Gelo dê Almanya kîjan Kurdên Êzidî dersînor bike?

08-09-2024
Nwêner Fatih
Frank Schwabe bû mêhvanê Rûdawê / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Frank Schwabe bû mêhvanê Rûdawê / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Frank Schwabe Kurdên Êzidî Penaber Almanya
A+ A-

Raspartiyê Hikûmeta Almanyayê yê Azadiya Olî û Baweriyê Frank Schwabe diyar kir ku dê hinek Kurdên Ezidî bên dersînorkirin û got, “Kesên ku li vir di rewşeke xirab de dijîn, debara wan xirab e lê ne li jêr metirsiya qirkirin û kuştinê ne, di pêvajoyeke normal a penaberiyê re derbas dibin û bi nêrîna min, mafê rûniştinê bi piraniya wan nayê dayîn û dê bên dersînorkirin.”

Frank Schwabe ser rewşa heyî ya Şingalê got:

“Min hin kesên ku digotin niha ewlehî pir çêtir e, dîtin. Her wisa min dît hin xanî û cihên giştî wekî dibistanan tên nûjenkirin lê bêguman min xirbeyên bajêr jî dîtin û hîn jî gelek beşên ku pir wêran bûne hene.

Min hin tiştên baş dîtin lê bi giştî piştî 10 salan ji jenosîdê, divabû me rewşeke pir baştir bidîta.

Dema ez vê hemû wêraniyê li bajarê Şingalê dibînim, êdî zelal dibe çima gelek kes naxwazin vegerin.”

Raspartiyê Hikûmeta Almanyayê diyar kir ku piraniya Kurdên Êzidî dixwazin herin Almanyayê û li pey çû:

“Her kesê ku me îro dît, hin xizm û hevalên wî li Almanyayê hebûn, loma ev ji bo me rengekî berpirsiyariyê ye lê bêguman ji bo me cihê xebînetê ye jî ku dibe ku 100 hezar kes bixwazin werin Almanyayê.”

Frank Schwabe da zanîn ku ji bo jinûveavakirina Şingalê hîn jî projeyên wan hene û berdewam kir:

“Hin bernameyên me hene û ez li vir radigihînim ku em dê 15 milyon euroyên din ji bo avakirina 260 xaniyên nû û bipêşxistina rewşa avê veqetînin.”

Schwabe li ser nêrîna xelkê Şingalê ya li ser Peymana Şingalê jî ev agahî dan:

“Ez dizanim ku gelek rexneyên xelkê li ser peymanê hene. Hin kes hene ku dibêjin em ne beşek ji wê peymanê bûn. Ji aliyekî din ve, ew tenê di destê me de heye.

Ez rewşa dijwar a vî welatî fêm dikim û dizanim ku di koka xwe de jiyana li gel gelek nakokî û hevrikiyên herêmî ku hene ne hêsan e lê gava ez diçim Bexdayê, dibêje çareserî li Kurdistanê ye, dema ez li vir li Kurdistanê me jî, dibêjin çareserî li Bexdayê ye, lewra ev cure lîstika ku tu her bibêjî aliyê din berpirsiyar e, di dawiyê de fêde nake.”

Frank Schwabe amaje pê kir ku Êzidî dixwazin hêzeke wan a taybet a ewlehiyê hebe û li pey çû:

“Di dawiyê de yek ji xalên ku Êzidî zafî daxwaza wê dikin ew e ku hêzeke ewlehiyê ya rêkxistî hebe ku ji Êzidiyan pêk were çimkî ew dibêjin baş e, em îro wan hemû leşker û polîsan li bajêr dibînin û rewşa ewlehiyê jî baş e lê eger rûbirûbûneke nû çêbibe, baweriya me nîne ku em ê bên parastin û em dixwazin hêza me ya taybet ji gelê me hebe, pir û pir pêwîst e ku ev yek bê kirin.”

Hevpeyvîna Niwêner Fatîh a bi Raspartiyê Hikûmeta Almanyayê yê Azadiya Olî û Baweriyê Frank Schwabe re bi vî rengî ye:

Rûdaw: Birêz Frank, tu bi xêr hatî Kurdistanê. Ez kêfxweş im ku vê hevpeyvînê bi te re dikim.

Frank Schwabe: Ez gelekî spasiya te dikim.

Rûdaw: Tu nû ji Şingalê vegeriyayî û ev serdana te ya yekem bo Şingalê ye. Ez dixwazim ji te bipirsim gelo hesta te çawa ye? Te çi li wir dît?

Frank Schwabe: Hest ev e ku min tiştên cuda dîtin. Ji aliyekî ve, min hin kesên ku digotin niha ewlehî pir çêtir e, dîtin. Her wisa min dît hin xanî û cihên giştî wekî dibistanan tên nûjenkirin lê bêguman min xirbeyên bajêr jî dîtin û hîn jî gelek beşên ku pir wêran bûne hene. Min ciwan jî dîtin ku digotin em pir bêhêvî ne û em siberojekê li deverê nabînin û em dixwazin herin derve, bi awayekî sereke jî bo Almanyayê.

Rûdaw: Ev ji bo te dilgiranî ye?

Frank Schwabe: Bêguman dilgiranî ye, dilgiraniyeke dualî ye. Tu dizanî, ez li seranserê cîhanê bi mijara azadiya olî re tevdigerim. Bêguman ez dizanim gava xelk ne li cihê xwe bin, ne li welatê ku ji zemanê berê ve lê ne û diçin xerîbiyê, tu dikarî li wir bijî lê di dawiyê de zehmet e tu kevneşopiya xwe biparêzî. Di vî warî de ji bo rewşa olê pir cihê dilgiraniyê ye.

Her wisa bêguman divê ez bibêjim ku her çi qasî Almanyayê pêşwaziya gelek kesên ku bi qirkirinê re rû bi rû man kir lê em ne amade ne pêşwaziya van hemû mirovan ji seranserê Îraqê bikin çimkî li Almanyayê gotûbêjeke me ya navxweyî ya pir hestyar li ser koçê heye.

Rûdaw: Ev 10 sal in qirkirin qewimiye û te îro wêraniya Şingalê dît. Wek tu jî dizanî, li Ewropa û Îraqê jî siyasetmedar her tim ji Êzidiyan dixwazin ku vegerin warê xwe Şingalê. Tiştê ku te îro dît, li gorî te, rewşa Şingalê ew qas baş e ku hemû kesên li kampan vegerin û li wir bijîn?

Frank Schwabe: Li gorî pêwîst ne baş e. Me hin kesên ku ji kampan vegeriyabûn dîtin û ez dizanim ku gotûbêjek di vî warî de heye. Hin kesên ku ji kampan vegeriyabûn Şingalê careke din vegeriyan kampan çimkî ez dibînim ku ne hêsan e tu li wir bijî û dibe ku estem be tu bikarî li wir bijî.

Min hin tiştên baş dîtin lê bi giştî piştî 10 salan ji jenosîdê, divabû me rewşeke pir baştir bidîta. Dema ez vê hemû wêraniyê li bajarê Şingalê dibînim, êdî zelal dibe çima gelek kes naxwazin vegerin.

Loma, bi rastî, ez hemûyan han didim, xasma, bê guman, hikûmeta berpirs ango hikûmeta Îraqê ku vê çareser bikin. Em dikarin alîkariyê bikin lê em nikarin ji bo nûveavakirin û çêkirina xaniyan şûna hikûmeta Îraqê bigirin. Ez dizanim ku avakirina xaniyan bi tenê ne bes e û ne her tişt e, lê bê xanî xelk venagere.

Rûdaw: Ev mijareke Îraqî ye lê dîsa jî cihê dilgiraniya Almanyayê ye çimkî te îro xelk dîtiye, kesên ciwan, dibêjin hêviya me nîne û em dixwazin biçin Almanyayê û ev ji bo te tê wateya dilgiraniyê. Bêguman, piştî ku hûn vegerin, hûn ê li ser tiştê ku we dît raporê bidin hikûmetê û pêşniyaran lê bikin. Ez dixwazim bipirsim, di vî warî de tu dê çi karî ji hikûmeta xwe re pêşniyar bikî?

Frank Schwabe: Ne tenê dilgiranî ye. Rast e dilgiranî ye ji bo me lê rengekî berpirsiyariyê ye jî bêguman ger hejmareke ew qasî zêde ya Êzidiyan li Almanyayê hebe. Her kesê ku me îro dît, hin xizm û hevalên wî li Almanyayê hebûn, loma ev ji bo me rengekî berpirsiyariyê ye lê bêguman ji bo me cihê xebînetê ye jî ku dibe ku 100 hezar kes bixwazin werin Almanyayê û ev yek di nîqaşên siyasî yên navxweyî yên niha Almanyayê de pir dijwar e.

Dema ez vegerim, ya ku ez pêşniyar bikim bêguman ev e ku em hewldanên xwe yên dîplomatîk bi hikûmeta Îraqê û her wiha bi hikûmeta Herêma Kurdistanê re jî berdewam bikin li ser ka çi hatiye kirin, her wisa divê em daxwaz bikin ku rewş di her warî de, ewlehî, avakirina xaniyan, karkirina li ser çandiniyê û ev hemû di heman demê de werin başkirin.

Hin bernameyên me hene û ez li vir radigihînim ku em dê 15 milyon euroyên din ji bo avakirina 260 xaniyên nû û pêşxistina rewşa avê veqetînin. Ev ne her tişt e lê tiştek e ku em dikin. Ji aliyekî din ve, bi baweriya min, divê em li Almanyayê rewşê fêm bikin ka çi dihêle xelk koç bike û were Almanyayê. Ji bo vegerandina Êzidiyan ji Almanyayê em di gotûbêjan de ne û em dizanin ku gelek dilgiranî li vir hene û îro li ser wan axivîn. Xelk li ser axivî.

Ez dixwazim bibêjim kesên ku ji dema qirkirinê ve hatin Almanyayê heta 2017an, li Almanyayê parastî ne û dê bimînin. Ji bilî van kesan, em hewl didin kesên din li welatê wan bihêlin. Ger îro xelk biryar bidin werin Almanyayê, dê di pêvajoyeke penaberiyê ya asayî ya ku li Almanyayê heye de derbas bibin û çimkî rewş êdî ne wekî salên 2015 û 2016an e, rê nayê dayîn ku gelek kes li Almanyayê bimînin.

Dozên takekesî dikarin bimînin, wekî mînak, ger kesek bi travmayê be yan jin û keçên ku rastî destdirêjiyê hatine û dozên wisa, derfeta wan heye lê bi gelemperî mafê penaberiyê bi xelkê nayê dayîn, loma divê ez ji wan bixwazim ku neyên Almanyayê, divê Almanya zanyariyan di vî warî de bide. Pêdiviya me bi kampanyayekê heye ku xelk bi rastî rewşa navxweyî ya Almanyayê fêm bike.

Rûdaw: Ji bo çareseriyê Peymana Şingalê heye. Ez piştrast im ku tu bi hûrî ji wê peymanê haydar î. Hîn jî bi dîtina te cîbicîkirina vê peymanê ji bo Şingalê çareserî ye, li gorî tiştê ku te îro li wir dît?

Frank Schwabe: Ez dizanim ku gelek rexneyên xelkê li ser peymanê hene. Hin kes hene ku dibêjin em ne beşek ji wê peymanê bûn. Ji aliyekî din ve, ew tenê di destê me de heye. Lewra di vî warî de rengekî rêkeftinê di navbera Bexda û Hewlêrê de heye. Li gorî min, divê em rijd bin ku her du hikûmet her tiştî bikin ku rewşê baştir bikin.

Ez rewşa dijwar a vî welatî fêm dikim û dizanim ku di koka xwe de jiyana li gel gelek nakokî û hevrikiyên herêmî ku hene ne hêsan e lê gava ez diçim Bexdayê, dibêje aaah çareserî li Kurdistanê ye, dema ez li vir li Kurdistanê me jî, dibêjin çareserî li Bexdayê ye, lewra ev cure lîstika ku tu her bibêjî aliyê din berpirsiyar e, di dawiyê de fêde nake.

Berjewendiya Almanyayê di vê yekê de heye. Em wekî dengekî dîplomatîk li vir in çimkî em li gel welatekî serbixwe û her wiha li gel hikûmeteke herêmî diaxivin lê bêşik berjewendiya me ew e ku em çareseriyekê bibînin ku xelk siberoja xwe ne li Almanyayê lê li vir bibîne.

Rûdaw: Tewra Neteweyên Yekbûyî jî hewl da peymana ku ew beşek jê ye cîbicî bike lê piştî çend salan hîn jî nehatiye cîbicîkirin. Dema tu bi berpirsên Îraqî û Kurd re jî diaxivî, tu hest dikî ku ev peyman mirî ji dayik bûye?

Frank Schwabe: Ez ne li vir im da ku biryarê bidim ka di dawiyê de kar dike yan na. Ya ku em îro dibînin ew e ku kar nake. Bi nêrîna Êzidiyan jî, hêviya wan nîne, min ev yek dît. Ew dibêjin em ne beşek ji peymanê bûn û gelek xal di peymanê de hene ku ne baş in û em wiha nabînin ku kar bike.

Di dawiyê de yek ji xalên ku Êzidî zafî daxwaza wê dikin ew e ku hêzeke ewlehiyê ya rêkxistî hebe ku ji Êzidiyan pêk were çimkî ew dibêjin baş e, em îro wan hemû leşker û polîsan li bajêr dibînin û rewşa ewlehiyê jî baş e lê eger rûbirûbûneke nû çêbibe, baweriya me nîne ku em ê bên parastin û em dixwazin hêza me ya taybet ji gelê me hebe, pir û pir pêwîst e ku ev yek bê kirin.

Rûdaw: Min çend rapor xwendin ku hejmarek ji penaxwazên Êzidî ku li Almanyayê ne, dozên wan ji aliyê dadgehê ve hatine redkirin. Ew dibêjin em Êzidî ne û Parlamentoya Almanyayê qirkirina Êzidiyan nas kiriye û daxwaz dikin ku hikûmet gotûbêjê bi wan re bike. Gelo hikûmeta federal a Almanyayê vê yekê cidî digire? Hûn dê ji bo penaxwazên Êzidî ku niha li Almanyayê ne û dozên wan ji aliyê dadgehê ve hatine redkirin, çi bikin?

Frank Schwabe: Li dawiyê tu dê bizanî ku pêvajo berî her tiştî ye. Hikûmet biryarê dide lê ne bi tenê. Ne tenê hikûmet an wezaret lê ajansa taybet heye ku bi vê mijarê re mijûl dibe û paşê diçe dadgehê û di dawiyê de mafê îtirazê jî heye. Gelek dozên min bi xwe hene ku ez hewl didim piştevaniya kesan bikim çimkî ez dizanim heke ji Almanyayê bên derxistin dê ji wan re pir zehmet be lê divê em fêm bikin ku ev biryar ji jor ve tê dayîn.

Biryareke girîng a ji jor ve ye. Em li Almanyayê dibêjin em dixwazin xelk li tevahiya cîhanê rehet û parastî bin lê ev nayê wateya ku daxwaza penaberiyê ya her kesî li Almanyayê wekî doza takekesî neyê temaşekirin. Pergala Almanyayê ev e û em nikarin Êzidiyan li derveyî pêvajo û pergalê wergirin, ev di qanûnê de nîne.

Ger em dest bi vê bikin jî em dê bigihin kû? Wê demê dê Mesîhiyên vê deverê jî ji min bipirsin çima ji bo Êzidiyan hatiye kirin û çima ji bo me nayê kirin? Îcar li seranserê cîhanê xelk hene, li Rohîngya û Myanmarê, ew jî dê bibêjin çima reftara we ya taybet ji bo Rohîngyayê tune? Loma ev ne çareserî ye.

Çareserî ew e ku hemû kesên ku di navbera 2014 ta 2017an hatine Almanyayê, ger bixwazin dikarin heta hetayê li Almanyayê bimînin. Ji wê demê û vir ve, kit bi kit li dozan tê nihêrtin û hejmara kesên ku tên redkirin jî di zêdebûnê de ye çimkî Almanya dibêje rast e rewş ne baş e û hîn jî xirab e lê ne rewşa jenosîdê ye ku ti kes nikaribe li wir bijî, tewra ger tu wê bi rewşa hemû cîhanê re bidî ber hev, wekî nimûne, bila em bibêjin Sûdan an her dereke din.

Ger em bibêjin ku em ê derfeta mayînê bidin hemû kesên ku têne Almanyayê, wê demê divê em dabaşa welatên din jî bikin û em nikarin bi hejmareke ew qasî mezin a penaberan re tevbigerin.

Rûdaw: Gelo dê bên dersînorkirin?

Frank Schwabe: Li dawiyê erê, li dawiyê erê. Ez vê yekê pir zelal ji xelkê re dibêjim, ger îro yan sibe biryar bidin biçin Almanyayê û dozeke wan a takekesî ya taybet nebe, wekî mînak, ger doza wan a trawmayê nebe û ger ne ji wê hejmara jinên Êzidî yên revandî bin ku 2607 kes in û hîn jî li cihekî di bin kontrola terorîstan de ne, ger bên berdan, wê demê bêguman derfeta wan heye ku werin Almanyayê.

Dibe ku da herin nexweşxaneyê yan her tiştekî din, ew dikarin bimînin lê kesên ku li vir di rewşeke xirab de dijîn, debara wan xirab e lê ne li jêr metirsiya qirkirin û kuştinê ne, di pêvajoyeke normal a penaberiyê re derbas dibin û bi nêrîna min, mafê rûniştinê bi piraniya wan nayê dayîn û dê bên dersînorkirin.

Rûdaw: Li gorî nirxandina te, tu Êzidiyan li Îraqê wek kesên azad û parastî dibînî?

Frank Schwabe: Na, bêguman na. Ez bi tevahî fêm dikim ku ew xelk hest dikin di civakekê de dijîn, li welatekî ku gelek kes pêşwaziya wan nakin û qise û gotegotan li ser wan belav dikin, li ser reftar û şêwaza jiyana wan û tiştên wiha, ez vê fêm dikim lê ji bo ku tu werî Almanyayê û li Almanyayê bimînî, divê rewşeke te ya pir rasterast hebe ku tu ji kuştin an destdirêjî û rewşên wisa birevî.

Ger ev doza te ya takekesî nebe tewra ger rewşa welatê ku tu lê dijî xirab be jî, mafê te yê rûniştinê nîne. Ger em bi beşên din ên cîhanê re jî bidin ber hev çimkî divê heman pîvanên me hebin, li dawiyê em nikarin bibêjin ku em van kesan ji kesên din bêtir qebûl dikin. Ger kesên din jî bên û doza penaberiyê bikin, wê demê dê heman pîvanên me ji bo wan jî hebin.

Rûdaw: Baş e, ev rewşa Êzidiyan e û nirxandina we li ser Êzidiyên Îraqê ye. Lê wekî mînak Êzidî li Tirkiyê jî hene, li welatên din jî. Tu rewşa Êzidiyan li Tirkiyê çawa dinirxînî?

Frank Schwabe: Di dawiyê de mîna hev e, tu dizanî ku gelek kes li ba me hene ku ji Tirkiyê tên, sala borî sêyem hejmara herî mezin a penaberan ji Tirkiyeyê hatin Almanyayê, ew dixwazin ji hikûmetê birevin.

Rûdaw: Tewra Êzidî jî?

Frank Schwabe: Erê ew jî, gelek kes ji başûrê rojhilatê Tirkiyeyê koç dikin lê piraniya wan jî mafê penaberiyê nastînin, dibêjin ku rewş ne baş e û rewşa siyasî zafî xirab e lê ger dozeke wan a taybet nebe ku wekî mînak hikûmet rexne kiribin an tiştekî wisa û di rewşekê de bin ku bên girtin an dadgehkirin, paşê birevin Almanyayê, wê demê derfeta rûniştina wan heye. Heke rewşeke wan a wisa taybet nebe û tenê bibêjin metirsiya giştî heye, ev ji bo mayînê ne bes e.

Rûdaw: Te îro xelk li Şingalê dît û di rojên pêş de jî tu dê siyasetmedar, serkirde û berpirsên Herêma Kurdistanê jî bibînî. Bi rastî ez dixwazim bizanim dema tu wan serkirde û berpirsan bibînî, piştî tiştê te dît, dê pirsa te ya sereke ji wan çi be?

Frank Schwabe: Pirsa min a sereke dê ev be ka planên siberojê çi ne da ku her tişt ji bo başkirina rewşa Êzidiyan bê kirin. Her wisa çawa peymanê cîbicî dikin û çawa bi Bexdayê re li hev dikin. Ez dizanim ku ez vê yekê di rewşeke siyasî ya pir dijwar de dikim, di demekê de ku gelek arîşe di navbera Bexda û Hewlêrê de hene û ez jî têm behsa mijara Êzidiyan dikim.

Ez vê yekê baş dizanim lê ji aliyê din ve ez dikarim we piştrast bikim ku Almanya xwedî îradeyeke pir e û em bi rastî hewl didin ku bibin hevkarekî baş. Em naxwazin ji kesî re bibêjin çi bikin. Em nikarin vê bikin çimkî kes nayê Almanyayê û ji me re nabêje ku divê em vê û wê bikin lê dibe ku hin pêşniyarên me hebin. Wekî mînak em dikarin bibêjin bila em bi hev re kar bikin. Em dikarin li vir û wir piştgiriya we bikin lê ya ne licih ew e ku ez herim her paytextekê û bibêjin sûcê yê din e.

Rûdaw: Hevdû lome dikin?

Frank Schwabe: Carinan ez fêm dikim ku ev siyaset e, ez têra wê yekê siyasetvan im ku jê fêm bikim lê bêguman ev tişt heye, lê ji kerema xwe tenê tiştê ku tu dikarî bikî bibêje, ne tiştê ku tu ji yên din hêvî dikî ku bikin.

Rûdaw: Erê, tu ji siyasetê fêm dikî lê dibe ku siyaset li Rojhilata Navîn bi awayekî cudatir li gorî Ewropayê kar bike. Tu azadiya olî li Îraqê bi giştî çawa dibînî? Ez dizanim ev karê te ye û pirsa Êzidiyan tenê erkeke te ye çimkî tu raspartiyê hikûmetê ji bo azadiya olî yî. Tu Îraqê di vî warî de çawa dibînî?

Frank Schwabe: Ez par jî li vir bûm û ne şaş bim min hemî komên cihê dîtin, tewra hin kesên cihû jî, li gorî min hejmareke hindik a Mendaîyan hene, loma min hemû dîtine, bêguman Xirîstiyan jî û dîtina hemûyan pir balkêş e.

Dema ku ez li vir im, ez her dem li ser Mizgîniyê difikirim, tu dizanî ez bi xwe Xirîstiyan im û ez li vir li ser dîrokê difikirim. Pir balkêş e çimkî şaristanî ji vir bi pêş ketiye û niha di vê demê de metirsî heye ku em wê ji dest bidin. Min gelek Xirîstiyan dîtine û ew dibêjin ger tişt neguherin, em ti siberojekê ji bo xwe li vir nabînin. Ez dizanim ku vêga li Mûsilê kêmtirî 70 malbatên Mesîhî hene. Di demekê de ku berê 50 hezar Xirîstiyan li wî bajarî hebûn û niha di vê rewşê de ez nabînim ku dê vegerin.

Loma ez dibînim ku li ser kaxezê azadiya olî li Îraqê heye lê di rastiyê de divê ez bibêjim ku rewş dijwar e, xuya ye tişta ku welat dike têrê nake çimkî xuya ye hindikahiyên olî ji welêt derdikevin, lewra tiştê heye têrê nake. Nerîta jiyanê ku heye, bi dîtina min, nirxekî mezin ê vî welatî ye û ez pê pir matmayî me. Divê bala cîhan û Îraqê jî li ser be ku vê yekê li vî welatî bihêlin.

Rûdaw: Berî 2003yan li gorî texmînan hejmara mesîhiyan li Îraqê nêzî milyonek û 500 hezar kesî bû lê niha piştî 20 salan û zêdebûna şêniyan, tê texmînkirin ku tenê 300 hezar mesîhî li Îraqê hebin ku piraniya wan bi nêzîkî ji sedî 90 li Herêma Kurdistanê dijîn. Bi baweriya te, tewra Mesîhî jî li Îraqê li jêr gefê ne, gef li ser hebûna wan heye?

Frank Schwabe: Bêguman, di dawiyê de pir dişibe rewşa Êzidiyan. Ez dibînim ku gelek kes di navbera Îraq û Almanyayê de diçin û tên û ev normal e lê ez dibînim ku kesên zêdetir û zêdetir hewl didin li ku dera cîhanê bin siberojekê ji xwe re bibînin û gelek ji wan nemaze ciwan li Almanyayê li wê siberojê digerin.

Kesên bitemen dibêjin ev nêzî 60-70 salî ye em li vir in û carinan em di zehmetî û dijwariyan re derbas dibin lê em her li vir dimînin. Lê kesên ciwan hemû jiyana wan li pêşiya wan e, loma dema temenê wan 20-23-24 û 25 salî ye, ew jî dibêjin tiştekî pir baş e ku em nerît û olê biparêzin.

Di rastiyê de, li dawiyê, tu dikarî li navçe û welatê ku tu jê hatî wê biparêzî. Bêguman azadiya olî li Almanyayê heye û tu dikarî kenîseya xwe ava bikî. Ez li vir çûm dêrên Ortodoks û Aşûriyan, kenîseyên me yên wiha li Almanyayê hene lê li gorî cureyê avahîsaziya ku tu di dêrên vir de dibînî, ne tiştek in. Ev celeb kevneşopî li vir heye. Loma, erê ez nîgeran im ku em wê olê jî li vê derê ji dest didin.

Rûdaw: Herêma cîhanê ku ol lê peyda bû û dîroka wê li vir e.

Frank Schwabe: Erê.

Rûdaw: Ez dizanim, cihê xebînetê ye ku em vê dibînin. Berê jî ev pirsgirêk hebûn, lê piştî DAIŞê ev pirsgirêk mezintir û mezintir bûn û hîn jî pirsgirêk in û nehatine çareserkirin. Gelo tu hîn jî li vê deverê DAIŞê wekî gef dibînî?

Frank Schwabe: Dema ez bi Xirîstiyan û Êzidiyan re diaxivim, ji min re dibêjin ku berê jî zehmet bû û cure jîngehek bû ku DAIŞê karî tê de mezin bibe, niha me bi hev re di warê leşkerî de DAIŞ têk bir lê bêşik bîr û baweriyên wê hîn jî mane. Xelk jî hîn maye.

Rast e vêga hatine bê şiyankirin lê bîr û baweriya wan hîn jî maye. Dibe ku tu bizanî ku berî çend rojan li Almanyayê bûyereke kuştinê çêbû, êrişkar kesek bû ku xuya bû ji aliyê DAIŞê ve hatibû şandin, lewra bîr û baweriya wan hîn jî heye û divê em hîn jî her tiştî bikin da ku wan di bin kontrolê de bihêlin.

Rûdaw: Di dawiya çiriya pêşîn de erkê ku Parlamentoya Federal a Almanyayê daye artêşa Almanyayê ji bo li Îraqê bimîne, kuta dibe. Gelo di hikûmet û parlamentoyê de îradeya siyasî heye ku ev erk saleke din were dirêjkirin?

Frank Schwabe: Li vir li Îraqê haya min ji gotinên li ser vê heye û ez fêm dikim ku Îraq dixwaze destwerdan û bandora derve kêm bike lê ji hêla din ve bi nêrîna min pêdiviya me bi curekî aramiyê heye û Almanya welatek e ku hewl dide bêyî ku pêşbînî bike ka divê welat ber bi kîjan alî ve biçe, berpirsiyariyê bigire ser xwe. Loma ev xwesteka me heye û em bi hev re nîqaş dikin. Almanya amade ye berdewam bike û hemû berpirsiyariya ku ji destê wê tê li vî welatî bigire ser xwe.

Rûdaw: Gelo Îraq wê dirêjkirinê qebûl dike?

Frank Schwabe: Ez ne beşek ji wê gotûbêj me.

Rûdaw: Lê gelo li Almanyayê xwesteka dirêjkirina vê erkê heye?

Frank Schwabe: Erê, li Almanyayê bêguman em dixwazin vê bikin.

Rûdaw: Te behsa êrişa Solingenê ya Almanyayê kir, rapor diyar dikin ku kesê bi navê Îsa, ji aliyê DAIŞê ve hatibû şandin, hikûmeta Almanyayê ji bo rûbirûbûna tundrewiya li hundirê Almanyayê çi dike?

Frank Schwabe: Ev pirseke baş e. Dîbeyt û gotûbêjeke me ya bi vî rengî li hemû cîhanê û li vir jî heye. Gelek kesên me hene ku fikrên xerab di hişê xelkê de belav dikin, gotarên me yên rikdariyê jî pir in, li her derê yasa heye û li Almanyayê jî yasaya me li dijî gotarên rikdariyê heye lê xuya ye bi her awayî hîn jî ew gotar dikare geşe bike, ya ku em niha nîqaş dikin ev e ka em çawa bikarin bandoreke zêdetir li ser radîkalbûnê bikin.

Lewra me mizgeftek li Almanyayê girt ku pir di bin bandora Îranê de bû lê hîn jî me bersiv bi dest nexistiye. Li milekî em welatê mafên mirovan û azadiyan in ku tu tê de dikarî bîr û baweriya xwe derbibirî, em xelkê ji îfadekirina baweriyên wan sînordar nakin. Li milê din, em naxwazin gotara kînê û kesên me hebin ku nav di xelkê didin ku sûcan bikin.   

Rûdaw: Gelo li Almanyayê ji bo we ne zehmet e ku hûn cudahiyê di navbera azadiya raderbirînê, gotara nefretê û belavkirina radîkaliyê de bikin?

Frank Schwabe: Ev li her dera cîhanê zehmet e û tu dizanî li dijî gotara nefretê qanûnên me hene, tu dikarî biçî dadgehê û gilî bikî lê ev ne pêvajoyeke hêsan e. Pirs ev e gelo medyaya civakî dikare yan hewl dide piştgiriya me bike, wekî birêz Elon Musk di Xê de ku vêga ji Twittera berê cudatir kar dike.

Berê di Twitterê de rûbirbûna gotara nefretê hêsantir bû lê ev jî balans e, ne her tim hêsan e çimkî niha hin welat hene ku têne rexnekirin çimkî xelk nikarin bi azadî bipeyivin, îcar wê demê ew tên û yasaya Almanyayê ya rûbirûbûna gotara rikdariyê wekî mînak tînin da ku bibêjin binêre te jî sînordar kiriye, loma zehmet e tu biryar bidî çi destûrdayî û çi gotara kînê ye û xelkê li hev dixe û divê rê bi çi bê dayîn. Loma ev ne tiştekî pir hêsan e û niha em gotûbêjê li ser dikin. Dibe ku ligel zêdebûna êrişan em jî li ser çend qanûnan zelaltir û hişktir bin.           

Rûdaw: Dilgiraniya we li hemberî siyaseta ku Elon Musk di Twitterê de bi cih tîne heye? Sînorê ku wî heye hûn dilgiran kirine ku dibe ku ji bo belavkirina gotara rikdarî û şîdetê li Almanyayê were bikaranîn?

Frank Schwabe: Bêguman dilgiranî ye, ne tenê gotara rikîtiyê lê belavkirina nûçeyên rikdar jî, ger tewra em li tiştê ku ew bi xwe diweşîne jî binêrin ku çi cure pûçîtiyek e û di rastiyê de carinan zanyariyên pir ecêb û sosret in lê li dawiyê bi rengekî monopoliya wî li ser agahiyan heye û li seranserê cîhanê xelk Xê bi kar tîne û tewra ez jî.

Her tim em li Almanyayê gotûbêj dikin gelo em bi kar bînin an na, gelo ez êdî bi kar bînim an na lê li dawiyê em pê ve girêdayî ne çimkî alternatîveke me ya din a wiha nîne ji bo ku em xwe têr zanyarî bikin û zanyariyan bidin xelkê li tevahiya dinyayê jî. Min li bazneya xwe ya hilbijartinê li Almanyayê medyayên civakî yên din bi kar anî lê ger ez bixwazim têkiliya min bi kesên li derve re hebe, li welatên din, ti rê û alternatîveke din nîne.

Rûdaw: Lê gelo hikûmet ji bo vê yekê çi dike? Ji ber ku, ji bo nimûne, Brezîlya hefteya borî biryar da ku X bi tevahî qedexe bike, li gorî min dibe ku ev ne maqûl be û ne polîtîkaya hukûmetê li Almanyayê be, lê rewş dijwar e, hûn ê çawa pê re tevbigerin?

Frank Schwabe: Em di destpêka guftûgoyê de ne û axaftin bêtir li ser xalên bingehîn in. Îro ew gotûbêj hîn bêtir felsefî ye loma em dûr in ku biryarekê bidin li ser bingeha yasayê ka gelo em dixwazin tiştekî biguherin an na.

Pêdiviya me bi yasayê heye û em dizanin metirsî çi ye çimkî ez dizanim tewra Telegram jî ku her tiştê xirab û gelek nûçeyên sexte dihewîne lê ji aliyê hin kesên ku li dijî rejîm û dîktatoran dixebitin jî tê bikaranîn. Loma tu dikarî bi her du aliyan bi kar bînî, lewra helwesteke me ya zelal li ser vê nîne lê em gotûbêj dikin çimkî hilbijartin li pêşiya me hene, hilbijartinên federal di sala bê de û em ji hin kampanyayên pir xirab ditirsin ku tewra ji hêla hin welatên ku naxwazin bi me re pir baş bin têne fînansekirin û organîzekirin.       

Rûdaw: Bila em vegerin ser DAIŞê, gelo tu vêga DAIŞê wekî gef dibînî li Almanyayê, ne tenê li vê devera cîhanê. Li gorî te, DAIŞ û îdeolojiya wê ne tenê li vê navçeya dinyayê, lê niha li Ewropa û Almanyayê geşe dikin?

Frank Schwabe: Hîn jî na, na niha na. Berê Qaîde û komên din jî li ba me hebûn û tu dizanî, berê gelek êriş li Almanyayê pêk dihatin. Tu dizanî, li Almanyayê jî hin xwenîşandanên me hene ku daxwaza xîlafetê dikin ku nêzî hezar kesî piştgirîya wê dikin û daxwaza xîlafetê dikin.

Rûdaw: Daxwaza xîlafetê dikin?

Frank Schwabe: Erê, me ew li ser kolanan dîtin lê vêga em êrişên zêdetir nabînin li gorî 10 an 12 salên borî lê em bi awayekî matmayî bûne ku hîn jî ev êriş hene çimkî hin kes hene li Almanyayê dibêjin baş e ka DAIŞ?

Em êdî wan nabînin û em êdî alên wan li deverê nabînin û ew hatine têkbirin lê divê em bizanin ku bîr û bawerî û îdeolojî hîn jî maye û hîn jî peykerbendî li derekê maye.       

Rûdaw: Birêz Schwabe, hezar kes xwepêşandanê dikin û doza xîlafetê dikin û piştgiriya xîlafetê wekî sîstem li Almanyayê dikin. Hûn dibêjin ev azadiya derbirînê ye lê tu dikarî bînî pêş çavên xwe ger xwepêşandaneke wiha li Bexda yan Şamê were kirin ku paytextên her du welatên ku DAIŞ li wan peyda bûye, dê hikûmet çawa pê re tevbigere? 

Frank Schwabe: Ez dikarim bînim pêş çavên xwe û têdigihim ku ew welat di warê çewsandinê de xwedî tecrubeyên gelek in û hewl didin pêşî lê bigirin..lê…  

Rûdaw: Lê hûn rê didinê!

Frank Schwabe: Erê, çimkî em di dîroka xwe de hîn bûn ku em dixwazin bibin civakeke azad ku bikarin xwepêşandanan saz bikin lê bila ez eşkere bim. Li ser vê yekê nîqaşên me jî hene. Me rê nedaye her tiştî û rêgiriya polîs hebû û rê bi wan nehat dayîn ku hin alan nîşan bidin. Loma rêgirî jî hebûn lê em di gotûbêjeke berdewam de ne û dibe ku em di destpêka wê yekê de bin ku em rewşê û astengiyên ku hene fêm bikin.      

Rûdaw: Bi nêrîna min tu alan nabînî lê hizr û fikirên wiha li wir hene. Di rastiyê de, ev mijar gotûbêjeke felsefî li ser azadiyê ye. Di eynî demê de, girêdayî vê mijarê, li Ewropayê gelek hewldan hene ku tişt ji hêla siyasî ve rast bên nîşandan. Lewra dibe ku ne hêsan be tu ji hêla siyasî ve pê re tevbigerî lê li Rojhilata Navîn, bi hêsanî reftar pê re tê kirin. Êdî ez nizanim hûn di vê de ji bo çareserkirina wê pirsê Rojhilata Navîn dikin mînak an na… Piştî êrişa Almanyayê, em dibînin ku hejmareke zêdetir a siyasetmedarên Alman daxwaza dersînorkirina koçberan dikin, bi taybetî ji bo Sûriyeyê. Ew dibêjin, ger hin navçeyên ewle û aram li Sûriyê hebin, divê em bikarin xelkê dersînorî wan deran bikin. Gelo piştî êrişa vê dawiyê, hikûmet li vê yekê difikire?          

Frank Schwabe: Yekem şertê dersînorkirina xelkê ew e ku divê tu bizanî tu dê wan bibî kû. Ez naxwazim zêde herim nav hûrguliyên taybet bi Îraqê lê ger geşta esmanî nebe, tu nikarî xelkê dersînor bikî.

Her wiha ger têkiliya te bi rejîm an hikûmeta Sûriye yan hikûmeta Efxanistanê re nebe, wê demê di warê rêkaran de, dersînorkirin zehmet dibe. Tiştê ku me vê dawiyê kir, bi alîkariya hin welatên din me karî 28 sûcdaran vegerînin Efxanistanê.

Dibe ku em di siberojê de heman tiştî bi Sûriyeyiyan re jî bikin lê li Almanyayê bi giştî dersînorkirina xelkê gelekî zehmet e. Tu dikarî salane çend sed kesî, çend hezar kesî vegerînî lê şiyan ji vê ne mezintir e çimkî pêdiviya vê bi gengeşekirina yasayên din heye.

Em vêga gotûbêj dikin ku penaxwaz li Ewropayê daxwaza mafê penaberiyê nekin lê li welatekî derveyî Ewropayê daxwaz bikin. Ger wê demê mafê penaberiyê bi wan hat dayîn, rê bi wan bê dayîn ku werin Ewropa û li dawiyê jî werin Almanyayê.

Çimkî ev rê ji dersînorkirina xelkê çêtir e lê ger xelk bixwaze were Almanyayê, divê bizanin ger sedemeke wan a zelal ji bo daxwazkirina mafê penaberiyê nebe û tenê bibêjin ez ji welatekî hatime ku rewşa wî xirab e, wê demê ev bi tenê têrê nake. Çimkî ger em vê qebûl bikin, wê demê divê em xelkê 50 welatên cîhanê wergirin ku ev ne pêkan e.             

Rûdaw: Frankê birêz, partiya te, CDU partiyeke cemawerî ye.

Frank Schwabe: Ez Sosyaldemokrat im.

Rûdaw: Erê, Sosyaldemokrat, bibore. Di hilbijartinên vê dawiyê de, me dît ku rastgirên tundrew, Partiya Alternatîv ji bo Almanyayê, li herêmeke ku ji Şerê Cîhanê yê Duyem û vir ve ew deng bi dest nexistibûn, dengên zêdetir bi dest xistin. Ev bûye sernavê nûçeyên niha li çar aliyên cîhanê. Ev li Almanyayê qewimî lê min li vir li Hewlêrê xwend. Ma hûn nafikirin ku polîtîkayên ku hûn niha li Almanyayê pêrew dikin ne serkeftî ne û bûne sedema kêmnûna dengên we? Ma li gorî te, ew siyaset ne seqet in?

Frank Schwabe: Zêdebûna dengên populîstên rastgir û tundrew li Almanyayê ne bi dilê min e.

Rûdaw: Erê, ez vê dizanim.

Frank Schwabe: Ne bi dilê min e.

Rûdaw: Ne bi dilê te ye lê sedem ew e … bibore ji bo pirsa min, lê…

Frank Schwabe: Erê…

Rûdaw: Hin kesên ku berê dengê xwe dida we, êdî dengê xwe nadin we. Ango pêwîst e tiştekî di vî warî de bikin. Li gorî te, siyasetên ku we di van 10 salên borî de pêrew kirin bo tevgera ligel koçberan ku mijareke germ a nîqaşên rastgirên tundrew e, herwisa awayê reftara we ligel kêşeyên vê beşa cîhanê, êdî kar nakin? Nîşanên we hene, hûn rastiyan dibînin?

Frank Schwabe: Ango pirs li ser wê yekê ye ku koçberî bûye sedema zêdebûna dengê rastgirên tundrew…

Rûdaw: Bûye yek ji sedeman..

Frank Schwabe: Lê ez pir piştrast im ku tewra ger ti koçber jî nehata Almanyayê û peyva koçber jî di kokê de nebûya… tevî ku pêwîstiya me bi koçberan heye û ger me berê koçber wernegirta, em dê niha bi gelek pirsgirêkên aborî re rû bi rû bimana. Lê tewra ger ti koçberekî me jî nebûya, me dê zêdebûna dengên populîstên rastgir û populîstên çepgir bidîta, çima? Çimkî xelk di civakê de bêtir hest bi bêaramiyê dikin çimkî berê bingeheke civakê ya pir baş hebû.

Erê, berê derfet kêmtir bûn lê di heman demê de metirsî jî kêmtir bûn. Ez dikarim bi dirêjî behsa dîroka jiyana xwe bikim. Ez neviyê malbateke karkerên kanên komirê me. Bavê min karkerê kanên komirê bû. Ger ez pênc salan zûtir ji dayik bibûma, ez dê jî di kaneke komirê de bibûma karker çimkî hemû kesên ji nifşê pênc salên berî me bûn, bûne karkerên kanên komirê ku ev karekî pir dijwar bû. Pir zelal û eşkere bû û te zanîbû ger tu mezin bibî tu dê biçî kanên komirê.

Dibe ku te li kolaneke jê wêdetir jî jinek bianiya û zarokên te çêbûna û ti pirsgirêka te nebûna. Niha derfetên me zêdetir in lê metirsiyên me jî zêdetir in. Niha tu nizanî dê çi biqewime, tu dê çi karî bi dest bixî, çawa mifayê ji pergala xanenişîniyê wergirî, ev tişt dihêlin xelk hest bi bêaramiyê bike.

Ev hemû li gel pirsa koçberên ku ji deverên din ên cîhanê tên û astengî û metirsiyên din bi xwe re tînin, kiriye ku xelk hest bi bêaramiyê bike. Berê her kesî zanîbû dê dengê xwe bide kê. Li navçeyên pîşesazî dengên xwe didan Sosyaldemokratan. Li navçeyên gundnişîn dengên xwe didan Xirîstiyanên Demokrat, lê îro rewş vekirîtir e.

Di vê rewşê de xelkê biryar da bi awayekî cuda deng bidin. Loma li dawiyê, me manşet dîtin ku dibêjin rastgitên tundrew li Almanyayê bi ser ketin. Erê, li du herêman ji 16 herêmê Almanyayê bûne partiya herî mezin. Tevî ku bêtirî ji sedî 30ê dengan bi dest xistin jî nikarin hikûmetê pêk bînin. Loma her çi qasî ez dilgiran im jî lê divê em wiha nîşan nedin ku me her tişt winda kiriye. Her wisa me ev yek li Holenda, Awisturya, Îtalya û Fransayê jî dît.

Tiştek e ku ez jê ne kêfxweş im lê bi dîtina min heta radeyekê encama vê bêîstiqrariya nû ye ku di cîhaneke tijî derfetên nû de derketiye holê. Loma divê em li dijî wê şer bikin, divê em pê re tevbigerin. Divê em ji xelkê re bibêjin ku çûna di vî alî de ne biryareke rast e lê çawa dibe bila bibe, bûye rewşa rastîn a vêga.                              

Rûdaw: Pirsa min a dawî; gelo tu hevfikir î ku ev pirsgirêkên navxweyî yên Almanyayê û ev pirsên siyasî yên niha, ger tu lê binêrî, dibe ku tu wan wekî pirsgirêkên navxweyî bibînî lê di rastiyê de ne tenê navxweyî ne lê pêwendiya wan bi Şingal, Îraq û Sûriyeyê re jî heye. Li gorî te, karên ku hikûmeta te di 20 salên borî de kirine, vêga kêşe ji we re çêkirine? Hemû şerên ku li Rojhilata Navîn hatin kirin, Almanya piştevaniya wan kir. Tewra berê şirketên Almanî çekên kîmyayî difirotin Sedam Hisên û Kurd bi wan çekan hatin kîmyabarankirin. Bi dîtina te, encamên wan karan bûne sedema hin pirsgirêkên ku hûn îro li welatê xwe rastî wan tên?

Frank Schwabe: Ne bi awayekî rasterast, tevî ku bê guman karekî çewt bû. Ez yek ji wan kesan im ku min hewl daye yasayan li Almanyayê tekûz bikim da ku kompanya di berdêla karên ku li derveyî welêt dikin, di berdêla bazirganiya ku bi derve re dikin, rûbirûyî berpirsiyariyê bibin.

Me di qonaxa wergirtina koçberan de hinekî baca vê yekê da, gava li her derê şerê navxweyî hebû ku em pir vekirî bûn û me rê da ku xelk werin hundir. Bêguman gelek kesên baş ku ji DAIŞê reviyabûn hatin Almanyayê. Lê hin kes hebûn hilgirên hizr û fikirê DAIŞê bûn û ew jî hatin ku tevgera bi vê yekê re ne hêsan e.

Tiştê sosret ew e ku ev kesên ku dijî wergirtina koçberan in, di heman demê de ew û partiyên wan li dijî karkirina bi derve re ne. Bi baweriya min, berjewendiya me ya mezin aramiya herêmê ye çimkî ger ne wiha be dê xelk koç bike.

Em dikarin dîwarê herî mezin ava bikin lê dîsa jî xelk dikarin werin. Ez li vir im ji bo piştgiriya pirsa Êzidiyan û her kesê li vî welatî û kêmneteweyên din bikim. Her wisa ez dê zanyariyan jî bibim Almanyayê ji bo ez bibêjim bila em dev ji alîkarî û çareserkirina pirsgirêkên deverên din ên cîhanê bernedin. Divê em wiha nekin lê dibe ku birêz Trump bixwaze wiha bike. Em bi awayê xwe bi pirsgirêkên welatê xwe re tevdigerin.

Rûdaw: Li gorî min, Alman yek ji wan gelên cîhanê ne ku ger ti kes nizanibe dîwar ne çareserî ye, ew dizanin çimkî rojekê ji rojan di navbera rojhilat û rojavayê welatê we de dîwarek hebû û bi ser neket. Zor spas, birêz Frank. Ez dizanim ku min dema te gelek bir lê bi axaftina te kêfxweş bûm. Zor spas.

Frank Schwabe: Zor spas.

Rûdaw: Careke din tu bi xêr hatî Hewlêrê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst