Mele Elî Kelek: Cin ketiye laşê Trump

08-03-2017
RÛDAW
Nîşan Mele Elî Kelek Îslam Cin Şeytan Iraq Sûriye Trump Celal Talebanî Newşîrwan Mistefa Derman
A+ A-

Ji Başûrê Kurdistanê Mela Elî Kelek îdia dike, ku gelek nexweşiyan derman dike û nexweşiya penceşêr jî têde. Herwiha Mela Elî dibêje cin ketiye laşê Serokê Amerîkayê  Donald Trump.

 

Her roj bi sedan mirov diçin nexweşxaneya Mela Elî Kelek ku navê wê kiriye “Nexweşxaneya Muhemed Resûlullah.”

 

Mela Elî diyar dike, ku gelek rayedarên payebilind derman kirine û dibêje: “Min bi daran li wan xistiye û min ew derman kirine.”

 

Herwiha Mela Elî îdia dike, ku dikare Celal Talebanî û Newşîrwan Mistefa jî derman bike û dibêje: “Ez naçim ba kesekî, pêwîst e ew werin cem min. Ez dikarim di nav 5 mehan de Mam Celal Talebanî derman bikim.Ez dikarim wî dîsa bidim axavtin. Newşîrwan Mistefa jî duçarî nexweşiyeke giran bûye.

 

Mela Elî aşkera dike, ku li esmanê Iraqê hejmareke zêde cin hene û dibêje: “Şeytan di navbera Iraq û Sûriyê diçe û tê.”

 

Cihê Mela Elî Kelek, ji ber gilî û gazindan hatiye girtin, lê ew karê xwe berdewam dike.

 

Mela Elî Kelek bersiv da pirsên Rûdawê:

 

Berê we gotibû, ez dikarim Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Celal Talebanî derman bikim. Ev gotina we hêj berdewam e?

 

Ez li ser gotinên xwe me. Ji ber vê mijarê YNK bûye du beş. Beşek dixwaze derman bikin, beşek jî li dijî vê yekê ye. Hin kesan xwestin ez herim cem Mam Celal Talebanî. Ez narim cem ti kesî, divê nexweş werin ba min. Dibêjin Mam Celal baş bûye, ev ne rast e. Pir nikare biaxive, bîra wî jî lawaz bûye. Çimku him krîza dil û him jî herikîna xwîna mejiyê derbas kir. Mam Celal gelek xizmet kirine, lewma ez jî dixwazim ji bo wî qenciyekê bikim. Eger tenê 5 mehan, li gor pêşniyariya min were dermankirin, dê dîsa biaxive û rabe ser piyan.

 

Dibêjin gelek rayedarên payebilind hatine nik we û xwestine werin dermankirin. Gelo ev rast e?

Hin rayedar hatin. Nexweşiya penceşêr û hin nexweşiyên din hebûn, min ew derman kirin. Lê ez naxwazim navê wan bidim. Rayedarên nêzîkî Serokwezîrê Berê yê Iraqê Nûrî Malîkî jî hatin gel min û min ew jî derman kirin.

 

Di medyayê de derkete ku Serokê Gorranê Newşîrwan Mistefa jî nexweş e. Nexweşiya wî çi ye? Gelo hûn dikarin wî jî derman bikin?

 

Belê ew duçarî nexweşiyeke giran bûye. Cîxare bandoreke xirab li ser wî kiriye. Ji bo dermankirina wî hêj daxwazek nehatiye. Lê eger were def min, bi destûra Xwedê ez dê çareser bikim û wî rizgar bikim. Ji bo min ciyawaziya karkerek û serokê welatekî tine ye.

 

Li hember kiryarên Donald Trump cîhan mat maye. Gelo ew jî nexweş e?

 

Cin ketiye laşê Trump. Ji bo ku ew baş be, divê li binê lingên wî bixin. Ew têk çûye û sînorê xwe derbas kiriye. Çimku nexweş e û pêwîste were dermankirin.  Eger çareser nekin û bi vî şiklê xwe berdewam be, nikare serokatiya xwe berdewam bike, yan ewê dîn bibe,  yan jî dê wî bikujin. Trump bûye mexlûqekî ku êrîşî her kesî dike.

 

Eger hûn bibana Wezîrê Tendirustiyê, we dê çi bikiriba?

 

Ez ne siyasetmedar im. Lê bi destûra Xwedê, li seranserê Kurdistanê Nexweşxaneya Nebewî ez dê saz bikim. Nexweşiyên penceşêrê ez dê gelek kêm bikim û xweşewitandinê nahêlim. Çimku derman didin kesên ku cin ketiye nav wan, ev ne çareserî ye. Li Iraqê 5 hezar kes, xwe şewitandine. Em nehiştin 3 hezar kes, xwe bişewitîne.

 

Eger hikûmet li Hewlêr, Silêmanî û Duhokê, nexweşxane û 150 karmend û bi 10 milyon dolarî derman bide, tevî dermankirina nexweşan, xezîneya dewletê dê 10 milyon dolar teserûf bike. Bi vî awayî kêşeya mûçeya nîvco jî, dê çareser bibe.

 

Çima li Iraqê nexweşiyên derûnî zêde bûne?

 

Çi qas hawar dikim, lê kes guhdarî nake. Hejmareke zêde cin hatine esmanên Iraqê. Şeytan bi xwe jî hatiye Iraqê. Min ev zanyarî hemû ji cinan bihîstin. Cin Iraq û Sûriyê dagir kirine. Eger wiha berdewam bike, rewş dê xirabtir bibe.

 

Beriya du salan, we gotibû li esmanên Silêmaniyê gelek cin hatine. Gelo ew cin hîn li wan deran in?

 

Di siberojê de ez dê dîmenek belav bikim û bi zarên nexweşên ku cin ketine laşê wan ezê aşkera bikim. Hêj ne dereng e, eger em bibin yek, cin nikarin tiştekî bikin. Lê ew hêj hene û xetere ne. Bûyerên xwekujiyê zêde bûne. Lê belê ev ji çapemeniyê tê veşartin.

 

Sala par we gotibû ez dê herim Mûsilê û ligel DAIŞê gotûbêj bikim. Çima hûn neçûn?

 

Nehiştin. DAIŞ li ser mijara êxsîran amadebûn bi min re gotûbêj bikin. Lê wê çaxê Berdevkê Wezareta Pêşmerge Birêz Cebar Yawer li dijî min gilîdar bû û min soz da ku ez naçim Mûsilê. Eger destûr bidana, ez dê bi wesayîta xwe biçûma Mûsilê û dîlên Pêşmerge bianiya. Çimku DAIŞ qebûl kiribû ku pevguhertina êxsîran bike. Piştre di vê mijarê de min hewldanên xwe berdewam kir. Min ji DAIŞê xwest ku pêşmergeyan şehîd nekin, wan jî qebûl kirin. Li gor zanyariyên min hêj li jiyanê ne.

 

Parlementerên kurd ên li Bexdayê, weke ku ji wan tê çaverêkirin naxebitin. Gelo li ser wan sêhr hatiye kirin?

 

Her tişt dibe. Şîe li ser sêhrê pispor in. Lê em nikarin bêjin sedema sereke ev e. Çimku nûnerên kurdan, ji bo pere, welatê xwe danîne aliyekî din. Nikarin bibin dengek, îxanetê dikin. Eger bibin yek, ez bawer im em dê bibin dewlet.

 

Xebatên Parlementoya Herêma Kurdistanê di sala 2015an de rawestiya. Gelo li gor we di vê mijarê de bandora cinan heye?

 

Her kesê/a ku hêrsok be, cin dikeve laşê wî/wê. Ji sedî 80yê rayedarên navborî, cin ketiye laşê wan. Lewra her dem hêrsok in, ji bo kursî û pere şer dikin. Ji wan hinekan têne serdana min. Ez bi darê li wan dixim (li ber wî darekî nîv metre hebû). Gelek wezîrên Kurdistanê û Iraqê hatine ba min, min li wan xistine. Beşeke mezin a rayedaran, duçarî nexweşiyên derûnî bûne. Lewma nikarin rêkevtinê pêk bînin. Kesê ku evîna pere, kursî û jinan pê re hene, nexweş in. Divê ez li wan bixim.

 

Komunîst jî têne serdana we?

 

Belê pir tên. Êdî ew jî dizaninli paş Mela Elî hêzeke Xwedayî heye. Endamekî polîtburoya Partiya Komunîst a Kurdistanê ku 20 sal bû zewicî bû, hate nik min. Zarokên wan tine bûn. Piştî ku du meh hatin dermankirin, hevjîna wî ducanî bû. Zarokekî wan çêbû, navê wî danîn Elî. Rayedarê payebilind ê komunîst, niha nimêj dike û rojî digre.

 

Di destê min de dîmen hene. Bi rastî ewilî min nedixwest dîmenan tomar bikim, lê ji ber ku li dijî min hewl didin, min biryar da tomar bikim.

 

We anîbû ziman ku ji hunerê hez dikin. Hûn dixwazin bibin aktor?

 

Na, ez naxwazim bibim aktor. Televîzyoneke navdar a Rûsyayê, pêşniyar kir ku di derbarê min de belgefîlmekê amade bike û gelek pere teklîf kirin. Min hêj teklîf qebûl nekiriye. Pere naxwazim lê şert û mercên min ên me’newî hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst