Seroka Komeleya Dayîkên Rûsya: Çekdarên Îranî jinên DAIŞî yên Kafkasî birin

08-12-2019
Xalid Hisên
Nîşan Rûsya Hayde Saratov DAIŞ
A+ A-

Seroka Komeleyên Dayîkên Rûs Hayde Saratov ragihand ku heta niha 122 zarokên DAIŞî yên Rûs bo wî welatî hatine veguhestin.

Hayde Saratov diyar kir ku piraniya dayîka wan zarokan, li Iraqê ji 10 heta 15 sal cezayê zîndanîkirinê ji wan re hate birin û got: “Hêj hejmareke zêde ya zarokan mane bo Rûsyayê bêne veguhstin ku beşeke ji wan li kampên koçberan de dimînin. Li gor zanyariyên gihîştine me li Iraqê hêj hejmareke zêde ya jinan di nav DAIŞê de hene.”

Saratov da zanîn ku grûbên çekdar ên ser bi Îranê ve hejmareke jinên DAIŞî yên Kafkas birine Îranê.

Seroka Komeleyên Dayîkên Rûs Hayde Saratov derbarê rewşa jin û zarokên Rûs ên DAIŞî de hevpeyvîneke taybet ligel Rûdawê pêk anî.

Rûdaw: Qonaxa vegerandina hevjîn û zarokên çekdarên DAIŞê di çi astê de ye?

Hayde Saratov: Weke tê zanîn heta niha 122 zarok bo Rûsyayê hatine vegerandin. Beşek ji wan zarokan li cem dapîra xwe û beşek ji wan jî li ba mirovên xwe hatine bicihkirin. Ez dixwazin berî her tişt vê yekê bibêjim ku em spasiya hikûmeta Iraqê dikin. Iraqê wiha kiriye ku ew zarok rizgar bibin. Herwiha em spasiya xelkê Iraqê dikin. Tevî ku ew dizanin çima malbatên wan zarokan çûne welatên wan, lê dîsa bi keyfxweşî bûne hevkar ku ew zarok vegerin Rûsyayê. Ew zarok dê heta hetayê spasdarê xelkê Iraqê bin.

Ez vê yekê meraq dikim, çi cudahiya wan 122 zarokên ku bo Rûsyayê hatine veguhestin, ji ya wan zarokên nehatine wergirtin û li Iraqê mane, heye?

Ew 122 zarokên ku Rûsyayê wergirtine, li Bexdayê ligel dayîkên xwe di girtîgehan de bûn. Seroka Komeleya Mafên Zarokan a Rûsyayê Anna Kuzintsove got ku ew zarokên hatine, dê dawî zarok bin. Ez dixwazim gotinên Anna Kuzintsove zelal bikim; ew zarok li girtîgehê ligel daiyên xwe diman, lewma hatine wergirtin. Ew dê dawîn zarok bin. An li kampên koçberan hejmareke zêde ya zarokan hene. Li gor agahiyên gihîştine me, li Iraqê di nav DAIŞê de hêj gelek jin û zarok mane.  Minak jineke bi navê Cenetew dibêje wê di wêneyan de dîtiye ku neviyê li Bexdayê di nav kampake koçberan de ye.

Baş e, bi hezaran jin û zarok li Iraqê, ne di girtîgehan de bin, li kuderê ne?

Heta niha bersiva vê pirsê bo me jî zelal nebûye. Em jî hewl didin bersiva vê pirsê peyda bikin, lê heta niha tiştek berbiçav neketiye di destê me de.

Wate hûn jî nizanin ew li kuderê ne?

Na, em nizanin ew li kuderê ne. Carna hinek zanyariyên nefermî tên ber destên me û li gor wan zanyariyên beşek ji jin û zarokan li kampên taybet in. Heta ku tê gotin beşek jin bo Îranê hatine veguhestin. Herwiha tê gotin ku di şerê li dijî DAIŞê de ew gûpên Îranî yên li Iraqê bûn, jinên Kafkas ligel xwe birine Îranê. Derbarê vê mijarê de hinek wêne di destê me de hene ku di asta belgeyan de ne.

Çima birine Îranê?

Em jî nizanîn çima birine Îranê. Mirov nizane şer dê li pey xwe çi bîne. Em dizanin di şerê Çeçenistanê de çi bûye û çi hatiye jiyandin. Di şer de egera her tişt heye.

Bi hezran jin û zarokên Rûs, li kampên Iraq û Sûriyê dimînin. Hûn çima naçîn li wan kampan rewşa jin û zarokên Rûs napirsîn?

Hûn dizanîn, ev 2 sal e, ez ji Wezareta Derve û Serokê Rûsyayê daxwaza vê yekê dikim. Herwiha min çend caran ev daxwaz ji aliyên din ên peywendîdar kiriye. Min ji wan re gotiye ku ji bilî Rûsyayê dê kes wan wernegire. Minak ji bo welatek weke Iraqê zehmet e ku cihê manê û xwarin û vexwarinê ji wan re peyda bike. Bi min, divê ew li Rûsyayê bin ku her çi ceza ji wan re bê dayîn jî. Hewldanên min ji bo vegera wan heye. Min ligel parlementerên Rûs jî hevdîtin kirine. Ew jî dibêjin divê ew bo Rûsyayê bêne vegerandin. Jixwe ti çareseriyeke din nîne.

Weke em dizanin hejmareke jinên Rûs hatine darizandin…

Belê rast e. Ew dayîkên ku zarokên wan bo Rûsyayê hatine vegarandin in. Ew jin li Iraqê ji 10 heta 15 salan bi cezayê zîndanîkirinê hatine cezakirin.

Derbarê jin û zarokên Rûs ên li Iraq û Sûriyê heta niha jî di nav DAIŞê mane de hejmarek bê zanîn heye?

Na, di destê me de ti hejmareke fermî nîne. Lê ji bo ofîsa me bo vegerandina 3 hezar û 500 zarokan serlêdan hatine kirin. Ev qas serlêdan tenê ji bo yek ofîsa me hatiye kirin. Tê gotin dayîka 150 zarokan ji koma 3 hezar û 500 zarokan hatine kuştin.

Çend ofîsên we hene, tu dikarê behsa vê yekê bikî?

Li Çeçenistanê ofîsa me ya wergirtina zanyariyan heye. Ji tevahiya Rûsyayê xelk bo vegerandina zarokên xwe serlêdanê li wê ofîsa me dikin. Ne tenê ji Rûsyayê herwiha ji welatên Ewropayê weke Norweç, Fransa û Belçîkayê jî bo dîtina zarokên xwe serlêdana wê ofîsa me dikin. Pêştir ji Afrîka û Amerîkayê jî hinek malbatan ji Serokê Çeçenistanê Ramezan Kadirov daxwaz kirin ku ew ji bo vegerandina zarokên wan bibe alîkar.

Derfeta we ya wê yekê heye ku hûn bo şopandina rewşa jin û zarokên Rûs en DAIŞî herin Iraq û Sûriyê?

Ez ji te re rastî bibêjim, heta niha ti hewldanên min ên çûna bo van herdu welatan nebûye. Heger ez herim Iraq û Sûriyê jî berî her tişt ez zimanê wan nizanim. Ez tenê dikarim heta balafirxaneyê herim. Piştî wê pêwîstiya min dê bi hikûmeta Rûsya û Iraqê hebe. Heta niha jî ti piştgiriyek min nekirine. Tenê Balyozxaneya Iraqê ya li Moskowê piştgiriya min kiriye. Ew jî di mijara zanyariyan de bûye. Ez ji bo vê yekê spasiya Balyozxaneya Iraqê ya li Moskowê dikim.

Lê ez nabînin li ba Rûsyayê xwesteka vegerandina hemwelatiyan hebe. Çend caran Rêveberiya Ewlekari Federal a Rûsyayê ragihandiye ku ew zarok li ser ewlehî û aramiya Rûsyayê metirsîdar in.

Ez dixwazim vê yekê jî bînim ziman; min çend caran ji wan re gotiye ku li şûna ew li Rûsyayê bin, metirsîdartir e li Iraq û Sûriyê bin. Kesekî piştî 15 salan di girtîgehê de bimîne dê were Rûsyayê, lê gelo ew dê bi derûniyek çawa û bi çi mercan were. Ev yek nayê zanîn. Lê eger niha bêne dê spasdare Rûsyayê bin. Ne tenê jin herwiha zilam jî ji ber ku Îslam şaş fehmkirine çûne. Ew ji bo baweriyeke hovane reviyane. Di demekê de jin û zarok dikuştin, xwestine jin û zarokên Rûs ên DAIŞî bêne parastin. Ti eleqeya wan bi ola Îslamê ve nîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst