Aydin Altaç: Eger Ocalan bixwaze PKK dê çekan deyne

23 demjimêr berê
Nalîn Hesen
Aydin Altaç / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Aydin Altaç / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Ocalan PKK Çekdanîn DEM Partî Partiya Paşerojê
A+ A-

Serokê Partiya Paşerojê yê Amedê Aydin Altaç ji Rûdawê re got, “Eger Ocalan bixwaze PKK dê çekan deyne.”

Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê di çarçoveya hevdîtinên xwe de bi Serokê Partiya Paşerojê Ahmet Davutoglu re jî civiyabû.

Aydin Altaç diyar kir ku ev hevdîtin baş derbas bûye lê şandeyê peyamên Ocalan rasterast ji wan re negotine.

Serokê Partiya Paşerojê yê Amedê got, “Eger Ocalan bixwaze PKK dê çekan deyne” û pê de çû:

“Heyeta DEMê got ku Ocalan dixwaze pirsgirêk bê çek were çareserkirin.

Em dixwazin nasnameya Kurdan di destûrê de hebe û Kurdî bibe zimanê perwerdeya fermî.”

Aydin Altaç diyar kir, “Mê di hevdîtinê de fam kir ku MHP û AK Partî dixwazin pirsgirêk çareser bibe” û got:

“Eger yekî nijadperset were ser hikûmetê ev ji bo Kurdan jî û Tirkan jî ne baş e.”

Altaç anî zimên ku ew dixwaze di navbera HSD û Tirkiyeyê de hevdîtin hebin û got, “Înşalah Tirkiye operasyoneke leşkerî neke.”

Serokê Partiya Paşerojê yê Amedê Aydin Altaç pirsên Nalîn Hesenê bersivandin:

Rûdaw: Di civîna li gel DEM Partiyê behsa çi hat kirin?

Aydin Altaç: Di civînê behsa di navbera partiya me û heyeta DEM Partiyê de pirsgirêka ku 50 sal in di nava Tirkiyeyê de berdewam dike hat gotûbêjkirin ku hem Tirkiyeyê û hem gelê Kurd ziyan ji ber dîtiye.

Di civînê de me behsa çareseriyan kir û divê ji îro û pê de çi rêyê bidin meşandin. Partiyên siyasî û rîspî çawa dikarin bi hev re li ser vê yekê kar bikin. Di civînê de me fikr û ramana xwe anî ziman û şandeya DEM Partiyê jî raman û peyamên xwe anîn ziman û gelekî baş derbas bû.

Rûdaw: Nerîna Ocalan giha we? Nerîna Ocalan li ser rewşa herêmê çi bû?

Aydin Altaç: Bi rastî nerîna wî bi me re parve nekir lê tiştê ku me ji wan fêm kir ku Oclan dixwaze ev pirsgirêk di warê siyasî de çareser bibe û bê çek û bê kuştin bê çareserkirin. Niha li Rojhilata navîn dema çekan derbas bûye û divê di warî siyasî gav bêne avêtin.

Rûdaw: Hûn çawa li peyama Ocalan dinêrin?

Aydin Altaç: Em zêdetir ji aliyê aborî û aramiya Tirkiyeyê li van peyaman dinêrin. Partiya Paşerojê di bernameya xwe de çawaniya çareserkirina vê pirsgirêkê aniye ziman. Berî 5 salan dema ku me partiya xwe damezirand me ew xal weke çareseriyê anîn ku niha Ocalan, hikûmet û dewleta Tirkiyeyê jî tînin ziman.

Ev pirsgirêk bi kuştinê çareser nabe lê bi siyasetê çareser dibe. Tiştê ku em niha dibînin baş e. Ev 50 sal in kuştin li Tirkiyeyê çêdibe û di aliyê aborî de jî bi paş ve dibe û sedem jî pirsgirêka Kurdan e, ji bo wê jî em ji hikûmet û dewleta Tirkiyeyê dixwazin her çi qasî zûtir be vê pirsgirêkê çareser bike.

Rûdaw: Nerîna wê li ser pêvajoya aştiyê çi ye?

Aydin Altaç: Îro li Tirkiyeyê di aliyê yasa û ragihandinê de eger hinek gav bêne avêtin di aliyê nasnameya Kurdan û fermîbûna zimanê Kurdî de dê ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurdan gavên baş bin. Partiya Paşerojê van tiştan dixwaze û hinek garantiyên yasayî dixwaze da ku ji bo paşeroja Tirkiyeyê baş be.

Rûdaw: AK Partî û MHP cidî ne li ser pêvajoya aştiyê?

Aydin Altaç: Tiştê ku me di civînê de dît ku niha AK Partî û MHP dixwazin pirsgirêk çareser bibin lê di paşerojê de dê rewşeke çawa derkeve û gavên çawa bêne avêtin bi rastî ev ne diyar e û gotinek di vê derbarê de negotin. Tiştê ku ji me re gotin ku di rewşa niha de AK Partî û MHP bi başî van civînan dikin.

Rûdaw: PKK dê çekan deyne?

Aydin Altaç: Eger Ocalan bêje çek û rextên xwe deynin û bila kuştin li nava Tirkiyeyê nemîne, ez bawer im dê çekan deynin. Ez bawer im dê çekan deynin wisa hat ziman û me wisa fêm kir.

Rûdaw: Li gorî wan niqaş û gotûbêjên ku têne kirin dê kengî deyne?

Aydin Altaç: Em bêjin ev roj yan ev meh, tiştekî wisa nehatiye ziman lê dema ku şandeya DEM Partiyê civînên xwe bi dawî bike dê careke din herin cem Ocalan û pişt re ez bawer im dê rojekê ji bo wê yekê diyar bikin.

Rûdaw: Ew çi maf in ku dewleta Tirkiyeyê amade ye bide Kurdan?

Aydin Altaç: Îro herêma me ku nêzîkî 100 sal in li aliyê Sûriye, Îraq, Îran û Filistînê pirsgirêk hene û ziyan gihandiye herêmê.  Ev bûyerên ku li Sûriyeyê çêbûne wisa kiriye ku hikûmeta Tirkiyeyê hizr li wê yekê kiriye ku ev pirsgirêk neyên nav Tirkiyeyê û mezintir nebin lewma hizr li gavên bi vî awayî kiriye.

Rûdaw: Lê gavên ku biavêje di çi astê de ne? Dê çi mafî bidin Kurdan û dewlet heta çi qasî vekirî ye?

Aydin Altaç: Ya ku min anî ziman, eger ev pêvajo bi pê şde biçe dê di aliyê yasayî û mafê mirovan de gav bêne avêtin.  

Rûdaw: Serokê partiya wê Ahmet Davutoglu di siyaseta derve de kesekî vekirî û xwedî nerînên taybet bû, nerîna we li ser rewşa Sûriyeyê çi ye?

Aydin Altaç: Îro li Sûriyeyê nêzîkî 12 salan pir xirabî çêbû lê niha rewşeke nû hatiye. Em û serokê xwe di wê hizrê de ku di nava destûreke demokratîk û mirovane de bi hev re bijîn û careke din şer û pirsgirêk dernekeve.

Her wiha girîng e ku gelê Kurd ê wê herêmê yê sivîl ziyanê nebîne û mafê wan ji aliyê mirovî û demokrasiyê ve bi pêş de bibin û ew herêm bibe herêmeke aştî û ne herêmeke şer.

Tiştê ku em dibînin hevdîtin di navbera hêzên li Rojava û birêvebiriya nû ya Sûriyeyê çêdibe û ev baş e û dibe di paşerojê de aştiyeke nû çêbibe.

Rûdaw: Hûn qebûl dikin Kurdên li Rojavayê Kurdistanê bibin xwediyê statuya xwe?

Aydin Altaç: Îro Kurdên li wir bibin xwedî statu ji bo Tirkiyeyê jî baş e. Çawa ku Herêma Kurdistana Îraqê îro dostê Tirkiyeyê ne û di aliyê bazirganî û ewlehiyê de bi Tirkiyeyê re tevdigerin eger îro li wir jî tiştekî wisa çêbibe dê ji bo Tirkiyeyê ne zerer be.

Ji ber ku Kurdên Îraq, Sûriye, Îran û Tirkiyeyê ev tev di nava hev de ne û bi hev re mezin dibin û bi hev re biçûk dibin ji ber wê eger Kurdên li wir aborî û aramiya wan baş be û ji aliyê demokrasiyê ve bi pêş de biçin wê demê em dê jî li Tirkiyeyê bi wan serbilind bibin û dê sûda wan ji bo Tirkiyeyê hebe ji ber wê nabe Tirkiye ji kurdên Rojava bitirse û tiştê ku were tirsandin tune ye û ji bo aramiya herêma dê 10 qatan baştir be.

Rûdaw: Danûstendin di navbera HSD û hikûmeta Tirkiyeyê de hene?

Aydin Altaç: Ez bi temamî nizanim lê eger tune be ez dixwazim çêbibe ji bo ku xelkê sivîl ziyanê nebîne. Salên 2012 û 2013an şandeyên HSDyê hatin û hevdîtin çêbûn û niha jî dixwazim ku bên û hevdîtinan bikin û ev tiştekî baş e.

Rûdaw: Bi dîtina wê operasyonên leşkerî dê pêk bên? De asayîşa Tirkiyeyê bi operasyonên leşkerî were parastin?

Aydin Altaç: Bi izna Xwedê tiştekî wisa çênabe. Eger operasyoneke leşkerî pêk were û xelkê sivîl ziyanê bibîne wê demê ji bo xelkê wê herêmê her wiha ji bo me jî dê tengasiyeke mezin be.

Em naxwazin şer çêbibe ji ber ku em naxwazin ne Tirkiye û ne jî Kurdên wê herêmê têkevin tengasiyê. Bi şer na lê bi diyalogê û danûstandin, hevdîtin û diplomasiyê dê pirsgirêk çareser bibin.

Daxwaziya me ew e ku bi van hevdîtinên DEM Partî û serdanên Îmraliyê û hewlên ji bo pêvajoyê li Tirkiyeyê çi qasî bi pêş de here dê rê li ber operasyonên leşkerî bigire û dijayetiya HSDyê jî nehêle.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst