Parlamenterê DEM Partiyê Sînan Çîftyurek got, "Siyaseta Kurdan, kadroyên Kurd ev 200 sal in ceribandinên wan hene, tecrûbeyên wan hene. Dewlet çi wextê dikeve astengiyê, dikeve neqebeke mezin rûyê xwe vedigerîne Kurdan, destê xwe dirêjî Kurdan dike."
Li ser gotinên Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ku gotibû, "Îsarîlê çav berdaye axa me" Çîftyurek wiha axivî:
"Careke din li ser Kurdistanê metirsiyê tîne ziman. Yan dibêje gelo di vê rojê de dê Rêveberiya Xweser a Rojava dê statûya xwe bike fermî?
Yan jî federalîzma Herêma Kurdistanê gelo dê gavekê bi pêş de here yan nere? Metirsiya Tirliyeyê zedê ev e. Ji bo vê ditirse, vê metirsiyê dibîne, ji ber vê li Kurdan vedigere, dibêje em aştiya navxwe çêbikin.”
Serokê MHPyê Devlet Bahçelî destpêka vê mehê dema ku ji Komcivîna Giştî ya Parlamentoyê xwe derket, çû ba rêzên DEM Partiyê.
Bahçelî destê xwe dabû Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û silav li wî kiribû.
Ew helwesta Bahçelî bûye sedema karvedanan û li nava Tirkiyeyê wekî “pêngaveke nû ya çareseriyê” jî tê şîrovekirin.
Parlamenterê Wanê yê DEM Partiyê Sînan Çîftyurek beşdarî bultena Rûdawê bû û li ser egera pêvajoyeke nû ya aştiyê bersiva pirsên Hêvîdar Zanayê da.
Rûdaw: Kekê Sînan hûn van nêzikbûnên dema dawî li hemberî DEM Partiyê yên di nav parlamentoyê de çawa dinirxînin? Gotûbêjeke wiha di nava we de jî heye, dibe ku pêvajoyeke nû dest pê bike?
Sînan Çîftyurek: Di serî de ez dixwazim bi destûra we di derheqê hilbijartinên Herêma Kurdistanê de du gotinan bibêjim. 20ê Çiriya Pêşînê hilbijartin li Herêma Kurdistanê hene. Em hêvî û bawer dikin ku çiqas di navbera partiyên me de li ser meseleya hilbijartinê gengeşe, nîqaş û rexne hebin jî, kîjan partiyên me zêde kursiyan bînin an kêm kursiyan bînin careke din jî paşiya hilbijartinê li Parlamentoya Herêma Kurdistanê ev wêne, (wêneyê ku Mesûd Barzanî û Celal Talebanî bi destê hev digirin) helwesta vî wêneyî, wateya vî wêneyî li seranserê Parlamentoya Kurdistanê cîh bigire. Banga me ew e, kîjan partiya bi ser bikeve bila bi ser bikeve ew pêşbirkeke demokratîk e lê di serî de du partiyên mezin divê hemû partiyên me yên Başûr helwesteke îtifaq bigirin ber xwe.
Em vegerin ser meseleya pêvajoya hundir a Kurdistana Bakur a dawî ya helwesta Tirkiyeyê. Lê niha niha gotin gelek hene. Siyaseta Kurdan, kadroyên Kurd ev 200 sal in ceribandinên wan hene, tecrûbeyên wan hene. Dewlet çawa, çima, çi wextê dikeve astengiyê, dikeve neqebeke mezin rûyê xwe vedigerîne Kurdan, destê xwe dirêjî Kurdan dike.
Dibêjin Kurd birayên me ne, dibêjin em dixwazin aştiya navxwe pêk bînin û dibêjin meseleya ku heye em dixwazin bi rêya aştiyane çareser bikin lê gav nehatin avêtin. Beriya komarê jî gav nehatin avêtin, wexta ku komar hat avakirin gav nehatin avêtin. Gotin hebûn lê kiryar tunebûn.
Rûdaw: Vê carê jî dê wiha be Kekê Sînan?
Sînan Çîftyurek: Niha qenaeta me ew e ku çima ew gotin hate ser ziman ne wisa? Serokê MHPyê heta îro qet derheqê siyaseta Kurdan de, derheqê DEM Partiyê yan HDPyê de tiştekî erênî negotiye. Rexneyên giran dikirin. Serokkomar Erdogan jî demeke dirêj e derheqê siyaseta Kurdan de bi taybetî li HDP û DEM Partiyê rexneyên giran dikirin.
Îro dibêjin ku em dixwazin li herêmê aştî çêbibe û em aştiya navxwe jî pêk bînin. Li herêmê çi metirsiyan dibînin? Hûn dizanin meseleya şerê Îsraîl û Hemasê îro gihîştiye herêmê, li ser Libnanê bû şerekî herêmî. Li ser vê Serokkomarê Îranê (Mesûd Pizîşkiyan) got, eger em yekîtiya xwe pêk neyînin, bûyerek çêbibe îhtimalek heye ku Azerbeycan, Kurdistan, Xuzistan û Belûçistan dewleta xwe ya serbixwe çêbikin, ji bo wê divê em yekîtiya xwe çêbikin. Eger ew ji yekîtiyê vê fam bikin careke din ew di bin Farsan de dewleta Îranê bi hişk bişopînin, ev şaşiyeke mezin e. Eger di yekîtiyê de gavekê biavêjin ji bo eyaletên Kurdistan, Azerbeycan, Xuzistan û Belûcistanê ji hêla ziman û maf û eyaletan zêde bikin ew baş e.
Li Tirkiyeyê jî şaşiyeke mezin heye, li ser Îsraîlê metirsiyeke mezin anî ziman, ev ne rast e. Va ev bû salek Îsraîl nikare 360 kîlometreyan Xezeyê safî bike, em bibêjin dê were Tirkiyeyê bixe nav metirsiyê û li Tirkiyeyê gefan bixwe ev ne rast e. Dixwazin siyaseta hundir li ser vê metirsiya Îsraîlê sererast bikin.
Rûdaw: Yanî ev jî beşeke ji wê sererastkirina ku dixwazin bi awayekî taktîkî dîsa nêzikî Kurdan bibin?
Sînan Çîftyurek: Niha mesele çi ye? Hûn dizanin Amerîka, Brîtanya û Îsraîl dixwazin li Rojhilata Navîn çi pêk bînin. Yek, dibêjin ku em dixwazin Hîlala Şîeyan têk bibin. Yanî wekî pêyê Hîlala Şîeyan, Hizbulah, Hemas û Hûsiyan bê tesîr bihêlin. Tesîra Hîlala Şîeyan li ser herêma Rojhilata Navîn kêm bikin û biqedînin. Armanc ev e lê tenê ya Îsraîlê nîne ya Rojava ye, ya Amerîkayê ye, ya Îngilîzan e.
Du, dixwazin tifaqa Îsraîl û dewletên Ereban ên Sunî pêk bînin. Li ser vê dixwazin rêya ku digihêje Ewropayê, wê rêyê bi armanca Urdinê wekî hedefa sereke paqij bikin. Ji xwe dewleta Tirkiyeyê di serî de dibejê ew şirîkê Projeya Rojhilata Navîn a Mezin e. Ew her du armancên sereke jî ji xwe armanca Projeya Rojhilata Navîn a Mezin bûn. Yanî Tirkiye çima gefa ewlehiyê li ser vê dibîne, em fam nakin.
Meseleya Tirkiyeyê çi ye? Careke din li ser Kurdistanê metirsiyê tîne ziman. Yan dibêje gelo di vê rojê de dê Rêveberiya Xweser a Rojava statûya xwe bike fermî? Yan jî federalîzma Herêma Kurdistanê gelo dê gavekê bi pêş de here yan na? Metirsiya Tirliyeyê ya zedê ev e. Ji ber vê ditirse, vê metirsiyê dibîne, ji ber vê li Kurdan vedigere dibêje em aştiya navxwe çêbikin. Baş e çend sal in dibêjin aştî lê di navbera aştiyê de, di navbera yekîtiyê de ji Kurdan re çi heye? Yekîtî baş e, em dixwazin yekîtiyê çêbikin, em dixwazin aştiya navxwe pêk were ji bo gelê Kurd.
Rûdaw: Kekê Sînan, eger hat û bi rastî jî pêvajoyeke nû dest pê kir yan jî wan xwest dest bi pêvajoyeke nû bikin DEM Partî ji vê yekê re amade ye? Ji ber ku dê di hindirê parlamentoyê de zêdetir bi DEM Partiyê re danûstandin çêbibin. Hûn jê re amade ne, we gotûbêj kiriye, şert û mercên we diyar in, zelal in?
Sînan Çîftyurek: Ez li ser navê DEM Partiyê neaxivim, bi navê xwe biaxivim. Ez qenaeta xwe bibêjim, eger pêvajoyeke nû ya aştiyê ji bo Kurdan pêşniyar bikin, bibêjin va em dixwazin Pirsa Kurd bînin rojevê, em dixwazin meseleyê çareser bikin, bi qenaeta min DEM Partî amade ye, siyaseta Kurdan amade ye.
Belê dê di serî de bibêjin tecrîda li ser Ocalan rakin. Rastî ye divê tecrîda li ser Ocalan rakin. Du, ew dê bibêjin li ser girtiyên me yên siyasî gavekê biavêjin ku bê heq, bê hiqûq di hundir de dihêlin. Sê, ji bo zimanê Kurdî gavekê biavêjin. Zimanê Kurdî hîn qedexe ye. Em nikarin di meclîsê de bi zimanê Kurdî biaxivin. Paşê dê pêvajoya çareserkirina Pirsa Kurd were rojevê, wekî din daxwazên gelê Kurd çi ne çi nînin, ez bawer im DEM Partî û siyaseta Kurdan amade ye. Lê tenê bila siyaseta Tirkiyeyê Tifaqa Cumhur bi rastî ne bi taktîk, Tirk dibêjin “Alavere dalavere! Mihemedê Kurd! Haydê nobetê!” Careke din em dibêjin bi taktîk li Kurdan nenêrin, Kurdan sed sal e ev ceriband.
Rûdaw: Kekê Sînan, Gelek caran siyasetmedarên DEM Partiyê ji bo careseriyê Îmraliyê wekî navnîşan nîşan dikin. Yanî dibêjin eger hûn bixwazin Pirsa Kurd çareser bikin biçin li Îmraliyê li gel Abdullah Ocalan rûnin. Wê demê DEM Partî çima heye, madem navnîşan Îmralî ye? Û Îmralî jî ji xwe di bin destê hikûmet û dewletê de ye, her kêliya bixwaze dikare biçe Îmraliyê hevdîtinan bike. Wê demê bi vê nîşandanê hebûna DEM Partiyê bêwate nabe bi dîtina we?
Sînan Çîftyurek: Li Afrîkaya Başûr çawa kongreya neteweyî ya Afrîkaya Başûr hebû û Mandela di hundir de bû. Dema meseleya çareseriyê hat Mandela û kongreya neteweyî bi hev re dixebitîn. Divê em mîsyona Ocalan red nekin, bila Ocalan bibe muzakereyê sereke. Lê çawa ku Mandela têkiliya wî bi kongreya neteweyî ya Afrîkaya Başûr re hebû, digot di serî de ez pêşniyarên wan bistînim, ew dê çi bibêjin, bername, plan û daxwazên wan çi ne. Divê li Kurdistana Bakur jî bi şiklekî wisa mixatabê çareserkirinê serdest were.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse