TAYBET - Jean-Louis Bourlanges: Ez di wê bawerîyê de me ku dê Marine Le Pen wek serok neyê hilbijartin

Serokê Komîteya Pêwendîyên Derve li Parlamentoya Fransayê li ser hilbijartina serokatîya Fransayê ku biryar e 10ê vê heyvê were kirin, ragihand ku derfeta Macron zêdetir e ku bibe serokkomarê Fransayê, çunke karîbû di serdema desthilata xwe de bi awayekî serkeftî rûbirûyî astengîyan bibe. Derheqê Le Pen xanimê de jî ku berbijêreke bihêz a serokatîya Fransayê ye, got "Ez di wê bawerîyê de me ku dê Marine Le Pen wek serok neyê hilbijartin."

Serokê Komîteya Pêwendîyên Derve li Parlamentoya Fransayê Jean-Louis Bourlanges di hevpeyvîneke taybet bi Tora Medyayî ya Rûdawê re ku Ala Şalî pê re saz kir, qala şerê Ukrayna û Rûsyayê û encamên wî kir û got: "Ez nizanim dê ev şer çiqas dirêj bike. Tiştekî ku ez jê ditirsim ew e ku demeke dirêj dom bike. Çunke Rûsya nikare di vî şerî de bi ser keve û naxwaze winda jî bike. Wê çaxê dê bixwaze dirêjahîyê bide cengê, ji ber ku tenê berdewamîya şer wiha dike ku bêjin tûşî şikestinê nebûn. Tiştekî trajedî di şer de ew e ku bi temamî nerênî ye, ew e ku şerek e hemî alîyan tê de winda kiriye. Ukraynî dibînin welatê wan wêran dibe. Rûs bi sedema dîktatorîya Pûtîn tûşî cezayan dibin. Bê guman welatên rojava di geşbûna aborî de dikevin jêr bandora encamên vî şerî".

Rûdaw: Zor spas ku tu bi me re yî.

Jean-Louis Bourlanges: Pir kêfxweş im bersiva pirsên we bidim.

Rûdaw: Heke em binêrin, li gor rapirsîyan, Macron bi çend xalan li pêşîya Le Penê ye. Ji ber çi fikirîna fransîyan ber bi girtîbûnê ve diçe?

Jean-Louis Bourlanges: Ez bawer im ev diyardeyeke klasîk e ku Serokê dema wî bi dawî dibe û careke din xwe berbijêr dike, dibîne ku hejmara kesên ku biniyaz in dengê xwe bidin wî kêm dibe. Ev bandora kampanya bangeşeya hilbijartinê ye. Ji aliyekî din ve, derbarê xatûn Le Pen de, divê em bibînin ku rikaberiyeke pir bihêz di nav rastgirê tundajo de heye li Fransayê û Xatûn Le Pen deng ji berbijêrê wan Birêz Zemmour birine. Lê bi baweriya min Fransî dê bijardeyeke pir zelal hilbijêrin di navbera siyaseteke navînî de ji bo vî welatî ku Birêz Macron nûneratiya wê dike û siyaseteke rastgir a tundajo ku di baweriya min de di koka xwe de ne li gorî tişta ku Fransî dixwazin e. Lê dengder vê biryarê didin.

Rûdaw: Gelo hatina radîkalên mîna Le Penê bo ser desthilatê dê ji Fransayê re bibe pirsgirêk?

Jean-Louis Bourlanges: Ez bi rastî bibawer im ku Marine Le Pen dê neyê hilbijartin wek Serok. Lê dibe ku ez şaş bim û tu rast dibêjî, tevî ku Le Pen kampanyayeke zîrek encam daye ku tê de hewl daye nakokiyan kêm bike û xwe wek berbijêreke modern nîşan bide. Lê di rastiyê de bijardeyên wê pir metirsîdar in. Hem ji bo hevgirtina welat û bi taybet jî ji bo entegrasyona di navbera penaberan de ku piraniya wan Musilman in û Fransiyên din de û hem jî ji bo tevahiya bijardeyên aborî û siyasî yên Ewropî yên ku em hildibijêrin. Ew dê bi rastî nûçeyeke pir pir xweş be ji bo Putin û nûçeyeke pir pir xirab be ji bo Demokratxwazan.

Rûdaw: Ev çend hefteyek e ku em çavdêrîya kampanyayên hilbijartinê dikin. Em dibînin her ku diçe dengên radîkalên rastgir zêdetir dibin. Di eynî demê de, dengên sosyalîst û çepgiran kêm dibin. Tê gotin ku Macron di polîtîkaya derve de hin çewtî kirin. Lêbelê di polîtîkaya derve de wek kaptinê qeyranan tê binavkirin. Gelo ne şaştîya partîyên din bû ew derfet berdest kirin ku rastgir dengên bêhtir bi dest bixin?

Jean-Louis Bourlanges: Ez bibawer im ku di serî de, nabe bi heman şêweyî analîz bê kirin ji bo partiyên piraniyê û piştevaniya Emmanuel Macron ku pir bilind e, niha di vê dema ku em diaxivin de hîn Macron di serî de ye, bi zelalî li pêş hemû berbijêran e. Li hember jî, krîzeke kûr heye di nav partiyên rastgir de û çepgirê klasîk de jî. Partiya Komargeran ku di koka xwe de partiya De Gaulle bi rastî di nav krîzê de ye û partiya Sosyalîst ku partiya berê ya Birêz Mitterrand e di rastî de nêzîkî jinavçûnê ye. Li vir, bi rastî ev her du partî di nav krîzê de ne lê rewş qet ne wiha ye ji bo partiyên piraniyê ku bi temamî li pêş in. Bi sadeyî, tişta hûn bibînin ew e ku hejmara dengderên ji bo Birêz Macron bihêz bilind dibe bi sedema şerê Ukrayna. Şerê Ukrayna derxist bi rastî çawa tu bibî rêber, wate rêberê welat di dema şer de, dibîne ku piştevaniya gel li dor wî tê hev. Paşê, bêguman şer nehişt ku kampanya bê kirin û dema ku dest bi kampanyaya hilbijartinê hat kirin, rêjeya dengan zêde bûye. Ev du diyardeyên pir cuda ne. Derbarê pirsa ku te kirî, derbarê berpirsyariya ku Macron pê rabûye, divê di serî de em bêjin ku helwesta Macron pir bihêz bû, bi rastî serhildanek hebû, ne tundûtûj bû lê pêleke nerazîbûnê hebû di destpêka dema serokatiya wî de ku tevgera Êlekzeran jê re tê gotin, her wiha jî, ew wekî hemû dunyayê, rûbirûyê tiştekî pir şokdar bû ku ew Covid 19 ye. Paşê jî, ev şoreş, ev şer ku êrîşa bo ser Ukraynayê bûye. Wate ew rûbirûyê zehmetiyên pir mezin bûye. Ez bibawer im ku Fransî dibînin ku bi giştî ew bi şêweyekî rast li hember van rewşan rawestiyaye. Li hember rewşa Êlekzeran, wî diyalog hilbijart û li wan guhdarî kir. Li hember Covid, tedbîrên pêwîst hatin girtin, zehmet bûn, ji ber ku rewşê li Fransa dirêj kir û diviyabû Fransa tevbigere lê tevî wiha jî ew tedbîr bi temamî rast bûn derbarê petaya Covid de. Derbarê Ukrayna de, bijardeyên girîng hatin hilbijartin, piştgirî ligel welatên din ên Ewropayê, piştevanî ji bo gelê Ukrayna. Wate encama dawî baş bû. Lê tişta rast ew e ku Fransî ji guhertinê hez dikin û bîrokeya guhertina Serok bîrokeyeke tim tê bîra wan. Bi sadeyî, vê carê, eger ev guhertin bê kirin, dê di berjewendiya xatûn Le Pen de be, ku bi rastî cihê metirsiyeke rasteqîne ye. Dê ne guhertike wekî caran be, lewma jî hêviyeke min a mezin heye ku ev guhertin dê çênebe û Fransî dê li ser riya hişmendiyê û berpirsyariyê û demokrasiyê berdewam bin ligel Serok Macron.

Rûdaw: Hûn û partîya xwe piştevanîya Macron dikin. Çi tiştekî nû bi Macron re heye ji bo gelê Fransayê? Cenabê te dabaşa hin xalên giring kir. Lê ew derfetên nû ji bo gelê Fransayê çi ne?

Jean-Louis Bourlanges: Ev pirseke baş e, dema ku tu berbijêr bî ji bo demeke duyem a Serokatiyê, xelk gazinan ji te dike, eger heman tişta berê bikî, yan jî ku tu berovajî bikî. Wate hertim pir zehmet e. Li vir ez bibawer im ku rewş zelal e. Hin tişt hene ku nehatine kirin, bi taybet jî em dixwazin rêya xwe ya demokratîk nûjen bikin. Em parlemanekî dixwazin ku hilbijartî be bi şêweyekî ku nûneratiya tevahiya hêzên siyasî bike, di demekê de ku em di sîstemekê de ne ku piranî pir girîng e. Em dixwazin saziyên xwecihî, li navçe û herêman bêhtir vejînin, anku em dixwazin beşdariya rasterast bihêz bikin, anku pêşketineke demokratîk a mezin hebe, em dixwazin demokasiya xwe tekûz bikin. Duyem tişt, tehdaya keşûhewayê li pêş me ye. Raporên ku ji aliyên saziyên hatine amadekirin diyar dikin ku metirsiyeke mezin li ser keşûhewayê heye û divê karekî bêhtir bikin da ku rûbirûyê bilindbûna pileya germahiyê bibin, hem li ba me li Fransa û Ewropa û hem jî li hemû cîhanê. Pêwîst e em alîkariya welatan bikin da ku rûbirûyê vê tehdayê bilindbûna pileyên germahiyê bibin. Sêyemîn, em li pêş tiştekî pir metirsîdar in ku siyaseta dijminkarane ya Rûsya ye û divê em tekeziyê li ser avakirina Ewropaya bihêz bikin û ji wiha jî bêhtir divê em hêzên Ewropayê bikin yek, wekî Almanya, Îtalya, welatên bakurê Ewropayê, Îspanya, Fransa û Polanda. Divê em pir bihêztir van hêzan bikin yek ji ber ku êdî em nikarin rê bidin ku bi şêweyekî belawela tevbigerin. Li ser asta navxweyî, divê em hewlên bihêz bidin da ku em xerciya giştî kontrol bikin û sîstema xwe ya perwerde û zanistê bi pêş bixînin. Ev in tewerên sereke yên siyaseta ku em dixwazin birêve bibin. Ev ne berovajî tişta ku heta niha me kiriye lê bilezkirine di warên pir girîng de.

Rûdaw: Cenabê te piştrast e ku dê serok Macron di gera duyem de bi ser keve?

Jean-Louis Bourlanges: Qet nabe kesekî demokratxwaz bibêje ku encam hatiye wergirtin berî ku hevwelatî dengên xwe bidin. Lê hêviya min heye û baweriya min heye ku dengdêrên bingehîn ku ên me ne, ên Emmanuel Macron in, ên piraniya ku piştevaniya wê dike, dengdêrên piraniyeke mezin a Fransiyan in. Heta ew Fransiyên ne razî yên dixwazin protesto bikin, ên ku dixwazin gav bileztir bên avêtin, ên ku tiştan ji bo çîna xwe ya civakî dixwazin, di dawiya dawî de, ez bawer dikim ku piraniyeke mezin a li Fransa dizanin ku bijardeya me, bijardeya aboriyeke çalak, avakirî li ser bingeha bazarê, bijardeya demokrasiyeke piralî û vekirî, bijardeya Ewropayeke bihêzkirî, bijarteyeke bivê nevê ye eger em bixwazin Fransa bi ser bikeve û xwe biparêze di nav cîhaneke bi aştî de di siberojê de. Lewma ez bawer dikim ku erkê me niha ew e ku ev bingeh baş bên famkirin ji aliyê hemû Fransiyan ve ji ber ku ew dê bizanin ku ji bo wan hatine dariştin.

Rûdaw: Rêzdar Jean-Louis Bourlanges ez dixwazim bizanim heta çi radeyê pirsgirêka penaber û îslama sîyasî bûne sedema zêdebûna nijadperestîyê. Em dibînin ku hinek berbijêr mijara koçber û îslamê li Fransayê kirine yek ji mijarên sereke ji bo ku dengên zêdetir bi dest bixin.

Jean-Louis Bourlanges: Ev tehedayeke pir mezin e ji bo hilbijartinên serokatiyê. Fransî, bêguman wekî hemû dunyayê, hemû miletan, zehmetiyê dibînin di jiyana çandên cuda de. Rastiya ku xelk ne heman cilûbergan li ber xwe dikin, ne bi heman şêweyî nimêj dikin, ne bi heman zimanî diaxivin û her tişta ku cudahiyê dirust dike, her tim cihê dilgiraniyê ne. Lê ez bibawer im ku Fransî du tiştan dizanin ku li Fransa nêzî 5 milyon Musilman hene, çi Musilmanên ku nû koçber bûne, çi jî zarokên nifşên ku berê koçberî Fransayê bûne. Tu çareserî nîne ku Fransa bi şêweyekî baş bijî bêyî entegasyoneke baş a van 5 milyon Musilmanan. Rastgirê tundûtûj Birêz Zemmour wekî nimûne, her tim red dikin ku hîç çareseriyek hebe ji bo Musilmanan li Fransayê. Em dibêjin divê penaber bên entegrekirin, bi taybet jî penaberên ku ji ola Musilman in li Fransayê, ji bilî vê siberojeke din ji bo Fransayê tune ye. Baweriya duyem ew e ku prensîpa me heye ji bo rêvebirina vê rewşê, ew jî sekularîzm e. Wate cudakirina di navbera pabendiya olî ya her kesî de, çi katolîk be, Protestant be, Cihû be, Musilman be, wate her kes bikaribe bi azadî pabendî ola xwe be. Lê di dawî de, sekularîzm ferz dike ku dewlet ne milkê vê olê yan ola din be. Ev prensîpa sekularîzmê rastî şerê hinekan tê lê divê ew kilît be da ku Fransî bi şêweyekî bi hev re bijîn. Em li vir, Serok Macron, piranî, her wiha hin berbijêrên din, hin partî, xweşbextane, em bawer dikin ku ji bo çareserkirina vê mijara ku tu behsa wê dikî, divê entegrasyon hebe ji bo hemû kesên ku tên ba me û cihê wan li Fransa heye, her wiha rêzgirtin li ola her kesî, nabe Katolîk yasayên xwe bi ser Musilmanan de bisepînin, nabe ku Musilman yasayên xwe bi ser Katolîkan de bisepînin. Divê hemû alî rêzê li giştîbûn û bêalîbûna dewletê bigirin. Ev e Komara Fransayê.

Rûdaw: Heger xatûn Le Pen bi ser bikeve dê bernameya we çi be?

Jean-Louis Bourlanges: Bi baweriya min senaryoya baş ew e ku xatûn Le Pen bi ser nekeve di hilbijartinên Serokatiyê de, ev e tişta divê em ji bo wê kar bikin. Lê heke hat û bedbextane ev egera tu behs dikî bû rastiyek, wê demê dê tevlîheviyeke mezin li tevahiya welêt were pêş. Metirsiya fewzayekê heye, dê hilbijartin hebe, hilbijartinên parlemanî ku dê pir ne zelal bin û bêguman jî dê krîzeke diravî hebe, ji ber ku herkes dê bitirse ku herifandineke aborî hebe. Ji ber ku Fransa nikare rê bide xwe programa xatûn Le Pen cibicî bike ji ber ku êdî em nikarin kar di nav Yekîtiya Ewropa de bikin. Lewma ev hemû pir metirsîdar in, pir pir metirsîdar e. Û bi baweriya  min ew pir metirsîdar e heta radeyeke ku Fransî dê vê rêyê hilnebijêrin. Em ê di navbera du gerên hilbijartinên serokatiyê de bin, dê 2 berbijêr hebin û bêguman wê demê divê em giraniya kampanyayê bidin ser metirsiya gelekî mezin a ku cîbicîkirina programa Le pên dê bi ser welat de bîne. Bi baweriya min hizirkirina bikom a Fransiyan derbarê siberoja welatên wan de dê rêgiriyê li wan bike ku bijardeya xirab hilbijêrin û dê wan bihêle di nav rastiya wan a dîrokî ya kûr de, an ku bijardeya Komarê, bijardeya azadiyê, bijardeya rêzgirtinê li hemû pêkhateyên gel û bijardeya piştgiriyeke çalak ligel hevbeşên me yên Ewropî. Baweriya min a temam bi hişmendiya Fransiyan heye.

Rûdaw: Hûn piştî êrîşa Rûsyayê ya li ser Ukraynayê pêşbînî dikin ku dê guhertineke mezin rû bide

Jean-Louis Bourlanges: 2 tişt; ez nizanim ev şer dê çiqasî dirêj bike. Tişta ez jê ditirsim ew e ku demeke dirêj berdewam be. Ji ber ku Rûs nikarin di vî şerî de biser bikevin û naxwazin jidest bidin. Lewma ew dixwazin di vî şerî de berdewam bin, ji ber tenê berdewamiya şer dihêle ku bibêjin ku ew rastî şikestinê nehatine. Tişta herî trajedîk e û ev nîşeya duyem e, ew ku ev şer tehedayeke bi temamî nerênî ye. Wate şer ku hemû alî tê de şikestî ne. Ukraynî ku dibînin welatê wan wêran dibe, Rûs ku dikevin jêr sizayan û tundbûna dîktatoriya Putin û welatên Rojavayî ku bêguman dê têkevin jêr derencamên vî şerî de derbarê geşedana aborî de, tevahiya cîhanê ku dê zehmetiyê bibîne di peydakirina xwarinê de û dê zehmetiyê bibîne di berdewamiya geşekirina xwe de, her wiha xebata ji bo keşûhewayê, dema ku veberhênaên pêwîst tune bin ji bo vî karî. Lewma ev şerekî pir tirsnak e, şerekî ku tu kes tê de bi ser nakeve û her kes dê jidest bide. Lê ji bo me Fransiyan, encama zelal ew e ku ev yek dê hevgirtina hêz û welatên Ewropayê qayim bike. Em tu carî wekî niha ne yekgirtî bûn, ligel Almanan, ligel Îtaliyan, ligel Îspaniyan, li gel Skandînaviyan, ligel Swêdiyan, bakurê Ewropa, Finlandiyan. Roj bi roj yekîtiya me bihêztir dibe û ez bawer dikim ku ev yek dê rê bide ku Ewropa tê bigihêje ku niha êdî rewş ne girêdayî tenê neteweya Fransî, yan neteweya Îtalî, yan neteweya Almanî ye belku girêdayî civaka Ewropî bi tevahî ye. Lewma ez bawer dikim ku ev yek dê rênîşander be ji bo avakirina Ewropa û ev hêviya min e û lewma jî, ez bawer dikim ku Fransî dê bijardeya Ewropî hilbijêrin di rojên bê de, bi hilkefta hilbijartinên serokatiyê ku bîrokeya giştî ya Fransiyan ew e ku eger em bixwazin siberojekê ava bikin em ê nikarin ava bikin eger ne ligel hevbeşên me yên Ewropî be, ne ku bêyî wan be.

Rûdaw: Rêzdar Jean-Louis Bourlanges ez dixwazim bizanim heger Makron careke din bibe serokkomar dê çi li pêşberî Ewropayê be

Jean-Louis Bourlanges: Em di pey hêzê de nagerin tenê ji bo hêzê bi dest bixin. Tişta em dibêjin ew e ku gelên Ewropayê têra xwe zengîn in da ku erê bikin li ser berevaniya xwe bi xwe, vêberhênanên pêwîst bikin û ne her tim li bendî Amerîkiyan bin ji bo ewlehiyê. Amerîkî hevpeymanên me ne, NATO dê geş bibe. Ez bawer dikim hin welatên bêalî, wekî Swêd û Fînland dê di demeke pir nêzîk de tevlî me bibin. Wate NATO hevgirtî û bihêz e lê ev nabe rêgir ku di nava NATO de divê hêzên sereke bihêztir û bişiyantir bibin. Garantiyek heye ku piştevaniyeke bihêz di nav gelên NATOyê de hebe, ew jî madeya 7 ji Rêkeftina NATOyê ye. Lê her wiha garantiyên me di çarçoveya Rêkeftina Yekîtiya Ewropayê de hene, ew jî madeya 42-7 a Rêkeftina Yekîtiya Ewropayê ye. Û divê ev yek bê pêşxistin lê ev pir bi zelalî hatibû diyarkirin di nameya Birêz Biden û Birêz Macron de, nameya ku bi hev re îmza kiribûn, di dawiya meha cotmeha borî de, ku tê de hatibû gotin ku divê Ewropî kesayetiya xwe ya berevaniyê pêş bixin, wekî temamker, ne ku şûngir ji bo piştevaniya di navbera welatên NATOyê de. Wate, ev dilsozî ji bo hevpeymaniya NATO welatên sereke di vê hevpeymaniyê de bihêz dike ji ber ku Amerîkî dibe ku di serî de jî guh didin mijara azadiya tevgera veguhestinê û parastina Taiwanê di deryaya aram de. Wate, hin teheda li Deryaya Aram hene ku dibe Amerîka berê xwe bide wan û divê em bi pişka xwe ji bo kar li Ewropa rabin, ji bo ewlehiya Ewropiyan. Ev hevtemamkirina nû ya erkan e, dabeşkirineke nû ya erkan e di çarçoveya Hevpeymaniyeke hevgirtî û hevpişt de ku em hewl didin dirust bikin.

Rûdaw: Rêzdar Jean-Louis Bourlanges zor spas ji bo vê hevpeyvînê. Gotûbêjeke germ bû. Ez hêvîya tenduristîyê ji we re dikim.

 Jean-Louis Bourlanges: Sipas. Ez pir kêfxweş bûm ku bi saya we ez biaxivim ligel dostên me li Kurdistana Iraqê ku dilê Fransiyan pir li ser wan e.