David Harris: Kurd hevpeyman û dostên Îsraîlê ne û hêjayî serxwebûnê ne

David Harris, serkirdeyekî diyar ê lobiya Îsraîl û mafê cihûyan e li Amerîka. Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu wî wek “dostê delal” bi nav dike û berpirsên îdareya Trump wek îdareyên din ên Amerîka ji nêzîk ve ligel wî dixebitin. Sedem jî ev e ku David Harris, serokê rêxistinekê ye ku 114 sal e li Amerîka karê lobîkirinê bo mafên cihû û Îsraîlê dike. Bi hezaran kesayetiyên destdirêj ên Amerîka endamên wê rêxistinê ne û Harris xwe wek piştovan û birayê kurdan bi nav dike. Gava berî salekê Trump rê da Tirkiyê êrîşî ser Rojavayê Kurdistanê bike, David Harris civîneke bilez birêk xist û rojnamevanekî Rûdawê bang kir da agahiyan bide elîta Amerîka û New Yorkê li ser doza Kurd.

Ev naveroka tevahiya hevpeyvîna Rûdawê ligel David Harris e ku hevpeyvîna wî ya yekem e ligel medyaya kurdî:

Rûdaw: Yekem tişt dixwazim zanibim heya niha tu hilbijartinên Amerîka çawa dibînî û kê heya niha serkeftî ye?

David Harris: Pêşî divê bêjim AGC, komeleya cihûyên Amerîka, rêxistineke bêalî ye. Em ne piştgirî û ne dijatiyê bo ti partî û berbijêrekî îlan nakin. Heya niha di rapirsiyên hilbijartinê de Joe Biden li pêş e. Îro Donald Trump bi bawerî got, agahiyên hûrtir li ba wî hene û pêşbîniyeke wî ya cuda heye. Lewra dibe ku tenê encama hilbijartinê derxe kê serkeftî ye.

Rûdaw: Heya çiqasî ji te re cihê dilgiraniyê ye ku di dîbeytan de ti pirs û giringiyek bi mijara siyaseta derve nehat dan?

David Harris: Li ba min wek amerîkiyekî ev cihê dilgiraniyê ye. Mijarên konevaniya derve û ewlekariya niştimanî di dîbeytên seretayî yên Demokratan de nehatin qalkirin. Di dîbeyta yekem a serokatiyê de jî amaje pê nehat kirin. Di duyemîn dîbeyta serokatiyê de 15 xulek bo siyaseta derve hatin terxankirin, lê piraniya demê bo sûcdarkirina hevdî çû ka kê pere ji kê wergirtine. Ez ji ezmûna xwe ya demdirêj dizanim ku her serokekî Amerîka tûşî astengiyên ewlekariya niştimanî û konevaniya derve dibe. Hinek ji wan astengiyan pêşbînîkirî ne û hinek na, lê neçarî ne. Lewra baş e rêyek serok hebe bo çarekirina wan astengiyan. John Kennedy tûşî kirîza Kûbayê bû, George Bush tûşî êrîşên 11ê îlonê bû. Gef hene û rastîn in. Lewma ez hest bi xembariyê dikim ku siyaseta derve ne beşek ji dîbeytan bû.

Rûdaw: Gelek pirsên bê bersiv li ser nêrîna Biden derbarê Îranê de hene. Gelo Biden û kampîna hilbijartina wî ti planeke wan a konkret heye ku çawa ligel Îran û peymana atomî tev bigerin? Rast e ew bi tundî Trump rexne dikin derbarê vekişîna wî ji peymana atomî, lê gelo ti planeke konkret a Biden derbarê Îranê de heye?

David Harris: Rêkxerên kampîna Biden heke pirs derbarê Îranê ji wan bê kirin bersivê didin. Karnameya Partiya Demokratan çend xalan derbarê Îranê li xwe digire. Bi nêrîna min, Demokrat dixwazin Amerîka vegere nav peymana atomî ya 2015an ligel Îranê, ku bêşik îdareya Trump sala 2018 jê vekişiya. Gelo Demokrat dixwazin vegerin nav heman peymanê bêyî destkarî yan dê dubare darêjin? Bi nêrîna min a duyem hildibijêrin. Gelo piştgiriya Brîtanya, Fransa û Almanyayê bi dest dixin? Ev vêga nayên zanîn, lê siyaseta Demokratan cihê ye. Donald Trump wek bi xwe dibêje rijd e li ser biryara vekişîna ji xerabtirîn peyman di dîrokê de û danîna zêdetirîn guvaşên aborî li ser Îranê. Trump bawer e ku ev rêçik serketî ye û heke bê hilbijartin, wisa dike Îran were ser maseya diyalogê, çunke Îran lawaz e û bêgav e guftûgoyê bike. Lê nêrîna Demokratan ew e ku derketina ji wê peymanê ne Îran lê Amerîka piştguh dike. Lewra pêwîst e Amerîka ligel hevalbendên xwe dest bi kar bike bo danîna fişaran li ser Îranê. Ev du rêçikên pir cihê ne, Biden û Trump in li hember Îranê.

Rûdaw: Li pişt van hemûyan ew Demokratên ku beşek ji îdareya Obama bûn hêj baweriya wan bi stratejî yan çêkirina balansê di navbera Îran û Erebistana Siûdî û dabeşkirina navçeyê li ser wan heye ku wê siyasetê jan û kêşeyên pir ji herêmê re çêkir. Tirsa te heye ku heke Bide bibe serok vegere wê stratejiyê?

David Harris: Di miamelekirina me ligel îdareya Obama û nemaze jî ligel Wezîrê Derve John Kerry û tîma wî, min fêm kir ku ew peymana Îranê tenê wek peymaneke bazirganî nabînin ku carina wek rêkeftineke berteng tê binavkirin. Îdareya Obama wek peymanekê didît ku guherînên sereke li pey tên, bi awayekî arasteya Îran û hevsengiya hêzên li deverê diguhere. Em wek Komeleya Cihûyên Amerîkayê me bawer dikir ev çewt e. Me bawer dikir ev hizir xeyalî û hesterîk e. Bo nimûne serok Hesen Rûhanî nabe Gorbaçov. Ku Gorbaçovê serokê Yekîtiya Sovyetê hewla reformê da bo guherîna welatê xwe, ku bêşik dûre pergala Sovyetê herrifî. Rûhanî ne Gorbaçov e, ku îdareya berê ya Amerîkayê wisa didît. Ev nêrîneke kurtbîn e derbarê Îranê. Heke Joe Biden hilbijartinê bibe, em wek cihûyên Amerîka bi heman şêweya dûgelên erebî yên sunî û Îsraîlê hewl didin îdareyê razî bikin bi çavekî din li Îranê binere. Hizira xwe ya 2015an rast bikin, dibe ku ev bi ser keve. Balkêş e ku dewletên ku nêzîkî Îranê ne zêdetirîn şika wan ji reftarên Îranê hene. Dewletên ku dûrî Îranê ne û li Ewropayê ne yan li kişwera Amerîka ne, dibînin ku dikarin jêhatîtir ji dûgelên erebî yên sunî Îranê kontrol bikin. Gelê Kurd û Îsraîl Îranê pir cihê dibînin û gelek şikên wan jê hene.

Rûdaw: Zelal e ku xelk li deverê çêtir dizanin ji yên ku dûr in, di dawî de mijar hemû derbarê berjewendî ye. Gelo li berjewendiya neteweyî ya Amerîka ye ku vegere peymana atomî û wek sala 2015an bi Îranê re tev bigere?

David Harris: Bersiv girêdayî awayê dariştina çarçoveya miamelekirina bi Îranê re ye. Ez ne bawer im em bikarin daxwazê ji Amerîka bikin bi ti awayekî miamele ligel Îranê neke tenê ji ber ku em nikarin baweriyê bi ti gotineke Îranê bikin û em nikarin baweriyê bi ti sozeke Îranê bikin. Lê şêwaza miameleloroma ligel Îranê giring e. Sala 2015an me bawer dikir ku di danûstandinan de pêgeha Amerîka pir xurt e ji ber du sedeman: Yekem: Çunke wê çaxê dorpêçan karê xwe dikir. Duyem: Nirxê petrolê daketibû û jêdera dahata Îranê qels bibû. Lê dîsan jî heke tu li hevsengiya hêzê binerî li ser masa diyalogê, Îran bi destekî qels, karî lîstikê ji welatên Rojava bibe ku di pêgeheke xurt de bûn. Lewma li ba me rûniştina li ser masa diyalogê ne giring e. Lê awayê têgihiştina dînamîkên danûstandinê giring e. Ka kê xurt e û kê dikare hêza xwe bi kar bîne li ser hember. Demokrat dibêjin armanca me ew e em rê li Îranê bigirin bibe xwedî çekên atomî. Peymana atomî rêyek bû bo bidestxistina dema zêdetir, ev gotina sereke ye ku min ji Demokratan bihîstiye. Komarî bi berevajî dibêjin rêkeftin lawaz bû û tije kêmasî bû. Îranê hîle dikir û em nikarin baweriyê bi rêkeftinê bikin. Lewma li şûna wê pêwîst e guvaşên zêde bixin ser Îranê daku vegere ser maseya diyalogê bo rêkeftineke nû ku bihêztir be û dest dane ser hin mijarên giringtir wek çêkirina moşekên balîstî û çavdêrîkirina saziyên leşkerî yên Îranê. 18ê cotmehê dorpêça kirîna çekan li ser Îranê qediya. Îran bi şêweyekî qanûnî dikare bo kirîna çekan here Rûsya, Çîn, Tirkiyê û welatên din. Amerîka hewl dide pêşî lê bigire. Lê di aliyê yasayî de mafê wê heye.

Rûdaw: Gelo cezayên ku niha îdareya Obama li ser Îranê sepandine bi bandor in? Herwisa baweriya te bi wê teoriya Donald Trump heye ku dibêje, heke ez dîsan bêm hilbijartin, dê Îran bi lûbandin vegere danûstandinan û di nava heyvekê de Amerîka bigihe rêkeftinê bi Îranê re?

David Harris: Tiştê ku ez jê fêm dikim, dorpêç bi bandor in. Bihayê diravê îranî daxistin û sûka Îranê qels kirin. Ev rast e. Trump got heyvekê piştî hilbijartina min Îran tê ser masa danûstandinan. Em hê nizanin, pêşî divê em zanibin gelo Donald Trump tê hilbijartin an na, divê em zanibin mehek an du mehan dûre Îran bi lavelav ber bi masa danûstandinan tê yan na. Îran çaverê dike da zanibe encama hilbijartina Amerîka çi dibe. Ez ji berpirsên Îranê fêm dikim. Çunke niha li Amerîka du nêrînên cihê li ser konevaniya Amerîka li hember Îranê hene. Dipê heya roja sê yan 4ê mijdarê. Roja ku encama hilbijartina Amerîka beralî dibe. Dûre heke ligel îdareya Demokratan miamele bikin, dipên heya berpirsên postên giring tên danîn. Wek wezîrê derve û berevaniyê. Şêwirkarê ewlehiya welatî. Serokê CIA. Gelo ew kes şerxwaz an jî aştîxwaz dibin. Baş e heke Trump bibe dê kê li wan postan dane? Îran li gor vê dest bi lîstinê dike ku çi îdareyek di desthilatê de dibe, gelo amade dibin ne tenê hêza nerm bi kar bînin, lê hêza eskerî jî bi kar bînin? Gelo di siyaseta xwe de pişta xwe di hevdengiyê girêdidin an yekalî biryaran didin? Ev vêga nayên zanîn heya ne tenê roja piştî hilbijartinê, lê dibêjin heta çend heyvan piştî hilbijartinê.

Rûdaw: Lê şik tune ku îdareya Bidenî ligel Îranê nermtri dibe, derbarê kurdan, par cenabê we û saziya we li dijî biryara Trump bûn bo vekişîna hêzên Amerîka ji Sûriyê û ew rûmet giha min ji hêla saziya we ku ez gotarekê pêşkêş bikim di boneyekê de ku we taybet li ser kurdan saz kiribû. Niha helwesta saziya we derbarê doza Kurd çi ye?

David Harris: Ji bo me Komeleya Cihûyên Amerîka û bo min jî Kurd wek xwişk û birayên me ne. Bo min tiştek di çîroka kurdan de heye ku pir balkêş e. Ez armanc dikim wek cihûyekî bipeyivim. Ez pir bi asûdeyî û hêsanî xwe ji doza û xebata gelê Kurd nêzîk dibînim. Lewma ji min re wisa derdikeve ku Kurd û Cihû ku hergav li Rojhilata Navîn cînar bûn, xalên wan ên hevpar hene, berjewendiyên wan ên hevpar jî hebûn, ez nabêjim berjeweniyên wan wek hev in, çunke berjewendiyên hevawa yên du kesan jî nîn in. Lê berjewendiyên wan ên hevbeş hebûn. Ji min re cihê sersamiyê bû, bi eşkere jî ez li ser axivîm, min hest bi şermezariyê dikir dema vê îdareya Amerîka pişta xwe da kurdan yan wisa derdiket dike wan tenê bihêle ku hevbeş û hevalbend in û em wan tenê dihêlin, diviyabû ez li ser bipeyivim. Heke xwişk û birayê ye bi tenê bên hiştin û li pêşber xetera hêzên neyarên xwe bin, pêwîst e em dengê xwe bilind bikin. Mijareke din ku misêwa ez li ser axivîme ew durûtî ye ku ez nizanim çi navekî din lê bikim. Dema 24 saetên hefteyê hergav qala pêwîstiya çêkirina dûgela Filistînê tê kirin, ligel vê jî heman kesên ku rijd in ku pêwîst e filistînî biryara qedera xwe bidin. Bi temamî bêdeng in, nediyar in, winda ne, bê helwest in gava qala mafê diyarkirina çarenivîsê bo kurdan tê kirin. Yan li dijî dipeyivin. Bo min ev durûtiyeke beloq e. Bi kêmanî bila helwesta wan cihgirtî be. Heke dijî dewletê ne ji bo aliyekî li dijî dewletê bin ji bo hemû aliyan. Heke ligel çêbûna dûgela Filistînê ne, baş e, rast dibêjin, lê çima li dijî yan bê helwest in li hember çêbûna dûgelê bo hinekan? 35 yan 40 milyon Kurd ku dîrokek taybet, zimanekî taybet û çandeke wan a taybet heye. Ku bo nimûne li bakurê Iraqê nîşan dane ku dikarin xwe hukm bikin û çend nirxan biparêzin ku li cihên din ên wî beşê cîhanê ew nirx û biha nîn in. Wek rola jinan û ragirtina hevsengiyê di navbera ol û dûgelê. Baş e hûn çima bêdeng in? Bersiveke baş nakeve destê min. Min bi eşkere ev pirs kirin. Min li ser torên civakî ev pirs kirin, min li her cihî ev pirs kirine. Ti bersiveke guncav neket dest min. Li gor min hemû mafekî kurdan heye bo serxwebûnê. Herwisa Kurd hevalbend û dostên xweristî yên gelê Cihû û dûgela Îsraîlê ne. Erê nêrîna min wisa ye, lê gelek caran min gotinên kesên din jî bihîstiye ku nêrîneke wan a sabit heye û dibêjin em naxwazin pergala dûgel-neteweyê ku li herêmê hatiye avakirin bixin xeterê. Bêşik ev me digihîne ser mijara Tirkiyeyê. Hemû îdareyên Amerîka ku min bi wan re kar kiriye, îdareya yekem û duyem a George Bush, îdareya Obama û îdareya Trump. Di dawî de nêrîna hemûyan ji hêla Tirkiyeyê ve hatiye guherandin. Lewra hemû îdareyên Amerîka kok bûn ku nabe tiştekî li dijî berjewendiya Tirkiyeyê bikin. Dûre mijara nazikiya rewşa Iraqê dertê pêş. Paşê pirsa Sûriyê li holê ye û hemû aloziyên wê yên hundirîn. Biryarbidestên Amerîka dibêjin, erê bi teorî mafê kurdan heye çarenivîsa xwe destnîşan bikin. Ligel wê jî divê em rêza pergala niha ya dûgel û neteweyê bigirin, ji bilî nazikiya rewşa herêmê. Heke pêngava A bidin, encama wê B dibe, dibe sedema tevdana C û karesat bo D çêdibe. An ku bawerî wisa ye ku erê Kurd layiqî serxwebûnê ye ligel têgihiştina rastîn a şêwaza hewla bidestxistina wê.

Rûdaw: Mixabin li Rojhilata Navîn baweriya xelkê bi hin xurafet û bîr û baweriyên çewt heye derbarê cihûyan. Ew bawerî rehên wan ên dîrokî hene û hin kes xurafetên wisa yeqîn dikin ku ne merc e ti rikeke wan li dijî cihûyan jî hebe. Yek ji wan hizirên belav ew e ku Cihû pergala bankî kontrol dikin li Amerîka û Rojava û tew cihûyan pergala konevanî jî kontrol kiriye. Baştirîn rê ji bo rastkirina van hizirên çewt çi ye ku di nav kurdan û komên din de jî pir belav in li deverê?

David Harris: Çend stratejiyek hene bo miamelekirina ligel vê rewşê. Bêşik te karekî qenc kir ku te amaje da vê mijarê. Piraniya xelkê Rojhilata Navîn ti carî çavê wan bi kesekî Cihû neketiye. Ev rastiyeke sade ye. Hevjîna min ku niha li odeyeke tenişta min e, li welatekî erebî ji dayik bû û mezin bû, zimanê wê yê yekem erebî ye. Muzîka dilxwaz a hevjîna min Um Kelsûm, Ferîd Etreş û stranbêjên din in. Sala 1967an ku temenê wê 16 sal bû, ew bi xwe û 7 xwişk û bira û dê û bavê wê ji mala xwe li Terablusa Lîbyayê tên qewitandin. Sê hefteyan xwe vedişêrin. Gava li wan digerin û wan dibînin û rêya çûnê ji wan re tê vekirin. Îro ti cihûyek li Lîbyayê najî. Tew yek kes jî. Cihû bi kêmanî du hezar salan li Lîbyayê jiyane. Di serdema Împeratoriya Romanî de. Çima min ev çîrok vegêrra? Çunke sala 1967, berî 53 salan e. Kesekî lîbî da kesekî Cihû bi bîra xwe bîne divê temenê wî nêzîkî 70 salî be. Îcar cînarekî wî be, diktorek, parêzerek, bazirganek an dikandarek be. An ku bi giştî ti kesekî lîbî kesekî Cihû nas nake. Bi heman rengî li Iraqê, bi heman rengî li Sûriyê û hemû welatên deverê. Dijatiya cihûyan ji ber nezanî û nenasiya cihûyan zêde dibe gava ti pêwendiyeke wan ligel cihûyan nebe, ku pêwendî nebû li şûna dîtina wan wek mirov, xelk baweriyê bi gotinên îslamiyên radîkal dikin ku di medyayekê de yan ser bi hizbeke konevanî ku dijatiya cihûyan dikin. An ku xala yekem li wir kesî Cihû nedîtine. Xala duyem nûçeya xweş ew e li Rojhilata Navîn aştî dike rikeberiya şer û hevrikiyê bike. Vêga ku ez û te dipeyivin, nûçeyeke xweş gihişte me ku Sûdan dibe pêncem welatê erebî ku têkiliyên xwe bi Îsraîlê re normal dike. Ez dixwazim bawer bikim ku ligel asayîkirina têkiliyan wek mirov dîtina cihûyan jî çêdibe. Xweştirîn nûçe ku min heyva çûyî bihîst ew e ku di hefteyekê de 28 geştên esmanî di navbera Îmarata erebî û Îsraîlê de têne encamdan. Heftane 28 geşt, çend kes dikarin herin û bên? Çend kes dikarin çavê wan li hev bikeve! Pêk ve bixebitin! Tiştan derbarê hevdî hîn bibin! Pêk ve bixwînin! Bi vî rengî dijatiya cihûyan bi dawî tê. Bi rêya nêzîkkirina xelkê ji hevdî. Ne ku rêdana bi tundrewan ku kesên din tarîf bikin. We wek Kurd û me jî wek Cihû pênas bikin. An ku bereya aştiyê bi bereya şer re rikeberiyê dike. Bi nêrîna min di demdirêjê de ev çareseriya herî baş e. Niha ku nûçeya Sûdanê li holê ye, beriya salekê çavê me bi serokwezîrê Sûdanê ket, dest bi axaftina bi me re kir. Ez dixwazim cihûyên Sûdanê bikarin vegerin welatê xwe, ez nabêjim hemû, çunke ez fêm dikim li Îsraîl, Ewropa û Amerîkayê mal û halê xwe dane ser hev, lê ez dixwazim bikarin vegerin, çunke Sûdan beşek ji dîroka wan e. Bila em wê dîrokê vejînin. Bila em perestgehan ava bikin, muzeyan vekin û şêniyên Sûdanê bi wê rastiyê bikin nas ku ew dema çend salan li wir jiyane. Bi eynî rengî li Lîbya, Iraq, Cezayir, Sûriyê û welatên dîtir jî. Ev di şev û rojekê de pêk nayê, lê em dikin guherînan bibînin. Tiştê dawî ku ez dibêjim ew e ku em wek Komeleya Cihûyên Amerîkayê mijûlî çêkirina pêwendiyan e ligel saziyên olî yên Rojhilata Navîn û Erebistana Siûdî. Par me li Mekkeyê rêkeftina ji hevtêgihiştinê ligel Komkara Cîhana Îslamî îmze kir. Îsal me ligel serkirdatiya komkarê serdana kampên kuştina cihûyan ji aliyê naziyan li Polonyayê kir. Li Auschwitz û deverên din. Em bi hev re rawestiyan, me bi hev re şîn kir. Me bi hev re got na bo jenosîdê, na bo dijatîkirina cihûyan. Em bi şêwaza aştiyane berteka wê didin. Her ku diçe hevbeş û hevpeymanên me zêdetir dibin.

Rûdaw: Gelek spas ji bo vê derfetê.

David Harris: Ez kêfxweş im û hêviya şensê baş bo temaşevanên we.