Ednan Zurfî: Em dê mûçe û çekên weke hêzên xwe bidin Pêşmerge

08-04-2020
RÛDAW
Nîşan Ednan Zurfî Hikûmeta Iraqê Herêma Kurdistanê Pêşmerge Kabîneya Nû
A+ A-

Ednan Zurfî, Emîndarê Giştî yê Bizava Wefa ye, ku di sala 2004an de li bajarê Necefê hatiye damezrandin. Ev bizav sala 2018ê di çarçoveya lîsteya Hevpeymaniya Nesir ya bi serokatiya Heyder Ebadî de beşdarî hilbijartinên parlamentoya Iraqê bû. Bizava Wefa di wê hilbijartinê de 2 kursiyên parlamentoya Iraqê bidestxist. Herwiha pêştir karîbû di hilbijartinên encûmena parêzgeha Necefê de du caran piranî bidestxist û bi sedema wê yekê, posta Parêzgariya Necefê bo du geran misoger kir.

Roja 17ê Adara 2020, Serokomarê Iraqê Berhem Salih bi awayekî fermî Ednan Zurfî ji bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê erkdar kir.

Tora Medyayî ya Rûdawê, roja 8ê Nîsana 2020an, ev hevpeyvîn bi awayekê nivîskî li gel Ednan Zurfî, kesayetê raspartî bo pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê pêk anî.

Rûdaw: Danûstandinên li gel fraksiyon û aliyên siyasî bo pêkanîna hikûmeta nû gihîştin çi encamekê?

Ednan Zurfî: Em li ser asteke bilind berdewam in li ser danûstandinên xwe yên li gel hêz û fraksyonên siyasî û me gelek hevdîtin pêk anîne, ji bo ku em bigihin hin jihevtêgihîştinan ku bibin sedema avakirina hevbeşiyekî rasteqîn ji bo pêkanîna hikûmetekê ku nûneratiya hemû civaka Iraqê bi tevî hemû pêkhateyên xwe ve bike.

Gelo Hevpeymaniya Saîrûn helwesta xwe bi tevahî yekalî kiriye bo piştevanîkirina we bi armanca pêkanîna hikûmeta nû?

Piraniya fraksyonan û hêzên siyasî helwesta xwe yekalî kirine, ji wan jî Hevpeymaniya Saîrûn.

Hin fraksyonên Şîe dem bi dem dijatiya xwe li hember raspartina we ya ji bo pêkanîna hikûmetê radigihînin. Gelo wan fraksyonan ti daxwazeke diyarkirî pêşkêşî we kirine?

Em li gor destûrê ji aliyê birêz Serokomar ve hatine raspartin. Ew raspartin jî ji aliyê piraniya aliyên siyasî yên Şîe ve hat piştevanîkirin, bi rêya wan îmzekirin û peywendiyên telefonî yên ku ji aliyê Serokomar ve hatin encamdan. Asayî ye ku hin alî hebin piştevaniyê bikin û hin alî jî hebin, dijatiyê bikin. Yekane fraksyona ku dijatiya xwe ragihandiye, birayên me yên Hevpeymaniya Feth in, ku niha jî danûstandina bi wan re berdewam e ji bo guhertina helwesta wan û handana wan, daku ew jî li gel me beşdar bibin.

Gelo hûn geşbînin ku piraniya fraksyonên Şîe di demên herî dawî de li ser piştevanîkirina we li hev bikin?

Piraniya fraksyonên Şîe piştgirî li raspartina me kirin. Em gelek piştrast in jî ku fraksyonên li parlamentoyê piştevaniya me bikin, daku em biçin Civata Wezîran û em kabîneya xwe pêşkêş bikin, bo wergirtina baweriya parlamentoyê, bi armanca xizmetkirina welatê xwe û rizgarkirina ya ku divê were rizgarkirin.

Helwesta we çî ye bermaber pêkhate û grûpên Heşda Şeibî û paşeroja Heşda Şeibî li Iraqê?

Heşda Şeibî hêzeke serbazî ye û li gor yasayê hatiye avakirin, îro beşek e ji sîstema serbazî ya Iraqê. Heşa Şeibî pêkhateya xwe û bûdceya xwe ya salane heye û di jêr fermana Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar de tevdigere, û em pabend dibin li ser piştevanîkirina wê di vê çarşoveyê de, wek şanazîkirinekê li hember qurbanîdan û wêrekiyên wê di rûbirûbûna terorê û têkbirina wê de li qadên şerê niştimanî û berevaniya birûmet.

Li gor hin nûçeyan, Îraiyan gotine em li dijî wê yekê nînin, ku kesekî bê alî serokatiya hikûmetê werbigire, bi mercekê kesekî li dijî Îranê yê wek Ednan Zurfî nebe. Peywendiya we li gel Îranê bi çi awayî ye?

Me ti dijatiyeke fermî ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve nedîtiye, lê belê me peywendî li gel wan heye û ji me re ragihandine, ku pêkanîna hikûmeta Iraqê karekî navxweyî yê Iraqê ye û destwerdanê nakin. Em jî di vê baweriyê de ne, ku Îran dewletekî cîran û dost e, û me berjewendiyên hevbeş û rewşenbîriya hevbeş li gel heye û em dikarin wan berjewendiyên hevbeş bikar bînin ji bo pêşxistina têkiliyên du alî, ji bo xatirê berjewendiyên herdu welat û herdu gelan.

Gelo we li gel amerîkiyan derbarê pêkanîna hikûmeta nû de gotûbêj kiriye û helwesta wan li beramber we çî ye?

Danûstandinên me tenê li gel hêzên siyasî yên Iraqî ye, lê belê em li gel balyozên welatên endamên hertimî yên Encûmena Asayişa Navdewletî civiyan, ji wan jî Balyozê Amerîkayê. Me ji wan re di warê siyasî, aborî û hilberînê de behsa nerînên xwe kir, herwiha me behsa bendewariyên xwe yên derbarê pêşxistina alîkariyên navbera me û ya ku em li hikûmetên wan ji bo piştevanîkirina li arasteya me ya derbarê dubare avakirin û avedankirinê çaverê dikin kir û pêwîstiya me bo anîna teknolojiya nû û pisporiyan daku em bikarin ji nû ve Iraqê avedan bikin, di çarçoveya berjewendiyên hevbeş ên li gel civaka navdewletî.

Çima heta niha te serdana Herêma Kurdistanê nekiriye, bo encamdana danûstandinên derbarê pêkanîna hikûmeta nû de?

Em di peywendiyên berdewam de ne li gel birayên xwe yên serkirdatiyên Kurd û heta niha me hejmarek peywendî û şêwir pêk anîne, û niyeta me heye ku serdana herêmê bikin û hejmarek civînên rasterast pêk abînin, her demekê ku bo wê yekê guncaw bû. Bêguman wek dibînin, qedexeya hatinûçûnê heye û pirsgirêka belavbûna vîrusa koronayê heye, ew jî bûye astengeke mezin. Em hêvîdarin di van demên nêzîk de, em serdana herêmê bikin, pêş pêkanîna hikûmetê.

We ragihand, ku hûn li gel çareserkirina pirsgirêkên hilawîstî yên navbera Bexda û Herêma Kurdistanê ne, lê belê ew bi berdewamî yek ji dirûşmên wan kesan bûye ku bûne serokê hikûmetê. Çima hûn çareseriyên xwe zelal nakin?

Me nerîneke zelal heye derbarê hemû wan pirsgirêkên ku li Iraqê me hene û têkildarî hemû wan dosyeyên hilawîstî ku di navbera herêmê û navendê hene. Em Herêma Kurdistanê wek beşeke giring û serekî dibînin di pêkhateya federalî ya Iraqê de, û gelek ji bo me giring e ku ti karîgeriyeke pirsgirêk û qeyranên mayî yên salên bihorî nemîne.

Em tenê dirûşman bilind nakin, lê belê em pêngavên berçav ên pratîkî diavêjin, li gor planeke zelal û aşkere, bi rêkevtina li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê. Lê belê em wiha bawer dikin ku em yek statu ne û bi rihekî yekgirtî kar dikin û pêwîst e em bi xwe pirsgirêkên xwe çareser bikin.

We ti çareseriyek ji bo pirsgirêka petrolê ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de heye?

Gelek çareseriyên pratîkî hene ku em dikarin ji bo çareserkirina pirsgirêkên petrolê li ser li hev bikin, di yasaya bûdceyê de û herwiha gelek çareserên din ên pratîkî hene ku çê dibe di paşerojê de em lêkolînê li ser bikin, daku em bigihin çareseriyeke hevbeş. Wek mînak herêm dikare parzûngehên (rafîneriyên) mezin ên petrolê dane, daku petrola berhemhatî bikar bîne, bo parzûnkirinê û tejîkirina pêwîstiya bazara Iraqê ya bo berhemên petrolê, ku Iraqê salane bi buhayê 3 milyar dolaran dikire. Dibe ku ew berhemên petrolê ji parzûngehên Iraqê ve bihên, li cihê ku ji derv eve bihêne hawirdekirin. Bi vî awayî jî dahata herêmê zêdetir dibe û em jî li cem xwe 3 milyar dolar pereyê biyanî li nav welat dihêlin.

Wek mînak em dibînin herêm ketiye bin zexteke darayî ya mezin, bi sedema wan deynên ku di nava 6 salên bihorî de li ser kom bûne, ew deyn jî bûne astengekî mezin li berdem herêmê. Ji ber wê jî me lêkolîneke temam heye li ser wan mijaran û em dikarin çareseriyê bo wan deynan peyda bikin û zextên li ser herêmê rakin û ji wan astengan rizgar bikin ku rê li pêşkevtina herêmê digirin.

Gelo madeya 140 bi naveroka vê ya niha ve dikare were cîbicîkirin, gelo hikûmeta te dikare cîbicî bike?

Destûra Iraqê xwedanê desthilatê ye di sîstema siyasî ya Iraqê ya niha de û em jî pişt bi destûrê girêdidin bo çareserkirina hemû pirsgirêkên hilawîstî, û madeya 140 jî yek ji wan pirsgirêkan e ku bi dirêjiya salên bihorî bi çaresernekirî maye, bi sedema paşxistin û veguhastina bêtir ji carekê. Me nerîneke temam heye bo dîtina çareseriyeke serkevtî bo hemû pirsgirêkan.

Nerîna we li ser pirsa bûdceya Pêşmerge û çekdana bi wê hêzê wek beşek ji sîstema berevaniya Iraqê çî ye?

Em hêza Pêşmerge wek sembolek ji sembolên têkoşînê li Iraqê dihesibînin. Pêşmerge li hember dîktatoriyê şer kiriye û piştre jî li dijî hêzên tarîperestên DAIŞê mil bi milê birayên xwe yên hêzên çekdarên Iraqê û xwîna wan li gel xwîna artêşa me ya wêrek û Heşda me ya pîroz tevlihev bûye, di ber berevanîkirina li niştiman de, ji ber wê jî em qurbanîdana wan bilind dinirxînin û wek beşeke bingehîn a sîstema serbazî ya Iraqê em serederiyê li gel dikin, û em pabend dibin bi dabînkirina wan çek û pêdawîstiyan ji wan re ku em bo hêzên serbazî yên xwe dabîn dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst