Şanoya Mala Zeytûnê li Swêdê tê nîşandan

09-06-2024
Hêmin Ebdullah
Nîşan Swêd Mala Zeytûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şanoya bi navê Mala Zeytûnê (Olivhemmet) li Swêdê tê nîşandan.

Li Swêdê ji vê hefteyê ve şanoyek li ser sehneyê ye ku qala jiyana du kesên Kurdistanî û Swêdî di maleke pîran de dike ku xwediyê du çandên cuda ne.

Çîrok li mala pîran derbas dibe. Du kesên ku li mala pîran li hev nakin divê kesek di navbera wan de navbeynkariya wan bike.

Derhênerê şanoyê Zahir Ebereş ji bernameya Diyasporayê ya Rûdawê re axivî.

Zahir Ebereş got, “Şanoya me li Swêdê tê nîşandan. 3 roj in me dest bi nîşandanê kiriye.

Berî salekê dema ku ez li şanoyê bûm, ez hevalê xwe Lars Franzen û hevalekî din ê bi navê Adil, em çûn li şanoyekê temaşe bikin.

Me li wir qal kir em çilo bikarin şanoyekê çêbikin ku hemî çandan vehewîne.

Ez û hevalên xwe fikirîn ku şano qala du kesên pîr bike çimkî Lasse û Adil pîr in û di ser 65 salî re ne.

Dîtin û nêrîna wan nola pîr li ser jiyanê çi ye?

Li ser pirsgirêkên ku niha çêdibin li Swêdê xasma rewşa penaberan a li Swêdê çawa ye?

Şikir me bi hevkariya van her du hevalan kar nivîsî.”

“Karakterê Kurd ji Şerê Îraq-Îranê reviyaye”

Zahir Ebereş li ser çîroka şanoyê wiha anî ziman:

“Şano behsa du mêran dike ku li mala pîran in. Karmendek bi navê Fatû li wir dixebite.

Pêşî her du kes nakok in û ji hev fêm nakin, paşê bi derbasbûna demê re dibin du hevalên hev ên pir hezkirî.

Karakterê Kurd ji Şerê Îraq-Îranê reviyaye û di şerê navbera du ji wan şerfiroş û sûcdarên ku li Swêdê hene tê kuştin.”

“Tenê lîstikvanekî Kurd heye”

Ebereşda zanîn ku hemû lîstikvan Swêdî ne û tenê lîstikvanekî Kurd heye û zimanê şanoyê jî Swêdî ye.

Şanoyê 5ê Hezîranê dest pê kir û dê heta 9ê Hezîranê berdewam bike.

Derhênerê şanoyê dibêje “Meha tê em bi niyet in li çend bajarên din ên Swêdê nîşan bidin.

Piştre em dê di Festîvala Navneteweyî ya Fasê de nîşan bidin, piştre jî beşdarî Festîvala Navneteweyî ya Cezayîrê jî bibin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst