Mela Bextiyar: Baweriya min bi kesê yekem ji bo YNKê nayê

Silêmanî (Rûdaw) - Berpirsê Desteya Kargêrî ya Polîtbîroya YNK Mela Bextiyar di hevpeyvînekê de bi Rûdawê re dibêje amadekariyên kongreyê hêj xelas nebûne û tekez, dike ku bi hinek mekanîzman pere ji bo rakêşana kadroyan hatine hilrijandin. Mela Bextiyar herwiha dibêje, “di vê qonaxê de baweriya min bi kesê yekem ji bo YNKê nîne” û daxwaz dike “li şûna sekreter navenda rêbertiya YNKê” bê avakirin.”

Biryar bû roja 7ê Kanûna 2019an, kongreya çarem a Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bê sazkirin, lê Civata Serkirdatiya YNKê roja Pêncşemê 5ê Kanûnê biryara paşxistina kongreyê bo 21ê heman mehê da. 

Derbarê egera sazkirina kongreyê di dema wê ya diyarkirî de, Mela Bextiyar dibêje: “Ez bi xwe ne piştrast im ku wê di dema xwe de bê sazkirin.” Red jî kir ku tekane hokara wê ew be ku çarenivîsa serokwezîrê Iraqê ne diyar e yan Mela Bextiyar ne bi sazkirina kongreyê re ye û got: “Ez pir û pir dixwazim sibe herim hola kongreyê. Ez ji ti kongre û konferansekê netirsiyame.”

Komîteya Aramkirinê

Li ser sedema paşxistina kongreyê, berpirsê desteya kargêrî ya polîtbîroya YNKê got: “Nîvê konferansa komîteyan xelas bûye. Destnîşankirina hinek nûnerên kongreyê li ofîsan hatiye kirin û konferansa melbendan maye ku ji hemûyan giringtir e ji bo diyarkirina endamên kongreyê.”

Bal kişand ser wê yekê jî ku li polîtbîroyê komîteyek bi navê “Komîteya Aramkirinê” hatiye pêkanîn. Ew jî ji bo “Çareserkirina hinek pirsgirêkên hevalan û van hilbijartinan” hatiye pêkanîn.

Îna borî, Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdilmehdî dest ji posta xwe kişand, ew jî piştî nêzîkî du mehan ji xwepêşandanan û kuştina 400 kesan. Roja yekşemê jî Parlamentoya Iraqê dest ji kar kişandina wî qebûl kir.

Xuya ye ku vê bûyera nû ya Iraqê bandora xwe li ser hizira bi paşxistina kongreya YNKê jî kiriye. Di vê barê de Mela Bextiyar dibêje: “Qasî ku ez dibihîzim, li polîtbîroyê gotine ku rewşa Iraqê têk çûye û kêşeya me di mesela hilbijartinan û guvaşên ku ji bo diyarkirina hejmara endamên kongreyê tên kirin de heye. Beşekî ji endamên polîtbîroyê gotine ku heke em kongreyê bi paş bixin çêtir e.”

Projeyên nav kongreyê

Yek ji hokarên ku hiştine kongre bê paşxistin, ew e ku ti aliyek ji projeyên xwe bo nav kongreyê ne piştrast e, di wê dema kêm de jî ku maye zehmet e alî bikarin berî çûna nav kongreyê piştrastbûna pêwîst ji bo projeyên xwe bi dest bixin.

Di vê derbarê de, berpirsê polîtbîroya YNKê dibêje: “Ez piştrast dikim ku ti aliyek û ti projeyek ji wan projeyan ji xwe ne piştrast in werin nav kongreyê û hemû kongre deng bide wan. Ne ez tenê, lê belê ti kes ne piştrast e. Lewma hêncet tên peydakirin ku kongre vêga neyê sazkirin.”

Li ser wê yekê jî ku heke kongre bê paşxistin gelo wê kengî bê sazkirin, Mela Bextiyar dibêje: “Nizanim. Ne biryar e bê paşxistin. Lê bi dîtina min wê bê bipaşxistin. Lê wê çiqasî bê bipaşxistin, ez wê jî nizanim.”

Hilrijandina pereyan

Berpirsê YNKê dibêje konferansa komîteyan “ji % 90 serkeftî bû”, lê tekez jî dike ku “heta niha hilrijandina pereyan heye. Bi rijandina pereyan û danîna planan kongreya rabûnê nayê kirin.”

Li ser sedema wê rijandina pereyan jî, Mela Bextiyar dibêje: “Hinek pere jêr bi jêr bi berdewamî hatine dayîn. Niha jî ji bo kirîna wijdana kadroyan tên dayîn. Da ku kadro bi wî alî ve bê birin ku kesê dubendkar dixwaze. Li gor min ev tiştekî xerab e.”

Mela Bextiyar ku navê wî yê rastîn Hîkmet Mihemed Kerîm e, kêşeya wî bi xerckirina pereyan di konferansan de nîne, lê bi baweriya wî divê ev prose bi mekanîzmeke guncav bê kirin û dibêje: “Bi baweriya min, hemû pêdiviyên konferansan erkê îdareya giştî ye ku wan cîbicî bike…divê îdareya giştî wî karî bike.”

Cîgirê Talebanî

Ev yekem kongreya YNKê ye ku piştî koça dawî ya Mam Celal sekreterê giştî yê berê yê YNKê tê sazkirin. Di kongreya berê ya YNKê de di 2010an de, sekreterê giştî mafdar bû 120 endamên kongreyê bê hilbijartin bibe kongreyê. Pirsek ku derdikeve holê ev e galo niha heman desthilata cîgirê sekreterê giştî yê YNKê jî heye?

Di vê barê de karbidestê bilind ê YNKê ji Rûdawê re got: “Ev gotûbêj (li ser pirsa wan 120 endamên kongreyê) berdewam e, lê heta niha qasî zanyariyên min hene, biryar dane wan 120 kesan dabeş bikin li ser hevalên polîtbîroyê, cîgirê sekreterê giştî û hinek organ û hinek kadroyên kevn, kadroyên sereke yên YNKê ku bi rastî YNKê li ser milê wan di dîrokê de rabû, nabe tu niha (wî kesî) ji ber ku naçe hilbijartina komîteyan neyînî kongreyê.”

Mela Bextiyar venaşêre ku “pirsgirêka gelek rêzên YNKê derbarê vê pirsê heye.” Ji bo vê yekê jî mînaka serokê zanîngehan tîne û dibêje: “Tu yê çi li serokên zanîngehan bikî? Ma gelo maqûl e serokên zanîngehan neyên kongreyê? Berpirsekî polê ku şeş meh e bûye endamê YNKê û bikare derkeve, lê tu serokê zanîngehê neyînî, yan çend profesoran neyînî? Çend têkoşer ji sala 1977 û 1978an ve tiştê ku hatiye kirin wan kiriye, tu niha maf nedî wan ku bêne hilbijartinê?”

Koça dawî ya Mam Celal ew pirs jî derxist holê ka kê posta yekem a YNK werdigire, yan ji xwe çi tê ser wê postê. Berpirsê YNK dibêje “mixabin” zêdetirîn rikeberî li ser posta yekem e, lê hêsan jî nabîne ku “kesek (di nav YNKê de) bikare kesê yekem be.”

Mela Bextiyar bi wê yekê re ye ku “navenda rêbertiyê” di nav YNKê de bê çêkirin, ku alîkar be ji bo ku hinek pirsgirêkan çareser bike û hem YNKê bikare wê qonaxê derbas bike û “herî zêde em 3-4 salên din kongreyeke din saz bikin.” Ev cara yekem e karbidestê YNKê li pêşberî medyayê vê pêşniyara xwe kifş dike.

Ew derbarê peyker û erkên wê navendê jî dibêje: “Ez bi wê yekê re me navendek hebe bi navê navenda rêbertiyê, 3 yan 5 yan herî zêde 7 kes bin. Di kongreyê de gotûbêj li ser hejmara wê bê kirin, xaneyên wê diyarkirî bin û her yek ji wan hevalan sekreterê karûbarekî ji karûbarên YNKê be, her kesek jî ji van 2 yan 4 yan 6 endamên serkirdatiyê li ber destên wî bin. Ji bo ku bibin komîteyek da ku bikarin erkan di nav xwe de dabeş bikin.”

Derbarê hokara hilbijartina wî navî, Mela Bextiyar ji Rûdawê re got: “Yekem tişt ez navlêkirina serok qebûl nakim. Ev derbaskirina teqalîdên YNKê ye di jiyana hizbatiyê de. Ji bo me ne xweşik e…li ser sekreter dimîne, cîgirê sekreter û navenda rêbertiyê li ser sekreter û cîgirên sekreter jî niha kêşeya me heye. Ez ê hewl bidim di kongreyê de wê çareseriyê pêşniyar bikim ku min nav lê kiriye navenda rêbertiyê. Di vê qonaxê de, baweriya min bi kesê yekem nîne, lewma jî min qala navenda rêberiyê kir.”

Dûrketina Mela Bextiyar

Berpirsê desteya kargêrî ya polîtbîroya YNKê dema salek û çend mehekê ye ji civînan dûr ketiye, lê wek ew bi xwe dibêje “dûrketin bi min çêtir bû. Min hertim gotiye ez dûr ketime. Lê ez qelşekê naxim kaniya YNKê. Hesasiyeta min bi ti kesekî polîtbîroyê re tune.”

Li ser helwesta wî jî heke kesek wek sekreter hate hilbijartin, dibêje: “Kongre deng bide wî, heke pê re bigihim, kesê pêşî dibim ku diçim dest dixim stûyê wî û dibêjim li te pîroz be, lê bêyî kongreyê ez sepandina ti kesî qebûl nakim.”

Sala 2016an di nav YNKê de navendek bi navê “navenda biryarê” hat avakirin ku bi baweriya Mela Bextiyar “Navenda biryarê her di kok de navekî çewt bû. Polîtbîroya YNKê heye ku biryaran dide. Serkirdatiya wê heye ku biryaran dide. Encûmena wê ya navendî heye ku biryaran dide. Ya ku ez dibêjim ne navenda biryarê, lê belê navenda rêbertiyê ye.”

Ta niha ne diyar e wê kongreya YNKê biryarê li ser çi mekanîzmekê bide ji bo diyarkirina kesê yekem ê partiyê û ew navê ku li organê tê kirin. Lê berpirsê polîtbîroyê tekez dike ku heke pêşniyara wî di kongreyê de neyê qebûlkirin, “piraniya kongreyê deng bide çi, bila ez mînorîte jî bim û ne ligel jî bim, ez ê biryara kongreyê cîbicî bikim.”

Yek ji bijaran diyarkirina kesê yekem an sekreterê giştî yê YNKê ye. Bi nerîna Mela Bextiyar, heke kar gihişt asta ku kongre li ser diyarkirina kesê yekem yekalî bû, êdî ew kes “divê xwedî prensîb be” çimkî “tiştê ku bûye sedema kêşeyan di nav YNKê de, ew e ku morala hizbatiyê lawaz bûye, hezkirina ji bo hizbatiyê di nav YNKê de lawaz bûye, di nav YNKê de pêrewa navxweyî nayê cîbicîkirin.”

Kurên Kosret û Talebanî

Di îlona 2017an de, cîgirê duyem ê sekreterê giştî yê YNKê Berhem Salih cudabûna xwe ragihand û (Hevpeymaniya Demokrasî û Dadmendiyê) pêk anî û ragihand ku ew hevpeymanî beşdarî hilbijartinên xula çarem a Parlamentoya Kurdistanê dibe.

Lê di oktobera 2018an de wek berbijêrê YNKê ji bo posta serokkomarê Iraqê hate pêşniyarkirin û di dawî de jî bi 2019 dengan li hember 22 dengan zora Fûad Hisên bir ku vêga wezîrê darayî yê Iraqê ye.

Mela Bextiyar li ser têkiliya xwe û Dr. Berhem dibêje: “Têkiliyeke asayî ye.”

Li ser pêşketina kurên serkirdan di YNKê de, Mela Bextiyar dibêje: “Niha jî kurê Mam Celal, kurê kak Kosret an kurê her kesekî li holê be, li gor têkoşîna xwe mafdar in bi pêş kevin. Lê ez ne bi têkoşîna mîrasî, lê belê bi têkoşîna masûm re me. Anku ew kesên ku xwe dispêrin şiyan û mêjî û dîroka xwe û dîrokê bi hûrbînî dixwînin.”

Lê bi nerîna berpirsê YNKê, divê bi rêkara xwe bê kirin ku kongre “kongre deng bide wan an na. Kongre ne ji ber ku kurê filan kesî ne, lê belê çimkî kadroyên YNKê ne, endamên YNKê ne, di warekî ji waran de westiyane û mafê wan heye bên û xwe namzet bikin.”

Bi wî halî jî Mela Bextiyar li ser helwesta xwe derbarê kur û xêzana Mam Celal dibêje: “Min temamiya temenê xwe yê siyasî bi Mam Celal re qedand. Niha ez naxwazim bi salên siberoja xwe ya siyasî, Mam Celal di gorê de biêşînim. Ez naxwazim rojekê ji rojan jî ziyana herî biçûk bigihînim kurê Mam Celal an xêzana wî. Ez qet vê yekê nakim.”

Talebaniyên ciwan

Di çend salên borî de, roleke mezin a Lahur Şêx Cengî û Bafil Talebanî di biryarên YNK de hebû. Niha pile û pêgeha wan jî piştî kongreyê yek ji rojevên sereke yên Kurdistanê ye.

Bi baweriya berpirsê polîtbîroya YNKê, heke ew ji bo polîtbîro yan serkirdatî yan postên bilindtir derkevin “Erkên wan li gor pêrewa navxwe tên destnîşankirin, wê çaxê divê ji niha çêtir dest bi karê xwe bikin.”

Mela Bextiyar li ser pêgeha xwe jî di nav YNKê de dibêje: “Hûn jî rewşa YNKê dizanin. Di rewşa nav YNKê de, hêza çekdar rol dilîze û pere rol dilîzin. Ne hêza min a çekdar heye û ne jî pereyên min hene.”

Wek ku ew ji Rûdawê re dibêje, wî ji Mam Celal re jî gotibû ku “nabe her berpirsek 300-400 çekdarên wî hebin…leşkerên min ên aqil û hizir û felsefe û îdeolojiyê hene. Xelk vê qebûl bike, ez memnûn im. Qebûl nek, derbe bi min nayê kirin.”

Karbidestê bilind ê YNKê venaşêre ku “hêza çekdar a pergende” ziyanek zêde gihandiye YNKê û dibêje: “Niha YNK çima nikare pirsgirêkên xwe çareser bike? Çimkî cemserên wê hemû hêz û şiyaneke wan heye. Vê yekê rewş di navbera me de aloz kiriye.”

Kongreya YNK û encamên wê dê bandoreke rasterast li ser pêgeh û têkiliyên YNKê bikin. Li ser pêgeha YNKê, Mela Bextiyar dibêje, berê hêzên navdewletî “ji me re digotin hûn navenda çareseriyan in…mixabin vêga ev gotin ji YNKê re nayê gotin.”

Tiştê li Iraqê dibe serhildan e

Ev du meh in li Bexda û navçeyên başûrê Iraqê xwepêşandan li dar in. Encama wan a herî xuya jî dest ji kar kişandina Adil Ebdilmehdî bû.

Mela Bextiyar dibêje berî dest bikarbûna wî, bi niyaz bû daxuyaniyekê belav bike û tê de bibêje ku ew naxwaze posta serokwezîriyê qebûl bike. Lê Mela Bextiyar wek yekemîn kes jê re gotiye “daxuyaniyê belav neke.”

Bi vî halî jî, li gor berpirsê polîtîbroya YNKê diviyabû Ebdilmehdî “piştî şeş mehan ku nehiştin bi dilê xwe kabîneya xwe çêbike, dev jê berde û bibêje ez nikarim serokwezîrê van hemû band û guvaş û gengeşeyan bim.”

Dawîanîna li gendeliya darayî yek ji dirûşmên sereke yên xwepêşandanan e. Li ser qebareya gendeliyên Iraqê, berpirsê YNKê dibêje: “Ne 450 milyar dolar, lê belê 600 milyar dolar hatine dizîn. Ji van pereyan 368 milyar dolar ji bo Brîtanyayê hatine birin. Tenê di kerta elektrîkê de 100 milyar dolar hatine dizîn.”

Hikûmeta Herêma Kurdistanê hewleke zêde da ji bo ku bi xwedûrgirtin li gel xwepêşandanên Iraqê tev bigere, bi awayekî ku daxwazên xwepêşanderan rewa dibîne, lê tekez dike ku pirsgirêk ne kesî û şexsî ne. Lê ji ber pergaleke ne çalak in.

Mela Bextiyar di derbarê helwesta Hewlêrê de dibêje: “Ez jî li şûna cenabê serokê herêmê û serokwezîr bûma, heta ji min bihata ez ê erênî bûma û nedibûm beşek ji pirsgirêkan.” Lê herwiha dibêje “wek yedeka siyasî” pêwîst e xwendineke hûrtir ji bo qonaxa piştî Adil Ebdilmehdî hebe.