Zekeriya Yapicioglu: Lazim e PKK dev ji çekan berde

09-02-2025
Abdulselam Akinci
Zekeriya Yapicioglu / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Zekeriya Yapicioglu / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Kurd PKK Kurdî HUDA PAR Zekeriya Yapicioglu
A+ A-

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu ji Rûdawê re got, “Çekên PKKyê li ber çareseriyê astengiya herî mezin in. Lazim e PKK dev ji çekan berde.”

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê demên dawiyê rojeveke germ a “pêvajo” û “danîna çekan” heye.

Piştî ku Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan got ku “Ocalan xwe amade dike bangeke dîrokî bike” danîna çekan hîn bêhtir tê nîqaşkirin.

Zekeriya Yapicioglu diyar kir, “Nêzîkî salekê ye ku îstixbarata Tirkiyeyê vê pêvajoyê bi Ocalan re dimeşîne. Her du alî jî dibêjin ku dê Ocalan bibêje, ‘Çekan deynin.’”

Yapicioglu li ser “bêdengiya Erdogan” a li ser pêvajoyê biland, “Erdogan ji ber tecrubeyên berê bê deng e, eger pêvajo gihişt astekê dê ew jî derkeve meydanê.”

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê pêvajoya hilbijartina dersên nemecbûrî berdewam dike. Xwedekarên polên 5, 6, 7 û 8an dikarin heta 17ê Sibatê dersên Kurdî hilbijêrin.

Serokê Giştî yê HUDA PARê bal kişand hinek pirgirêkên li ber dersên Kurdî û destnîşan kir:

“Li gelek dibistanan mamosteyên Kurdî nînin. Hinek gavên biçûk hatine avêtin lê di makezagonê de pirsgirêk hene.”

Yapicioglu li ser rewşa Sûriye û Rojavayê Kurdistanê jî daxuyand, “Kurdên Sûriyeyê jî xwediyên wê axê ne. Federalî û xweserî mafê gelê Sûriyeyê ye, ew dê biryara xwe bidin.”

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu pirsên Nûçegihanê Rûdawê Abdulselam Akinci bersivandin:

Rûdawe: Behsa bangewaziyekê tê kirin, hûn li Enqereyê ne. Yek ji aliyê vê siyaseta ku dimeşe jî hûn in. Navê vê pêvajoyê heye? We navek lê kiriye yan jî navekî ku we bihîstiye lê em nizanin heye?

Zekeriya Yapicioglu: Her yekî li gor xwe navekî lê dike, li gor hêla hikûmetê navê pêvajoyê çekberdana PKKyê ye, yanî ku PKK terka çekan bike, terka sîlehan bike.

Li gorî hêla DEMê ev proseya aştiyê ye lê bi rastî prosî çi ye, çi diqewime, çi dimeşe? Yanî agahiyên bisehet hê belav nebûne.

Lê herdu alî jî bi hev re heman tiştî dibêjin, dibêjin dê Abdullah Ocalan, ji Îmraliyê dê bang li PKKyê bêje dewra çekan derbas bû, dest çeka berdin. Piştî wê çi dibe, çi diqewime? Ji Qendîlê doh peyamek hat, dibêje di van şert û mercên ku Abdullah Ocalan tê de ye, eger bangeke bi wî rengî were jî ev ne bangeke meşrû ye, heta ku ew li Îmraliyê be, ew bang jî cihê xwe nagire belkî tesîr nake yan jî em nikarin dest ji çekan berdin.

Bangewaziya me jî ev e, ji temamê gelê Kurd re, em dibêjin ev serê çi salî ye şerekî çekdarî didome lê tiştek bi pêş ve. Îro asta ku min tê de ne çekên PKKyê yan jî micadeleya çekdarî ya PKK dide, ne ku çareseriyê tîne belkî li ber çareseriyê astengiya herî mezin e, em bang lê dikin em dibêjin lazim e PKK dest ji çekan berde.

Ew em bang li hikûmetê jî dikin, li dewletê jî dikin, eger PKK çekan berde jî bernede jî ji bo çareseriya kêşeya Kurd çi gavên lazim e ku bên avêtin, lazim e ku bên avêtin. Yanî yek li pêşiya ya din ne şert be û ne asteng be.

Rûdaw: Gavên ku hûn dixwazin desthilat ji bo pirsgirêka Kurdan biavêje çi gav in?

Zekeriya Yapicioglu: Yanî bi rastî di vê mijarê de gelek tişt hatin gotin. Gavên sereke belkî li astengiya li pêşiya zimanê Kurdî, yanî zimanê zikmakî, îro ev dersên bijarte li mekteban, ew kesên ku dikarin zimanê Kurdî hilbijêrin jî eger bi wî şekli îradeya wan derkeve meydanê û hilbijêrin jî li gelek dibistanan mamoste tunin ku vê dersê bidin. Yanî hinek gavên biçûk hatin avêtin lê hê kêmasî heye.

Hinek astengî di makezagonê de li pêşiya zimanê zikmakî hene, li gor makezagonê ji bilî zimanê Tirkî ti ziman wek zimanê zikmakî li ti welatiyan nikare bê fêrkirin.

Lazim e hinek ji wan gavan bên avêtin, hinek yasayî û ji bo destûrê jî hinek gav bên avêtin.

Rûdaw: Ya we daxwaza fermîbûna ziman e?

Zekeriya Yapicioglu: Ew jî ew jî ew jî yek jê ye, gelek daxwaz hene, yanî milet her yekî dibe ku daxwazên wan ên cur bi cur hebin. Ew daxwazên ku meşrû ne, lazim e hikûmet di wê hêlê de gavekê biavêje.

Hinek berpirsyariyên perlemantoyê hene, yên hemû partiyan. Lewra makezegon an destûr bi tenê bi dengên AK Partiyê nikare bê guhartin, hejmara wan têrê nake. Lazim e noqteyeke ku em tê de mişterek bin, em li hev bikin em werin wê noqtê û heqê hemû welatiyan wek hev be.

Heqê Tirkan çi be yê Kurdan jî ew e, em dibêjin Kurd jî wek Tirkan damezirînerên vê dewletê ne. Damezirînerê de vê komarê ne lê lazim e vêya bijîn, bibînin. Îro halê hazir her wekî ku ne xwediyên vî welatî bin, her wekî ku ne damezirînerên vê komarê bin, her wekî ku ev komar komara qewmekî be, carinan bi wî şeklî miamele tê kirin.

Rûdaw: Pêvajoyê bi Devlet Bahçelî dest pê kir, çend roj berê Tuncer Bakirhan li Amedê, Serokkomar Recep Tayîp Erdogan bi bêdengiya wî tohmetbar kir. Gelo Erdogan bê deng e di vê der barê de, yan jî yê li pişt vê pêvajoyê ew bi xwe ye? Nêrîna we çi ye û çima bê deng e eger ku bê deng be?

Zekeriya Yapicioglu: Bi baweriya min, ew merkeza ku vê pêvajoyê bi rê ve dibe belkî ne Devlet Bahçelî ye û ne Tayyîp Erdogan e jî. Belkî ji çend meh berê de, belkî nêzî salekê ye, îstixbarata Tirkiyeyê, bi Abdullah Ocalan re vê pêvajoyê bi rê ve dibe. Heta gihîşte astekê Devlet Bahçelî ew bangawazî kir.

Helbet dewlet di nav vî îşî de be haya Serokkomarê Recep Tayyîp Erdogan ji hinek tiştan heye.

Lê te dît ew bi xwe jî dibêje, “Erê hêviyeke min heye lê îhtiyat jî lazim e.” Yanî gelo tirsek heye ew jî wek proseya deh sal berê têk biçe?

Ji ber wê îro belkî piçekî xwe dide paş, heta bigihîje astekê helbet ew jî dê derkeve meydanê û dê hinek tiştan bibêje.

Rûdaw: Hêviya we heye yan na?

Zekeriya Yapicioglu: Hêviya min li gorî 10 sal berê xurttir e. Çima xurttir e? Yanî em bibêjin sîstema mueses ku hebû belkî 10 sal berê li dijberî vî îşî bû li ber vê disekînî weke em bêjin astengiyek bû lê îro ew qels bû.

FETO tune, Ergenekon û qels bûye. Eger samîmiyet hebe, kî wisa xuya dike, dê mesele çareser bibe lê çawa min got, lazim e çekên PKKyê ne asteng bin li ber çareseriyê û lazim e gavneavêtin nebe asteng li ber çekberdana PKKyê. Li hev asê nemînin yanî.

Rûdaw: Pêşhatên li Sûriyeyê yên piştî rûxîna desthilata Esed, Tirkiye niha Rojava û wan Kurdên li wir û hebûna HSDyê weke gef û têhdîdeke li hemberî xwe dibîne. Girêdayî vê pêvajoya ku li Tirkiyeyê dimeşe, tu meseleya Sûriyeyê çawa dinirxînî? Divê nêzîkatiya Tirkiyeyê li wî aliyî çawa be?

Zekeriya Yapicioglu: Helbet di pêş de jî Tirkiye dibêje ez bi ti awayî qebûl nakim ku li wê derê statuyekî ji bo Kurdan hebe. Bi çi awayî be Tirkiye li hemberî statuyekê disekine.

Lê ez bawer dikim Tirkiye jî dê piştî noqteyekê qani bibe. Kurdên Sûriyeyê jî ew jî çawa Kurdên vê derê perçeyekî eslî yê vî welatî ne, xwediyên wî welatî ne, Kurdên Sûriyeyê jî bi heman rengî xwedî wê axê ne.

Çawa li Tirkiyeyê ne bi tenê Tirk dijîn, Kurd jî hene û Ereb jî hene, Laz û Çerkez û 26 cureyên qewmên cuda, ji hev cuda li ser vê axê ne.

Ê helbet li ser axa Sûriyeyê jî Ereb in, Kurd in, Tirkmen in, hinek unsurên xeyrî Muslim in, Misliman in, mezhebên ji hev cuda hene, Nûseyrî hene, Elewî hene, Sunî hene, em dibên ev sîstema ku li wê derê nû ava bibe lazim e her kes xwe di nava wê sîstemê de bibîne.

Makezagoneke ku tevan himbêz bike, yanî divê ew sîstema ku nû bê avakirin, dewleta ku nû bê avakirin dewleta tevan be, Kurd jî tê de.

Rûdaw: Behsa federalîzmê tê kirin, federalîzm an jî şêwazekî din…

Zekeriya Yapicioglu: Îro federalî dibe, yan xweserî dibe yan tiştekî din dibe, helbet ev mafê gelê Sûriyeyê ye, bi her rengî dê ew biryara xwe bidin.

Rûdaw: Ji bo dersên Kurdî bangeke we heye, hûn dixwazin çi bibêjin?

Zekeriya Yapicioglu: Em ji temamê welatiyan re dibêjin, em dibê zimanê xwe ji bîr mekin. Zimanê we çi dibe bila bibe. Ji gelê Kurd re jî em dibêjin bere zarokên we zimanê xwe ji bîr nekin, zimanê xwe fêr bibin.

Wê dersa Kurdî hilbijêrin, çi Kurd çi Kurd çi Zaza hilbijêrin. Zimanê xwe hîn bibin, ziman rûmeta însanan e.

Rûdaw: Gelekî spas.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst