Namzeda serbixwe ya Êlihê bangeşeya xwe bi Alaya Kurdistanê dike

07-03-2024
Muazzez Baktaş û ofîsa wê ya hilbijartinê / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Muazzez Baktaş û ofîsa wê ya hilbijartinê / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Muazzez Baktaş Êlih Namzeda Serbixwe Proje
A+ A-

Namzeda Serbixwe ya Şaredariya Êlihê Muazzez Baktaş bangeşeya xwe ya hilbijartinên xwecihî bi Alaya Kurdistanê dike.

Muazzez Baktaşê got, “Dozên min ên ji ber Alaya Kurdistanê nû xelas bûn, em fêr bûne bila dozeke din vekin.”

Baktaşê ragihand, “Milet ji partiyan aciz bûye çimkî xizmet nîne.”

Namzeda Serbixwe ya Şaredariya Êlihê diyar kir ku ew dixwaze dengên jinan bistîne û anî zimên, “Çavê min li dengên jinan e, em dê bi dengên jinan bi ser bikevin.”

Namzeda Serbixwe ya Şaredariya Êlihê Muazzez Baktaş bû mêhvana bernameya Nûrojê ya Tora Medyayî ya Rûdawê.

Muazzez Baktaşê ji pêşkêşkarên bernameyê Nalîn Hesen û Zana Keyanî re behsa projeyên xwe kir:

Rûdaw: Di van hilbijartinên şaredariyan de derfet û şansê namzedên serbixwe çi qas e?

Muazzez Baktaş: Em li Êlihê şansê xwe gelekî zêde dibînin çimkî êdî milet di navbera partiyan û şeran de gelekî aciz bûye.

Jixwe ji ber ve em derketin û me got em dê bikevin vê hilbijartinê. Germahiya milet a ji bo me zêde zêde ye. Înşalah em dê bi ser bikevin. Em dê xebatên xwe bikin. Heta niha baş diçe.

Rûdaw: Rewşa namzedên serbixwe çawa ye?

Muazzez Baktaş: Em namzedên serbixwe karekî zehmet dikin, ez vê baş dizanim çimkî bi dehsalan e ku partî hene. Hêza wan a pereyan heye, hêza wan e gel heye. Hêza wan gelek e lê dîsa jî me got em gavekê biavêjin.

Milet ji wan aciz bûye çimkî xizmet nîne. Mînak, ez li ser Batmanê (Êlih) bêjim. Êlih bajarekî mezin e lê rêyeke me heye. Kîjan şaredarî hatibe tenê vê rêyê çêdike.

Pişta xwe bidiyê, hemû Êlih xerabe ye. Xizmet nayê, milet ji wan gelekî aciz bûye. Ji ber wê me xwest em dest pê bikin.

Rûdaw: Ji Êlihê re çi pêwîst e û çi nehatiye kirin? Ji Êlihê re herî zêde kîjan xizmet pêwîst e?

Muazzez Baktaş: Îmara bajêr gelekî xerab hatiye çêkirin. Mînak, du meh berê lehî rabû û însanê me di bin de bûn qurbanî.

Bajar gelekî ne baş hatiye çêkirin, hema avahî û xanî di nava erdan de hatine lêkirin. Li Êlihê îmar nîne, luks xuya dike lê bingeha wê ne saxlem e.

Rûdaw: Heke tu bi ser bikevî tu dê ji bo Êlihê çi bikî, plana te çi ye?

Muazzez Baktaş: Piraniya ciwanên me bê kar in, niha li êlihê tenê tekstîl hene. Îro aboriya Tirkiyeyê têk çûye. Heke ew tekstîl jî dirabeyên xwe daynin Êlih nikare ji bin vî barî derkeve.

Mirov dikare tiştekî ava bike ku xelk tim karibe tê de bixebite û bi hezaran însan karibin nan bibin mala xwe.

Hûn dizanin jinên me Kurdan gelek tiştan li malên xwe çêdikin, em dikarin wekî şaredariyê van tiştan ji wan re bifiroşin.

Rûdaw: Bangeşeya te çawa diçe, kî piştgiriyê dide te? Jin piştigiryê didin te, çavê te li dengê kê ye?

Muazzez Baktaş: Çavê min li dengên jinan e. Xweda ji wan razî be, jin tên cihê me û seriyan didin me. Jin piştgiriyê didin me. Ez ji jinan bawer im, eger em bi ser bikevin em dê bi dengên jinan bi ser bikevin.

Rûdaw: Tu ji bo bangeşeya hilbijartinê Alaya Kurdistanê bi kar tînî. Ev nabe pirsgirêk?

Muazzez Baktaş: Wele ji ber Alaya Kurdistanê li ser min gelek doz hatine vekirin. Bila dozeke din jî vekin, tiştek nabe.

Heta niha ti pirsgirêk derneketine. Dozên min ên ji ber Alaya Kurdistanê nû xelas bûn, em fêr bûne bila dozeke din vekin. Tiştek nabe, ne qedexe ye.

Rûdaw: Tu li Êlihê rikeberiyê bi kîjan partiyê re dikî?

Muazzez Baktaş: Li Êlihê DEM Partî bi hêz e. AKP heye, HUDA PAR heye û em hene. Em ên din hesab jî nakin.

Ez wisa bawer im ku dê hilbijartin di navbera me û DEMê de derbas bibe, em vanên din hesab jî nakin.

Rûdaw: Tu texmîn dikî tu dê çend dengan bistînî?

Muazzez Baktaş: Em dibêjin em dê Êlihê bistînin. Ez dibêjim ez ê bibim şaredar, em wisa derketine rê. Bîst û çend rojên me hene, ev demeke dirêj e. Dibe mirov xwe biguhere, projeyên din werin, em nizanin lê em bi wê baweriyê derketine rê ku em dê bi ser bikevin.

Rûdaw: Gelekî spas.

Rûdaw: Gelekî spas, silav û rêz ji bo Başûrê Kurdistanê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst