Lêkoler Bekîr Agirdir diyar kir ku Doza Kurdan bi tenê ji çekdanîna PKKyê pêk nayê û heta niha zelal nîne ku pêvajoyek heye yan nîne.
Lêkoler, civaknas û endamê berê yê heyeta aqilmendan Bekîr Agirdir li ser pêşhatên dawî yên pêvajoyeke nû, guherinên ku li Rojhilata Navîn çêdibin ji Rûdawê re axivî.
Bekîr Agirdir behesa pêşhatên dawî kir û li ser “pêvajoyê nû” wiha got:
“Heger hûn pirsgirêkê wekî çekdanîna PKKyê pênase bikin û ji bo çareseriya pirsgirêkê jî bangî Ocalan bikin, ew bi serê xwe tiştek e.
Heger em pirsgirêkê wekî demokratîkbûna welat, reforma welat pênase bikin, PKK bi tena serê xwe nabe aktor.
Aliyê desthilatê ji roja yekem ve çarçoveyê wiha datîne û niha jî di berdewamiya wê de, qeyûm tayînkirin.
Dema em ji wî alî ve berê xwe bidinê û hûn bêjin ev hemû çareseriya pirsgirêkên Tirkiyeyê ye, nêrîna me ya li dijî wê eşkere ye.”
Bekîr Agirdir pirsên Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Stenbolê Rawîn Stêrk bersivandin.
Rûdaw: Li Enqereyê ji bo çareserkirina Doza Kurdan behsa gelek senaryoyan tê kirin. Dema ew behs gurbûn qeyûm hatin tayînkirin. Bangên Bahçelî yên li Ocalan hebûn. Li gorî çavdêriya ji bo çareserkirina Doza Kurdan li Enqereyê çi dibe?
Bekîr Agirdir: Gotina çi diqewime dê ne rast be, divê em bêjin çi dibe. Ez bawerim niha gelek dînamîk bi hev re hene. Li aliyekî kiryarên Îsraîlê û jenosîda li Xezeyê, êrişên li ser Îran û Libnanê, lez dan gera cîhanê. Niha li cîhanê di nava serdestan de, şerê dabeşbûneke siyasî û aborî heye.
Rojhilata Navîn jî yek ji navendên vê yekê ye. Kiryarên Îsraîlê hinekî lez da vê pêvajoyê. Aliyekî meselê ev e. Em dizanin ku li Rojhilata Navîn, dibe ku Tirkiye senaryoya xwe, bi xwe diyar neke lê eger cîhan ji Tirkiyeyê re senaryoyekê deyne jî divê Tirkiyeuê razî bike.
Heger na ew dê neçe serî. Niha Tirkiyê jî hewl dide li hemberî van geşedanên ku li cîhanê çêdibin, pozisyonekê bigire. Ev çîroka çareseriyê ji pirsgirêkên nava Tirkiyeyê zêdetir girêdayî aktorên derve ye. Em vê baş nizanin. Ya din aliyê wê yê navxweyî ye. Di vî alî de jî çend pirsgirêk hene, ne yek tenê ye.
Pirsgirêka Kurdan li pêşiya armancên Tirkiyeyê yên li Rohilata Navîn asteng e. Dibe ku ji bo çareserkirina vê pirsê armanceke samîmî jî hebe. Ji hilbijartinên xwecihî ve dixwazin nîşan bidin ku dengên CHPyê zêde dibin û yên desthilatê jî kêm dibin.
Dibe ku li hemberî vê jî manîpulasyonek hebe, dixwazin bêjin em dikarin vê mijarê çareser bikin. Yan jî bi rastî mekanîzmaya ku em jê re dibêjin dewlet, sîstem dibîne ku desthilat nikare pirsgirêkên welat çareser bike, yan jî baskekî dewletê dibîne.
Dibe ku di navbera aktorên desthilatê de, nakokî hebin û difikirin ku bi çareserkirina pirsgirêkan ew dê karibin van nakokiyan nehêlin.
Ji niha ve em nikarin bêjin tê vê wateyê an wateyeke din. Em nikarin bêjin ew di gotina xwe de ne durust in û armanceke din li pey gotinên wan heye. Yan jî çareseriyeke demokratîk ku guherîna destûra bingehîn jî li xwe digire heye.
Ji hêviyên herî mezin heta bêhêvîtiyê jî hemû rengan li xwe digire û pêkan in. Em bêjin wê ev tişt bêne bidestxistin yan jî wê çêbibin jî nabe. Çîrok ne ev tenê ye.
Di mijara qeyûm de dema ku desthilat û dewletê daxuyanî da û piştre dema berdevkên desthilatê tev li daxuyaniyê bûn, pênaseyên eşkere têne kirin. Ya yekem ew e ku teror nemîne û PKK çekan deyne. Heger hûn pirsgirêkê weke çekdanîna PKKyê pênase bikin û ji bo çareseriya pirsgirêkê jî bang li Ocalan bikin, ew bi serê xwe tiştek e.
Heger em pirsgirêkê wekî demokratîkbûna welat, reforma welat pênase bikin, PKK bi tena serê xwe nabe aktor. Aliyê desthilatê ji roja yekem ve çarçoveyê wiha datîne û niha jî di berdewamiya wê de, qeyûm tayînkirin.
Dema em ji wî alî ve berê xwe bidinê û hûn bêjin ev hemû çareseriya pirsgirêkên Tirkiyeyê ye, nêrîna me ya li dijî wê eşkere ye.
Niha desthilatê çarçove wiha daniye. Hîna me kapasîteyeke opozîsyonê û bi taybetî DEM Partiyê nedîtiye ku rêya pêvajoyê diyar bikin û ji çarçoveya desthilatê derkevin. Li ser vê xetê, tiştekî ku muxalefet bike yan jî karibe bike nîne. Ji ber vê jî hîa zû ye em tiştekî bibêjin.
Rûdaw: Trump careke din bû Serokê Amerîkayê û çavên hemû cihanê li ser Trump in. Hilbijartina Trump dê çi bandorê li Rojavayê Kurdistanê Herêma Kurdistanê bike?
Bekîr Agirdir: Niha ez vê bibêjim, ji derveyî Trump jî cîhan hewil dide careke din şerê parvekirina serdestiya siyasî bike. Di aliyê aborî de jî serdestî tê parvekirin. Rojava û Çîn, rojava û Rûsya, rojava û Hindistan, li aliyê din jî mijareke çandî heye, ew jî rojava û erdnîgariya Misilmanan e.
Di nava van nakokiyan de Tirk û Kurd divê vê fêm bikin. Amerîkayeke bi serokatiya Trump û bêyî Trump jî di vî şerê serdestiyê de li qenciya me nafikirin. Wê kîjan ji me bi kêrî wan were li wê dinêrin. Di vê çarçoveyê de pêşbîniya min ewe ku beriya em bibêjin Amarîka ji bo me çi difikire, divê em bêjin, em ji bo xwe çi xeyal dikin, divê em li pey wê bin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse