Dayîkek rizgarbûya erdhejê: Êşa me nayê gotin xwezî hema ez jî rizgar nebibam

08-03-2023
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Dayîkek rizgarbûyî: Êşa me nayê gotin xwezî hema ez jî rizgar nebibam
Dayîkek rizgarbûyî: Êşa me nayê gotin xwezî hema ez jî rizgar nebibam
Nîşan Erdheja Mereşê Antakya Erdhej
A+ A-

Roja 8ê Adarê ji bo gelek jinan rojeke girîng e. Bi taybetî ji bo jinên kedkar. Wan bi rêya tekoşîn û berxwedaneke tije êş û azar hinek mafên xwe yên serekî di nava jiyana kar de bidest xistin.

Şert û mercên jinan li her welatekî cuda ne, lê xaleke hevpar heye ku ew jî êş û azar e. Bargiranî û derdeserî ye. Emê niha berê xwe bidin serpêhatiya xanimekê ku hevjînê wê beriya 11 salan mirî ye, bi zor û zehmetiyeke mezin zarokên xwe bi tena serê xwe mezin dikir, lê erdhejê li Antakya xanî bi ser de anî xwarê, ew tenê rizgar bûye û li rizgarbûna xwe poşman bûye ji ber ne kesekî wê maye, ne jî tiştek.

Her çende 8ê Adarê Roja Cîhanî ya Jina ye lê jinên li herêma erdhejê gelek ji pêşwazî û pîrozbahiyan dûr in. Eylem Bal yek ji wan jinan e ku di erdhejê de 2 zarokên xwe ji dest dane û niha li nav kampekê hewil dide jiyan xwe berdewam bike.

Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Enqerê Şevket Herkî di vê hevpeyvînê de çîroka Eylem Bal vedguhezîne.

Şevket Herkî: Eylem Xanim di destpê de serê we sax be, em naxwazin we zêde bi westînin em rewşa we jî dibînin, lê eger hûn bixwazin ji bo min hinek behsa wê şevê bikin, we çi dît? Çi bi serê we hat?

Eylem Bal: Ez wê demê raza bûm, keça min hiyar bû, ban dikir û digot dayê erdhej çêbû, erdhej çêbû, wê caxê hîn çira vêxistî bûn, ez rabûm ser xwe, lê hema min nedît tiştekî giran biser min de ket û êdî min nema ber xwe dît. Ban bi ser me de herifî û ez liser hişê xwe çûm, dema ez hatim ser hişên xwe min hawar dikir, Xedîçe, Xedîçe , Silêmanê min... heya serê sibê min gazî zarokên xwe kir, lê qet deng ji wan derneket. AFAD jî nehat wan derxe. Malbata min hêvî wê di AFADê de hebû lê nehatin bi me ve, mirovan hewl dan zarokên min derxînin lê nikarîbûn, ji ber ku xanî bi ser me de ketibû, xaniyê min wêran bibû tiştek xuya nedikir. AFAD nehat kepçe lazim bû kepçe jî nehat, bi şev dora seat 4 erdhej çêbû ez heta êvara roja din seat 4ê di bin kavilan de mam. Ev tê bîra min, lê min berdewam gazî zarokên xwe dikir û deng ji wan nedihat, xwişka min xwe avêt kesekî bê me derxîne, jêre digot dengê xweşka min û xwarziyên min di bin kavilan de tê, ez nizanim kî bûye lê Xwedê jê razî be gellek hewil da, keça min li cem min bû lê kurê min li odeke din de bû. Piştî ku wî kesî ez derxistim, min jêre got bira zarokên min jî mane gote min qet dengê wan tê ? 4 rojan zarokên min di bin kavilan de man.. Kes nehat AFAD nehat. Ez gellek bêçare bûm, hema weka dîna vî alî vî alî diçûm û diahtim. Min got ez kesekî bînim lê kes nehat.. belkî zarokê min ne miriban, lê piştî ew derxistin êdî ez ketim û ez birim nexweşxanê...

We zarokê xwe tenê xwedî kirine, bavê wan ne bi we re bûye, we çend zehmetî dîtin heta we zarokên xwe mezin kirin?

Min zarokê xwe bêyî hebûna bavê wan xwedî kirin, min hezar cara hawar Xwedê dikir ji bo zarokên xwe, ez di hemû jiyana xwe de çi caran ev qas bêçare nemame, ez bêçare bûm .. Heta ji Duzceyê ekîbek hat zarokên min derxistin, seat 2 û nîv heta seat 9 û nivê hewl dan wan derxînin. Zarokên min sêwî bûn, bavê wan 11 salan beriya niha celteya dil lêda û mir, mi kar kir , min berxwedanek mezin kir, min hêk firotin, li bazara fêqî, min li nexweşxane û dibistana karê paqijiyê kir heya ku min zarokên xwe mezin kirin. Niha ji bo min her tişt weke xewneke reş e, ez hê jî bawer nakim carna dibêjim gelo her tişt henekek e.

Bêgoman erdhejê zerar û ziyan daye her kesê û her derê lê rewşa jinan rewşa dayîkan gellek cudatir e, we ezîzên xwe ji dest dan, ji bo dayikekê ji bo jinekê zehmetiyên cuda ji yên zilama çi ne?

Ez nikarim hema behs bikim, tu zanî ez nikarim biaxivim jî lê ez niha ji bo xatra zarokên xwe bi we re diaxivim. Ez parçe parçe bûme. Xwedê neyne serê ti kesê, lê ez tenê dibêjim AFAD nehat, 3 birazayên min û jinbiraya min jî mirin, bavê min jî... Bavê min roja 5an derxistin.. Ew jî ekîba ku ji Duzceyê hatibû ew derxist heman ekîba ku zarokên min jî derxistibû, em her roj carekê diçûn goristanê me cenazeyek vedişart. Êşa me nayê gotin, êşeke ku mirov nikare bêje. Kêsî min nema xwezî ez jî hema rizgar nebibam, ez jî miribam. Her roj her roj ez dihatim û diçûm bi hawar û hêvî, na na kes bi me ve nehat. Çima wilo li serê xelkê Samandaxê kirin çima piştî 4 rojan hatin.. Êşeke mezin e, hezar salên din nedihat fikra min ku ez ê tiştekî wisa bibînim. Ez nexweş im, nexweş ev dera min (milê xwe digire) diêşe .. Em di nav seyareyan de man, sir û serma bû, berdewam erdhej çêdibûn. Serê sibê seat 4 radibim û ji ber êşê dibe hawara min. Nexweşxane nîne, dev ji me berdane heya ku em bimirin...

Weke jineke pêwîstiyên we yên sereke çi ne? Çi pêdiviyek heye ku hun bikarin qet nebe li vir jiyana xwe berdewam bikin?

Alîkarî? Erê hindek alîkarî xwarin dane me, lê dema ez bi zarokên xwe re, dema me dikarî bi hev re xwarinê bixwen xwarina me nebû, ez êdî nikarim tiştekî bixwim. Em nikarin bixwin. Her tişt ne xwarin e, lê dema em sax ez bi zarokên xwe re tu kesî alîkariya min nekir. Ez diçûm karê zeytûnan, zivistanê diçim baxçeyên mandîlayan min kar dikir. Min got bila zarokên min mezin bibin, lê li gel bayekî her tiştê min çû. Jiyana min xilas êdî, ez nikarim nefesê bikşînim nefesê !! Ez 3 rojan bê pêlav bûm, xwişka min pêlavek ji min re peyda kir, 10 roja min serê xwe neşûşt, dema erdhej çêbû, sobeyek hebû soba dara sobe bi ser min de ket, ez hem şewîtim hem cilên min bûne tenî, min cil jî nebûn. Hêvî min nema, tiştekî min nema, cehnema mal û xanî, xwezî tenê zarokên min maban. Xaniyê min niha binê erdê de ye û tiştêk jê xuya nake.

Ji bo niha vê de plana we çi ye? Hun dê xaniyê xwe ji nû ve ava bikin yan hun dê berê xwe bi alîkiyê din ve bidin?

Qet qet qet tiştekî min nîne, ez dê çawa xaniyê xwe çêkim min ne kesek maye û ne tiştek maye ji xwe jiyana min ya kar jî çû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst