Wezîrê Perwerdeyê yê Sûriyeyê: Eger pêwîstî hebe dê beşên Kurdî bên vekirin

Wezîrê Perwerdehiya Bilind a Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê Ebdulmunîm Ebdulhafiz ragihand ku aliyên zanistî yên pispor dê biryarê bidin ka dê beşên xwendina Kurdî li zanîngehan bên vekirin yan na. 

Li gorî gotina wezîr heger pêwîstî hebe dê beşên Kurdî bên vekirin û ew dê kêfxweş bibin. 

Ebdulmunim Ebdulhafiz li ser rewşa perwerdeya Sûriyeyê bersiv da pirsên pêşkêşkarê Rûdawê Zana Kayanî.

Wezîrê Perwerdeya Bilind eşkere kir ku ji ber ku ew di serdema yekem a xwendinê de ne dê sîstema xwendinê îsal wekî xwe bimîne.

Ebdulmunim Ebdulhafiz destnîşan kir ku cudahî di navbera sîstema xwendinê ya zanîngehên serdema Beşar Esed û û zanîngehên hikûmeta wan a berê de hebû.

Wezîrê Sûriyeyê amaje bi wê yekê kir ku dê ti cudahiyê di navbnera pêkhateyan de nekin û got:

“Di Wezareta Perwerdehiya Bilind de bernameya me heye û ti cudahî di navbera pêkhateyan de tune. Wekî min berê got, em hemû Sûriyeyî ne û em hemû ji bo avakirina vî welatî dixebitin. Tiştê ku li ser pêkhateyekê derbas dibe li ser hemû pêkhateyan derbas dibe. Hemû xwedî heman maf û erkên wekhev in û qet cudahî tune.”

Hevpeyvîna Zana Kayanî ya bi Ebdulmunim Ebdulhafiz re wisa ye:

Rûdaw: Ma hûn dê bernameya xwendinê ya zanîngehên Sûriyeyê biguherînin?

Ebdulmunîm Ebdulhafiz: Destpêkê bi îzna Xwedê, em ji gelê xwe yê li her derê ne rizgarbûn û xilasiya ji vê zilmê pîroz dikin. Bi îzna Xwedê em dê dest bi rûpeleke nû di avakirina welatê xwe de bikin. Derbarê Wezareta Perwerdehiya Bilind û bernameya xwendinê de helbet bernameyên xwendinê li hemû zanîngehên cîhanê tên naskirin lê hin cudahî hene. Hin guherîn dikarin çêbibin ku li gorî rewşa her welatekî bin. Prensîbên bingehîn dê wekî xwe bimîninlê di hin mijarên duyem de em dikarin guhertinan bikin.

Rûdaw: Kengî dê dest bi pêvajoya guhertina bernameyan bê kirin?

Ebdulmunîm Ebdulhafiz: Helbet, guherîn ne bi wateya guherînê ye. Planeke ji bo lêkolîna bernameya xwendinê ya ku niha di zanîngehan de heye û ji nû ve nirxandina wê li gorî bernameya xwendinê ya di zanîngehên Erebî û navneteweyî de heye.

Di hin mijaran de ku hewcedarî bi guherînan hene, wek mînak dersên perwerdehiya neteweyî ya sosyalîst an jî çanda neteweyî ya sosyalîst, navê vê dersê dikare bê guhertin û tenê weke derseke çandî bimîne. Lê naverok dikare tenê wisa were guhertin ku li gel rewşê weke derseke çandî li hev bike, ne weke berê ku propagandaya fikr û prensîbên siyasî yên rejîmê dikir.

Rûdaw: Guherînên di perwerdeyê de bûn sedema nerazîbûnan, hûn dê çi guherînan di bernameya zanîngehan de bikin?

Ebdulmunîm Ebdulhafiz: Bi rastî di wateya guherînê de ti guherîn di bernameyan de tune. Planeke mimkin heye ji bo lêkolîna planên xwendinê yên niha di zanîngehan de û nûkirina wan bi awayekî ku li gel planên xwendinê yên zanîngehên Erebî û cîhanî hevrê be. Di hinek mijaran de ku dibe hewcedarî bi guherînê hebin, mînak dersên wekî Perwerdehiya Neteweyî ya Sosyalîst, yan jî Çanda Neteweyî ya Sosyalîst, navê van dersan dikare were guhertin û ew ders wekî derseke çandê bimîne lê naverok tenê bi awayekî ku li gel rewşa niha wekî derseke çandî li hev were dikare were guhertin, ne wekî berê ku propagandaya fikr û prensîbên siyasî yên rejîmê dikir.

Rûdaw: Gelo ev guherîn dê li zanîngehên Idlib û herêmên di bin kontrola muxalefeta Sûriyeyê û herêmên Rojavayê Kurdistanê jî pêk werin?

Ebdulmunîm Ebdulhafiz: Piştî rizgarkirinê, êdî herêmên di bin kontrola muxalefetê de yan komên din de nemane. Sûriye hemû bûye ya Sûriyeyiyan. Sûriye wekî berê vegeriyaye, dewleteke navendî ya xwedî giranî di cîhana Erebî û cîhanê de. Sûriye ya hemû Sûriyeyiyan e. Sûriye xwedî dîrokeke çandî û şaristanî ya kevnar e û gelek pêkhate tê de hene. Hemû pêkhate, çi Kurd çi yên din, di avakirina Sûriyeya modern de xwedî rol in. Em hemû li Sûriyeyê Sûriyeyî ne, em hemû bira ne, armanca me yek e ew jî avakirina Sûriyeya modern û avakirina mirov e. Ya di dema rejîma berê de çêbû, wêrankirina li asta çandî û gendelî di hemû astan de bû. Di demên borî de Sûriyeyê dev ji rola xwe ya çandî û şaristanî berda. Bi xwestina Xwedê em di serdemeke nû de ne, di rûpeleke nû de ne û ev rûpel tenê bi alîkarî û beşdariya hemû tex û pêkhateyên civaka Sûriyeyê dikare were avakirin.

Rûdaw: Di navbera salên 2011 û 2024an de, li herêmên mixalefeta Sûriyeyê û herêmên Rojavayê Kurdistanê gelek zanîngeh hatin avakirin. Dê pêvajoya naskirina van zanîngehan çawa dest pê bike?

Ebdulmunîm Ebdulhafiz: Belê, wekî ku min berê jî got, di wan herêmên ku Sûriyeyî ji ber desthilata berê lê koçber bûbûn, ji bo ku perwedehî berdewam bike zanîngeh hebûn û ev yek ji mecbûriyetê bû. Ev ew zanîngeh in ku ji aliyê Meclisa Xwendina Bilind a Hikûmeta Rizgariyê ve hatibûn pejirandin û niha hemû zanîngehên Sûriyeyê bi Meclisa Xwendina Bilind ya Hikûmeta Sûriyeyê yan Hikûmeta Vegûhêzer ve girêdayî ne. Bi îzan Xwedê, dê li hemû zanîngehan bi heman rêbaz û pîvanan kar bê kirin, çi zanîngehên dewletê bin çi yên taybet bin, eger pîvanên pêwîst ên pejirandinê ji bo zanîngehên taybet pêk werin.

Rûdaw: Hûn li ser lidarxistina konferansekê ku serokên hemû zanîngehên Sûriyeyê tê de beşdar bin difikirin?

Ebdulmunîm Ebdulhafiz: Ji roja rizgarkirinê ve me berê xwe da zanîngehên ku nû hatin rizgarkirin, me ew parastin û me komîte ji bo birêvebirina karûbarên wan zanîngehan ava kirin. Her wiha me bi meclisên zanîngehan, kadro û karmendên rêveberiyê yên van zanîngehan re hevdîtin kirin. Me serdanên hemû zanîngehên ku nû hatin rizgarkirin kir û me komîteyên birêvebirina karûbarên rêveberî yên van zanîngehan ava kirin ku di bin çavdêriya Meclisa Xwendina Bilind de ne.

Rûdaw: Di vê salê de dê di pergala xwendinê û demên ezmûnan de guhertin çêbibin?

Ebdulmunîm Ebdulhafiz: Pergala xwendinê ya vê sala xwendinê dê heta dawiya salê wekî xwe bimîne, ji ber ku em di dawiya serdema yekem de ne. Di navbera pergala xwendinê ya zanîngehên ku girêdayî Hikûmeta Rizgariyê bûn û yên ku nû hatine rizgarkirin de cudahî hebû. Mînak, li Zanîngeha Îdlibê em pergala serdemê ya guherandî bi kar tînin ku tê de sê devreyên ezmûnan hene lê li zanîngehên din pergala serdemê ya asayî heye ku tenê du devre ezmûn tê de hene.

 Bi wî awayî di pergala xwendinê de cudahî heye û di vê sala xwendinê de em nikarin wan yekgirtî bikin ji ber ku xwendekaran dest bi xwendinê kiriye û em di dawiya serdema yekem de ne. Bi îzna Xwedê sala xwendinê ya pêş me dê rêbaza xwendinê û mijarên din ên hemû zanîngehan di bin pergaleke xwendinê ya yekgirtî de bin.

Rûdaw: Hinek mamoste li zanîngehên Şamê dibêjin meaşê wan tenê têra sê rojan dike. Li gorî rewşa niha meaşên mamosteyên zanîngehan çiqas e û hûn dixwazin bi çiqasî zêde bikin?

Ebdulmunîm Ebdulhafiz: Me dît ku meaşên karmend û mamosteyên zanîngehan û hemû wezaretan gelekî kêm in û têra çend rojan nakin. Ji ber vê, rêvebirî û hikûmetê planeke hêdî hêdî başkirina rewşa jiyanê daniye û bi Îzna Xwedê di demeke nêzîk de dê meaş bi rêjeya ji sedî 400 bên zêdekirin.

Rûdaw: Gelek şervanên biyanî di nav Heyeta Tehrîr El Şamê de hene, gelo hûn dê destûrê bidin zarokên wan ku li zanîngehan bixwînin?

Ebdulmunîm Ebdulhafiz: Em di Wezareta Perwerdehiya Bilind û li Sûriyeyê li ser bingeha akademîk û zanistî dixebitin. Hemû xwendekarên ku pîvanên Wezareta Perwerdehiya Bilind bi cih tînin, dikarin biçin zanîngehan. Kesên ku li Sûriyeyê dijîn û li vir bawernameyên xwe yên dibistana navîn wergirtine û mercên me bi cih tînin dikarin bikevin zanîngehan.

Rûdaw: Wezareta Pêşketinê ya Almanyayê biryar da ku piştgiriyê bide perwerdeya Sûriyeyê lê bi mercê ku perwerde ji îdeolojî, cudahî û piştguhkirinê dûr be. Planên we çi ne ji bo nehiştina piştguhkirina hemû netewe û olan di bernameya perwerdeyê de?

Ebdulmunîm Ebdulhafiz: Di Wezareta Perwerdehiya Bilind de bernameya me heye û ti cudahî di navbera pêkhateyan de tune. Wekî min berê got, em hemû Sûriyeyî ne û em hemû ji bo avakirina vî welatî dixebitin. Tiştê ku li ser pêkhateyekê derbas dibe li ser hemû pêkhateyan derbas dibe. Hemû xwedî heman maf û erkên wekhev in û qet cudahî tune.

Rûdaw: Heta niha çend dewlet amade ne ku piştgiriyê bidin wezareta we?

Ebdulmunîm Ebdulhafiz: Gelek dewlet û saziyên zanistî dest bi amadehiyên hevkariyê kirine û dixwazin pêdiviyên zanîngehan bizanin. Ez ji we re venaşêrim, wekî min berê jî got, rewşa bingeha avahiyan a zanîngehan pêdivî bi gelek kar û derfetan heye. Em bi hemû hevkarî û dewletan e ku dikarin di avakirina van zanîngehan û pêşxistina wan de alîkariya me bikin, kêfxweş in.

Rûdaw: Bi taybetî çend dewlet dixwazin alîkariyê pêşkêşî wezareta we bikin?

Ebdulmunîm Ebdulhafiz: Em niha di destpêkê de karên zanîngehan saz dikin û wan ji aliyê rêvebirî û xizmetguzariyê ve bi rê ve dibin. Niha spas ji Xwedê re xwendekar û kadro bi awayekî normal vedigerin zanîngehan û ezmûnên xwe dikin. Rewş ber bi asayî ve diçe û spas ji Xwedê re. Me bi çend şandeyên ji hin dewletan re hevdîtin kir ku amade ne ji bo hevkariya zanistî û beşdariya konferans û çêkirina kargehên zanistî da ku beşdarî pêşxistina zanistî û perwerdeyî û hevkariya zanistî ya di navbera me de bikin. Dibe ku em telefonên zêdetir jî ji bo hevkariyê ji dewletên din wergirin.

Rûdaw: Ew şandeyên ku we behs kirin ji kîjan dewletan in?

Ebdulmunîm Ebdulhafiz: Ji Tirkiyeyê, ji komelayên Ereban ên li Amerîkayê, ji dewletên Erebî û hwd... Yanî em niha nikarin hemû dewletên ku dixwazin ji bo hevkariya di warê zanistî û perwerdeyê de bi me re têkiliyê daynin, bihejmêrin û bibêjin.

Rûdaw: We texmîn kiriye hûn çiqasî pêdivî bi van alîkariyan hene û ew çi ne?

Ebdulmunîm Ebdulhafiz: Ji aliyê bingeha avahiyan ve pêdiviya me bi nûkirina laboratuwar, dersxane û avahiyên zanîngehan heye, ji ber ku kêmasiyeke mezin an kêmasî an jî bêxemiya salan heye. Her wiha pêdiviya me bi amûrên laboratuwaran heye. Ji aliyê teknîkî ve jî, ji komputer û hwd. Kêmasiyeke teknîkî û kêmasiya amûran di laboratuwarên zanistî û kolejên teknîkî de heye. Em niha van pêdiviyan lêkolîn dikin û bi Xwedê em dê bi hevkariya dostan hewl bidin ku hemû tiştan, ji aliyê bingeha avahiyan û ji aliyê pêdiviyên van zanîngehan ên pêşerojê ve nû bikin.

Rûdaw: Plana we ji bo nûnertiya ziman, nasname, çand û dîroka hemû netewe û olên Sûriyeyê di bernameyên kolejên zanistên mirovî, şaristaniyê û zimanan de çi ye?

Ebdulmunîm Ebdulhafiz: Sûriye xwedî dîrokeke kevnar e, dîroka şaristaniyetekê ye ku dikeve kûrahiya dîrokê. Zanîngehên Sûriyeyê ronahiyên zanistê bûn û gelek zanyar ji wan derketin û di warê çand, zanist û bijîşkiyê de li hemû qadan xwe gîhandin asteke bilind. Niha bi îzna Xwedê zanîngehên Sûriyeyê dê wekî berê vegerin û hemû çand û nirxan di xwe de bicivînin û bi destûra Xwedê hemû mijar dê di zanîngehan de bên xwendin û ti pêkhateyeke civaka Sûriyeyê dê neyê îstisnakirin.

Rûdaw: Xwendina zimanê Kurdî tenê li beşa lêkolînên Kurdî ya Zanîngeha Şamê hebû. Plana we ji bo giringîdana bi zimanê Kurdî çi ye, ji ber ku ew zimanê duyem ê neteweyiya herî mezin e li Sûriyeyê?

Ebdulmunîm Ebdulhafiz: Ev mijar ji aliyê aliyên pispor, aliyên zanistî yên pispor û meclisên zanistî yên zanîngehan ve tê nirxandin. Eger pêwîst be ku li zanîngehên din jî beş bên vekirin, em bi vê yekê kêfxweş bibin. Ev hemû mijarên teknîkî ne, mijarên li asta zanîngehê ne ku meclisên zanîngehan pê radibin û ew diyar dikin ka pêwîstî bi vekirina pisporiyan an beşên nû heye yan na.

Rûdaw: Ma hûn dê li ser vê yekê kar bikin?

Ebdulmunîm Ebdulhafiz: Wek min di destpêkê de got, em niha di destpêkê de karûbarên zanîngehan ji hemû aliyan ve saz dikin û bernameya xwendinê, wekî min got, di vê sala xwendinê de bi îzna Xwedê dê were lênêrîn û dibe ku hinek mijarên ku îşaret bi rejîma berê dikirin bên guhertin. Wekî min got, eger pêwîstî bi vekirina beşên nû hebe, dibe ku li asta meclisên zanîngehan ew diyar bikin ka kîjan pisporî û mijar dikarin di bernameya xwendinê bên zêdekirin.

Rûdaw: Gelo hevdîtinên we bi Rêveberiya Xweser re li ser zanîngehên Reqa û herêmên Kurdistana Sûriyeyê hene?

Ebdulmunîm Ebdulhafiz: Li Reqayê Zanîngeha Firatê heye ku navenda wê li Deyrorê ye û şaxên wê li Reqa û Qamişloyê hene. Ew girêdayî Komîsyona Xwendina Bilind e û komîteyek hatiye erkdarkirin ji bo birêvebirina karûbarên Zanîngeha Firatê bi hemû kolej, şax û beşên wê ve. Ew beşeke sereke ye ji Komîsyona Xwendina Bilind a herêma rojhilat.

Rûdaw: Yanî ti hevdîtin li ser vê mijarê tune ne?

Ebdulmunîm Ebdulhafiz: Em îro li Wezareta Xwendina Bilind de ti têkilî û hevdîtinên bi vî rengî bi Rêveberiya Xweser re nakin. Em tenê li ser karûbarên Wezareta Xwendina Bilind û zanîngehan dixebitin.Mijarên din, dibe ku hevdîtin bi birêvebiriya siyasî re hebin eger mijar têkildarî warê siyasî bin. 

Em di Wezareta Xwendina Bilind de girîngiyê didin hebûna zanîngehan li hemû herêmên Sûriyeyê û herêma rojhilat yek ji van herêman e ku Zanîngeha Firatê lê ye û çend şaxên wê hene û gelek kolej û enstîtuyên cur bi cur di xwe de dihewîne. Em girîngiyê didin vê yekê û hewl didin wê jî wek zanîngehên din ên Sûriyeyê pêş bixin û ew beşeke resen e, wekî min got, perçeyeke bingehîn a Komîsyona Xwendina Bilind a Sûriyeyê ye.