Berdevkê Wezareta Darayî û Aborî ya Herêma Kurdistanê ji Rûdawê re ragihand ku Îraq her tim arîşeyên nû ji wan re çêdike û ew ne piştrast in ku îsal dê pêvajoya şandin û belavkirina meaşan bê astengî be.
Berdevkê Wezareta Darayî û Aborî ya Herêma Kurdistanê ji Rûdawê her wiha got, “Sala 2025an tevahiya Îraqê meaşê xwe bi kartê werdigire, ji bilî Silêmaniyê.”
Berdevkê Wezareta Darayî û Aborî ya Herêma Kurdistanê Huner Cemal roja sêşemê bû mêvanê bernameya Rojî Hîwa Cemal û tekez kir ku meha borî Wezîrê Darayî yê Îraqê soz dabû ku dê pirsgirêka meaşê meha 12an çareser bike.
Huner Cemal destnîşan kir ku sala borî Herêma Kurdistanê yek trîlyon dînar ji dahatên navxweyî ji bo meaşan xerc kiriye.
Huner Cemal derbarê meaşê meha 12an ê karmendên Herêma Kurdistanê got:
“Niha, 70 milyar dînar li ber destê Wezareta Darayî ne ku mehên borî Îraqê ji bo meaş şandibû.
Niha pereyên pêwîst li ber destê Wezareta Darayî nînin ji bo meaşê meha 12an.”
Derbarê dahatên navxwe de Huner Cemal eşkere kir ku “mehane nêzîkî 350 mîlyar dînarî ye.”
Huner Cemal derbarê dahatên petrolê zelal kir û anî ziman:
“Amarên petrolê û dahatên wê niha naçin ber destê Wezareta Darayî ya Herêma Kurdistanê lê Îraq bi tevahî agahdarî hûrgiliyên wê ye.”
Huner Cemal her wiha eşkere kir ku “Me yasaya budceyê amade kiriye û şandiye Encûmena Wezîran.”
Naveroka hevpeyvîna Rûdawê ya bi Berdevkê Wezareta Darayî û Aborî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Huner Cemal re:
Rûdaw: Sala 2024an Hikûmeta Îraqê çi qas pere ji para wê ji Herêma Kurdistanê re şandiye?
Huner Cemal: Bi navê Xwedayê mezin û dilovan. Bi rastî ev mijar di van çend rojan de gelekî tê nîqaşkirin. Te jî qala wê kir û te hin dane pêşkêş kirin lê mixabin rastiyek heye; piraniya birêzên ku li ser vê mijarê diaxivin, di sîstema jimêrkarî, lîsteya meaşan û hûrgiliyên wan de ne pispor in. Ev mijareke jimêrkariyê ya xwerû ye û budce jî mijareke têkildarî pisporiyê ye lê hin kes tenê hejmarekê dibînin û kom dikin û xwe nola pisporên darayî û parlamenterî yên şareza dibînin lê dema ku dane û rastî derdikevin holê, divê hemû bêdeng bimînin.
Di sala 2024an de, ya ku me ragihand me 10 trîlyon û 752 mîlyar dînarên terxankirî xerc kirine. Xerckirin ji şandinê cuda ye. Piştî xerckirinê hin rêkar hene, bo mînak ji sedî 10 ya xanenişîniyê heye ku berê ji sedî 7 bû heta meha heftan. Ji sedî 10 ji tibaba Îraqê, hin mehan digihêje 76-80 mîlyar dînarî. Li Îraqê jêbirîna bacê heye, wekî hûn dizanin ji meaşê bac tê wergirtin.
Rûdaw: Ew xanenişîniya ku tê birîn li Îraqê dimîne?
Huner Cemal: Erê, li Îraqê dimîne. Ji terxankirina me, ango dema ku nivîsar tê kirin bo mînak dibêje ji bo meha 9an trîlyonek dînarên min ji bo şandinê heye, trîlyon bi safî nagihêje destê me. Piştî ku ji terxankirinê derdikeve nivîsar, pere tê xerckirin, beşek ji van pereyan li sindoqa xanenişîniyê tê vegerandin û beşek jî ji bo bacê diçe rêveberiya bacê.
Rûdaw: Niha ew 10 trîlyon û 752 mîlyarên ku we belav kirine, ew qas gihiştiye yan hatiye xerckirin?
Huner Cemal: Ev lîsteya tevahiya salê li ber destê min e. Meha yekê, 618 mîlyar ji me re hatibûn, ji ber ku biryara Dadgeha Federal derneketibû. Di meha duduyan de, biryara Dadgeha Federal derket ku bi esehî dibêje 'Divê mûçe li derveyî hemû pirsgirêkan bê danîn û karmendên Herêma Kurdistanê wekî hevtayên xwe li tevahiya Îraqê bi heman mîkanîzmê û bê pirsgirêk, meaşên xwe wergirin.' Ango ew biryar zelal e ku êdî tu mecal tê de nemaye, madem karmendên te li Herêma Kurdistanê hene ku di nav Îraqê de ye, divê heman miameleya Îraqê pê re bê kirin. Lê hûn dizanin ku me saleke zehmet derbas kir, bi tevahiya salê 10 trîlyon û 26 mîlyar û 804 mîlyon û 586 hezar û 328 dînar ji me re hatiye şandin, ku nêzîkî meaşê 10 mehan dike, ev tevahiya kurteya wê ye ku gihiştiye me.
Rûdaw: Çima we 10 trîlyon û 752 û piçek ragihand?
Huner Cemal: Em behsa terxankirinê dikin. Em dibêjin 11 trîlyon û 576 mîlyarên em tenê ji bo meaş hebû, ew qas hatiye xerckirin. Paşê jixwe ji bo jêbirîna xanenişîniyê naçe ji cihekî din ji te re bîne, her ji wê terxankirina te ku taybet e bi meaşê dibire. Em niha mijûlî wê yekê ne ku xişteyan jî ragihînin, da ku li cem xelkê zelal be. Gava me ew hejmar ragihand, me got ji 11 û 500 mîlyonê, hîn jî 824 mîlyarên me yên texsîsê mane ku bên xerckirin, ku tu buqar tê de tune ye, ji ber ku ew terxankirî ye. Xerciya me ya bikaranîn û veberhênanê heye, tu salan ji me re nehatiye xerckirin. Ku salane hinceta wê yekê digirtin 'terxankirina we kêm e', me berê îhtiyata vê yekê kiribû, ango tewra me îhtiyata wê yekê jî danîbû ber xwe ku 11 trîlyon û 576ê bikin 12ê rast, rabû me 430 mîlyar jî lê zêde kir, du mehan em birin û anîn, di dawiyê de ferman jî pê derket.
Rûdaw: Dema ew pereyê xanenişîniyê tê vegerandin, çima xanenişînbi hevtakirî meaşên xwe wernagirin?
Huner Cemal: Di meha duduyan de, biryara Dadgeha Federal derket ku divê mûçe bi Îraqê re bê hevtakirin. Wekî Wezareta Darayî, me dest bi pêdeçûna dosyaya xanenişînên Herêma Kurdistanê kir, ji bo ku em hevta bikin, heta meha 7an bêyî ku Îraq tiştekî ji me re bibêje. Wekî Wezareta Darayî em li hemû dosyayên xanenişînan vegeriyan, me amadekarî ji bo hevtakirinê kir. Di meha 7an de me du xişte şandin, yek bi ji sedî 7 jêbirînê, yek bi ji sedî 10, ji ber ku li Îraqê ji sedî 10 jêbirîn bû. Me got eger ji sedî 10 qebûl kir, ya din dê bibe; meaşê hevtakirî ya xanenişînan dê bê bicihanîn. Îraqê ew benda têkildarî ji sedî 10 jêbirînê qebûl kir, ango berê 46 heta 50 mîlyarî jê dibirîn lê ji vê mehê ve kir 76 mîlyar jêbirîn. Lê ew benda ku terxankirinê û pereyên wê zêde dike, cîbicî nekir ku mehane nêzîkî 60 mîlyar bû. Ev 5 meh in, bi meha 11an ve em li ser dahatên xwe wê temamkeriyê dadigirin. Rast e em bi wan re axivîne û tîmên me berdewam li ser xetê ne û beriya serê salê jî li wir bûn, ji bo ku rêkar bên temamkirin.
Rûdaw: Demeke mehên borî we got ku pêwistiya Herêma Kurdistanê bi 956 mîlyar dînarî ji bo meaşan heye, meha borî we belav kir ku pêdiviya we bi 999 mîlyar dînarî heye, ne şaş bim tiştekî wiha bû, ev çima wiha bû?
Huner Cemal: Ew beşek ji ber wê ye ku xanenişînî (hevtakirin) zêde bûye, her wiha mehane lîsteya meaşê zêde û kêm dibe, ji ber ku hin heqdest û jêbirîn û xelata xanenişîniyê û ew tişt zêde dibin ku mijareke jimarkariyê ye, li Îraqê jî tu mehek naşibe meha din. Lê ya girîng, em vêga dikarin bibêjin ku hemû pirsgirêkên teknîkî yên ku me hebûn, daxwazên ku wan hebûn, di saleke tijî bêxewî de, me karî li ser raspartina Encûmena Wezîran, piraniya wan cîbicî bikin, ji bo ku ti hincet nemînin. Lê hûn dizanin, hinceta wan a dawî ew bû ku di mijara mîzana muraceyê (terazûya pêdeçûnê) de çêkirin.
Rûdaw: Ango tu dibêjî 'we piraniya hincetan biriye', ji bo 2025an hincetên 2024an dubare nabin, ya ku dibêjin lîste bişînin, CD bişînin, hûn bi xwe werin û hincetên dîtir?
Huner Cemal: Em herdem li benda daxwazên nû dimînin û me xwe jê re amade kiriye. Her tim pirsgirêkên Îraq hebûn, berê digotin lîste dereng digihêje, tewra carekê me lîste neşand, meaşê wê mehê şandin. Me lîsteya meha 7an şandibû, wan meaşê meha 8an şand, 7 bi carekê şandin û paşê 8 şandin, bê ku em lîsteyê ji wan re bişînin.
Rûdaw: Li ser lîsteya 7an şandin, wê demê ne şaş bim wisa gotin.
Huner Cemal: Erê lê eger em hinekî li vê yekê vegerin, divê em tê bigihîjin ku pirsgirêka meaşê li Îraqê berî ku teknîkî be, pirsgirêkeke siyasî ye ku ji 2014an ve heye. Niha û îsal bi taybetî ku yasaya budce û lihevkirinê heye û parlamentoyê deng li ser daye û biryara Dadgeha Federal heye ku hin hevalan li vir li ser wê yekê digotin êdî ne guncaw e ku bê rawestandin lê Îraq her divê hincetan bîne ku her gav ew rast in û li ser heq in û Herêma Kurdistanê şaş e. Çima nayê berpirsyariyê parve bike, me neveşartiye eger xemsariyek hebe lê ev jî encama 30 sal dabirîna digel Îraqê ye. Erê niha çi hatiye kirin? Ya hatiye kirin bi gotin û hewla hikûmetê bûye yan pere bi gotina parlamenteran tê? Hikûmeta Îraqê miameleyeke fermî digel Hikûmeta Herêma Kurdistanê û şandeyên wê dike yan digel wan dike? Ew pereya rawestayî ya 6 mehan ku hat xerckirin, bi gotina wan bû yan bi hewl û keda tîmên hikûmetê?
Rûdaw: Niha çi qas pereyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê li nik Îraqê mane ku ji bo sala 2024an bişîne?
Huner Cemal: Sala 2024an para Herêma Kurdistanê di budceyê de 20 trîlyon û 910 mîlyar û 463 mîlyon dînar bû. Vêga dev ji xerciya bikaranîn û veberhênanê û wan hemî tiştan berde ku ti carî neşandiye lê para deynê ku Îraq werdigire û dide, Herêma Kurdistanê beşdar e di dayîna deyn û sûda wê ji xerciya serweriyê tê birîn lê Herêma Kurdistanê dînarekî jî ji xerciya projeyên stratejîk sûd nagire. Kesekî tikîtenê ji min re bibêje ku xwe wekî nûnerê Herêma Kurdistanê dibîne û li ser van qise bike, serjimêrî nû hatiye kirin, em ji sedî 14 in. Ê çima berê ji sedî 17 ji nişka ve kirin ji sedî 12? Eger mijar ne siyasî be. Tenê ji bo meaşê ji wê 11 trîlyon û 576ê, 824 mîlyarên me mane.
Rûdaw: Ti pereyekî din nehatiye?
Huner Cemal: Dînarek jî nehatiye. Wekî di vê lîsteya li ber destê min de heye, tenê ew pere hene ku li gorî mehan, a herî dawî jî du gujmeyên bi tibaba 441 mîlyar û 494 mîlyonî bûn ku bi du gujmeyan bûn. Birêzekî li vir digot tenê 264 hatiye, di demekê de ku me wergirtibû.
Rûdaw: Hikûmeta Îraqê meaşê meha 12an şandiye?
Huner Cemal: Ji meha 10an ve me hest pê kir ku niyeta Îraqê xerab e. Du trîlyon û 800 û kesrek mabû, digot sê gujmeyên 760 mîlyarî dişînin, ku dike du trîlyon û 200, her li wir dixwest 600 mîlyar ji terxankirina me neşîne. Ev jî biryar li ser hat dayîn, meha 10an gelekî dereng ket, paşê 760 şandin. Paşê em çûn Bexdayê û bi wan re rûniştin û me ji wan re got ku ew sê 760 pirsgirêkan ji me re çêdikin. Em bi xwe meaşê 10an çareser dikin lê 11 û 12 dimîne. Wezîrê Darayî ji me re got, em dê 11 derbas dikin, her li wir di 15.12an de nivîsara munaqeleyê îmze kir û got ez dê meaşê meha 12an jî çareser bikim lê li ser min bisekinin, pirsgirêka me ya dirav heye, bila ez meaşên Îraqê çareser bikim, ez dê ya we jî çareser bikim.
Rûdaw: Ango meaşê 11an xerc kir wekî munaqele, 430 mîlyar dînar jî îmze kir, hat xerckirin?
Huner Cemal: Na, nehat xerckirin. Razîbûn li ser veguhastina pereyan ji bo ser meaşên me hat dayîn lê bi kiryarî nehat xerckirin.
Rûdaw: Lê ji bo meha 12an?
Huner Cemal: Ji bo meha 12an tibaba 441 mîlyar dînarî şand. Heta niha zelalkirin nedane me ka li ser çi bingehê wan ev birê pereyan şandiye lê bi her sê mehên ku me nêzîkî 3 trîlyonan daxwaz kiribû, yek trîlyon û 800 û tiştek şandibûn, yanî kêmtir ji du meaşan. Niha bi hemû pîvanan razîbûna me ya 430 mîlyarî heye ji bo terxankirina meaşê ji bo munaqeleyê ku mafê me ye, her wiha 824 mîlyarên me jî ji terxankirinê mane ku dike trîlyonek û 250 mîlyar dînar.
Rûdaw: Meaşê meha 12an tê dayîn yan bertelef bûye?
Huner Cemal: Em li ser bidestxistina wê rijd in. Ji bo ku ji muzayedeyê dûr be; dane axivîn. Me nêzîkî 11 trîlyonan ji bo meaşê xerc kiriye, Îraqê 10 trîlyon şandiye, yanî me trîlyonek li ser dahatên navxwe xerc kiriye. 70 mîlyar wekî resîdê mudewer maye, ji wî pereyê ku Bexdayê ji bo meha 11 û 12an şandiye, me meaşê meha 11ê jê belav kiriye. 70 mîlyar maye û me hilaniye.
Rûdaw: Yanî niha safî 70 mîlyar dînar maye, ji bo ku hûn eger bixwazin meha 12ê jê bidin?
Huner Cemal: Erê, ji ber ku terxankirina me maye. Eger yasa û biryara Dadgeha Federal berkar e, hingê terxankirina me maye û em daxwaz dikin, divê meaş li derveyî hemû pirsgirêkan bê danîn û biryara Dadgeha Federal bê cîbicîkirin.
Rûdaw: Niha xelk li bendê ye; meaşê meha 12an bertelef dibe yan na?
Huner Cemal: Wekî min got em di hewlê de ne. Di paşerojeke nêzîkîk de em dê li gel Bexdayê rûnin û em dê ji bo bidestxistina wê têbikoşin.
Rûdaw: Eger Bexdayê neşand, Herêma Kurdistanê dê meaşê li ser dahatên navxwe belav bike?
Huner Cemal: Encûmena Wezîran biryarê li ser belavkirina meaşê dide, ji ber ku ne tenê berpirsyariya Wezareta Darayî ye, bi taybetî di van çend salên dawî de ku pirsgirêk heye û yasaya budceyê tune ye. Bi taybetî piştî rawestandina hinartina petrolê jî, ji ber ku hûn dizanin piştî rawestandina hinartina petrolê, meaş bê pirsgirêk bû û 21 mehan di navbera 4 heta 6-7ê mehê de, her meh mûçe dihat belavkirin.
Rûdaw: Hûn Wezareta Darayî ne, divê hûn bizanin dahatên navxwe çi qas in, têra çi qasî dike, ji bo çi tê xerckirin û li kû ye, tu dikarî bersiva vê bidî min?
Huner Cemal: Erê, dahatên me yên navxwe di salekê de li ser 4 trîlyonê kêm e lê hin rastî hene, kesên şareza qise li ser nakin û yên li ser diaxivin tenê dixwazin welatiyan bêhêvî bikin û çewtekariyê bikin. Rastiyek heye; dahatên me yên navxwe ji sedî 15 heta 20 ne bi dirav e û li cem xelkê ye. Hin kes rojane li kameraya hatûçûnê didin lê yekser naçin cezayê bidin, bi salan didome heta ku ew ceza tê dayîn. Pereyê karebayê jî bi heman awayî. Mesrefa berhemanîna karebayê li ser hikûmetê gelek e lê pereyî ku ji xelkê tê, ji sedî 80ê xelkê di dema xwe de nade. Lê li cem me dibe dahat û wekî resîd diçe xezîneyê. Pereyên avê jî bi heman awayî. Derbarê dahatê de, mehane tenê xerciya bikaranînê wekî xerciya dezgehên hikûmetê, 160 mîlyar dînar û jortir e, hemû xizmetguzariyên îdarî li xwe digire. Her wisa xerciya veberhênanê heye ku tenê sala borî bi qîmeta 896 mîlyar dînarî xerciya me ya veberhênanê hebû ku 10 sal in Îraqê dînarekî tenê jî neşandiye.
Rûdaw: Bi kurtî tu dixwazî bibêjî; hikûmet nikare bi dahatên navxweyî meaşê dabîn bike?
Huner Cemal: Em beşekê dikarin, bi taybetî ku em berê neçar bûn kurtanîna meaşê bi dahatên navxweyî temam bikin lê piştî derketina biryara Dadgeha Federal, em vêga neçar in ku beşekê ji dahatê ji bo Îraqê bişînin.
Rûdaw: Lê Îraq jî dibêje, ew pereyên ku hatine birîn li hemberî wê yekê ye ku Herêma Kurdistanê dahatên navxweyî neşandiye, bi bihayê ku nehatiye şandin, wan jî lêbirîn kiriye?
Huner Cemal: Ev ne gotinên fermî ne, gotinên hin parlamenteran in, wan ev gotin bi fermî ji me re negotine.
Rûdaw: Ma çi ji we re gotin derbarê dahatên navxweyî de?
Huner Cemal: Di destpêka derçûna biryara Dadgeha Federal de, nêrînên cuda hebûn. Di destpêkê de daxwaza hemû dahatên navxweyî dikirin, paşê gotin nîvê dahata navxweyî. Me got nabe, çimkî li gorî Yasaya Birêvebirina Darayî, madeya 29an ewên ku para federal in, wekî xalên sînorî û bacên federal. Ev pirsgirêk berdewam bûn heta ku me paşê li ser wê yekê li hev kir ku em dahatên navxweyî li gorî Yasaya Birêvebirina Darayî ya Federal bişînin. Me 5 mehan li pey hev dahat şand. Di meha 10an de dema ku wan temwîla meaşan dereng xistin û me zanî ku dixwazin kêm bikin, me îhtiyata xwe wergirt da ku di rewşa kêmbûna pereyan de, em karibin kurtanînê dagirin. Tenê ji bo meha 10an me 240 milyar ji bo kurtanîna meaşan terxan kir û me 20 milyar jî ji bo mamosteyên girêbestê terxan kir ku dike 260 milyar dînar. Em ne sedem bûn.
Rûdaw: Têkiliyên we hene û hûn diçin û tên, we nepirsiye çima ew pereyên ku biryar e werin şandin, jê tê birîn û kêm dikin? Ma divê niha bersiva vê pirsê ne li cem we be?
Huner Cemal: Carinan hincetên Wezareta Darayî ya Îraqê curbicur in.
Rûdaw: Vê carê çi hinceta wan hebû?
Huner Cemal: Dibêjin pirsgirêka wan a dirêv heye. Ji ber ku li Îraqê di meha 12an de ti salan mûçe di dema xwe de nehatiye dayîn.
Rûdaw: Mebesta min demên din in, ji bo meha 10 û 11an?
Huner Cemal: Şîroveyên cuda dikin, gelek hincetan tînin ku carinan ne maqûl in.
Rûdaw: Hûn çima razî dibin?
Huner Cemal: Em bi wan re dimeşin û berpirsyarî li ser milê me ye, heta dawiyê em ê ji bo bidestxistina mafên xwe şer bikin. Me ji bo bicihkirina daxwazên wan xwe bê xew hêlaye, di vê hefteya dawî de derbarê mîzana muraceetê de, hefteyekê tîmên me heta saet 12ê şevê li gel tîmên Îraqê diman, tenê ji bo ku meaşên mehên 11 û 12an misoger bikin, ji ber ku wan bi wê ve girêdabû. Ew şand ji bo rêkxistina mijarekê hatibû ku berê daxwaz nekiribûn. Bo mînak, me meaşê meha yekê di duduyan de daye, ya duduyan di sisiyan de daye. Dema me mîzana muraceetê şand, meaşê meha duduyan di sisiyan de bû, ji ber ku temwîla Îraqê dereng hat şandin. Loma Wezîrê Darayî yê Îraqê got em ê tîmekê ji we re bişînin da ku mijarê rêk bixin û dereng nekeve. Di dawiyê de tîmê karê xwe qedand û protokol îmze kir, ti cudahî di navbera wê raporê û wan 11 raporên din de ku me şandibûn nebû.
Rûdaw: Eger niha hûn hevokeke zelal ji mûçexwaran re bibêjin, bila ji meaşê meha 12an bêhêvî bin an bihêvî bin? Her wiha meaşê meha yekê; kengî li bendê bin?
Huner Cemal: Kengî pêwîst bike, tîmên me berdewam li Bexdayê bûne, her daxwazeke wan hebû me bi cih aniye, niha jî me zelal kiriye ku terxankirina me maye. Meaşê meha 12an di stuyê wan de ye.
Rûdaw: Kengî hûn ê biçin wergirin?
Huner Cemal: Di demeke nêzîkîk de şanda me dê ji bo du mijaran biçe; ya yekem ji bo terxankirin û mijara meaşê meha 12an, ya duyem ji bo mijara xişteyên yasaya budceya 2025an.
Rûdaw: Hikûmeta Îraqê dibêje 10 trîlyon û 901 mîlyar dînar xerc kiriye, hûn jî dibêjin 10 trîlyon û 752 mîlyar dînar xerc kiriye, ev cudahî çi ye?
Huner Cemal: Ev hin terxankirin û jêbirîn û ew mijar in, hin meaşên bilind û dermale ne, wan li cem xwe hesab kiriye ku hîn jî naşînin lê li cem me divê were cudakirin ji ber ku du sîstemên me yên darayî yên cuda hebûn.
Rûdaw: Te got ku ji dahatên navxweyî zêdetirî 4 trilyon dahata we heye, hûn wekî Wezareta Darayî ji dahata hilberîna petrolê haydar in?
Huner Cemal: Gelek caran ev pirs ji me tê pirsîn û em tên tawanbarkirin. Cenabê te jî di bernameyekê de got ku ew qas pere berdest e lê di wan reqeman de zêdegavî heye. Ji piştî 25.03yan ve dahata petrolê nehatiye Wezareta Darayî lê li gorî agahiyên me, mehane rapora terazûya lênerînê ji aliyê Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê ve ji Îraqê re tê şandin. Hûn bi xwe jî dikarin ji wezaretê bipirsin. Ya ku ji me re zelal bûye, beşek ji dahata petrolê ya Kurdistanê ji bo kompaniyan e, çiku deyndar in û divê bê dayîn. Her wiha beşek ji dahatê ji bo parzûnkirina petrol û çavkaniyên xwezayî li parzûngehan e. Her wisa beşek jî ji bo mesrefên hilberîna elektrîkê ye lê ev mijar bi taybetî li cem Îraqê zelal e.
Rûdaw: Li cem we çawa ye? Pirsa min ev bû; 4 trilyon li cem we heye, hinek mesrefên we yên mehane hene lê bi rastî pirs ev e, ma xelk ne xwediyê petrola binerdê ye jî ku ji bo meaşê wan bê dayîn? Îraqê 10 trilyon û tiştek şandibe, hûn çima nikarin ji pereyên petrolê, du trilyonan lê zêde bikin û meaşê xelkê winda nebe?
Huner Cemal: Dema ku petrol nehatibe cem me, em dê çawa daxwaza dahata wê bikin?
Rûdaw: Çima hûn di civîna Encûmena Wezîran de, daxwaz nakin? Wezîrê Darayî û hemû wezîrên din jî çima behs nakin? Ji ber ku xelk gilî-gazinan ji Wezareta Darayî dike. Li Encûmena Wezîran, çima daxwaza pereyan nakin an zelalkirin nayê dayîn?
Huner Cemal: Bi ya min zelalkirin li wir hatiye dayîn. Meha 9an dema şanda bilind a Îraqê hat, hûrgiliyên temam ên derbarê proseya petrolê de wergirt; ne mijareke veşartî ye.
Rûdaw: Lê li cem xelkê hîn jî veşartî ye.
Huner Cemal: Ez hêvîdar im ew bi xwe bikaribin zelalkirina pêwîst bidin ka ew hilberîn çi qas ji bo kompaniyan e û çi qas dimîne.
Rûdaw: Li gorî qanûn û norma birêvebirinê jî, ma ne divê Wezareta Darayî ji hemû dahatan haydar be?
Huner Cemal: Herêma Kurdistanê di rewşeke nearam a aborî de ye û qanûna budceyê tune ye. Vê yekê wer kiriye ku bi awayekî ji awayan em qeyranê îdare bikin lê pêşinkarê me mûçe ye û di vî warî de çi ji destê me hatibe me kêmasî nekiriye. Hûn bi xwe jî dizanin rewş çawa ye û li Îraqê çawa ye. Di hin rewşan de nermî tê nîşandan, wek mînak di dema serdana Sûdanî ya Amerîkayê de, du mûçe şandin lê dema rewş diguherin, dîsa astengî çêdibin.
Rûdaw: Yanî ji wan 20 trilyon û tiştê ku di budceyê de hatiye diyarkirin, ya ku hatiye wergirtin, ji bilî meaşê hûn li benda beşên din ên Herêma Kurdistanê namînin û şer jî ji bo wan nakin?
Huner Cemal: Me şer ji bo wan kiriye û me daxwaz jî kiriye lê tu dizanî li Îraqê beriya ku mijar hesabdarî be, mijareke siyasî ye. Îraq di rewşekê de ye ku rast e tu lihevkirinê jî dikî û qanûn û biryara dadgehê jî heye lê cîbicî nakin. Li kîjan cihî çêbûye ku pere beriya ku were xerckirin, bê birîn? Di 2024an de tiştên wiha bi me re kirin, gelekî bêmantiq bû. Pereyên 4 mehan ê karmendên Kerkûkê rawestandin ku berê xerc kiribûn, bi hincetên cuda. Dema me zelalkirin da, hingê xerc kirin.
Rûdaw: Wezareta Darayî ya Îraqê û Hikûmeta Îraqê, hinek gilî hebûn wek çend mûçeyî û navên dubare, her wiha cudahiya navên lîsteyan; ev hatine çareserkirin û bidawîkirin?
Huner Cemal: Beşek tenê gotinên çend parlamenteran bû lê têbînî hebûn, pirsgirêka bayometrî û navnîşana wezîfî hebû, beşa zêde çareser bûye. Hinek tişt li Îraqê hene ku li cem wan tune ne lê daxwazê ji me dikin. Me ji bo ku mijara meaşê çareser bibe û ji hemû pirsgirêkan dûr be, mehane bi wan re çûne û me daxwazên wan cîbicî kirin. Me hemû daxwazên wan çareser kirin. Rast e di lîsteya leşkerî de kil û kêmasî hebûn lê 2024 saleke girîng bû ji bo ku em hemû daxwazên wan bi cih bînin.
Rûdaw: Li gorî ragihandina dawî ya Wezîrê Darayî ku di 22.12an de civîneke wî hebû, behsa wê yekê tê kirin ku 700 hezar mûçegir di 'Hesabê Min/Hejmarî Min' de hatine tomarkirin. Her li wir dibêje 318 hezar kart wergirtine lê 220 hezar kes dikarin meaşê pê wergirin. Zelalkirinê li ser vê yekê bide me, her wiha çima Hewlêr û Duhok dikarin bi kartan meaşê wergirin lê Silêmanî ne tê de ye?
Huner Cemal: Mixabin ku projeyeke girîng wek 'Hesabê Min/Hejmarî Min' bi siyasî hat kirin. Vê projeyê gavên baş avêtin, heta berî serê salê, ji 725 tomarkirî derbas kir û dibe ku vêga hejmar gihîştibe 750 hezar kesî. Niha nêzîkîkî 350 hezar kesan kart wergirtiye lê pêvajo du mehan dikşîne heta ku hesabên wan diçin ser kartê. Li Duhokê jî vê mehê bi tevahî karmendên sivîl, bi wê kartê meaşê werdigirin. Lê li Silêmaniyê digel ku rewş hêmin bûye û ragihandina Dadgeha Federal dawî li gengeşeyan anî. Di meha 10an de nivîseke din a Sekreteriya Encûmena Wezîran a Îraqê heye ku dibêje hemû bankên taybet ên tomarkirî ku li cem Banka Navendî tomarkirî ne, tên naskirin, pê re kar bikin ji bo pêşxistina proseya tewtînê. Em dikarin bibêjin proje di pêşveçûnê de ye.
Rûdaw: Li Silêmaniyê kengî çalak dibe?
Huner Cemal: Li Silêmaniyê mixabin kampanyayek li dijî wê hat ragihandin û bû projeyeke siyasî. Di destpêkê de li Silêmaniyê gelekî baş bû lê niha na. Xizmetguzariyên 'Hesabê Min/Hejmarî Min' li gorî Îraqê gelekî pêşketî ne.
Rûdaw: Te bersiv neda min, li Silêmaniyê çalak dibe yan na?
Huner Cemal: Çalak dibe û meh bi meh cudahî heye, rêjeya tomarkirinê hêdî ye lê berdewam e. Em hêvîdar in heta nîveka îsal zêdetir bibe. Niha li Hewlêr û Duhokê karmendên sivîl ji meha bê ve meaşên xwe bi kartê werdigirin. Ya ku dimîne xwedî pêdiviyên taybet û xanenişîn in, kar li ser wan jî tê kirin. Lê rastiyek heye di 2025an de li Îraqê hemû mûçegir li hemû parêzgehan meaşê bi kartê werdigirin, ji bilî Silêmaniyê. Mixabin. Li tevahiya Îraqê mûçe bi dirav nemaye, bi Hewlêr û Duhokê ve jî.
Rûdaw: Daşborda şefafiyetê ku dahata Silêmaniyê belav dike, çima ji bo tevahiya Herêma Kurdistanê nayê bicihanîn? Ya ku li wir tê belavkirin, rast e?
Huner Cemal: Di bicihanîna sîstema elektronîk a saziyan de me gavên baş avêtine. Ji bilî 'Hesabê Min', sîstema me ya xerciyan heye ku hemû dahat tê de ne û hêsankariyên zêde tê de hene, em xerciyên zêde yên ne pêwîst vedigerînin. Derbarê dahatê de, me li gumruk û bacê jî heye lê ya şefafiyetê, hemû data ji sedî sed tê de tune ne lê di rapora terazûya lênerînê de ku mehane ji me re tê, hemû dahat tê de ne.
Rûdaw: Dahata mehane ya navxweyî ya Herêma Kurdistanê diyar e? Çi qas e û çi qas jê dirav ango kaş e?
Huner Cemal: Dahata mehane ya Herêma Kurdistanê 320 heta 350 milyar dînar e, ji sedî 20 heta 30ê dahatê ne dirav ango ne kaş e, beşek çek e, beşek deyn e, beşek jêbirîn e di navbera saziyan de, deyn diyar in, çek jî hinek çekên hikûmetê ne.
Rûdaw: Te behsa jêbirinê kir, hinek caran karmend dipirsin meaşê wan li cem hikûmetê ye û deynê av û elektrîkê jî li cem hikûmetê ye, çima jêbirin ji wê nayê kirin?
Huner Cemal: Divê sîstemeke te ya bankî hebe ku tu bi rêya sepanê wê kiryarê bikî. Dema em dibêjin 'Hesabê Min' projeyeke girîng e û di berjewendiya xelkê de ye, ji ber ku şefafiyet zêde dibe û gendelî û bindîwarî namîne, kes nayê meaşê bi barmite bigire, tu kengî bixwazî meaşê werdigirî. Di paşerojê de tu dikarî van gavan biavêjî û eger bi temamî bikeve ser rê, tu dikarî îdareya diravwariyê bikî. Ew dorgirtina ku ji bo meaşê heye, gelek caran gilî tê kirin ka ev dorgirtin û qerebalixî kengî bidawî dibe? Lê ez ji te dipirsim, ji bilî vê sîstema bankî ya 'Hesabê Min', ti rêyeke din ji bo bidawîanîna vê qerebalixî û dorgirtinê heye?
Rûdaw: Sîstema pêşketî li cîhanê her sîstema bankî ye.
Huner Cemal: Ma maqûl e tu hîn wê hemû dijayetiyê bi komek dirûşmên bê bingeh bikî, di demekê de ku tenê 2500 dînar ji meaşê te tê birîn lê komek xizmetguzariyên baş pêşkêşî te dike. Her ew yek ku kengî tu bixwazî tu dikarî meaşê xwe wergirî, bes e.
Rûdaw: Pirseke min li ser vê çendê heye, hinek caran dibêjin eger tu sibehê zû neçî yan roja din biçî, pere di amûran de namîne?
Huner Cemal: Di destpêkê de her projeyek têra xwe pirsgirêk heye lê ev bi sîstema elektronîk ve hatine girêdan. Amûr dema digihêje bin nîvî, yekser pere jê re diçe. Çend mehên destpêkê xelk gelek bi carekê diçûn, ê amûr jî wiha disekine lê niha ew hişyarî çêdibe. Xelk heye êvarê yan şevê diçe û ev dike bibe diyarde.
Rûdaw: Yanî eger kesek rojeke din meaşê xwe bistîne, meaşê wî/wê winda nabe?
Huner Cemal: Na, kengî be jî, tu dixwazî piştî mehekê û şeş li kîjan bajar an welatekî din wergirî, ev hêsankarî ye û ji bo xelkê hatiye kirin.
Rûdaw: Li ser mijarên malnişînî û wekhevkirina meaşan, pirsgirêk gihiştine kîjan astê?
Huner Cemal: Ti kes ji me baştir êş û azarên malnişînan fam nake. Wekhevkirina meaşan di meha 7an de ji ber dilsoziya me ya ji bo malnişînan bû. Hinek teqawidbûyî hebûn ku meaşê wan ji 200 hezarî bû 600 hezar. Di civîna dawî ya bi Wezîrê Darayî yê Îraqê re me behsa vê mijarê kir. Em hêvî dikin ku em di demeke nêz de bikaribin meaşê teqawidiya leşkerî bikin wekhev, her wiha malnişînên beriya 2014an jî ku niha dest pê kiriye.
Rûdaw: Çima mamosteyên girêbest û xwendina bilind bi hev re meaşê nastînin û dereng dikeve?
Huner Cemal: Ji ber ku ji dahatên navxweyî ye û bi hev re nayê dabeşkirin. Hefteya bê meaşê girêbestkarên xwendina bilind jî dê bê dabeşkirin.
Rûdaw: Ma dê di 2025an de ti girêbestên nû yan damezrandin hebin? Pêwîstiya hikûmetê pê heye?
Huner Cemal: Pêdivî tiştek e û ya ku em dikarin bikin tiştekî din e. Ji ber ku sîstema me ya meaşan bi Îraqê ve girêdayî ye, em nikarin fermanberekî nû damezrînin.
Rûdaw: Bi girêbest jî?
Huner Cemal: Belê, eger girêbest li ser kirêya rojane û dahatê be, tiştekî din e lê eger li ser girêbesta Wezareta Darayî be û meaşê wê ji Îraqê be, em nikarin.
Rûdaw: Lê li Îraqê berdewam damezrandin heye, çima rê bi we nayê dayîn?
Huner Cemal: Di du salên borî de zêdetirî 800 hezar kes hatine damezrandin, bêyî ku mîlakek ji me re were terxankirin. Mîlaka me li derdora 682 hezar e li Îraqê, sala 2013an ev mîlak hatiye pejirandin û mîlakek jî ji bo Herêma Kurdistanê nehatiye zêdekirin. Ma ev rewa ye? Rewa ye ev hemû damezrandin hebin û tiştek bi Herêma Kurdistanê neyê dayîn û nûnerek jî nepirse çima? Ji terxankirina giştî ji sedî 6 tê şandin, di demekê de ku em ji sedî 14ê Îraqê ne.
Rûdaw: Berê wezîr Kurd bû û niha wekîl Kurd in, hevahengiya we bi wan re tune ye?
Huner Cemal: Hevahengî heye lê ev mijar li Îraqê ne hêsan in.
Rûdaw: Ma mijara nivîşkan û meaşê çavdêriya civakî û girtiyên siyasî çi ye?
Huner Cemal: Eger biryara Dadgeha Federal wek xwe were bicihkirin, divê meaşên hemûyan werin wekhevkirin. Em gav bi gav bi wan re meşiyan û me bi wezaretên wan re hevahengî kir.
Rûdaw: Demeke diyarkirî heye?
Huner Cemal: Em nikarin pêşbînî bikin ji ber ku bi terxankirina darayî ve girêdayî ye. Her mijareke ku terxankirina wê nebe, Îraq nakeve bin barê wê. Niha terxankirina me heye jî, Îraq bi cih nake. Îcar tu daxwaza qerebukirinekê bikî ku terxankirina wê nîne.
Rûdaw: Du roj e behsa mijarekê tê kirin, tê gotin ku meaşê bijmêrên serjimêriyê hatiye Herêma Kurdistanê lê Wezareta Darayî dabeş nake, ma meaşê bijmêran ji we re tê şandin?
Huner Cemal: Ez ji vê yekê ne agahdar im lê her mûçe û pereyê ku bi navê her çîn û qatekê were ba me, yekser tê dabeşkirin. Wekî mesrefa tîmên derzîlêdanê ku parlamenterekî bi neşarezayî got 74 roj e hatiye û nehatiye xerckirin.
Rûdaw: Lê Wezareta Tenduristiyê jî got.
Huner Cemal: Wan jî bi neşarezayî got mixabin, pere nehatibû xerckirin, tenê biryara veguhastinê hatibû dayîn, loma ez wisa dibêjim; mijarên darayî têkildarî pisporiyê ne lê kesên neşareza ji bo like û şiroveyan, li ser diaxivin. Nabe her kes ji rastiya xwe di medyayê de falan veke. Me berê ragihandibû, ji bo her mijareke taybet bi meaşê, ji bilî me û malperên fermî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezareta Darayî, pişta xwe bi tiştekî din girê nedin. Ev hemû ji bo têkdana derûna xelkê ye. Kengî pere gihîştin ser hesabê me, wê demê em ê pişta xwe pê girê bidin.
Rûdaw: Demeke dirêj e yasaya budceyê hatiye jibîrkirin, îsal yasaya we ya budceyê nabe?
Huner Cemal: Me amade kiriye û şandiye Encûmena Wezîran jî. Di dirêjahiya van 5 salan de wekî Wezareta Darayî me erkê xwe cîbicî kiriye û şandiye Encûmena Wezîran lê vê rewşê rê lê girtiye, ev jî ne xwestina me bû ku em bê yasaya budceyê bin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse