Konsulê Almanyayê: Dostên me yên Kurd di salên 90î de rojên dijwar derbas kirin

06-10-2023
Helebja Sadon
Konsulê Almanyayê yê Hewlêrê Klaus Streicher
Konsulê Almanyayê yê Hewlêrê Klaus Streicher
Nîşan Almanya Herêma Kurdistanê Klaus Streicher
A+ A-

Konsulê Almanyayê yê Hewlêrê Klaus Streicher got “Peywendiyên nêzîk û dostane di navbera Almanya û Herêma Kurdistanê de hene.”

Klaus Streicher diyar kir ku peywendiyên Kurd û Almanan vedigerin salên 90î û wiha anî ziman “Dostên me yên Kurd di salên 90î de rojên dijwar derbas kirin. Wê demê Almanyayê zû dest bi piştgiriya penaberên Kurd kir. Gelek kurd koçî Almanyayê kirin.”

Derbarê peywendiyên bazirganî yên di navbera Almanya û Herêma Kurdistanê de jî Streicher got, “Ji ber Coronayê ew peywendî hinekî kêm bûbûn lê niha hêdî hêdî wê zêde bibe.”

Bi mebesta 33 saliya yekbûna Almanyayê Konsulxaneya Almanyayê ya li Hewlêr ahnegek li dar xist.

Konsulê Almanyayê yê Hewlêrê Klaus Streicher li ser peywendiyên Almanya û Herêma Kurdistanê bersiva pirsên nûçegihana Rûdawê Helebce Sedûn da.

Rûdaw: Berêz, hûn dikarin behsa vê ahengê bikin û giringiya wê ji bo we çi ye?

Klaus Streicher: 33 sal li ser yekbûna Almanyayê re derbas dibin. Helbet em gelekî kêfxweş in, ji ber ku di 33 salên borî de Almanya bi şêweyekî aştiyane hevdu girt û êşê bidawî anî. Îşev em gelek kêfxweş in ku em serbilind in. Beşdarbûna Serokê Herêma Kurdistanê jî bi awayekî eşkere diyar dike ku peywendiyên nêzîk û dostane di navbera Almanya û Îraqê de û bi taybetî di navbera Almanya û Herêma Kurdistanê de hene.

Rûdaw: Hûn dikarin behsa peywendiyên xwe yên bi Herêma Kurdistanê re bikin, ev peywendî çiqas kevnin?

Klaus Streicher: Peywendiyên me û Herêma Kurdistanê gelekî kevnin. Em gelek sal berê bûne dost. Ji ber ku dostên me yên Kurd di salên 90î de rojên dijwar derbas kirin. Wê demê Almanyayê zû dest bi piştgiriya penaberên Kurd kir. Gelek kurd koçî Almanyayê kirin. Em niha gelek kêfxweş in ku civakeke Kurd ya pir bitevger li Almanyayê heye. Û helbet gelek jî vegeriyane Kurdistanê. Lewma li her du aliyan jî dostên me yê Kurd hene. Dostên me yên Kurd hem li vir li Kurdistanê hene û hem jî li Almanyayê jî hene.

Rûdaw: Almanya dibêje ku wê hezên xwe saleke din jî li Herêma Kurdistanê bihêle. Ev hem ji bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê, hem jî ji bo hêzên Pêşmerge gaveke çiqas baş û alîkar e?

Klaus Streicher: Hîn jî Parlamentoya Almanyayê biryar nedaye. Ev kabîne pişinyar kiriye ku dema mana wan bo salekê din dirêj bike. Bi nerîna min ew biryar biryarekê giringe, ji ber ku heta niha DAIŞ metirsî ye li ser deverê. Û bi hev re karkirin giring e ji bo ku ev êriş û metirsî dûr bixin. Em geşbîn in ku parlamento di demeke nêzîk de li serê biryar bide. Parlamento biryar dide û ez nikarim pişbîniya biryarên parlamentoyê bikim, lê tiştê ku ez ji siyasetmedaran dibihîzim wê biryareke rast bidin.

Rûdaw: Peywendiyên bazirganî yên di navbera Herêma Kurdistan û Almanyayê de di çi astê de ne?

Klaus Streicher: Ji ber Coronayê ew peywendî hinekî kêm bûbûn lê niha hêdî hêdî wê zêde bibe. Em dilxweş bûn ku berî 2 hefteyan şandeke me ya bazirganî ya giring bi beşdarbûna nûnerên zêdetirî 30 kompanyayên mezin ên Alman ji bo şandina berhemên elmanî li vir bûn. Lihevtêgehiştineke baş di navbera wan û kompanyayên Kurdî de çêbû. Ez hêvî dikim ku ev peywendî herdem ber bi pêş biçe û zêdetir bibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst