Dîplomatê Amerîkî Ethan Goldrich ji Rûdawê re got: Em ji Sûriyeyê venakişin
Cîgirê Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê ji bo Karûbarên Sûriyê Ethan Goldrich di hevpeyvîneke taybet de ji Rûdawê got, “Ne di plana me de ye ku em ji Sûriyê vekişin.”
Ethan Goldrich diyar kir ku mayîna hêzên Amerîkayê li Sûriyeyê girêdayî rêgirtina li vejîna DAIŞê ye û got:
"Plana me wisa ye ku em berdewam bikin û erka xwe biqedînin ji bo rêgirtina li vejîna DAIŞê û rûbirûbûna DAIŞê û karkirina ligel hevbeşên me."
Goldrich herwiha diyar kir ku li gel Tirkiyeyê derbarê Sûriyê de fikarên wan yên hevpar bi hev re hene û got:
“Niha rewş ne guncav e ji bo encamdana ti hilbijartinekê li bakurê rojhilatê Sûriyê ku Rojavayê Kurdistanê jî li xwe digire.”
Di vê navberê de, çend welatan pêwendiyên xwe bi Komara Erebî ya Sûriyê bi serokatiya Beşar Esed re vegerandin.
Cîgirê Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê ji bo Karûbarên Sûriyê Ethan Goldrich li ser vê yekê ji Rûdawê re got:
"Em piştgiriya asayîkirina pêwendiyan bi rejîmê re nakin. Bêguman em peywendiyên xwe bi rejîmê re asayî nakin."
Ethan Goldrich pirsên Nûçegihanê Rûdawê Diyar Kurd bersivandin:
Rûdaw: Zor spas Cîgirê Alîkarê Wezîr Goldrich ku tu mêvanê Rûdawê yî.
Ethan Goldrich: Spas ji bo hatina we ya Wezareta Derve.
Rûdaw: Ez dê bi pirseke li ser mijara Sûriyeyê dest pê bikim. Ev çend sal in hûn bi civaka navdewletî re ji bo çareserkirina pirsa Sûriyê li gorî biryara 2254 kar dikin. Lê di rastiyê de vê baş kar nekiriye. Gelo ji bo bidawîkirina kirîza Sûriyê ti alternatîfên we yên din hene?
Ethan Goldrich: Wekî ku hûn jî dizanin, rêveberiya Biden di sala 2021ê de siyasetek ji bo Sûriyeyê danî ku beriya her tiştî pêdiviya rûbirûbûna DAIŞê û rêgirtina li vejîna DAIŞê li xwe digire. Herwisa li gorî vê yekê, em hewl didin êş û azaran li Sûriyê kêm bikin û rêjeya alîkariyên mirovî zêde bikin.
Herwisa em rejîmê ji tiştên ku kirine berpirsyar dibînin, di nav de parastina agirbestan û hewldana pêşîgirtina li belavbûna tundûtûjiyê li Sûriyeyê. Ji bo piştgirîkirina van hemûyan jî em piştgiriya biryara 2254 û pêvajoya siyasî dikin. Çimkî em di wê baweriyê de ne ku proseya siyasî tekane rêya bidawîkirina qeyranê ye.
Em xebatên xwe di van hemû qadên cuda de wek hewldanekê ji bo pêşîgirtina li vejîna DAIŞê didomînin. Me bi Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) re hevkarî kiriye û me ji bo vegerandina xelkê ji Kampa Holê û navendên binçavkirinê li bakurê rojhilatê Sûriyê kar kiriye.
Ji bo pêşîgirtina li wê vejîna DAIŞê, em ê her tiştî bikin. Herwisa me li ser pêvajoya siyasî kar kiriye. Em bi Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî Ger Pedersen re kar dikin. Em bi welatên hemfikir re, di nav de welatên Ereban, welatên din ên herêmê û Ewropayê jî kar dikin ji bo pevguhertina nêrînên me li ser çawaniya çareserkirina nakokiyê.
Rûdaw: Lê hîn jî alternatîfeke we ji biryara 2254 re nîne?
Ethan Goldrich: Em dê pabendî biryara 2254 bin. Em ti alternatîfekê nabînin ji bo prensîbên ku tê de hene ji bo dîtina diyalogeke ku ji aliyê Sûriyan ve bê serkirdatîkirin û encamdan ku ber bi çareseriyekê ve dirêj bibe.
Mixabin, rejîmê karekî wisa darîçav li ser 2254 nekiriye. Em dixwazin bibînin komîteya destûrê dest bi civînan bike. Bi baweriya me, mezintirîn kelem li pêşber cîbicîkirina 2254ê, têkçûna rejîmê di alîkarîkirinê de bû.
Rûdaw: Pir baş e. Di çend salên borî de, we dît ku hin welatan têkiliyên xwe bi hikûmeta Beşar Esed re asayî kir. Yekem, nirxandina we çi ye? Duyem jî, gelo hûn li dijî asayîkirina peywendiyên welatan ligel hikûmeta Sûriyê ne û çima?
Ethan Goldrich: Em piştgiriya asayîkirina peywendiyan ligel rejîmê nakin. Bêguman em dê têkiliyên xwe bi rejîmê re asayî nekin. Em têdigihin ku welatên din têkiliyên xwe bi rejîmê re asayî kirine, em nav di wan welatan didin ku pabendî prensîbên biryara 2254 a Encûmena Navdewletî ya Ewlekariyê bin. Ger tê de beşdar bûne, li rêyekê bigerin ku têkiliyên wan alîkar bin ji bo pêşxistina rewşê di bin siya 2254 de û pêkanîna çareseriyeke siyasî ji kirîzê re.
Rûdaw: Nêzîkî 900 leşkerên Amerîkayê li bakurê rojhilatê Sûriyeyê hene ji bo têkbirina DAIŞê. Lê di destpêka vê salê de, gelek raporên ji çavkaniyên cuda hatin weşandin, dabaşa wê yekê dikirin ku Amerîka dixwaze bi temamî ji Sûriyê vekişe. Gelo ti gotûbêj û pêşniyarek li Wezareta Derve heye ji bo vekişîna we ya tevahî ji bakur-rojhilatê Sûriyeyê, herwisa hûn dixwazin heta kengî li Sûriyeyê bimînin?
Ethan Goldrich: Min behsa stûneke siyaseta me kir ku rûbirûbûna DAIŞê û rêgirtina li vejîna DAIŞê ye. Hebûna leşkerî ya Amerîkayê li Sûriyeyê di serî de ji bo pêşîgirtina li vejîna DAIŞê ye. Ji bo vê armancê, em bi hevbeşên xwe yên xwecihî re bi hev re kar dikin. Ti plana me ya vekişîna ji Sûriyê nîne. Em plan dikin ku berdewam bikin û erka xwe ya pêşîgirtina li vejîna DAIŞê û rûbirûbûna DAIŞê û karkirina bi hevkarên xwe re sergihayî bikin.
Rûdaw: Li vir li Wezareta Karên Derve ti gotûbêj li ser vekişîna hêzên we ji Sûriyê nayên kirin?
Ethan Goldrich: Di vê demê de, bala me li ser erka me ye û ew tişt e ku em hewldanê jê re dikin.
Rûdaw: Bila em biçin ser pirsa mirovî. Amerîka yek ji wan welatan e ku alîkariyên mirovî pêşkêşî Sûriyeyê dike. We vê dawiyê 539 milyon dolar wek alîkariya mirovî ji bo Sûriyê ragihand. Tu dikarî behsa wê yekî bikî komên ku hûn alîkariya wan dikin kî ne? Rengvedana alîkariyên we li ser erdê çawa ye?
Ethan Goldrich: Erê, girîng e ku em balê bibin ser vê yekê. Niha kirîzên pir cuda li cîhanê hene. Li ser çavkaniyên ku ji bo tevgera ligel qeyranan berdest in, rikberiyeke mezin heye. Em pê serbilind in ku di dema hevrikiya Sûriyeyê de, ji sala 2011an ve, di rastiyê de me 17.8 milyar dolar wek alîkarî pêşkêşî Sûriyê kiriye.
Tenê di çend mehên borî de, di meha gulanê de, di Konferansa Daneran li Brukselê de, me 593 milyon dolar ji bo alîkariyên mirovî ragihand. Herwisa em ê 98 milyon dolaran ji bo alîkariya aramiyê pêşkêş bikin. Herwisa em hewl didin ku alîkariyên mirovî pêşkêşî Sûriyên li derveyî Sûriyeyê, ango civakên penaberan li Tirkiye, Lubnan û Urdinê bikin. Alîkariya ji bo aramiyê bêtir arasteyî wan deveran hatiye kirin ku ji DAIŞê hatine azadkirin û navçeyên welêt ên ku ne di bin destê rejîmê de ne.
Em bi rêya awayên cihêreng ên alîkariyên xwe hewl didin xwarin, ava paqij, cihê vehewînê, debar, perwerde û çendîn warên cuda dabîn bikin ku em bi rêya wan dikarin alîkariya xelkê bikin ji bo dabînkirina pêdiviyên wan ên mirovî yên seretayî. Bêguman, armanca me kutabûna qeyranê ye da ku xelk bikarin vegerin jiyana asayî û pêdiviya wan bi van hemî alîkariyan nemîne.
Lê heta ku ew di rewşeke zaf dijwar de ne û gelek pêdiviyên wan hene, wek min behs kir, beşa sereke ya siyaseta me hewldana baştirkirina alîkariya mirovî bi rewşê re ye, bi wê alîkariya ku em pêşkêş dikin.
Rûdaw: Dema em behsa Sûriyê dikin, bê guman Sûriye welatekî bi temamî parçebûyî ye. Li bakur-rojhilatê Sûriyeyê rêveberiyeke xweser heye. Derbarê alîkariyên ku hûn pêşkêşî bakurê rojhilatê Sûriyeyê dikin, ti amarên we hene gelo? Alîkarî û bernameyên we yên mirovî ji bo wê deverê çi ne?
Ethan Goldrich: Li bakurê rojhilatê Sûriyeyê. Wek ku min behs kir, em ji bo aramiyê alîkariyê pêşkêş dikin, ji bo alîkariya civakên li wê herêmê û pêşkêşkirina xizmetguzariyên baştir ji xelkê wir re, wek elektrîk û ava paqij, herwisa em alîkariyên taybet didin Kampa Holê û penaberên wê ji bo piştrastbûna ji wê ku alîkariya mirovî berdest e heta dema ku rewşa wan bê çareserkirin û dikarin dîsa bên niştecîkirin an li welatên xwe bên vegerandin. Ango, piraniya 98 milyon dolarên alîkariya aramkirinê bi wê navçeyê tê dayîn.
Rûdaw: Em diçin beşa dawî ya hevpeyvîna me. Em behsa pirsa Kurd li Sûriyeyê dikin. Hevkariya Kurd û Amerîkayê li ser bingeha pabendbûna we bi rûbirûbûna DAIŞê ava bû. Niha tu dikarî bi zelalî ji min re bibêjî, siyaseta we ya niha ji bo Kurdan li Sûriyeyê çi ye, herwisa hûn dixwazin pirsgirêka Kurd di siberoja Sûriyê de çawa çareser bikin?
Ethan Goldrich: Sûriye..siyaseta me li hemberî tevahiya Sûriyeyê ew e ku di bin siya biryara 2254 de, em dixwazin çareseriyekê bibînin ku rê bide hemû Sûriyan ku dengê wan di wê yekê de hebe ka wê siberoja Sûriyê çawa be.
Em pabendî yekparçeyiya axa Sûriyeyê ne. Ev ji bo me prensîbeke din a girîng e. Paşê li hundirê Sûriyeyê, divê gotina her kesî li ser siberoja desthilatdariya Sûriyeyê li bakurê rojhilat hebe. Ji bo me girîng e ku hemû civakên li bakurê rojhilat, tewra vêga ku ew navçe ji DAIŞê û rejîmê hatine rizgarkirin, divê li wan navçeyan çalakiyên siyasî yên gelemperî hebin ku hemû civak di wan de beşdar bin û di navbera hemû civakan de diyalog hebe.
Tiştekî ku em vêga dilgiran kirine ew e ku behsa hilbijartinekê li wê navçeyê tê kirin. Em bawer nakin ku merc ji bo hilbijartineke azad, dadmend, zelal û berfireh amade bin. Loma me gotiye ku…
Rûdaw: Ev ji ber şert û mercan e yan daxwaza Tirkiyeyê ye?
Ethan Goldrich: Em di wê baweriyê de ne ku divê hilbijartin li her dera Sûriyeyê azad, dadmend, zelal û berfireh bin. Bi nêrîna me, niha ev şert û merc nînin. Loma, em bawer nakin ku divê hilbijartin li bakurê rojhilatê Sûriyeyê bên kirin.
Rûdaw: Tirkiye hevbeşa we di NATOyê de ye lê gelek nakokiyên wê ligel hevbeşên we li bakur-rojhilatê Sûriyê hene ku şerê DAIŞê dikin. Vê dawiyê binesaziya wê rêveberiyê kir armanc bi merema ku rêveberiya navçeyê ji derb bixe. Hevdem Amerîka pir hewl daye ku rêkeftinekê di navbera Tirkiye û Kurdan de li Sûriyê saz bike. Tu dikarî bibêjî gelo hewldanên we gihîştine ku, hûn dikarin wer bikin ku Kurd û Tirkiyê bi hev re debar bikin da ku kêşe û nakokiyên xwe li bakurê rojhilatê Sûriyê çareser bikin?
Ethan Goldrich: Pêşî, Tirkiye hevpeymana NATO û Amerîkayê ye. Em bi Tirkiyeyê re li ser gelek kêşeyên cihê yên li seranserê cîhanê diaxivin, Sûriye jî di nav de ye û fikarên me yên hevpar hene. Xwesteka me ya hevpar heye ji bo dîtina cîbicîkirina biryara 2254.
Xwesteka me ya hevpar heye ji bo ku pêvajoyeke siyasî ya berfireh li Sûriyeyê ji bo hemû gelê Sûriyê hebe. Fikarên me yên hevbeş derbarê rûbirûbûna terorê li Sûriyê û şerê li dijî DAIŞê hene. Dilgiraniyên me yên mirovî yên hevpar hene. Herwiha pêdiviya alîkariya derveyî sînoran qene em bikarin..
Rûdaw: Lê li ser pirsa Kurd, hûn bi wan re neaxivîne?
Ethan Goldrich: Em behsa pêwîstiya hebûna çareseriyeke siyasî ya gelemperî li Sûriyeyê dikin ji bo hemû kesên ku li ser axa Sûriyê dijîn. Bi baweriya me, pir girîng e ku hemû civak bên parastin û welatî û binesaziya sivîl li Sûriyê bên parastin.
Rûdaw: Zor spas ku tu mêvanê Rûdawê bûyî.
Ethan Goldrich: Zor spas ji bo vê derfeta axaftina bi we re îro.