YEMEN – Hûsî kî ne? Çima şer derket? Ma çaresererî dûr e?

 

 

Rojnamevan Îslam Ozkan derbarê şerê li Yemenê de got piştî ku balafirên hevpeymaniya bi serkêşiya Erebistana Siûdiyê tevlî şer bûn hêviyên çaresereriyê hineke dûr ket.

 

Ozkan wiha got, em niha nikarin behsa çareseriyek siyasî bikin û wiha domand:

 

“Divê serî de mudaxaleyên ji derve û êrişên hêzên biyanî rawestin. Tenê piştî vê yekê gotûbejên çareseriyê dikare dest pê bikin.”

 

Îslam Ozkan pirsên Rûdawê yên derbarê şerê Yemen û bûyerên li Rojhilatê Navîn bersivand.

 

Hûn dikarin ji me re behsa Yemenê bike? Minak nifûsa wê çende?

 

 

Piraniya nifûsa wê ji ereban pêk tê. Ji sedî 99.1 nifûsa wê erebên û ji sedî 0.9 jî mûsevî û mesîhînin. Tê îdiakirin ji sedî 65 nifûsa misilmanan sune ne û ji sedî 35 jî şîe ne.

 

Beriya niha pevçûnên û serhildan wekî vê navxweyî derketibûn?

 

 

Li Yemenê serhildana herî domkirî ya sala 2011an destpêkiri û heta sala 2012an srokamarê beriya niha Ebdurabbî Mansur Hadî hatibû hilbijartina bû. Herwiha “Tevgera Endarullah” ku weke hûsiyan tê nasîn, di navabera 2004an û 2009ê li hemberî Artêşa Yemenê pevçûn derxistin. Ev yek jî girîng bû.

 

Ev Hûsî kî ne?

 

 

Hûsî navê rêxistina ku sala 1992an bi navê Misilmanên Xort (Eş Şebabul Mumîn” û sala 2004ê navê guhert û kirî  “Tevgera Ensurallah” e.Hikûmeta Yemenê 8 Tebaxa 2004ê di bin rêveberiya Elî Ebdullah Salih, Hûsî bi tawanên avakirina rêxistineke wek hizbullahê çekdarî û mizgeftan ji bo ramanên xwe yên terorî û li dijî Amerîkayî bi kar tîne, sûcdar kir. Salih li şûna Artêşa Yemenê li dijî Hûsiyan kar bîne, ji federasyona Heşdul 2 eşîretên Usaymat çekdar kir û li dijî Hûsiyan bi kar anî.

 

Hejmara Hûsiyan li Yemenê çend kes in?

 

Hejmara wan tam naye zanin lê li gorî medyaya nêzîkî 10 hezaran e.

 

Li Yemenê kî piştgiriya Hûsiyan dike?

 

Li Yemenê sosyalîst û şafiyên sunne piştgiriyek xurt dide Hûsiyan. Taybetî di xwepêşandanên li bajarên mezin de bi hezaran kes tevlî xwepêşandanê dibin.

 

Niha li kijan bajarên Yemenê pevçûn hene?

 

Em niha dikarin bibêjin li tevahiya bajarên Yemenê peçûn hene.  Herwiha rewş biçeke tevliheve ji ber ku çend alî şer dikin. Navend û başûrê welêt bûye cihê çalakiyên hêzên El Qaide yên hevalbendê Partiya Islah a girêdayî tevgera Birayên Misilman. Hûsiyan û Arteşa Yemen Aden kontrol kirin.

 

Li Yemenê çareseriyek çawa dikare pêk were?

 

Piştî ku balafirên hevpeymaniya bi serkêşiya Erebistana Siûdiyê tevlî şer bûn hêviyên çaresereriyê hineke dûr ket. Em niha nikarin behsa çareseriyek siyasî bikin. Divê serî de mudaxaleyên ji derve û êrişên hêzên biyanî rawestin. Tenê piştî vê yekê gotûbejên çareseriyê dikare dest pê bikin.

 

Koçberiya navxwe û ya derveyê welêt rû da?

 

Li Yemenê piştî ku pevçûn derketin, hin kes koçbere dewletên ciran taybetî Somalî û Cibutî bûn. Lê hejmara wan ne zêde ye. Heger pevçûn gur bibin dibe ku hejmareke zêde penaber bibe û karesatên mezin rû bide.

 

Di encama pevçûnan de heya niha çend kesan jiyana xwe ji dest daye?

 

Piştî ku 26ê Adarê balafirên hevpeymaniya bi serkêşiya Erebistana Siûdiyê tevlî şer bûn, tê gotin heta niha nêzîkî 900 kesên sivîl û leşker jiyana xwe ji dest dane. Herwiha her diçe hejmara zêdetir dibe û piraniyan wan jî kesên sivîl in.

 

Îslam Ozkan kî ye?

 

Rojnamevan Îslam Ozkan ji sala 1997an ve di çend kovarên erebî û tirkî de ser mijarên Rojhilatê navîn lêkolin û gotar nivîsandiye. Ozkan niha nûnerê televîzyona al Masirah TV li Trikiyeyê ye.