dizanim, dizanim. Te qala demborîyê kir û ez jî vegerîyam demborîyê. Lê jixwe tu dizanî kî ev navçe parçe parçe kir? Me dabeş nekiriye, yê ku kir…erê Fransa û Saykis-Pîko..

Rûdaw: Brîtanî, fransî, Tirkîye û Îranê.

Xalid Mişel: Saykis-Pîko… Saykis-Pîko. Bê guman, Saykis-Pîko bû ku ev navçe parçe parçe kir. Lewra vêga ku daxwaza gelê kurd heye, ez dibêjim çêdibe ev di navbera we û welatên navçeyê de were çareserkirin, çunke…

Rûdaw: Lê pirsa min pir zelal e, ez dixwazim tu bi zelalî bersiva min bidî, hûn wek axeke dagirkirî dibînin yan na?

Xalid Mişel: Ez jî dixwazim bi hûrbînî bipeyivim. Çima bira can, girêdayî gelê Filistînê, em bi cînarekî ereb yan misilman re ne di nakokîyê de ne, ku em di ol, kok û rêolê de cihê bin. Ev dijminekî zayonî ye ji pişt deryayan hatiye û axa me dagir kiriye. Îro Kurdistan, erê di demborîyê de rewşeke wê ya din hebû, lê îro beşek ji hin qewareyên sîyasî yên deverê ye. Ez nikarim ji vê re bêjim dagirkirin, bi heman têgihîştina min a dagirkirina Filistînê ji alîyê Îsraîlê ve.

Rûdaw: Baş e, lê mafê dîyarkirina çarenivîsê?

Xalid Mişel: Ez nikarim navê wê bikim dagirkirin, lê di heman demê de jî ez nikarim rê li kurdan bigirim û bêjim çênabe proje û daxwazên wan hebin. Lewma ez hêvî dikim ku ev di çarçoveya jihevtêgihîştina bi dewletên deverê re were çareserkirin, çunke parçebûna zêdetir a deverê dê me qelstir bike. Ev dê wiha li Amerîka û Îsraîlê jî bike ku vê valahîyê bi kar bînin.

Rûdaw: Mafê dîyarkirina çarenivîsê, mafê gelê kurd jî heye ku çarenivîsa xwe dîyar bike?

Xalid Mişel: Bila ez mînakekê bidim te..ez ê mînakekê bidim te. Sala 1951ê yekîtîyek di navbera Urdin û Filistînê de pêk hat. Piştî şerê 1948an, bi vî rengî Urdinê Kenarê Rojava birêve dibir û nav lê kirin yekîtîya her du kenaran û ev heta demekê berdewam bû. Niha îro, ez ku filistînî me û ji bo rizgarkirina hemû Filistînê têdikoşim, wê demê Xeza li jêr desthilata Misrê bû. Îro, ez wek filistînîyekî ku ji bo rizgarkirina hemû Filistînê dixebitim, ez wiha li serdema desthilata Misrê li ser Xezayê yan desthilata Urdinê li ser Kenarê Rojavayê nanêrim û nabêjim dagirkirin bû. Çunke mesele girêdayî hevbeşekî te di ol û neteweyê de ye, lewma ez dixwazim di bikaranîna biwêjan de hûrbîn bim. Lê girêdayî dijminê zayonî mijar cuda ye.

Rûdaw: Lê hûn û gelê Urdinê, hûn her du alî ereb in, bi Misrê re jî dîsa ereb in. Tevî vê jî ne bi dilê we ye û hûn dixwazin serxwebûna we hebe. Lê kurd di alîyê ziman, dîrok û nasnameya neteweyî de ji tirk, ereb û farisan jî cuda ne.

Xalid Mişel: Bila ez mînakekê li ser meseleya Dewleta Osmanî jî bidim te. Beşekî ji ereban wiha li xîlafeta Osmanî û Dewleta Osmanî dinêrîn ku axa ereban dagir kiriye û ji ber vê jî şoreş li dijî wê dadan. Ez ku filistînî, ereb û misilman im, gelo ez serdema Dewleta Osmanî wek dagirkirina welatê erebî bibînim, na ez wek dagirkirin nabînim, çima? Çunke ez jî beşek ji wê dewleta misilman a mezin û dorfireh bûm. Erê di rojên dawî yên desthilata Osmanî de çewtî hatin kirin û zor û zordarî li Sûrîye, Filistîn û deverên din hatin kirin, rast e, lê ez nikarim, erê hinek ereb desthilata Osmanî wek dagirker dibînin, lê ez mîna filistînîyekî ku ereb û misilman im hukmdarîya Osmanî wek dagirker nabînim. Cudahî ev e dema ez bi misilmanekî re tevdilivim û dibe ku em di alîyê kok û rêolê de cuda bin, lê gava mijar têkildarî dijminekî mîna Îsraîla zayonî be yan xaçparêzên ku welatê me dagir kiribûn, tiştekî din e..li vir divê cudahî di biwêjan de hebe, dîyar e ku ev nêrîna min e, lê tu bawerîyên xwe çawa der dibirî, ez lomê li te nakim û rêzê li te digirim û rêza kurdan jî digirim çawa der dibirin.

Rûdaw: Mafê dîyarkirina çarenivîsê, mafê kurdan e?

Xalid Mişel: Heke ev hez û xwesteka kurdan bi xwe be, ez hêvîdar im çêbibe, lê…

Rûdaw: Wek maf, kurd wek neteweyekê mafê wan heye siberoja xwe dîyar bikin û di 2017an de hewl dan, lê cihan razî nebû?

Xalid Mişel: Birayê delal, êdî li vê deverê çend qewareyên sîyasî pêk hatine. Wek mînak, li hin navçeyan li nav Sûrîyê tirkmen hene, gelo divê em bêjin ew tirkmen in û bila mafê wan ê dîyarkirina çarenivîsê hebe?

Rûdaw: Lê gelo ew netewe ne yan pêkhateyeke etnîk in?

Xalid Mişel: Ew jî netewe ne, tirkmen netewe ne û ji neteweya ereb cihê ye…

Rûdaw: Pêkhateyeke etnîk e?

Xalid Mişel: Na, binêre birayê min, ez ê nimûneyekê bidim te ji bo ku em zêde di nav vê xelekê de çerx nebin. Li gor te, mafê te heye tu biryarê li ser çarenivîsa xwe bidî û te çend salan xebat jê re kiriye. Baş e ev mafê te ye û ez gengeşê li ser nakim. Niha ez îro wek mirovekî ku li nexşeya sîyasî ya deverê dinêrim, gelo ez hêvîdar im ku kurd û tirkmen û yên din jî çarenivîsa xwe dîyar bikin, di saya hevrikîyekê de ku deverê ji hev parçe parçe bike? Na ez hêvîyeke wiha nakim. Ez hêvî dikim ku ev yek bi razîbûna hemî alîyan pêk were. Ango cureyek ji hevtêgihîştina sîyasî di nav vê umetê de çêbibe, çunke ez naxwazim.. wek mînak heke em îro qala parçebûna Iraqê bikin, şiî û sunî..ma divê em hêvî bikin ku bibin du herêm? Şiî li milekî, sunî li milekî û kurd jî li milekî? Na ez hêvîyeke wisa nakim. Ez hêvî dikim ku hemî di saya yekîtîya welatên me de bijîn. Lê bi rêzgirtina taybetmendîyên her alîyekî..nêrîna min ev e, lê ez nayêm mafê we zeft nakim bê hûn çawa dihirizin.

Rûdaw: Lê heke were ser mînaka Filistîn û Îsraîlê, wek nimûne ez jî wek kesekî ji we xerîb, hûn wek filistînî bi aştî najîn bi îsraîlîyan re, hem hûn wan bipejirînin, hem jî ew we bipejirînin û bi hev re di nav aştî û aramîyê de bijîn. Çima Hemas rêbaza çekdarî li hember Îsraîlê bi kar tîne?

Xalid Mişel: Gotûbêja me li ser vê xalê dirêj kir. Min tiştê li ba xwe zelal kir. Lê ez careke din jî dibêjim: Ti hestyarîyeke min nîne di tevgera bi ti alîyekî erebî yan misilman re ku ez pê re nakok bim li ser mijarên sîyasî û maf û tiştên din. Lojîka reftara bi her alîyekî ereb yan misilman, xirîstîyan, şiî, sunî yan kurd re, ez wiha li wan dinêrim ku beşek ji umeta me ne. Ez bi tevgera bi wan ra ne hestyar im. Ez jihevtêgihîştineke aştîyane bi wan re dûr ji hevrikîyan çêtir dibînim. Lê gava mesele girêdayî dijminekî bîyanî be, jixwe ez ji ber wê yekê şerê Îsraîlê nakim çima cihû ne. Lê çunke ew mafê wan nîne û ne beşek ji vê deverê ne. Ew mîna xaçparêzan ji derve hatin û axa me dagir kirin. Jixwe li Filistînê xirîstîyan jî hene. Lê ew beşek ji welatê Filistînê û beşek ji vê umetê ne. Bi ol xirîstîyan in, lê çanda wan îslamî ye û girêdayî vê deverê ne. Ango di vî welatî de hevparên me ne. Em rêza wan digirin û daxwazên wan fêm dikin û di vî warî de em li Filistînê di yekîtîyeke niştimanî ya bihêz de ne. Di hilbijartinên 2006an de, xirîstîyanan jî deng dan Tevgera Hemasê. Li vê navçeya me cihû jî hene û hergav bi aramî û di ewlekarîyê de jîyane. Îslam oleke mezin e, rêza olên esmanî digire, mafê peristinê jî dide wan û destdirêjîyê li ser wan nake. Lê gava dagirkerek ji dûr tê û hênceta wî ew e ku bizaveke zayonî heye, sekûler e lê ol ji bo vî şerê daye xebitandin, li dîrokê vedigere û wê dîrokê sexte dike û wiha bangewazîyê dike ku ev welatê cihûyan e, ev bi min nayê pejirandin û ez nikarim pê re bijîm..hilgirên xaçê jî ji Rojava hatibûn, em bi xwe xirîstîyanên me hene, lê mebesta min xaçparêz in, ola xirîstîyanî li dijî min bi kar tînin, bê guman ez qebûl nakim. Lê hevparên me li vê deverê misilman, ereb, kurd, şiî û sunî, ji her mezheb û etnîkekê bin, na ew, tew heke ez li ser meseleyeke sîyasî bi wan re nakok bim jî, lê ez bi awayekî din bi wan re tevdigerim, ji awayê ku ez bi Îsraîlê re tevdigerim cuda ye. Nêrîna min ev e.

Rûdaw: Li ser Tevgera Hemasê ji destpêka avabûna wê ve, ji destpêka salên notî heta dawîya 2000an, dîtina ku li hemî cihanê li ser Hemasê hebû, ew dîtin bû ku Hemas rêxistineke niştimanî ya filistînî ya îslamî ye ku ji bo azadkirina Filistînê şer dike. Ev ne gotina min e, lê bi zelalî li hemî cihana îslamî, ku Hemas ji wê rêçê bo rêçeke din tê şemitandin, ku di çarçoveya stratejîya îranî de ji bo temamkirina kevana şiî kar dike. Hûn ne westîyayî ne? Hûn ne di dilgiran in ku ev dîtina misilmanan li ser Hemasê hebû? Îro wiha lê hatiye?

Xalid Mişel: Binêre. Nêrîn nehatiye guhertin û hilgerandin, erê gilîyek heye û têbînî jî ji alîyê dilsozên vê umetê hene. Sedem jî hin daxuyanî ne ku ji devê serkird û sembolên Hemasê derketin. Rast e, erê gilî heye û di hin daxuyanîyan de jî tiştên nelirê hatin gotin, lê di stratejîyê de birayê min ê delal, Hemas bizaveke filistînî ye, erebî û îslamî ye û sunî ye jî, lê em ne nijadperest in. Ez sunî me, lê ti nijadperestîyeke min li dijî şîeyan nîne. Ez ereb im, lê nijadperestîyeke min li dijî neteweyên din nîne..ez bi tirk, kurd û farisan û bi hemûyan re tevdigerim û pirsgirêka min nîne, ango em bizaveke filistînî, erebî û misilman in û em li dijî dagirkerê îsraîlî şer dikin. Dozeke me ya niştimanî heye ku dozeke îslamî ye jî û Filistîn dilê vê umetê ye û qiblegeha yekem a misilmanan bû û axa Îsra û Mîracê ye. Îro ji bo ku ez li dijî wî dagirkerî şer bikim û bi ser kevim, pêwîstîya her bizaveke bergirîyê bi hevkarî û piştevanîyê heye. Lewra em li derîyê vê hemî umeta îslamî didin. Em bi taybetî neçûne li derîyê welatekî taybet bidin. Me li derîyê hemî welatên erebî, hemî welatên misilman û welatên cihanê jî daye. Her alîyekî derî ji me re vekiribe, me gotiye spas û me doza hevkarîyê jê kiriye. Me doza hevkarîya aborî, leşkerî, ewlehî, sîyasî, rahênan û me doza çekan kiriye..her dewletekê li gor karîna xwe hevkarîya me kir, hinekan pere dan, lê çek nedane me. Hin dewletan çek dane me…hinek dewletan…..

Rûdaw: Ji bilî Îranê ti welatekî din çek daye we?

Xalid Mişel: Na, wek dewlet? Ti dewletekê çek nedaye me….

Rûdaw: Tenê Îranê?

Xalid Mişel: Ji bilî Îranê, wek çek, lê me pere ji Îranê û ji xeynî Îranê jî wergirtine…îro gava ez, wek mînak, gava ez berê xwe didim dewletên erebî, dibêjim birano, em bizaveke berxwedanê ne, em ne opozisyon in li dijî rejîmekê ku hûn ji hevkarîkirina me bitirsin. Bi pere, sîyaset û çekan hevkarîya me bikin. Ev li dijî Îsraîlê ye, lê ne li dijî rejîmeke erebî yan li desthilata filistînî ye. Hinek ji wan ditirsin. Sedem jî guvaşa Amerîka ye. Yan bi sedema bawerîya wan e. Em rêza vê yekê digirin, lê wexta ku me di destpêka salên notî de li derîyê Îranê da, ango berî nêzîkî 30 salan, pêşwazîya me kirin û bi pere, çek, meşq û rahênan û pîşesazîyê hevkarîya me kirin…bibore, îro, wergirtina van hevkarîyan ji Îranê yan her dewleteke din ji alîyê Hemasê ve, gelo wê dike dûvelanka wê dewletê? Na.

Rûdaw: Lê di heman demê de, bi nêrîna we Îran ji ber çavên we yên reş van çek, pere û piştgirîya we bike? Gelo ji bona Qudsê vê dike? Ev sîyaset e. Ev retoreke sîyasetê ye. Bê guman divê armanceke wê jî hebe.

Xalid Mişel: Birayê min, jixwe ev ne tenê li ser Îranê cîbicî dibe, li ser hemî dewletan…

Rûdaw: Hemî cihanê.

Xalid Mişel: Bibore, ez vêga li Qeterê akincî me. Berjewendîya Qeterê di çi de ye ku serkirdatîya Hemasê vehewandiye, hevkarîya Xezayê dike, her meh 30 milyonî ji Xezayê re dişîne, ji bo elektrîk, meaşê beşek ji karmend û malbatên hejar? Bi heman awayî, projeyên Tirkîyê jî li Xeza û Qudsê hene û bi heman rengî beşek ji serkirdên Hemasê vehewandiye. Heman pirs ji bo wan jî rewa ye: Berjewendîya wan di çi de ye? Ez ê ji te re bêjim, rast e jîyan û sîyaset hemî berjewendî ye, lê prensîb jî hene. Yekem di alîyê prensîbê de, ez naxwazim herim nav mejî û dilê merivan. Lê ez li ti dewletekê nagirim çi ereb yan misilman be, di hevkarîkirina Hemasê û reftara bi doza Filistînê re motîvasyoneke wan a prensîb hebe, ez nikarim, çavê min ji nêzîk ve bi wan serkirdan ketiye, hinek ji wan ji Filistînê hez dikin û dilê hinekan ji wan li ser dişewite. Lewra pêkan e motîvasyona olî yan niştimanî yan mêranî li wan dewletan û li ba wan serkirdan hebe û ez di vê de wan neheq nabînim, lê berjewendî…rast e, berjewendîya wan çi ye? Ez ê ji te re bêjim: Ez ê hin mînakan ji te re bînim..berî ku ez behsa Îranê bikim, ez ê mînaka hin dewletên din ji te re bînim. Hemas çend şer kirine..di şerê 2008-2009 de, serkirdatîya Hemasê li Şamê bû. Şamê çi sûd jê dît? Şam di dema şer de bû qiblegeha cihanê, çunke serkirdatîya Hemasê li wir bû. Şam wê çaxê bû qiblegeha hemî tevgerên sîyasî yên herêmî û navdewletî ku hewla agirbestê didan û dihatin cem Hemasê, vê kartek da dest Sûrîyê..bi heman awayî di şerê 2012an de, ez û beşek ji serkirdatîya Hemasê û serokê Bizava Cîhada Filistînî çûn Qahîreyê. Bi eynî awayî Qahîre di serdema serok Mursî de bû paytextek ku hemî liv û bizavên sîyasî yên herêmî û navdewletî ji bo ragirtina şer li wir diqesidîn. Hillary Clinton bixwe hat Koşka Îtîhadî û heta agirbest nehat ragihandin ji wir neçû. Di şerê 2014an de, ez serokê bizavê bûm û li vir li Dohayê bûm. Dîsa, bi eynî awayî rêveberîya amerîkî ne rasterast û bi rêya serkirdatîya Qeterê danûstandin bi me re dikir. Ev di şerê sala borî de jî dubare bû..

Rûdaw: Ango dê Tehran bibe navenda cenga cihanî?

Xalid Mişel: Xulekeke tenê, xwedê dizane, lê em niha ne li Îranê ne..

Rûdaw: Cenga bê..

Xalid Mişel: Mebesta min, na na ne merc e, serkirdatîya tevgerê li her cihî be, paytexta ku ew lê ne yan beşeke serkirdatîya wê lê ye nexasim jî serokê polîtbîroyê ku berê ez evdê hejar bûm û niha jî birayê min Îsmaîl Henîye ye; cihê ku serokê tevgerê lê ye, dibe navenda liv û tevgera sîyasî û dîplomatîk, ango ev dewlet ji vehewandina Hemasê sûdmend dibin. Bê guman piştevanîya li Hemasê çi sîyasî yan aborî be ji alîyê hin welatan ve, bargiranîyekê ji wan re çêdike, lê Hemas jî çunke tevgereke bihêz e û navdar e û xelk jê hez dikin, hebûna vê bizavê li her dewletekê be, xizmeta wê dewletê di warê bihêzkirina rola wê ya sîyasî de dike, lê Îran..berî 10 salan di gotûbêjeke min de, bi wezîrê derve yê welatekî erebî re ku helwesteke wî li hember Îranê heye, ji min re got Bavê Welîd ma hûn bawer dikin Îran sazîyeke xêrxwazî ye ku hevkarîya we dike? Ji bo xwedê ye? Jîyan berjewendî ye û sîyaset jî berjewendî ye. Min got rast e dinya berjewendî ye. Got nexwe nirxê vê hevkarîyê jî heye. Min got erê nirxê xwe heye..dilê wezîr xweş bû, wek bêje xelas va Hemas bixwe li tiştekî mikur hat ku pê şermezar dibe. Min got gelo tu dizanî nirxê wê çi ye cenabê wezîr? Min got du tişt hene Îran mifayê ji wan dibîne, ya yekem ew e ku dibêje ez bi doza Filistînê re me ku doza sereke ya umeta misilman e û ev jî xizmeta navûdengê wê dike, çunke dibêje em ne tenê piştevanîya Hizbulaha şiî dikin, va em hevkarîya Hemasê dikin ku erebên sunî ne. Bê guman ev li ser asta deverê xizmeta navûdengê wan dike, xasma ku bê guman hin hestyarî bi Îranê re hene bi sedema nakokîyên sîyasî û alîyên wê yên mezhebî û tayifî jî hene, ango erê Îran sûdê ji vê hevkarîyê dibîne. Ev yekem, ya duyem jî ew e ku diçe welatên ewropî û dibêje hûn çi ji Hemasê dixwazin, em dikarin bi wan re hevtêgihîştinê bikin, ev beşek ji zîrekîyê ye..min ji wî wezîrê ereb re got çi tiştî rê li we girtiye gava hûn diçin Amerîka û Ewropayê, ji wan re bêjin Hemas tevgereke filistînî û erebî ye û em dikarin bi wan re gotûbêjê bikin? Em ne nokerê ti dewletekê ne, lê em milkê hemî umetê ne..yek ji padişahên ereb ku min sala 2012an dît, got ez ê herim Amerîka û dê çavê min bi Obama bikeve, çî te heye ez jê re bibêjim? Min got tu dikarî ji amerîkîyan re bêjî Hemas ku tevgereke erebî, filistînî û misilman e, em dikarin pê re bigihin jihevtêgihîştinê, ji bo berjewendîya doza me, lewma em di rûyê hemûyan de vekirî ne. Vê wek bingeh werbigire birayê delal: Em spasîya her alîyekî dikin ku hevkarîya me bike û em dibêjin xwedê we xelat bike, lê ev piştevanî mafekî me ye li ser umeta me û em spasîya her alîyekê dikin ku hevkarîya me bike, lê em ne amade ne nirxê ti piştevanîyekê bi serxwebûna biryardana xwe bidin..em biryara xwe nakin rehîne bi sedema alîkarîya dewletekê..bi ti awayî..bi ti awayî..ne pêkan e em biryara xwe bidin destê ti dewletekê qebareya piştevanîya wê her çiqas be. Em sîyaseta xwe jî bi sedema guvaş yan daxwaza wê dewletê naguherin…spas û qedirgirtina me ji wê dewletê re jî ti carî nayê wê wateyê ku em di ajendayên wê yên din de jî pê re hemfikir in, îcar ev ji bo Îranê wiha ye û ji bo Tirkîyê jî wiha ye û ji bo Misr, Qeter û Iraqê jî wiha ye, ango Hemas bi tevahî serbixwe ye…

Rûdaw: Propogendayê ji xwe re dike, ez gotina cenabê te bi temamî fêm dikim.

Xalid Mişel: Derfetê bide min, gilîyê ku li me tê kirin, ev tişt car caran diqewime, bi sedema daxuyanîyekê ku hin caran tiştên zêde tê de tên gotin..lê ev qet ne girêdayî nêrîna Hemasê û stratejîya wê ya serbixwe ye.

Rûdaw: Pir baş e. Ev nêrîna cenabê we ye. Ne tenê dilgiranî yan daxuyanî ne jî. Şerê ku di gulana 2021ê de dest pê kir. Bi bawerîya gelek hizirvanên ereb û yên gelên misilman, baştir bû Tevgera Hemasê beşdarî şerekî wiha nebe, lê ew xwepêşandan sivîl bimînin û ev yek bêhtir xizmeta doza Filistînê dike. Lê hûn ji nişka ve beşdarî şer bûn û roketan dest bi kar kir û di encamê de, gelek welatîyên filistînî û merivên îsraîlî jî jîyana xwe winda kirin. Bi awayekî ji awayan hûn bûn sedem ku alozîyek çêbibe û ne merc e li berjewendîya gelê Filistînê bûbe. Vê yekê pirsek çêkir: Gelo Îranê ev şerê roketan bi we da kirin yan na? Helbet ev ne pirseke hema hema ye, lêbelê ev pirs li navendên fikirî yên welatên erebî tê kirin.

Xalid Mişel: Baş e, te vêga du mijar tev dan. Mijara yekem: Çima di bûyerên sala borî de, Hemasê şêwaza rûbirûbûna cemawerî li dijî hêzên Îsraîlê li Qudsê û hewşa Mizgefta Eqsayê berdewam nekir? Ez ê paşê werim ser mijara duyem jî. Binêre birayê delal, Hemas û gelê Filistînê bi dirêjahîya sed salên borî, ango ji mandata brîtanî ji destpêka salên bîstan ên sedsala borî ve ku dike sed salên temam, hergav di nav xebatê de bûn. Hemî cureyên xebatê ceribandin, serhildan, şoreşên cemawerî, girevgirtinên dorfireh wek a sala 1936an, xebata çekdarî, karên fidakarî bi şandina xwebexşan ji derve bi rêya Urdin, Sûrîye û Libnanê di salên 60î û 70yan de. Her wiha karên berxwedanê li hundirê Filistînê heta di dawî de çû şerê seranserî wek bersiva dijminkarîyên Îsraîlê. Hin armancên neguhêr ên gelê Filistînê hene, wek: Rizgarkirina Filistînê ji dagirkarîya Îsraîlê, bidestxistina Qudsê û Mizgefta Eqsayê, vegera penaberan li welatê xwe, azadkirina dîlên me û avakirina dewleta serbixwe ya Filistînê bi serwerîyeke temamî…

Rûdaw: Ma hûn niha teknîkeke nû diceribînin?

Xalid Mişel: Xulekeke tenê. Em ji bona vê armancê hemî rêyan diceribînin.

Rûdaw: Niha şêweyeke nû ye ji sala 2021ê ve?

Xalid Mişel: Na, ez ê mînakekê bidim te. Li Xezayê wek mînak me çend cureyên bergirî û şer ceriband, lê dîsa jî Xezayê du sê salan meşên vegerê saz kir ku meşên aştîyane bûn, ango Xezayê hem rêçareyên leşkerî ceriband û hem rêçareyên aştîyane. Em û birayên Ramelayê. Min berî 10 salan ji serok Bavê Mazin re got keko werin bila em û we bi hev re li ser şêwazeke xebatê li hev bikin, bawerîya we bi bergirîya gelêrî tê, bawerîya me jî bi bergirîya gelêrî tê, lê bawerîya me bi berxwedana çekdarî jî tê..bergirîya gelêrî xaleke me ya hevbeş e, werin bila em bergirîyeke gelêrî ya rasteqîne saz bikin. Mixabin ew lojîkê dipejirînin lê tiştekî nakin. Hemas di vî alî de vekirî ye. Lê binêre bira can, Remezana sala borî Îsraîlê destdirêjî ser taxa Şêx Cerahê kir û xwest şênîyên wê koçber bike. Desdirêjî ser Mizgefta Eqsayê kir û derbasî nava wê bû, di demekê de hin kesan xwe di nav mizgeftê de bi cih kiribûn. Me li ber xwe da, lê reftara tundûtîj a Îsraîlê û şehîdbûna çend kesan wisa li yên nav mizgeftê kir ku doza lihawarçûna berxwedanê bikin. Îro jî berxwedan li Xezayê nikare destvala raweste. Em yek gel in û doza me yek e, xasma jî gava mesele girêdayî Qudsê û Mizgefta Eqsayê be, ev berevajî ji bo gelê Filistînê û rûniştîyên Xezayê tê hejmartin. Herdem jî her tevgerek, li dîrokê binêre, hemî gelên dinyayê ku ji bo mafê dîyarkirina çarenivîsê xebitîne, wek Vêtnam, Başûrê Afrîqa û Amerîkaya Latînî û li her derê, gel hemî celebên xebatê diceribînin, xebata aştîyane û leşkerî bi bêhna fireh ji bo rizgarkirina welatên xwe. Ev alîyê yekem, alîyê duyem jî, na birayê delal, moşekên Hemas û berxwedanê tenê bi biryareke niştimanî tên xebitandin û armanca wan jî tenê doza Filistînê ye, ne beşek ji ajendaya Îranê û ne ti dewleteke deverê ye. Wek min got em ne baskê leşkerî yê ti dewletekê ne.

Rûdaw: Baş e, dema tu serokê Tevgera Hemasê bûyî, xelk ji sedî sed bi van gotinên te razî bû û ji van gotinên ku te digot bawer dikirin. Lê îro, piştî beşdarbûna rêzdar Îsmaîl Henîye di merasima koça dawî ya Qasim Suleymanî de, destnîşankirina deman, piştî bikaranîna dron û roketan, ku bêhtir bêhna şêwaza rûbirûbûna grubên çekdar ên îranî ji wan tê, ku li Iraq, Sûrîye û Yemenê jî bi kar tînin. Êdî kes bi van gotinan qayîl nabe.

Xalid Mişel: Ez ê rastîya wê ji te re bêjim. Stratejîya Hemasê, dîtin û helwesta wê di vê mijara hestyar de bi ti awayî nehatiye guhertin, ne di serdema Xalid Mişel de û ne jî di serdema Îsmaîl Henîye de. Xalid Mişel û Îsmaîl Henîye beşek ji vê bizavê û serokatîya wê ne. Heman stratejî û bawerîya her duyan heye. Lê hinek cudahî di daxuyanîyan de tê dîtin. Ew daxuyanî carna hin kesan provoke dikin. Dibe ku hin gotin zêde yan çewt bin. Em lê mikur tên, tew di dema min de jî hin tişt hatin gotin û hin kes hêrs kirin. Lê ev stratejîya Hemasê û dîtina wê nîşan nade. Ev yekem, duyem ji bo kesên ku zêde li ber meseleya Îranê disekinin, ez têdigihêjim ku hin dewletên deverê ji polîtîkayên Îranê ne razî ne û ev mafê wan e. Lê pêwîst e piştrast bin û bawerîya wan hebe ku Hemas ne dûvelanga ti kesî ye. Niha pirsa mezin ev e: Li şûna ku em rûnin û qala vê yekê bikin, çima dewletên ereb û misilman ên sunî insyatîfê nakin û erkê ser milê xwe bi awayekî rasteqîne li hember meseleya Filistînê bi cih nayînin. Ez ê nimûneyekê bidim te. Gava pêwîstîya mirov bi tiştekî hebe, her kesê destê alîkarîyê dirêjî wî bike, divê qedirê wî bigire. Dema mirovek dikeve deryayê, yan dikeve hewza melevangehekê û tê ku bifetise, her kesê di wê gavê de werîs dirêjî wî bike, bê guman spasîya wî dike ji ber ku jîyana wî rizgar kiriye, di demekê de, bibore…gava tu dikî bifetisî û di wê gavê de xizmekî te di wir re derbas dibe, li te dinêre û tiştekî ji bo rizgarkirina te nake, lê yek ji dûr ve ku pêkan e xirîstîyanek be yan ne ji ol, rêol û nijada te be, hat û te rizgar kir. Bê guman tu yê spasîya wî bikî û kesê nêzîkî xwe jî lome bikî ku li hana te nehat..îro pêwîstîya gelê Filistînê bi alîkarîya her kesî heye ku hevkarîyê wî di xweragirî û rûbirûbûna dijminkarîya Îsraîlê de bike. Lewma ji we hemûyan re dibêje spas, lê nabe…ez ê ji te re bêjim: Tevgera Hemasê ne di berîka Îranê, ne di berîka Qeterê û ne di berîka Tirkîyê de ye. Ne jî di berîka Misr, Urdin, Sûrîyê û ti welatekî erebî yê din de ye..em azad in û her kes hevkarîya me bike em dibêjin spas. Biryara me serbixwe ye. Heke me di hin daxuyanîyan de şaştî kiribe, ev bi ti awayî nayê wateya guhertina di bingeha dîtin û stratejîya Hemasê de. Ez hêvîdar im hemî alî bi vî awayî têbigihêjin.

Rûdaw: Tu ji ber beşdarîya Îsmaîl Henîye di merasima koça dawî ya Qasim Suleymanî da nerehet bûyî?

Xalid Mişel: Em ê çima nerehet bibin! Ez dizanim ku hinek gelên vê deverê Qasim Suleymanî bi awayekî din dibînin, ji ber ku ajendayeke wî li vê deverê hebû. Lê em wek gelê Filistînê Qasim Suleymanî wisa dibînin ku piştevanê berxwedana filistînî bû, ango cudahîyek di nêrînê de di navbera du alîyan de li ser heman kesî heye. Tu jî, kî pişta te bigire, wek dilsozîyekê tu jê re dibêjî spas û heke koça dawî kir diçî behîya wî. Lewra gava birayê min Îsmaîl Henîye ku serokê tevgerê ye çû şîna wî, bi biryara serkirdatîya tevgerê jî çû, serbixwe neçû.

Rûdaw: Tu di wê demê de beşdar bûyî?

Xalid Mişel: Na, ez wê çaxê ne di serkirdatîya tevgerê de bûm.

Rûdaw: Çunke tu 2020 bûyî.

Xalid Mişel: Ez paşê di meha tebaxê de hatim nav serkirdatîya tevgerê.

Rûdaw: Piştî ku tu wek serokê polîtbîroyê hatî hilbijartin.

Xalid Mişel: Erê.

Rûdaw: Heke tu di wê demê de serokê Hemasê bûyayî, tu yê biçûyayî?

Xalid Mişel: Ez bersiva pirsên girîmaneyî nadim. Spas ji xwedê re, ez kesek im têra wê yekê mêrxasîya toreyî û bawerîya min piştî xwedayê mezin bi min û helwesta min heye ku ez dikarim nêrîna xwe li ser her mijarekê bidim gava tê pêşber min û li bermaber wê berpirsîyar dibim. Lê bi dîtina min, bersivdama pirsên girîmaneyî hewce nake.

Rûdaw: Lê eynî wê demê, çavkanîyekê agahî dabû malpera Independenta erebî ku cenabê we ji wê helwestê dilgiran bûn.

Xalid Mişel: Na ti şiroveya min li ser wê mijarê nebû û kes jî nikare li dewsa min daxuyanîyê bide.

Rûdaw: Wêneyek heye ez pir dixwazim nîşanî cenabê te bidim. Tu dibînî yan tu yê berçavka xwe deynî berê çavê xwe?

Xalid Mişel: Na na ez dibînim erê.

Rûdaw: Di vê nimêjê de, Îsmaîl Henîye heye, lê cenabê te tune ye. Ya pêşî, çima cenabê te tê da tune? Duyem: Gelo hewce dike Hemas di vê wêneyê de be?

Xalid Mişel: Çima ez ne di wêneyê de me, divê tu ji wî kesî bipirsî ku ev wêne çêkiriye.

Rûdaw: Lê dibe ku pirs ji helwestên te jî were kirin yan tu ji ber helwestên xwe ne di wêne de bî?

Xalid Mişel: Na na ez ê bersiva te bidim, ez ê bersiva te bidim. Mebesta min ew e ku kesê ev wêne çêkiriye yan kişandiye û wêneya min tê de nedaniye, divê ev pirs ji wî were kirin. Lê ne veşartî ye ku li Îranê xelkê gilî li Xalid Mişel kiribû çima ji Sûrîyê derket û berpirsîyarîya vê yekê dixin stûyê min. Ev helwest ji min ne xerîb e, lê min wek kes şaştî li hember ti kesî nekiriye. Xerabîya min ne li ser Sûrîyê û ne li ser Îranê hebû. Xerabîya min li ser ti alîyekî ereb û misilman nebû. Li ser qada navdewletî jî, li ser ti kesî nebû ku hevkarîya Hemasê kiribe û pişta wê girtibe. Lê ez xwedîyê biryara serbixwe me û ji ti alîyekî re stûxwar nabim. Ez dikarim herim hêla rastê û herim hêla çepê û herim pêş û vegerim paş jî, li gor berjewendîyên doza xwe û li gor biryara xwe wek serkirdekî Hemasê. Ez ne dûvelangê ti kesî me. Lewra her alîyek hêrs dibe, gilî dike û dilgiran dibe bi kêfa xwe ye. Lê ez serbixwe me.

Rûdaw: Tu ji biryara derketina ji Sûrîyê ne poşman î?

Xalid Mişel: Na bê guman na. Ez çima poşman bim? Çunke…

Rûdaw: Encamên wê ji bo Hemasê wiha çêtir e? Heke Hemas li Sûrîyê bima, dê encameke din hebûya?

Xalid Mişel: Binêre..na na bê guman derketina Hemasê ji Sûrîyê biryareke rast bû, çunke gava Hemas ji Sûrîyê derket li berjewendîyê nedigerîya, berevajî gelek berjewendîyên me li Sûrîyê hebûn…Hemas xwest xwe ji wê yekê bide alî ku îzole bibe..serkirdatîya Sûrîyê di wê çaxê de gilî li serkirdatîya Hemasê dikir û dixwest em li kêleka dewletê yan rejîmê li dijî gelê Sûrîyê rawestin…lewma me ev red kir û em li ser prensîbên xwe man. Em nebûn beşek ji qeyrana Sûrîyê. Em ne bi rejîmê re li dijî gel, ne jî bi gel re li dijî rejîmê rawestîyan. Ev helwesta me ya serbixwe bû.

Rûdaw: Heke Qeter sibe daxwazê ji we bike, hûn di tiştekî din yê wiha de helwestekê yan rolekê bilîzin, ango hûn ê terka wê jî bidin?

Xalid Mişel: Binêre, gava em bikevin rewşeke şepirze de, doza helwestekê yan devberdana ji tiştekî ji me were kirin ku bawerîya me pê nebe û li dijî prensîb, helwest û bawerîyên me be û destwerdana di biryara me de tê de hebe, bê guman..em azad in û em ê bi hemûyan re heman tiştî bikin.

Rûdaw: Bila wêne ji bîra me neçe. Hemas bikeve çarçoveya wêneyekê ku hûsî û grubên bergirîya iraqî tê de ne…

Xalid Mişel: Ez ê bersiva te bidim. Min xwest bersiva wê bidim pirseke din derket holê. Bi kurtî, ne bi dilê min e ku Hemas di çarçoveya rengekî tenê ji rengên vê umetê de cih bigire. Ez umetê bi hemî reng û pêkhateyên wê ve dibînim, ereb û xeyrî ereb, misilman û xirîstîyan, şiî û sunî, ev bi hev re yek umet in. Bi van hemî rengan re, ti pirsgirêka min nîne ez herim tenişta birayên xirîstîyan, birayên kurd, birayên tirk û birayên îranî û birayên ereb û birayên şiî û birayên sunî. Di vî alî de pirsgirêka min nîne. Lê ez di çarçoveya rengekî tenê de werim asêkirin, na ev wek Hemas bi kêrî me nayê, lewra ez derbirînê ji bizavekê dikim ku beşek ji vê umetê bi hemî pêkhateyên wê ye…bi min ne şerm e ku ez herim kêleka pêkhateyên vê umetê bi gelemperî. Lê cudakirina beşekê ji pêkhateyên vê umetê û Hemas jî di çarçoveya wî rengî de were danîn, mîna ku li hember pêkhateyên din ên vê umetê rawestîyabe, na em vê napejirînin.

Rûdaw: Di vê çarçoveyê de, ango ne bi dilê we ye ku navê we bikeve çarçoveya ku vêga jê re tê gotin enîya berxwedanê, her wiha çeka nekontrolkirî jî jê re tê gotin. Ango grubên şiî bi xwe jî ji wan ne razî ne. Her wiha li Yemen, Sûrîyê û Hizulahê. Hûn naxwazin navê we li tenişta wan cih bigire.

Xalid Mişel: Erê min jî ev got. Binêre, yekem, min got bi awayekî giştî, danîna me di çarçoveya reng û grubeke tenê de, li ba me nayê pejirandin. Duyem: Ez herim cem alîyekî ku şerê Îsraîlê dike, ti pirsgirêkeke min nîne. Her alîyek li dijî Îsraîlê şer bike, ereb be, misilman yan ne misilman be, şiî yan sunî be, ku li dijî Îsraîlê şer bike, em ê li kêleka wî rawestin û pirsgirêka me nîne. Lê em Hemas û berxwedana dijî Îsraîlê naxin bereya hin hêzên ku li welatên xwe neyarên sîstemê ne, yan beşek ji rewşeke sîyasî û leşkerî li welatên xwe ne. Em ne bi vî rengî ne, ango ji bo rûbirûbûna Îsraîlê, erê, em hemî dibin yek rêz, lê bila wekhevî di navbera alîyê ku li dijî dijminê zayonî şer dike û yê ku qinyateke wî ya taybet heye neyê kirin. Ew bi kêfa xwe ne. Li welatên erebî, îcar Iraq e, Yemen e yan her der e, ajenda û bernameya wan a sîyasî û leşkerî heye. Ev rewşeke cuda ye ji rewşa yê li hember Îsraîlê radiweste, ji çi reng û pêkhateyê dibe bila bibe.

Rûdaw: Pirsa min a dawî li ser Îxwan Musilmîn (Birayên Misilman) e. Bê guman çavkanîya reh û koka Tevgera Hemasê dibistana Îxwanê ye. Lê di 2017 de hûn gihîştin qonaxekê ku we destûra xwe sererast kir. Her wiha di alîyê rêxistinî de, hûn ji tevgereke Îxwanî guherîn bo rêxistineke cuda. Ji 2017an û heta niha jî, hûn hatine vê wêneyê, ku hûn dibêjin nabe hûn di vê wêneyê de hebin. Statûya we guhertiye, hûn çiqas bêjin neguhertiye, guhertiye. Hûn ji hêleke Îxwanî veşemitîne hêla îranî.

Xalid Mişel: Na…ev encamgirtineke…rê bide ez bêjim çewt e. Yekem ew belgenameya sîyasî ya sala 2017, belgenameyek e ku geşbûna sîyasî û hizirî li ba Tevgera Hemasê der dibire. Ev ne guhertina belgenameya sala 1987an, lê rengvedana wê werar û geşbûnê ye.

Rûdaw: Deqeyeke tenê, niha hûn Îxwan in yan ne Îxwan in?

Xalid Mişel: Deqeyekê raweste..

Rûdaw: Pir baş e…

Xalid Mişel: Ez ê vêga werim ser vê birayê min. Ez ê bersiva hemî pirsên te bidim. Lê bila bêhna te hinekî fireh be..ango xala yekem, belgenameya sala 2017, ne guhertina belgenameya kevin, lê geşbûna hizirê sîyasî li ba Hemasê nîşan dide. Çunke me red kir biguherin, ev xala yekem..duyem, em Îxwan Misilmîn in, berê û niha jî..bizaveke îslamî bi navê Îxwan Misilmîn li Filistînê hebû, ev bizav sala 1987an bû beşek ji berxwedana li dijî dijminê zayonî û navê xwe kir Bizava Hemasê. Lê vî navê nû girêdana me bi Îxwanan ve hilneweşand, wek Komela Îslamî li Libnanê ku Îxwan e, Bizava Nehze li Tûnisê Îxwan e, Komxebata Reformê li Yemenê Îxwan e, lê navê wan bi vî rengî ye. Em jî li Filistînê Îxwan in û navê me Tevgera Berxwedana Îslamî (Hemas) e. Baş e, girêdana Hemasê di alîyê hizrî de bi dibistana Îxwanan, dê berê, niha û di siberojê de jî berdewam bibe. Lê celebekî me yê serxwebûnê jî di biryara rêxistinê de heye. Ango ji roja damezrandina Hemasê di sala 1987an de, biryar her li ba wê bû û serbixwe bû. Ne dûvelanga ti rêxistineke Îxwanî yan ne Îxwanî ye. Lê em beşek ji dibistana Îxwanê ne. Lewra Hemasê dev ji vê nasnameya Îxwanî bernedaye. Em Îxwan bûn û vêga jî Îxwan in. Lê em tevgereke filistînî ya berevanîyê ne û biryar li ba me ye. Biryara Hemasê ne li ba ti kesî ye. Ji xeynî Encûmena Şêwira Hemasê û biryarên wê, ti lêvegereke me nîne. Lewma stem e tu bêjî welle Hemasê dev ji Îxwanan berdaye ji bo ku here kêleka Îranê, na..Hemas Îxwan bû û niha jî Îxwan e.. ji sala 1991ê û bi şûn de, têkilîyên Hemasê bi Îranê re hebûn. Têkilîya me niha jî berdewam e. Têkilîya me bi welatên erebî re her berdewam bû. Ez ê mînakekê bidim te..piştî tişta sala 2013an li Misrê qewimî, berpirsekî ereb têkilî bi min re danî. Berpirsê dewleteke erebî ya mezin e. Têkilî bi min re danî û bê guman ez wî nas dikim. Got: Bavê Welîd, ev derfeteke baş e, piştî tişta li Misrê qewimî, tu daxuyanîyeke zelal û eşkere binivîsî ku êdî têkilîya we bi Îxwanê re nemaye. Min got bizane karekî wiha ne layiqî me ye, niha ku Îxwan di rewşeke xerab û kambax re derbas dibin, rabim xencerê li pişta wan bidim? Ev yekem, duyem..ez ne Îxwanîyek bûm ku bêjim ez êdî ne Îxwanî me, ez berê û niha jî di nav dibistana hizrî ya Îxwanê de me. Lê ez hergav rêxistineke serbixwe bûm. Ev hevkêşeyeke zelal e. Ez beşek ji dibistana hizrî ya Îxwanê me. Di alîyê dîrokî de, ez beşek ji Îxwan bûm. Lê ez di biryar û sîyaseta xwe de, rêxistineke filistînî ya serbixwe me jî. Ev hevkêşeyeke zelal e û em ne dûvelangên ti kesî ne, ne li Rojhilat û ne li Rojava. Ez naxwazim heman gotinê dubare bikim. Em ne dûvelangên ti dewleteke ereb û misilman û ti dewleteke vê cihanê ne. Em tevgereke serbixwe ne. Şerê me bi dagirkerê zayonî re ye, armanca me rizgarkirina welêt û bidestxistina azadîya gelê me ye.

Rûdaw: Ez pir spasîya te dikim. Ev ê gotina min a dawî be. Ez dixwazim gotineke te jî di vî warî de werbigirim. Ev wêneya Qudsê ye li pişt me. Hemî misilman gava vê wêneyê dibînin, nas dikin û dizanin li ku ye. Bajarekî me li Kurdistanê heye, ku serokkomarê berê yê Iraqê serok Mam Celal herdem digot, ji bo ku birayên me yên ereb bizanin ev bajar çiqasî ji bo me giring e, em hergav dibêjin ji bo me wek Qudsê ye. Ew jî bajarê Kerkûkê ye, ku serok Mam Celal digot Kerkûk Qudsa Kurdistanê ye. Cenabê te Kerkûkê nas dikî û têbînîya we li ser wê gotina Mam Celal çi ye ku digot Kerkûk Qudsa Kurdistanê ye.

Xalid Mişel: Berî her tiştî, hûn ji Qudsê ne xerîb in. Selahedîn ew rizgar kir û tilîmoreke mezin a kurdan li ser dîroka vî bajarî dîyar e..em û we di vê de hevbeş in. Ev qiblegeha me ya yekem e. Ev mizgefta me ya pîroz e û axa Îsra û Mîracê ye. Pêxember silavên xwedê lê bin, şeva Îsra û Mîracê di vir re bihurî, ev Qudsa me hemîyan e û bi alîkarîya xwedê em ê lê nimêj bikin…mamoste Celal Talebanî rehma xwedê lê be û mamoste Mesûd û hemî serkirdên kurd ên rêzdar, bê guman şanazîyê bi Qudsê dikin wek çawa em şanazîyê pê dikin. Ez rêza helwesta wan li hember Filistînê jî digirim. Bi alîkarîya xwedê, em ê hemî di rizgarkirina wê de hevkar bin û lê nimêj bikin, xasma ku em berî çend rojan di bîranîna Îsra û Mîracê de bihurîn û va em derbasî meha Remezanê bûn ku ev meh Qudsê tîne bîra me wek çawa Meke û Medîneyê tîne bîra me..bi îzna xwedê em ê erkê xwe yê rizgarkirina Filistînê bi cih bînin û Quds û Eqsayê bi dest bixin bi îzna xwedê.

Rûdaw: Ez pir spasîya te dikim. Ez hêvî dikim Remezan bibe sedema xêr û xweşîyê ji bo hemî bajarên cihanê bê cudahî.

Xalid Mişel: Ez jî spasîya we ji bo vê hevpeyvînê dikim. Ez bi rêya te silavan ji hemî şênîyên Kurdistanê re dişînim, ji jin, mêr, biçûk û mezinan re. Ji sîyasetvan û hemî merivên asayî re. Ez hêvîya xêr û xweşîyê ji wan re dikim..ez hêvîya ewlehî û aramîyê ji wan re dikim û lava dikim xwedê xêrê bike para wan û hemî umeta misilman

Rûdaw: Te qala wê yekê kir ku te berê çend serkirdên Kurdistanê dîtibûn. Te kîjan ji wan dîtine?

Xalid Mişel: Mamoste Mesûd ku min ew li Stenbolê, di ahengeke Partîya Dad û Geşedanê de dît.

Rûdaw: Kongreya AK Partîyê.

Xalid Mişel: Her wiha serokkomarê niha yê Iraqê rêzdar

Rûdaw: Berhem Salih.

Xalid Mişel: Berhem Salih ku ew jî di şandê de bû. Min çend serkirdên kurd dîtin û min silav li wan kir wek ku ez niha silavê li te dikim.

Rûdaw: Zor zor spas.

Xalid Mişel: Ez kêfxweş bûm..her bijîn û bi xêr hatin.