Sherri Talebanî: Jinên Kurd bihêz in

09-03-2025
RÛDAW
Sherri Talebani 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî bû mêvana Rûdawê / Wêne: Ji ber dîmenan, Rûdaw
Sherri Talebani 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî bû mêvana Rûdawê / Wêne: Ji ber dîmenan, Rûdaw
Nîşan 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî Sherri Talebanî Jinên Kurd
A+ A-

Seroka Weqfa Seedê Sherri Talebaniyê 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî behsa rola jinan a li Kurdistanê û bihêziya wan kir.

Her wiha behsa wan astengiyên ku li pêşiya jinan hene û guherînan kir ku pêwîst e di qanûnan de bên kirin.

Seroka Weqfa Seedê û hevjîna Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Qubad Talebanî, Sherri Talebani 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî bû mêvana Rûdawê û pirsên Şehyan Tehsînê bersivandin.

Seroka Weqfa Seedê Sherri Talebaniyê li ser bipêşketina jinan got:

“Ji bo jinên me bi pêş bikevin, divê em şiyana azadiyê ji jinan re dabîn bikin, beşdariya wan a di aboriyê de, temamkirina xwendina wan, bidestanîna meaşê wekhev û jîngeheke kar a aram dabîn bikin.”

Sherri Talebaniyê tekezî li ser wê yekê kir ku civaka Kurdistanê di bin bandora şer û pevçûn û tundûtûjiyê de bûye û got:

“Civak di bin bandora dehan salan a şer û tundûtûjiyê de bû. Pêwîstiya me bi fêmkirina rewşa jinan a îro û pirsgirêkên wan hene. Bawer dikim hemû civak bi nearamî, tundûtûjî, serdema Sedam, şer, armancgirtina vê herêmê û jinên vê herêmê ku di Enfala Kurdistanê de bûne qurbanî, bandor bûne.”

Sherri Talebaniyê da zanîn ku şer bandorê li ser malbatan dike, lewma divê baldarî li ser wê yekê be û anî ziman:

“Pêwîst e em vegerin Kurdistana beriya hemû van tundûtûjiyan, ew Kurdistana ku tê de malbat bi rastî bihêz û temam bû.”

Sherri Talebaniyê li ser jinên Kurd jî anî ziman:

“Ez ji sala 1998an heta niha li Kurdistanê dixebitim. Di wê deme de min bi jinên ku beşdarî bernameyên me bûne re kar kiriye ku li ser çareserkirina nakokiyan, birêvebirina giştî û mafên mirovan ên hunereke hevbeş ava kirine.”

Rûdaw: Çawa dikarin jinan bihêz bikin?

Sherri Talebanî: Ez dixwazim berê ji Roja Jinan a Cîhanî dest pê bikim. Bi baweriya min ev roj hem li cîhanê û hem li vir li Kurdistanê girîng e ku beşdarî û destkeftiyên jinan werin zanîn. Jinên wekî te di rojnamegeriyê de, bazirganiyê de, di hikûmetê de, di sektora rêxistinên nefermî de, di rêxistinên xêrxwaziyê de wekî min. Ev derfetek e da ku beşdariya jinan bê naskirin. Her wiha girîngiya jinan di civakê de bê zanîn û jin çawa dikarin roleke girîng di avakirin, aramî, serkeftin û bipêşketina civakê de bilîzin. Bi baweriya min ev roj ji bo wan tiştan e lê eger em bên ser pirsa te ku çawa em dikarin jinan bihêz bikin, divê em piştrast bin ku jin xwedî heman mafên zilaman bin di beşdariyê, lihevkirinê û biryardanê de. Her wiha divê em piştrast bin ku astengiyan li pêşiya jinan bi derbasbûna demê kêm dibin. Em hez dikin hemû ev astengî sibe nemînin, li seranserê cîhanê jin bi hev re dixebitin da ku pirsgirêkên ku rûbirûyî wan dibin çareser bikin û roleke bibandortir di civakê de bilîzin.

Rûdaw: Tu jinên Kurd çawa dibînî? Astengiyên li pêşiya wan çi ne û aliyên wan ên erênî çi ne?

Sherri Talebanî: Civak di bin bandora dehan salan a şer û tundûtûjiyê de bû. Pêwîstiya me bi fêmkirina rewşa jinan a îro û pirsgirêkên wan hene. Bawer dikim hemû civak bi nearamî, tundûtûjî, serdema Sedam, şer, armancgirtina vê herêmê û jinên vê herêmê ku di Enfala Kurdistanê de bûne qurbanî, bandor bûne. Dema malbat tê armancgirtin, jin zerereke mezin dibînin. Jin, keç û zarok. Divê em li ser dîroka xwe bifikirin. Divê em ji vê rewşê derbas bibin. Divê em ji rewşa krîzê biçin rewşa mayînê û paşê biçin rewşa bipêşketinê. Ji bo jin bi pêş bikevin, divê em derfeta jiyaneke azad û bê tundûtûjî, beşdarî di aboriyê de, temamkirina xwendinê, wergirtina meaşên wekhev û cihê kar ê aram ji wan re misoger bikin. Ev hemû beşek ji hewldana me ne dema ku em li ser bihêzkirina jin û mafên wan difikirin. Bi baweriya min girîng e ku bibêjim dema ku tu jiyana jinan çêtir dikî û beşdariya wan zêde dikî, ev ti tiştî ji zilaman kêm nake. Berovajî vê, her kes di civakê de sûdê ji vê werdigire ji ber ku dema jin beşdarî biryardanê dibin, piraniya caran ew berjewendiyên malbatê diparêzin. Ev ji bo biryardan, siyaset, qanûn û çawa xerckirina pereyan gelekî girîng e. Jinan di parlamentoyan de li seranserê cîhanê îspat kiriye ku ew gendeliyê kêm dikin, budce ji bo tenduristî û perwerdeyê terxan dikin ne ji bo artêşê. Ji ber vê yekê bihêzkirina jinan di posta biryardanê de ne tenê ji bo jinan, ji bo baştirkirina hemû civaka me girîng e.

Rûdaw: Gelo di nava civaka Kurdî de li ser jinan tiştekî ku tu şor kir heye?

Sherri Talebanî: Ez ji sala 1998an heta niha li Kurdistanê dixebitim. Di wê deme de min bi jinên ku beşdarî bernameyên me bûne re kar kiriye ku li ser çareserkirina nakokiyan, birêvebirina giştî û mafên mirovan ên hunereke hevbeş ava kirine. Her tim min dîtiye ku jinên Kurdistanê ne tenê ji bo mafên jinan têdikoşin, ji bo baştirkirina hemû civakê, ji bo mafên mirovan, li dijî şer, li dijî nakokiyan û ji bo hewcedariyên civakê têdikoşin. Ji ber vê, ez her tim bi hêza jinên Kurd matmayî bûm. Dema min karê xwe derbasî vir kir, ji bo min ne balkêş bû ku bibînim jin bi rastî berdewam dikin di bipêşxistina xwe de di cihên girîng lê pêwîstiya me bi derfetên zêdetir û qadên zêdetir hene ji bo ku ew beşdariyê bikin.

Rûdaw: Çawa? Derfetên zêdetir di çi de?

Sherri Talebanî: Ez mînaka Amerîkayê bi we re parve nakim, ji ber ku li wir jî em hîn di rewşa bipêşketinê de ne. Ez bawer dikim em dikarin li mînakên nêzîk binêrin, eger em li Îmaratê binêrin, civakeke Misilman û mihafazakar lê tê de jin di hemû warên jiyana giştî de beşdar dibin. Wê demê, siyaset û qanûnên baş hene, wekî qanûna meaşê wekhev. Nîvê endamên kabîneya hikûmetê jin in. Di hemû astên birêvebiriya hikûmetê de jin hene. Nîvê endazyarên ku li ser projeyên giştî û binesaziyê dixebitin jin in. Zêdetir ji nîvê xwendekarên zanîngehan jin in. Jin di hemû warên jiYanî de têne dîtin, di wan warên ku ez tê de dixebitim, di tibê de, ti sînor nînin. Jin ji bo rêberiyê hatine bihêz kirin. Bi baweriya min ev nimûneyeke baş e ku em lê binêrin, ne tenê em jinan di postên birêvebirinê de, di postên bilind ên hikûmetê bibînin, em dixwazin jin bi tevahî di hemû karan de beşdar bin.

Rûdaw: Li Kurdistanê zemîn heye ji bo vê mebestê?

Sherri Talebanî: Ez bawer dikim ev pêvajoyek e û divê ji vir dest pê bike. Ez bawer dikim jin hene û ez her tim bi wan re dixebitim, di bazirganiyê de û di hemû warên civakê de. Jin hene. Wê demê pirsgirêk ew e ku em piştrast bin ku ew di wê odeyê de ne ku biryar têne dayîn û dengên wan têne bihîstin. Em piştrast bin ku jin xwe bihêz hîs dikin ji bo axaftinê û jin li cihê kar aram bin.

Rûdaw: Rêxistina we çi kiriye ji bo jinên Kurdistanê û hûn çawa dikarin ev plan û dîtin pêkan bin?

Sherri Talebanî: Ev sala dehem e ku em kar dikin û di destpêkê de, me bala xwe da ser kar bi jinan re ku ji tundûtûjiyê û şer rizgar bûne û em piştrast bibin ku jin aram in û alîkariya wan bikin ji bo saxlemiya piştî tundûtûjiyê û parastina zarokan. Niha em rast bi bala me li ser vê yekê ye çawa em ji vê krîzê derbas bibin? Çawa em ber bi guherînan ve diçin di qanûn û siyasetan, ku rê dide hemû civak aram û baştir be. Em bi nêzîkî bi saziyan re ku qanûnan bi cih tînin kar dikin. Bi nêzîkî bi xizmetguzariyên civakî, beşên parastina civakî di Wezareta Kar û Karûbarên Civakî kar dikin. Em ligel hemû beşên hikûmetê kar dikin, ji ber ku krîza mirovî bi cih hatiye hêlan. Niha em di vê qonaxa bipêşketinê de ne ku aborî divê pêş bikeve. Divê mirov baş û yekbûyî bin. Em pêwîstî bi civakek hene ku bipêşkeve û ji aliyê aboriyê ve baştir be. Ji ber vê yekê, ji bo ku em vê bikin, dive em mirovan bihêz bikin. Em bi jinan re, zilaman re û zarokan re kar dikin, wê demê bi hemûyan re kar dikin. Bo nimûne, em bi zilaman re kar dikin ji bo piştrast bin di malbata saxlem û bihêz, zilam û kuran. Me komek bernameyên me ji bo zilam û kuran hene derbarê çawa ew dikarin, ji bo nimûne, bav zêdetir piştgirî bidin zarokên xwe.

Rûdaw: Zilam çi bersivê didin? Ew çi dibêjin?

Sherri Talebanî: Zilaman bangawazî qebûl kiriye. Carinan zehmet e wan bînî nav bernameyan, lê paşê ew ji hevalên xwe dibhîzin ku ev bi rastî ji wan re bi sûd bûye. 10 rûnişitinên me hene. 8 rûnişitin bi bavan re û 8 rûniştin bi kuran re. Paşê me du rûniştin bi herduyan re hene. Ew dibêjin "Hemû nêrina min ji bo malbata min hatiye guhertin, ez dixwazim pêwendiyeke nêzîktir bi hevjîna xwe re heye. Ez dixwazim pêwendiyeke nêzîktir bi zarokên xwe re hebe û niha ez dizanim çawa vê bikim. Ez dizanim ku pirsgirêk ne tenê yên min in ku bi tenê şanê wan bidim, lê em wekî malbat dikarin bi hev re kar bikin û ez dixwazim bibînim zarokên min xewnên xwe bînin cih. Niha ez dizanim çawa alîkariya wan bikim." Em dibînin hevjînên wan zilamên ku beşdarî bername dibin dibêjin her kes bextewar û rêktir e. Li vir li Kurdistanê pirsgirêka cuda bûnê heye.

Rûdaw: Sedema pirsgirêka cudabûnê çi ye?

Sherri Talebanî: Ez bawer dikim cudabûn ji ber vê çêdibe ku tundûtûjî di malbatê de bandorê li malbatê dike. Ez bawer dikim ku eger em bikaribin pêkhatina malbatê çareser bikin û pêwendiyên malbatê ji nû ve ava bikin û malbatên saxlemtir, xurttir çêkin, ji bo hemû civakê baştir dibe. Ew zarokên ku di malekê de mezin dibin ku tundûtûjî tê de heye, dibin qurbanî yan tawanbar. Ji ber vê divê em bazneya tundûtûjiyê bişikînin û divê em yekeyên malbatê bihêz bikin. Ez bawer dikim ku dehan salên şer bandora li ser malbatê bûye. Ji ber vê divê em berê xwe bidin vê.

Rûdaw: Hûn ji bo sererastkirina qanûna li dijî tundûtûjiya malbatî û tundûtûjiya li dijî jinan dixebitin, karê we gihişt kû? Tê sererastkirin? Hûn dê çawa sererast bikin?

Sherri Talebanî: Kurdistanê qanûneke bipêşketî û girîng heye ku tundûtûjiyê di nava malbatê de qedexe dike. Yanî qanûn taybet e bi tundûtûjiya di navbera hevjînan de û di nav tundûtûjiya li dijî zarokan de jî. Qanûn gelekî baş e. Her wiha pir baş e ku Kurdistanê ev qanûn heye. Heman qanûn li beşên din ên Îraqê û li gelek welatên din tune lê li cihê wekî Dubaî, qanûnekî wekî vê heye. Her wiha li vir saziyên baş ên me hene. Yekeyeke taybet a bi birêvebirina qanûnê û stargehên jinan hene. Wê demê sîstemeke baş heye. Gelo em dikarin qanûnê baştir bikin? Bêguman, em dikarin qanûnê baştir bikin lê gelo serkeftî dibe? Erê, dikare baştir bibe û hemû qanûn dikarin berdewam baştir bibin. Erê, me hewl da qanûnê baştir bikin. Ji ber ku hikûmet jî girîngî daye. Wê demê armanca me piştgirîkirina guhertinan e dema ku îrade û peymana siyasî ji bo guherînan heye.

Rûdaw: Ew xwesta siyasî û pêbendî heye?

Sherri Talebanî: Erê, ez dibînim ku hikûmet bawer dike tundûtûjî ji bo hemû civakê xerab e û dixwaze çareser bike. Me pêwîstî bi guherînên pergalî ye. Wê demê zêdetir e ku tenê alîkariya jinan bikin ku ji tundûtûjiyê birevin. Dîsa, bêtir pêwendî bi xurtkirina malbatê heye. Ji ber ku div e malbat helwêsta ji bo hezkiriyên xwe bistînin û piştrast bin ku tu kes nabe qurbanî.

Rûdaw: Niha gihiştiye kîjan qonaxê? Ew sererastkirinên ku we dixwest bikin, rawestiyane?

Sherri Talebanî: Me heft an heşt sal in bi van saziyan re kar kiriye, wekî saziyên birêvebirina qanûnê, me rahênan kiriye. Me zêdetirî 600 kesan di warê birêvebirina qanûnê de rahênan kiriye, Her wiha me bi dadweran re kar kiriye ji bo xurtkirina bersiva wan beramberî vê tundûtûjiyê û ji bo bicihkirina qanûnê bi awayekî çêtir û xurttir. Wê demê me bipêşketineke mezin dîtiye. Bê guman, warê ji bo berdewamiyê heye lê divê em sedema bingehîn a tundûtûjiyê çareser bikin. Dive em çareser bikin ku mirov çawa hest bi jinan û tundûtûjiyê dikin. Dive em vegerin Kurdistana beriya hemû van tundûtûjiyê, ew Kurdistana ku tê de malbat bi rastî bihêz bû. Em hest bi bawerî û hêviyê dikin ku em dikarin vê bikin.

Rûdaw: Hûn pêşbînî dikin ku demeke dirêj bikişîne heta ku ew sererastî pêkan bin?

Sherri Talebanî: Ez bawer dikim guherîn demeke dirêj digre. Ji dîtina derve, ez gelek guherînên erênî dibînim di 12 salên ku li vir li Kurdistanê jiyam û di wan 25 salên ku min li vir kar kiriye. Di qonaxên seqamgîriyê de, niha me bi qasî zêde seqamgîrî û dilniyayiyek zêdetir derbarê paşerojê heye. Wê demê niha dema wê ye ku em berê xwe bidin piştrast bikin ku her kes di civakê de dikare pêş bikeve. Ji ber vê yekê, divê em di vê qonaxê de pêşkevin.

Rûdaw: Piştî ku Donald Trump dest bi kar kir, alîkariyên derve yên Amerîkayê ji bo rêxistinan hatin birîn, vê çawa bandor li we kiriye?

Sherri Talebanî: Erê, îdareya Amerîkayê biryar da ku lênêrînek li ser hemû alîkariyên derve bike ji bo ku piştrast be ku berjewendiyên Amerîkayê pêş dixe, her hikûmetek li seranserê cîhanê divê vê bike. Ji bo piştrast bin ku şêwaza belavkirina û cîbicîkirina pereyan û programan herî karîger û baştirîn e. Ev mafê hikûmetê ye lê hişyariyek ji bo me ye li vir li Kurdistanê ku em, Dewletên Yekbûyî mezintirîn bexşkerê me ye. Ji ber vê bandor li ser her kesî bûye. Bandor li ser SEED jî bûye lênerînek li ser bernameyên me hatiye kirin. Piraniya wan berdewam dibin û pêş dikevin. Bernameyên din jî hene ku ji hêla bexşkerên din ve têne piştgirîkirin. Her wiha em ji hêla bexşkerên taybet ve li vir tên piştgirîkirin, kompaniyan û takesan li Kurdistanê ku bi kar me bawerî hene, piştgiriya me dikin. Wê demê SEED baş dibe. SEED rêxisinek mezin e û ew dê ji vê rewşê derbas bibe lê ez bawer dikim ku divê em hemû li ser vê bifikirin ku çawa em ji qonaxa krîzê derbas dibin ku hejmarek mezin ji wan pereyên navneteweyî ku dihatin di vê qonaxê de êdî nayên, divê berê me li bipêşketinê be ji bo ku guherîn dirêjhetam û berdewam bin û Kurdistan bigihîje xwejiyînê û pişta xwe nede pereya derve. Divê em di wî xala guherîna li ser asta civakê bikin, ne li ser asta alîkarîkirina kes bi kesê mirovan, lê alîkarîkirina hemû civakê û Her wiha alîkarîkirina hikûmetê ji bo pêşkêşkirina xizmetguzariya ji bo ku pişta xwe nede rêxistinên nefermî û pereya derve, ji bo çêkirina karê civakî ku divê di her civakek de bê kirin. Wê demê ez bawer dikim ev derfetek e ji bo ku em li şêwaza karên xwe binêrin û bibînin gelo em dikarin karîgertir, baştir kar bikin. Erê, pereya amerîkî bi qasî zêde ji bo Herêma Kurdistanê girîng e, lê Her wiha dive di vê demê li wê binêrin ku çawa em karan dikin û çawa em dikarin ji vê rewşa jiYanî derbasbûn bo bipêşketinê û bi berê bipêşketina dirêjhetam a Kurdistanê dixebitin.

Rûdaw: Yanî proje û xizmetguzariyên we dê kêm bibin?

Sherri Talebanî: Em kêmbûn dîtine, lê em gelek bextewer in ku bernameyên me bihêz in û em vê veberhênanê dirêjhetama li bipêşketinê dikin. Ji ber vê piraniya bernameyên me berdewam dibin. Wê demê em hest dikin ku em pir bextewer in, lê em nîgeranê hin ji wan rêxistinên biçûktir in ku pişta xwe bê bi yek çavkaniya darayî. Gelek girîng e ku hemû rêxistin komek cor bi cor û pir-çeşnî ya bexşkeran hebe. Ji ber vê dema ku piçûktir bî, bandora xerabtir li te dibe. Tiştê ku me dîtiye ew e ku li her cihî, li Dihokê, Hewlêrê, Silêmaniyê, ku berê pereya navneteweyî dihat, niha rêxistin mecbûr bûne xizmetguzariyên xwe kêm bikin. Wê demê divê bi awayekî stratejîk em bifikirin ku çawa em vê valahiyê bi awayekî navxwe li vir tijî bikin.

Rûdaw: Di destpêkê de dema hatî tu bi Kurdî axivî. Beriya 7-8 salan me hevpeyvînek bi te re kir, Kurdiya te ne wekî îro baş bû, niha hinekî baştir e, rast e?

Sherri Talebanî: Erê. Ez Kurdî dixwînim lê fedî dikim. Ez dizanim girîng e ku ez fêrî Kurdî bibim. Ez dixwînim û hewl didim lê ez hewl didim di hevpeyvînên televîzyonê de bi Kurdî neaxivim, ji ber ku dibe ku ez şaş bikim.

Rûdaw: Zarokên te bi Kurdî diaxivin?

Sherri Talebanî: Kêm. Ew jî zimanê Kurdî li dibistanê dixwînin û pirziman in û bi çendîn zimanan diaxivin. Her wiha ji bo me jî pir girîng e ku zarokên me Kurdî biaxivin.

Rûdaw: Kak Qubad li malê bi Kurdî diaxive? Mamosteyekî baş ê Kurdî ye?

Sherri Talebanî: Carinan. Erê. Em bêjin, em dîplomatîk bin û bêjin ku ew piştgiriya me dike.

Rûdaw: Wekî mêrekî Rojhilatî, tu Qubad Talebanî çawa dibînî?

Sherri Talebanî: Erê, ez bawer dikim min ev eşkere pir gotiye lê Qubad ji hêla jinên bi hêz ve û ji hêla zilaman ve ku bawer bi jinên bi hêz hebûn hatiye perwerdekirin. Ji ber vê, ew bi wê ramanê mezin nebûye ku jin divê bê deng be. Ew bi wê fikrê mezin bûye ku jin beşek wekhev a malbatê ne û roleke bihêz a wan heye, ji ber vê min pêwîstî nebû ku ez hîn bikim. Min pêwîstî nebû ku ez wisa bikim. Bi wê fikirînê me dest bi jiyana hevjîniya xwe kir ku sala borî me 20 saliya xwe pîroz kir û demeke dirêj e ku em bi hev re ne. Ew bi van baweriyan hat nav jiyana hevjînî, ew bawer dike ku girîng e jin roleke girîng di hikûmet, di rojnamegeriyê de, di sektora taybet de hebe û ez bawer dikim ku em di wê ramanê de yek in ku divê her kes bi hev re kar bike ji bo dîtina civakeke bipêşketî û civakeke ku baş be û xweşbextî ji bo her kesî hatibe hesibandin.

Rûdaw: Ew zêdetir dişibe mêrên Rojhilatî an Rojavayî?

Sherri Talebanî: Ez bawer dikim ew wekî zilamekî bi hêz ê Kurd xuya dike. Baweriya wî bi rola jinan guncav e di gel ku ew zilamekî bihêz ê Kurd e.

Rûdaw: Gelekî spas.

Sherri Talebanî: Spas. Roja Jinan pîroz be û spas ji bo mazûvaniya te û karê ku tu dikî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst