RUDAW TAYBET - Berdevkê Goran: Dewleta PDK û YNKê dê mîna Lîbyaya Qedafî be

Silêmanî (Rûdaw) – Berdevkê Tevgera Goran Şoreş Hacî di hevpeyvînekê de ji Rûdawê re got, ku ew ne li dijî referanduma serxwebûna Kurdistanê ne lê gumana wan ji niyeta PDK û YNKê heye.

 

Bi nêrîna Şoreş Hacî YNK ketiye pey peyama PDKê û herwiha piraniya endamên serkirdetiya YNKê jî naxwazin rêkeftina ligel Tevgera Goran were cîbicîkirin. Hacî dibêje; “Ev serkirdeyên YNKê di bin bandora hejmûna PDKê dde ne û dixwazin li ser hesaba rêkeftina ligel me, ligel PDKê rêkeftinê bikin.”

 

We civîna ligel şanda hevpar a YNK û PDKê ya li ser mijara referandûmê qebûl nekir. Ev mijareke hesas e. li gorî te biryara we ne biryareke lez bû?

 

Di destpêkê de em behsa serdana şanda hevpar a PDK û YNK ya ligel Sekreterê Komela Îslamî mamoste Elî Bapîr bikin. Di wê serdanê de Sekreterê Polîtbûroya YNKê Mele Bextiyar got, “Em vê care ji bo serxwebûnê cidî ne.” Vê gotinê bi xwe guman li ser hewldanên beriya niha û yên niha yên ji bo referandumê çêkir. Weke Tevgera Goran, di destpêka damezrandina partiya xwe de me referandum û serxwebûna Kurdistanê weke prensîba xwe ya yekem destnîşan kir. Ev pirseke nîştîmanî û neteweyî ye, nabe tenê di nav du partiyan de were behskirin. Divê desthilata rewa û yasayî, ku ew jî Parlamentoya Kurdistanê ye, behsa vê mijarê bike û bixe dengdanê.

 

Bi nêrîna te ji bo referandûmê pêwîstî bi derxistina yasayan heye? Ji ber ku PDK û YNK dixwazin bêyî yasa refernadumê bikin.

 

Referandum tenê ne ji bo ragihandina dewleteke serbixwe ye. herwiha li ser wê yekê ye, ku bizanin ka gel dixwaze ji Iraqê cuda bibe yan na. Em li dijî hemû curên giştpirsiyê ne ku ji bo bidestxistina pile û paye tên kirin. Weke mînak giştpirsiya sala 2005ê ya Bexdayê kirin mûzayedeya siyasî. Ezmûneke me yê xirab ligel PDK û YNKê heye. Di sala 2005ê de referandum hate kirin û ji sedî 98ê gel dengê xwe da cudabûna ji Iraqê. Lê ew çûn ev refernadum birin Bexdayê, bi vê danûstandin kirin û li hember de pile û paye bidestxistin. Nexwe weke prensîb baweriya me bi mafê çarenivîsê û serxwebûna Kurdistanê heye.

 

Ji ber çi hûn ji niyeta PDK û YNKê gumanan dikin?

 

Ji ber ku ev prose bûye mûzayedeya siyasî. Niha dema sererastkirina nav mala kurdî ye, yekkirina gotara kurdî û li hember hemû şêweyên eger û pêşhatan xwe amadekirinê ye. eger du partî di vê proseyê de rabin û biryarê liser çarenivîsa gelekê bidin, ev dibe cihê gumanê. Em piştrast dikin, ku tenê du partî bêyî biryara parlamentoyê biryarê li ser vê mijarê bidin ev yek dibe cihê gumanê.  

 

Eger bêyî yasa û biryara parlamentoyê referandum were kirin, hûn dê dengê nexêr bidin, yan tenê dê weke rêxistinekê lê binerin?

 

Di ti rewşekê de em ne li dijî referandum û ragihandina Kurdistana serbixwe ne. Lê nêrîna me ya ji bo dema referandumê ligel nêrîna PDKê ji hev cuda ye. Niha YNK jî ketiye pey peyama PDKê. Giştpirsî ji bo ragihandina serxwebûnê pêngavek e. Lewma jî em ji PDK û YNKê re dibêjin, bila ji gelê Kurdistanê re bêjin ku piştî referandumê dê ji bo ragihandina serxwebûnê û pêkanîna stûnên din ên dewleteke serbixwe, gavên pratîkî biavêjin. 

 

PDK û YNK di yekemîn pêngava xwe de bi rêyeke xelet ve çûne daxwaza serxwebûnê. Ew dixwazin desthilata herî bilind a yasadanîn û çavdêriyê, an ku Parlamentoyo Kurdistanê bê maf û bandor bikin. Eger PDK û YNK dewletekî ava bikin jî dê dewleta wan bibe mîna Lîbyaya Mûammer Qedafî. Em ligel dewletekê serbixwe de ne, ku kerameta mirovan biparêze, çavkaniyên sirûştî bi dadperwerî parve bike, baweriya hemwelatiyan bi desthilatê hebe.

 

PDK û YNKê dest bi danûstandinan ligel Bexdayê kirine. Diyar e ku cidî ne, çima hûn hê jî bi guman in?

 

Hinek tişt dibin sedem ku gumanên me hebin. Di demekê de wan bixwe Parlamentoya Kurdistanê ji kar xistiye û nahêlin Serokê Parlamentoya Kurdistanê here Hewlêrê, bi çi rûyê ve diçin Bexdayê û ligel Serokê Parlamentoya Iraqê dicivin?

 

Helwesta Tevgera Goran a derbarê li Kerkûkê bilidkirina Ala Kurdistanê çi ye?

 

Bilindkirina Ala Kurdistanê li Kerkûkê mafekî sirûştî ye. Civata parêzgehê vê biryarê dide. Eger Bexda bêje ev yek ne destûrî ye, ew gotineke din e. Lê di 14 salên desthiladariya xwe de divê YNK û PDKê xizmeteke wisa bikirana da ku hemû pêkhateyên Kerkûkê bixwastana bajarê wan vegere ser Kurdistanê. Lê bê xizmethiştin û nehiştina baweriyê we kir, ku em ji niyeta PDK û YNKê gumanan bikin.

 

Ji bilî vê yekê, di mijara bilidnkirina Ala Kurdistanê de jî van herdu partiyan ti pirs ji me nekirin. Lewma em bi guman in, ku ev jî beşekê wê pozberiya navxwe be û dibe ji bo kartekê guvaşê li dijî Bexdayê bikar bînin. Bi vê rêyê di Iraqa piştî DAIŞê de bibin xwedanê pile û paye, ji Amerîka û Ewropayê re “bêjin giringiyê bide me.” Bi nêrîna me divêya di sala 2005ê de Kerkûk neketiba nav madeya 140 a destûra Iraqê. Di ti deverê dinyayê de nehatiye dîtin gelekê serkeftî, xaka bav û kalên xwe bixe nav danûstandineke wiha de. Ji bilî vê, divê serkirdetiya kurd daxwaza cîbicîkirina madeya 140 bikira.

 

Lê Sekreterê Giştî yê Tevgera Goran di dema nivîsandina destûra Iraqê de cîgirê Celal Talabanî bû. Hûn çima xwe ji cîbicînekirina adeya 140 vedidizin?

 

Ez behsa kak Newşîrwan nakim. Behsa Tevgera Goran dikim. Wê demê hê Goran nehatibû damezrandin. Lewma ji vê madeyê ne berpirs e.

 

Civîna YNK û PDKê ya vê dwiyê ya di bin serokatiya Mesûd Barzanî de, piştî civîna polîtbûroya YNKê pêkhat. Gelo ev ji bo we ne surprîz bû?

 

Nexêr, ji xwe me ev ji YNKê hêvî dikir. Çimkî di Gulana sala 2016ê de me ligel YNKê rêkeftinek îmze kir lê beşekê zêde yê endamên Polîtbûroya YNKê nahêlin ev rêkeftin were cîbicîkirin. Dîsa piraniya partiyên Kurdistanê û Iraqê ev rêkeftin pîroz kirin. Tenê PDKê destxweşî nekir. Em di wê baweriyê de bûn ku dê ev rêkeftin piraniya pirsgirêkan çareser bike. Di dema rêkeftinê de piraniya kadro û berpirsên YNKê amade bûn lê dîsa ew in ku nahêlin ev rêkeftin pêkwere. Divêya endamên serkirdetiya YNKê rêz ji 3imzeyên xwe re bigirtana. Ji ber ku ev rêkedftin di berjewendiya gelê Kurdistanê de bû.

 

PDKê qebûl nekir ligel şanda hevbeş a YNK û Tevgera Goran hevdîtinê bike. Gelo ev nebû sedem ku derz bike rêkeftina we?

 

Yek ji sedema cîbicînekirina rêketina Goran û YNKê ew e, ku hinek berpirsên YNKê di bin badora hejmûna PDKê de ne. di pêşerojê de em ê li ser vê mijarê nêrîna xweî bînin ziman.

 

Hun dibêjin hikûmet serkeftî nebûye. Çima xwe jê nakişin?

 

Li hember hemû karên siyasî bernameya me heye. Em berpirsiyariya hikûmeta şkestxwarî nagrine ser milê xwe. Tevgera Goran tenê salek û 3 mehan di nav vê hikûmetê de ma. Wezîrên me di karên xwe de serkeftî bûn. Hemû wezîrên me hewl dan bernameya çaksaziyê ya Goran cîbicî bikin. Di parlamentoyê de yasaya dansoqa dahat petrolê hate qebûlkirin. Bi vî yasayî dihate xwestin, ku dahata petrolê şefaf be. Ji bo çaksaziyan tişta ji destê me hat, me kir. Lê desthilatê, di rêza destpêkê de PDKê nehiştin ev pêngavên çaksaziyê werin cîbicîkirin.  Sedema venekişandina ji hikûmetê jî ew, ku ew pile û payeyên hikûmetê ne yê ti kesan e, para me û dengê me ye. ji lewra emê biryarê bidin ka kengî dê vekişin.

 

Eger rewş wiha be dê hilbijartin bibe çareserî. Hûn li ser hilbijaretinan jî nakok in?

 

Em bi rijd in, ku hilbijartin di dema xwe de bêne kirin û ev hikûmeta têkçûyî were guhertin.

 

Nêrîna Tevgera Goran a liser yasaya hilbijartinê çi ye?

 

Yasaya hilbijartinê mijareke nîştîmanî ye û divê bi lihevkirin û di bin bane parlamentoyê de were pesendkirin. Em ligel wê yekê de ne, ku Kurdistan firehbazinî be. Ji ber ku parvekirina nûnertiya herêman xizmeta pêvajoya demokrasiyê dike. Herwiha divê lîsteyên nîv vekirî be da ku gel dengê xwe bide berbijêrên serkeftî.

 

We daxwaza kêmkirina kursiyên kotayan kiriye?

 

Nexêr. Em ligel hiştina kursiyên kotayen in. Lê divê nûnerên rast ên tirkmen, aşûrî û kildaniyan hebe. Tomara dengên wan hebe û ew bixwe deng bidin xwe, ne ku hêzên leşkerî herin deng bidin namzetên wan.   

 

Tevgera Goran tê tomatbarkirin ku daxwaza benda hilbijartinê kiriye da ku partiyên biçûk nekevin parlamentoyê. We divê ezmûna sala 1992 dubare bibe?

 

Pêşniyara me ew e, ku ew partiyên nûnerên rast ên gel in bikevin parlamentoyê. Lewma me pêşniyara benda ji sedî 2 an jî 3 kiriye.

 

Eger yasaya serokatiya Herêma Kurdistanê neyê sererastkirin, dê namzetê we ji bo vê kursiyê hebe?

 

Em dixwazin parlamento were aktîfkirin, yasaya hilbijartinan û ya serokatiya herêmê were sererastkirin. Sîstem bibe sîstemeke parlamenterî, serokê herêmê ji aliyê parlamentoyê ve were hilbijartin. Pirsgirêka yasayî jî heye ka kî daxwaza hilbijartinan dike. Lê belê eger bi yasaya kevin hilbijartin were kirin, bê guman dê namzetê me jî ji bo serokatiya herêmê hebe.

 

Niha pêwendiyên PDK û Tevgera Goran çawa ye?

 

Pêwendiyên me yên ligel PDKê asayî ne. Me bi erênî pêşwaziya peyama Mesûd Barzanî kir û şanda wan jî bi başî pêşwazî kir. Me daxwaz kir, ji bo guhertinan mekanîzmayek were avakirin. Lê paşî şanda wan careke din nehat. Kak Mesûd û partiya wî ji peyama xwe poşman bûn. Weke her car civînên vê şandê jî ji bo çavgirtinê û kuştina dem bû.

 

Gelek caran Nûrî Malîkî ne raste rast be jî behsa Tevgera Goran dike û dixwaze ligel hinek aliyên din hikûmeteke nû yê piranî pêk bînin. Ti bernameyeke we yê wiha heye?

 

Ligel piraniya aliyên iraqî pêwendiyên me hevseng in û em li hember ti aliyekê piştgirî nadin aliyeke din. Em li Bexdayê jî ligel wan aliyan hevpeyman in, ku berjewendiyên kurdan diparêzin. Goranê Malîkî nekiriye serokwezîrê Iraqê. PDKê ew du xulan kiriye serokwezîr.  

 

Nêrîna we ya derbarê hikûmeta Ebadî çi ye?

 

Ji bo şerê li dijî DAIŞê pêwîstiya Ebadî bi Kak Mesûd û hêza pêşmerge heye. Piştî şerê DAIŞê dê li Iraqê rêzbendiyeke nû çêbibe, wê demê em ê jî axaftina xwe bikin.   

 

Îran û Tirkiyê ti daxwazeke fermî ji Tevgera Goran kiriye?

 

Tirkiye û Îranê bi fermî ji bo serdana Enqere û Tehranê em vexwendine da ku li wan deran baregahên xwe vekin. Lê em pabendê prensîbên xwe ne, nabe pêwendiyên hizban ligel dewletan hebe. Divê tenê nûnertiya hikûmeta Kurdistanê li welatên din hebe. Lê PDK û YNK weke serdema çiya kar dikin. Heta niha jî li Tirkiye û Îranê nûnertiya wan heye.