5 SAL DAGIRKERÎ – ‘Bila Tirkiye û çeteyên xwe derkevin’

Duh li 02:35
Mehmûd Cemîl û Nalîn Hesen / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Mehmûd Cemîl û Nalîn Hesen / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Serê Kaniyê Girê Spî Dagirkirin Tirkiye Çete
A+ A-

Berdevkê Komîteya Koçberan a Serê Kaniyê Mehmûd Cemîl got, “Em ji civaka navneteweyî dixwazin ku fişarê li dewleta Tirk û çeteyên wê bike da ku ji herêmên me derkevin û em vegerin herêmên xwe.”

Bajarên Girê Spî û Serê Kaniyê yên Rojavayê Kurdistanê 9ê Çiriya Pêşîn a 2019an ji aliyê Tirkiye û kom û komikên wê ve hatin dagirkirin.

Ji wê demê ve tawanên wekî destdirêjî, kuştin, revandin, nefîkirin û diziyê berdewam dikin.

Tirkiye û komikên wê yên çekdar Kurdan naçar dikin ku ji axa bav û kalên xwe derkevin û Ereb û Tirkmenan tînin cihê wan.

Berdevkê Komîteya Koçberan a Serê Kaniyê Mehmûd Cemîl pirsên Nalîn Hesênê yên li ser mijarê bersivandin:

“150 hezar kes derketin, 45 an 47 Kurd hene”

Rûdaw: Gelo niha hejmara koçberan li bajarê Hesekê çend e? Çend malbatên men ên Kurd yên ji Serê Kaniyê û Girê Spî vegeriyane?

Mehmûd Cemîl: Wek Hûn dizanin îro pêncemîn salvegera dagirkeriya Serê Kaniyê û Girê Spî û gundewarê wê ye. Ji ber vê koçberiyê gelek êş û azar hatin dîtin, gelek binpêkirin derheqê gelê me de çêbûne.

Tawanên hatine bikaranîn wek dibêje, digihêje tawanê li dijî mirovatiyê tawanê cengê, tawanê komkujiyê. Di encama koçberkirina gelê me de, jimara koçberan a li Serê Kaniyê û gundewarê wê 150 hezar kes in. Yanî rêje ji sedî 87 e.

Ji sedî 87ê kesên resen derketinê, koçber bûne û tenê ji sedî 13 mane ku ew jî bêtir Ereb in.

Bi nisbet vegerê, veger gelekî kêm e. Veger kesayetî û tekateka ye, ew jî gelekî kêm e. Aniha ku em hejmarekê bidin bidin di hundirê bajêr de jimara kurda ne zêde ye. 45 an 47 Kurd hene û 15-20 Xirîstiyan hene, ne zêdetir.

Wekî din, ji sedî 87ê nişteciyan îro li derveyî bajarê xwe û gundê xwe ne. Em dikarin bibêjin ku 150-160 hezar kes ji Serê Kaniyê û gundewarê wê koçber bûne.

“Rewşa zarokan gelekî xerab e”

Rûdaw: Koçberên ji Serê Kaniyê yên ku li kampên Serê Kaniyê û Waşo Kaniyê dimînin di çi rewşê de ne?

Mehmûd Cemîl: 35 hezar koçberên ji Serê Kaniyê li kampên Serê Kaniyê Waşo Kanî û Newrozê dimînin. 10 hezar kes jî li dibistanên Hesekê û Til Temirê dimînin û 5 hezar malbat li bajarê Cizîrê belav bûne, ji Reqayê bigire heta bi Dêrikê.

Çi li kampan bin û çi li bajaran, bi rastî koçber rastî gelek astangiyên tên. Him astengiyên jiyanê, him astengiyên perwerdeyê hene çimkî ji bo peydakirina pêdiviyên jiyanê derfet kêm in. Xwedikiran xwe jî li ser gelê me yê koçber bûye barekî giran.

Gelek nexweşî belav bûne, çi nexweşiya penceşêrê be û çi krîzên dil bin. Ji ber ku parastin ji wan re tune bi taybetî rewşa zarokan gelekî xerab e. Maleke resen, durist û birêkûpêk tune û zarok jî nazik in. Gelek êşên wekî zikêş, jehrîbûn, tîfo û gurîbûnê di nav zarokan de belav bûne.

“Barê Rêveberiya Xweser giran e”

Rûdaw: Çend rêxistin û sazî alîkariya koçberên ji Serê Kaniyê dikin û çi cureyan alîkariyan pêşkêş dikin? Xelkê Serê Kaniyê de pêncemîn salvegera dagirkirinê de çi dixwaze?

Mehmûd Cemîl: Acted, NRC û Le Mond alikariyê didin. Ev rêxistin lawaz in, ne gelekî xurt in. Em dixwazin Neteweyên Yekbûyî destê alîkariyê dirêjî van kampan bike û wan nas bike.

Di vê zehmetiyê û divê bihabûnê de rewşa gel li ber çavan e, gelek astengî hene, gelek nikarin pêdiviyên jiyanê peyda bikin, nikarin pirsgirêkên tenduristiyê çareser bikin. Derman biha ye, derfetên jiyanê kêm in, derfetê kar kêm in. Evana giş astengî nê, gelê me dibîne.

Li ser rewşa perwerdeyê jî... li her du kampan 6 hezar şagirt hene. 3 dibistan li Serê Kaniyê hen û 3 dibistan li Waşo Kaniyê hene. Ji pola yekê dest pê dike heta pola 12an.

Mufredata Rêveberiya Xweser tê şopnadin, di vî warî de jî alîkarî lazim im çimkî derfet zeîf in. Barê wê (Rêveberiya Xweser) jî giran e bi taybetî aniha ji Libnanê jî koçberan berê xwe daye herêma bakur û rojhilatê Sûriyeyê.

“Bila dewleta Tirk û çeteyên wê ji herêmên me derkevin”

Em ji civaka navneteweyî dixwazin ku fişarê li dewleta Tirk û çeteyên wê bike da ku ji herêmên me derkevin û em vegerin herêmên xwe, ev daxwaza me yî sereke yê.

Em ji Civaka navnetewî û bi taybetî jî ji Neteweyên Yekbûyî dixwazin ku em vegerin cî û warê xwe. Ev xwesteka me yî sereke ye.

Ya duduyan jî bila dewletêm xwedîdev bi erkê xwe rabin, destê alîkariyê dirêj bikin û mafê me yî vegerê bi rûmet û bi ewle pêk were.

Ev daxwaza me yî sereke ye em hêvîdar in dengê me bê bihîstin û li me bê guhdar kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst