Namzedê DEM Partiyê Dogan Hatun: Em dê navê Amedê û gundan bibin referandûmê
Namzedê DEM Partiyê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun, destnîşan kir dema ew bên ser kar pêşî dê baxçeyên zarokan û dibistanên Kurdî vekin û pê re jî bi festîval û xebatên çand û hunerê careke din Kurdî li bajêr bikin zimanê sereke.
Hatun got, “Em dê navê Amedê û hemû gundên Amedê û navçeyên wê jî bibin referandûmê. Gelê me çi biryarê bide, em dê wisa bikin.”
Dogan Hatun li ser projeyên xwe got, “Me ev soz daye xwe, ‘Dema ku zimanê vî bajarî nebe zimanê Kurdî, çand û hunera Kurdî li vî bajarî nejî, em şaredariyê nakin.’”
Dogan Hatun, diyar kir ku heşt sal in qeyûman zimanê Kurdî li bajêr tepisandiye û dema ew bên ser kar ew dê bi kar û xebatên xwe careke din kurdî bikin zimanê sereke yê bajêr.
Hatun, ji navê Şêx Seîd bigire heta avakirina dibistanên Kurdî, ji guhertina navê Amedê heta lêkirina xaniyên alternatîvên TOKIyê, derbarê gelek mijaran de bersiv da pirsên Tora Medyayî ya Rûdawê.
Namzedê DEM Partiyê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun, derbarê plan û projeyên xwe yên xizmeta şaredariyê de ji Nûnerê Rûdawê yê Amedê Maşallah Dekak re axivî:
“Rengê jinê li tevahiya welêt belav dibe”
Rûdaw: Yekser ji vir dest pê bikim. Hemû partî bi yek kesî bedarî hilbijartinê dibe lê DEM Partî bi 2 kesan tevli hilbijartinan dibe. Çimkî sîstema hevserokatiyê heye. Hûn çawa vê sîstemê bi hev re parve dikin, tu pirsgirêk dernakeve?
Dogan Hatun: Bi rastî sala 2014an partiya me sîstema hevserokatiyê da ber xwe. Ne tenê di şaredariyan de, li hemû saziyên xwe ev sîstemê bi cih kir. Ji bo birêxistina jinan jî ji bo fêmkirina mêran jî sîstemeke xweş e.
Jihevdû hînbûn tiştekî pir balkêş e. Di nava civakê de jî tê dîtin ku ev sîstemeke baş e, xurt e û rengê jinê li tevahiya welêt belav dibe. Bi vî awayî rêxistina jinê xurt dibe, mêr jî zêdetir ji jinê fêm dike. Wekî jiyaneke hevpar tê fêmkirin.
“Ji bo partiya me fermiyet qet ne xem e”
Rûdaw: Ji bo we qet ferq nake kî bi awayê fermî bûye şaredar? Çimkî yasa û qanûn rê nadin vê sîstemê.
Dogan Hatun: Fermiyet tenê ji bo dewletê ye, ne ji bo me ye. Ji bo partiya me fermiyet qet ne xem e. Em wekhev lê dinêrin. Ha ez bûme, ha ew bûye şaredar. Di fermiyetê de kî bûye qet ne xema me ye. Em ji vê sîstemê kêfxweş in.
“Tu nikarî ziman û çand û hûnere ji hev biqetînî”
Rûdaw: Dema tu û Sera Bucak Xanim hûn hatin ser kar, yekemîn karê ku hûn dê bikin çi ye?
Dogan Hatun: Mirov nikare bêje yekemîn, duyemîn û sêyemîn ev kar bê kirin çimkî tu nikarî ziman û çand û hûnere ji hev biqetînî.
“Me soz daye xwe”
Hewce ye hemû bi hev re bimeşin. Me ev soz daye xwe, “Dema ku zimanê vî bajarî nebe zimanê Kurdî, çand û hunera Kurdî li vî bajarî nejî, em şaredariyê nakin.”
Ji ber vê yekê politîkaya me ya sereke ev e lê karên din ên ku em bikin jî hene. Em dê pêşî wan paqij bikin.
“Herin van qeyûman bi van melkesan paqij bikin”
Em dê wê bîna genî a ku ji mêjiyê qeyûman maye paqij bikin. Ez îro çûme Çingûşê, welatiyekî ev melkes, ev silmik da min.
Ev gezik da. Got herin van qeyûman bi van melkesan paqij bikin. Ev peyamek e ku gelê me dide me.
Rûdaw: Ji min re sê tiştan bijimêre ku xelk ji ber wan sedeman dengê xwe bide te û Sera Bucak xanimê. Çima xelk dengê xwe bide we?
Dogan Hatun: Hewce ye em bazara vî bajarî biguherin bikin Kurdî. Navê kuçe û kolanên xwe, bazara xwe, xebatên xwe, her tiştên xwe, xizmeta xwe bi Kurdî bikin.
Ev heşt sal in wan Kurdî ji vî bajarî rakiriye. Ti xebateke çand û zimanê Kurdî li vî bajarî nehiştin. Em dê ya sêyemîn jî hezkirinê careke din bînin vî bajarî. Em dê ji hev hez bikin.
“Li vî bajarî dê zimanê sereke Kurdî be”
Rûdaw: Te got wan zimanê Kurdî nehişt li vî bajarî. Te got em dê Kurdî careke din şên bikin. Hûn sê çi bikin? Hûn sê baxçeyên zarokan ava bikin, komên şanoyan ava bikin? Hûn sê xebatên wêjeyî bimeşînin, festîval û konserên Kurdî li dar bixin. Hûn dê çi bikin?
Dogan Hatun: Piştî hilbijartinê bi10-12 rojan festîvaleke şanoyê heye. Ev ne xebata şaredariyê ye lê em dê wekî ya xwe xwedî lê derkevin.
Em ne li dijî tu zimanekî din in. Helbet dê Tirkî û Erebî jî hebin lê li vî bajarî dê zimanê sereke Kurdî be. Ji baxçeyên zarokan heta festîvalan, heta dibistanên sereke heta warên teknîkî de hemû xebatên me dê bi Kurdî bin.
“Em dê li dayikê jî li zimanê dayikê jî û li zarokên dayikan jî xwedî derkevin”
Rûdaw: Hûn dê dibistanên Kurdî jî vekin? Yên wekî Ferzad Kemangerê?
Dogan Hatun: Belê, em dê careke din vekin. Em dê baxçeyên zarokan, zarokistanên ku girtin em dê dîsa vekin. Ev ne sozek e, ev berpirsyariya me ya sereke ye.
Dema ku zarok di biçûkatiya xwe de di nava zimanê Kurdî de nebe, bi zimanê xwe nejî paşê nikare bi vî zimanî rabe. Em dê li dayikê jî li zimanê dayikê jî û li zarokên dayikan jî xwedî derkevin.
Rûdaw: Zimanê xizmeta we dê çi be? Zimanê şaredariyê?
Dogan Hatun: Di fermiyetê de bi awayê nivîskî divê bi Tirkî be lê di nava gel de herî kêm dê bi du zimanan xebat bimeşin lê sereke bi her du zaravayên Kurdî be, bi dimilkî û Kurmancî. Yanî bi Kurmancî û Zazakî.
“Qeyûm li Kurdistanê qet neqediyane”
Rûdaw: Dema dibêjin şaredarî pêşî qeyûm tên hişê hilbijêrên DEM Partiyê? Hûn dê karibin îcar xwe ji qeyûman xilas bikin?
Dogan Hatun: Ne tenê bîra DEM Partiyê, tê bîra AKPyiyan jî. Qeyûman ji me zêdetir zirar da AKP û MHPyê jî.
Qeyûm li Kurdistanê qet neqediyane. Piştî bûyera Şêx Seîd Mufetîşên Umîmî danîn, ew jî wekî qeyûman bû. Dema di salên 90î de gund şewitandin Waliyê Rewşa Awarta hebû. Ew jî wekî qeyûman bû. Nav cuda bin jî hemû qeyûm bûn.
“Ku em navê Amedê daneynin eyba me ye”
Rûdaw: Dema ku qeyûm hat pêşî li ser tabeleya şaredariyê navê Amedê rakir. Hûn dema bên ser kar hûn dê careke din navê Amedê daynin ser tabelaya şaredariyê?
Dogan Hatun: Ku em daneynin eyba me ye. Ne tenê li ser şaredariyê em dê li hemû cihan wan navan daynin. Ne tenê şaredariyê, wan xwest navê Cegerxwîn biguherin, wan navê Ehmedê Xanê guhert. Wan navê Wedat Aydin ji parkan rakir.
Em çiqas kuçe û kolanekê, parkekê vekin, em dê pêşî navê pêşengên xwe daynin. Ji bo bajar ger girîng be, em dê wan navan daynin ser. Dibe ku ev nivîskarek be, dibe ku helbestvanek be. Pêşeng kî be, sereke dê navê wan be.
“Mirov dikare referandûmê bike”
Rûdaw: Hûn difikirin ku navê Amedê bi referandûmeke vegerînin?
Dogan Hatun: Me di saziyên sivîl de jî dema xebat dimeşandin, her çiqasî navê tirkî Diyarbekir jî bû, me di nava xwe de hertim Amed bi kar dianî. Platformeke me hebû, navê wê jî Amed bû. Bi rastî wekî referandûmê qet li serê nefikirîbûm lê divê mirov bike.
Divê em pêşengiya van tiştan bikin çimkî di zagonan de tiştekî wisa heye. Navê Guroymakê bû Norşîn. Navê navçeyan jî gundan jî. Mirov dikare bi referandûmê biguherîne. Çima nebe? Ger gelê me jî wekî referandûmekê xwest em dê bikin. Em dê ji gelê xwe bipirsin û pêşengiya van guherînan bikin.
“Şêx Seîd pêşengê gelê Kurd e”
Rûdaw: Baş e navê Şêx Seîd jî bipirsim. Navê wî li rêyeke Amedê kir û qiyamet rabû. Hûn çawa nêzî Şêx Seîd û navê Şêx Seîd dibin? Şêx Seîd ji bo we çi ye? Hûn dê di xebatên xwe de cih bidin navê wî?
Dogan Hatun: Şêx Seîd pêşengê gelê Kurd e. Armanca wî, sekna wî, xebata wî heta şehadeta wî… Hê jî diçî navçe û gelek gundan herkes dibêje ew pêşengê gelê Kurd e. Em jî bi wê çandê mezin bûne. Dema ku kesek pêşengên gelê xwe ji bîr bike geltiya wî namîne. Hewce ye em xwedî lê derkevin.
“Em dê li hemû pêşengan xwedî derkevin”
Em dê li hemû pêşengan xwedî derkevin ne tenê li Şêx Seîd. Em sê li hemûyan xwedî derkevin. Ji bo gelê Kurd, ji bo vê civaka me kê gaveke biçûk jî avêtibe em sê xwedî lê derkevin. Şêx Seîd ne tenê gavek e biçûk e, Şêx Seîd şoreşek e. Şoreşeke mezin e. Kî çi dibêje bila bêje, dawiya wê mirin jî be em dê dîsa xwedî lê derkevin.
“Li kû derê kevirekî dîrokî hebe em dê xwedî lê derkevin”
Rûdaw: Dema em dibêjin Amed, divê em hinekî qala mîmariya Amedê jî bikin çimkî bajarekî gelekî kevnar e. Behsa 12 hezar sal berê tê kirin. Ji Merwaniyan heta Mîtanî û Mediyan, ji Osmaniyan heta Artûkiyan… Hûn dê çawa vê mîmariyê wekî mîmariya bajêr bidomînin?
Dogan Hatun: Belkî ji 12 hezar salan kevntir jî be. Ev avahiyên wê, sûrên wê, keleha wê… Sala 2014an ket lîsteya UNESCOyê jî. Dema ku UNESCO van cihên dîrokî dixe bin banê xwe, ew dibe mîrateya mirovahiyê.
Dibe yê hemû cîhanê. Ji ber vê jî sûr û nava wê gelekî girîng in. Salên 2015-2016an di nava bajêr de şerek çêbû. Gelek avahiyên dîrokî diviyabû bihatana parastin lê piştî şer hemû hatin xirakirin. Hemû hatibûn tomarkirin û tescîlkirin lê xira kirin.
Niha jî ger bixwazin dikarin çêkin çimkî her kevirek, her cihek dîrokî mîmariya wê û hemû tiştên wê diyar in. Wezareta Çandê jê berpirsyar e. Ger di destê şaredariyê de bûya em dê welat bi welat bigeriyana, me dê pere berhev bikira û çêkira lê di bin destê Wezareta Çandê de ne. Ez 8 salan berpirsyarê odeyên endezyar û avahîsazan bûm. Ez vê mijarê baş dizanim. Ew çanda ku me ji endezyarî û avahîsaziyê girtiye girîng e. Li kû derê kevirekî dîrokî hebe em dê xwedî lê derkevin.
Rûdaw: Dema bi Namzedê AK Partiyê re diaxivî dibêje ez ê tramvayê bînim Amedê, ez dê projeya Geliyê Dîcleyê çêkim. Dibêje ez ê bûrsê bidim xwendekaran… Projeyên we çi ne?
Dogan Hatun: Ez pêşî vê bêjim 8 sal in di destê qeyûm de ye, çima ev proje çênekirin? Heşt sal in hemû derfetên dewletê di destê qeyûman de bûn, çima nekirin? Ger em bêne meseleya trên û travmayê, pêdiviya trafîka Amedê bi vî tiştî heye. Ev karê me ye. Em ji karên teknîkî pir baş fêm dikin. Tramvay şert e. Bajêr xweşik dike û çandekê jî çêdike. Projeya me ya çêkirinê heye.
Rûdaw: Ev proje di dema Baydemîr de jî hebû….
Dogan Hatun: Di dema Baydemîr de jî di dema rêzdar Gultan Kişanak û Selçuk Mizrakli de jî hebû. Şaredarî dema di destê me de bû, ji bo çêkirina vê projeyê pere ji welatên din dîtin lê dewletê destûr neda.
Ji bo ku ji derve tu pereyekî wekî proje bînî, divê wezîrekî dewletê jî bibe kefîl û vê yekê erê bike. Heta wezaret erê neke, tu nikarî ji derve tu pereyekî bînî.
“Xaniyê min jî xira bû”
Rûdaw: Ez di erdhejê de bûm şahid tu gelekî xebitî. Niha vê rastiya erdhejê divê tu ji hemû kesî baştir zanibî. Ji bo ku di erdhejê de xaniyên Amedê hilneweşin, hûn dê çi bikin?
Dogan Hatun: Avahiyên ku li bajêr çêdibin, ger yek qatî bin jî ku analîzên wan li gorî teknîka erdhejê nebin, em nahêlin bên lêkirin. Em nahêlin xaniyek jî bê çêkirin. Em dê alternatîva TOKIyê çêkin. Tu dizanî xaniyê min jî xira bû.
Rûdaw: Xaniyê te jî xira bû?
Dogan Hatun: Belê xaniyê min jî xira bû.
Rûdaw: Ji TOKIyê xanî ji te re derneket?
“Projeyên me yên lêkirina xaniyan hene”
Dogan Hatun: Nexêr, derneket. Ez naxwazim jî. Ez ji wan tiştekî naxwazim. Ez dizanim ew gelê ku xaniyê wan xira bûne û zirareke mezin dîtiye di çi halî de ne. Ez ji dayika xwe dizanim çimkî xaniyê wê jî xira bû.
Em dê ji bo gelê xwe xaniyan çêkin. Bi derfetên şaredariyê em dê çêkin. Projeyên me yên lêkirina xaniyan hene. Di serî de em ê 2 hezar xaniyan li Amedê çêkin. Me ji partiya xwe re jî got, bila li hemû bajaran şaredarî xaniyan lêke.
“Em kesên kedkar ji kar dernaxin”
Rûdaw: Baş e. Pirsa dawî, dema hûn bêne ser kar, hûn dê jî wekî qeyûman xelkê ji kar bavêjin an na?
Dogan Hatun: Kesên ku xizmetkar in, karker in, li pey nanê xwe ne û bi keda xwe ketine hilbijartinê, cihê wan li ser seran û ser çavan heye. Ger xizmetê ji gel re bikin û meaşê xwe heq bikin, em tu kesekî ji kar dernaxin lê kesên ku weke burokratan xebitîne, bi qeyûman re tevgeriyane, zilm kiriye û mêjiyê wan wekî qeyûman e, em dê wisa qebûl nekin.
Ez bawer im ew dê bi me re nexebitin. Em dê yek bi yek di çarçoveya zagon û yasayê dozê li wan kesan vekin. Biryarên dadgehan girîng in, divê em esas bigrin lê em dê nehêlin ew kesên qirêj wekî burokrat li ba me bixebitin.