Nadine Maenza: Divê civaka navneteweyî piştgiriyê bide gelê Şingalê
Seroka Serkretariya Azadiyên Olî dibêje, pêwîst e civaka navdewletî daxwaziyên Êzdiyan guhdarî bike, çimku hêj jî Şingal navçeyeke leşkerî ye û divê ew rewş were çareserkirin.
Seroka Serkretariya Azadiyên Olî Nadine Maenza û Seroka Partnerşîpa Zovighian, Lynn Zovighian di hevpeyvînekê de ku roja 03-10-2022 bi Tora Medyayî ya Rûdawê re kirine, behsa rewşa Şingalê û Kurdên Êzdî kirin.
Nadine Maenza derbarê rewşa Şingalê de ji Rûdawê re got, “Bi nêrîna min gelek giring e ku rê bê dayîn Êzdî di parastina ewlehiya Şingalê de beşdar bibin.” û divê civaka navneteweyî piştgiriyê bide gelê Şingalê.
Maenza derbarê YBŞê de jî got, “YBŞ aliyekî aloz e, Tirkiye wan weke hincetekê bi kar tîne, lê divê were zanîn ku ew rizgarbûyên cenosîdê ne, ew ne Tirk an Sûrî ne. Bi baweriya min ne hewce ye ku PKK li wê navçeyê hebe.”
Seroka Partnerşîpa Zovighian, Lynn Zovighian jî ji Rûdawê re ragihand, “nabe Şingal weke pirsgirêkeke biçûk were dîtin, lê belê bi sedema rewşa ewlehî û şerê Ukrayna û Rûsyayê, kêmtir çav li ser welatên din in.”
Lynn Zovighian got, “divê em şermê li xwe bikin ku em rizgarbûyên cenosîdê neçar bikin biçin xeta berevaniyê.”
Ev naveroka hevpeyvîna Rûdawê ya bo her du kesan re ye ku şeva Çarşembê 5ê Cotmeha 2022an li Rûdaw TV hat weşandin:
Rûdaw: Gelek spas ku hûn îro bi me re ne. Îro gava ez li eventa we bûm, pirsek ji min re çêbû. Çima ku tê ser mijara Şingalê, ti çareseriyek nayê cîbicîkirin, çimkî ev demeke dirêj e pirsgirêka Şingalê heye. Hejmareke zêde ya koçberên Şingalê hene venegeriyane malên xwe û ti çareseriyeke vê kêşeyê nehatiye kirin. Nadine, em ê ji we dest pê bikin. Nêrîna we li ser vê çi ye?
Nadine Maenza: Bi baweriya min, pêngavek ji bo çareserkirina kêşeya Şingalê heye. Ew jî divê civaka navdewletî guhdariya civaka êzdî û Şingalê û koçberan bike. Guhdariya wê yekê bikin ka ew çi ji bo navçeya xwe dixwazin. Em bi hev re bibin piştevanên wan da vegerin cihên xwe û ewlekariya wan bê parastin. Di vê raporê de jî qala vê hatiye kirin û em bi hêviya destpêkirina vê proseyê ne.
Rûdaw: Di raporê de, wek çend pêşniyar bi cih kirine. Her ji vegera koçberan heta dilgiraniyên ewlehî. Em dizanin jî ku kom û pêkhateyên cuda li Şingalê hene. Lê gava tê ser çaresernebûna pirsgirêka Şingalê, pêwîst e kê bê şermezarkirin, hikûmeta Iraqê, hikûmeta Herêma Kurdistanê yan şingalî bi xwe? Lynn, nêrîna we li ser vê çi ye?
Lynn Zovighian: Ev pirseke pir pir dijwar e. Bi baweriya min, ya ji pirsa ka kê bê şermezarkirin giringtir jî Diyar, ew e pêwîst e kê pêngavê ber bi pêş ve bavêje, di vê rewşa ku em tê de ne. Di vê rewşê de, roleke pir giring a her aliyekî heye ku divê pê rabe da em piştrast bibin ku dê pirsgirêka Şingalê bê çareserkirin nemîne.
Rûdaw: Pir baş e. We pêşniyarên xwe nîşan dane. Lê hûn dixwazin kî li ser kar bike, hikûmeta Iraqê, hikûmeta Herêma Kurdistanê yan civaka navdewletî. Her wiha, Nadine, bi nêrîna te, dê ev alî kêşeya Şingalê çareser bikin?
Nadine Maenza: Bi nêrîna min, pêşniyarên di raporê de dirêjî nav Peymana Şingalê dibin. Ev jî heta dema ku bi hevbeşî bi şêniyên Şingalê û êzdiyan re bê cîbicîkirin. Her wiha, hemû aliyên din û pêkhateyên civakê jî beşdar bin. Xalên kontrolê ku ne ser bi hikûmetê ne bên girtin. Em pêşniyar dikin ku herin malpera Wilson Senter û Rêxistina Yezda raporê bixwînin, çimkî pêşniyar pêngavên baş in ji bo pêşveçûna rewşê. Tevî vê jî, giring e li bîra me be ku navçe hîna jî navçeyeke leşkerî ye û ji rewşa leşkerî derneketiye. Lewma jî heta hêzên ewlekarî ji rewşê berpirs bin, dê ti pêşveçûnek ji bo Şingalê neqewime. Lewra giring e ku em û civaka navdewletî piştevanên şêniyên Şingalê û civaka Şingalê bin û her wiha em ji hikûmetan, ji hemûyan dixwazin ku wê rolê bilîzin ku divê ji bo pêşveçûnê bilîzin da Şingal bibe cihekî ku êzdî bikarin lê vegerin.
Rûdaw: We li Wezareta Derve kar kiriye. Her wisa Jen Gavitoya cîgira alîkarê wezîrê derve bo karûbarên Iraq û Îranê li eventê beşdar bû. Hûn bendewariyê ji Amerîka dikin ku gotûbêjê bi hikûmetên Iraq û Herêma Kurdistanê û êzdiyan re jî bike da bigihin çareseriyekê ji vê kêşeya demdirêj re?
Nadine Maenza: Ez bi gotina bihêz a cîgira alîkarê wezîrê derve û piştevaniya wan ji bo Şingalê û êzdiyan pir hatim handan ku ew jî bikarin di cîbicîkirina Peymana Şingalê de xwedî gotin bin. Ez hêvîdar im ku li Wezareta Derve bibe dengekî xurt. Bi hikûmetên Iraq û Herêma Kurdistanê û aliyên din re jî kar bikin da tişt bi hêla rast de herin.
Rûdaw: Lynn, em dizanin ku peymanek li navbera Herêma Kurdistan û hikûmeta Iraqê heye, ev ji sala 2020an ve hatiye kirin. Lê heta niha nehatiye cîbicîkirin. Bi nêrîna te, ev peyman dikare bê bicihanîn yan divê peymaneke din bê kirin, bi şêwira ligel şêniyên deverê, ligel êzdî û pêkhateyên din jî ku li vê navçeyê dijîn?
Lynn Zovighian: Ev pirseke giring e, çimkî Peymana Şingalê çend bijarde anîn pêş ku em bikarin bi rêya wan pêngavê bo pêş bavêjin. Hindek deriyan vedike. Her wiha hinekan digire jî. Tiştê ku giring e jî ev wek nexşeyekê ye, wek platformekê ye jî ji hemû aliyan re. Her wiha ev ji hemû şingaliyan re jî dibe bijarteya herî baş. Bi baweriya min, tiştê ku me di Peymana Şingalê de dîtiye, ev pêngava yekemîn e û nîşan jî dide ku ev her du hikûmetên xwecihî dikarin bi hev re kar bikin. Niha pêwîst e ku em pêngaveke mezin bavêjin û wiha bikin ku Peymana Şingalê ji bo Şingalê be. Diyar, ev jî ango ji şêwirkirinê wêdetir, hêzdana bi wan û beşdarîkirina çalak a hemû pêkhateyan li Şingalê giring e. Beşdarîkirina êzdî, kirîstiyan û hemû pêkhateyên din ku bikarin bi hev re biryar bidin. Tiştê ku em naxwazin ew e ku ji bo jûrekê bên vexwendin û demeke pir kêm bi wan bê dayîn ka nêrîna wan çi ye. Paşê jî bibêjin me ew jî beşdar kirin û em niha dikarin di cîbicîkirina peymanê de dom bikin. Lewma beşdarîkirina aktîv gavavêtin e û her wiha sîstemeke giranbiha ye jî. Lewra jî divê ku hêz bi wan hemû civakan bê dayîn da bikarin bi awayê herî baş pêngavê ber bi pêş bavêjin. Ev jî, ango ne tenê rêdana ji bo axaftina wan be, lê divê hest bikin ku guhdariya wan bi kûrî tê kirin û kar bi wan tê kirin.
Rûdaw: Nadine, pirsek heye ku ez hin caran dikim. Hinek alî hene nêzîkî PKKê ne. Rast e endamên wan şêniyên Şingalê ne û ji aliyê hikûmeta Iraqê ve jî piştevaniya darayî werdigirin. Lê Tirkiyê wan her car dike hênceta êrişên xwe. We jî di rapora xwe da behs kiriye. Li gor te, ev alî dikarin beşek ji peymanekê bin û beşdar bin ji bo çareserkirina vê kêşeya Şingalê yan divê ew kom werin hilweşandin çimkî Tirkiyê û tew Herêma Kurdistanê jî ji wan dilgiran e. Bawer dikin ew nêzîkî PKKê ne. Lê eger ev dilgiranî jî hene, lê çima hikûmeta Iraqê pereyan dide wan?
Nadine Maenza: Bi temamî ev e. Pir hêsan e tu wiha bihizirî ku ew aliyekî neresen ê Şingalê ne. Lê ya rast ew e ku YBŞê ne wisa ye, ew beşek ji civakê ne, ew êzdiyên rizgarbûyî ne ku dixwazin civaka xwe biparêzin. Dawiya dawîn wan çekên xwe danîn û baweriya xwe dan aliyekî din da wan biparêze. Lê ev bi ser neket. Lewma bi nêrîna min, pir giring e ku di parastina ewlekariya Şingalê de beşdarî bi êzdiyan bê kirin. Her wiha YBŞ rewşeke aloz e û eşkere ye ku Tirkiye vê yekê weke hincet bikar tîne. Ez difikirim girîng e, were zanîn ku ew rizgarbûyên jenosîdê ne. Ew Êzidî ne. Ew ne Tirk û ne jî Sûriyeyî ne. Bi baweriya min hewce nake PKK li wê deverê be. Divê YBŞ bi baldarî were fikirîn da ku civaka ku bi tenê hewl dide xwe biparêze trawma neke.
Lewma jî bi nêrîna min hinek kêşeyên ku hene, çareseriya wan a leşkerî nîne. Divê gotûbêj hebe û bigihin peymanê û alî bi hev re rûnin û gotûbêjê bikin. Alî dikarin vê bikin, lê ev bi moşekên Tirkiyê çareser nabe.
Rûdaw: Pirseke min a din. Komên cuda li vê deverê hene. Hinek ji wan ser bi Heşda Şeibî ne. Hinek ji wan jî ser bi aliyên din in. Lynn, we li wê deverê kar kiriye. Ti hewldaneke guhertina demografî heye, eger heye, çima û kî vê dike?
Lynn Zovighian: Pirseke herî giring e. Her wiha bi nêrîna min, yek ji mezintirîn astegiyên li pêşiya karkirina derbarê Şingal û jenosîda êzdiyan e. Her wiha ew hemû koçberên ku hene, ez jê re dibêjim, em dûmana şer û tiştan bi başî nabînin. Yek ji sedemên sereke jî ew e ku agahiyên me nînin û her wiha di vê dema giring de jî, pir kêm zanyariyên zindî dikevin destên me ku em bikarin li ser wan bixebitin. Ji bo bersivdana pirsa te jî, ka gelo em guhertina demografî dibînin, ti agahiyek nîne ku vê bi fermî bibêje. Tevî vê jî, dema em vedigerin ba xelkê û kesên ku ezmûna wan a jiyanê li wir heye û em diçin li wir pirsa rast ji wan dikin, her wiha em ji civakê jî dixwazin divê em çi pirsê ji wan bikin, em wê demê dizanin ku hesteke xurt di nav civakê de heye. Wek mînak di nav civaka êzdiyan de û wek Heyder Îlyas jî bi giringî li eventa Wilson Senterê got ku êzdiyên koçber bi qestî li kampan têne hiştin û rê bi wan nayê dayîn ku vegerin malên xwe. Çimkî malên wan ku her ji berê ve malên wan in ji aliyê kesên din ve hatine dagîrkirin. Ev ew nêrîna girîng e ku divê em hemû guhdariyê lê bikin. Ji ber ku dema êzdî dibêjin em nikarin yan rê bi me nayê dayîn ku em vegerin malên xwe, çimkî naxwazin em vegerin, wê çaxê divê em ji vir dest pê bikin ne tenê ji bo dîtina çareseriyê. Lê ji bo têgihiştina pirsgirêkan bi awayekî çêtir jî.
Her wiha divê em bi zanyariyên rast piştevaniya wê pirsê bikin ku te kir.
Rûdaw: Bila em qala wan pêkhateyên ku li Şingalê dijîn bikin. Bi nêrîna te, ti dilgiraniyeke wan heye ji wê yekê gava şingalî vegerin û xurt bibin dê li heyfhilanînê bihizirin. Çi dilgiraniyeke pêkhateyên din heye û nêrîna we di vî warî de çi ye?
Nadine Maenza: Di eventa me de, Heyder behsa wê yekê kir ku hinek tirs heye ku êzdî vegerin û ji suniyan hêrs bibin. Lê ev ne hênceteke baş e ku tu wan ji vegerê bêpar bikî. Lê ev sedemeke baş e ku tu beşdariyê bi pêkhateya sunî jî di Peymana Şingalê de bikî û her wiha hemû pêkhateyên Şingalê beşek ji Peymana Şingalê bin û rol bi wan bê dayîn. Kes jî ne bi wê yekê re ye ku êzdî vegerin û hemû pêkhateyên din derxin. Lê ew hêjayî wê yekê ne derfet bi wan bê dayîn ku vegerin malên xwe. Lewra pêwîst e ku em xelkê bi hev re kom bikin. Gotûbêj hebe û em baweriyê di nav pêkhateyan de çêbikin. Gelek kar maye bê kirin, lê hîna komên çekdar li wir in û tundûtûjî hî berdewam e. Bi vî awayî jî pirsgirêk nayên çareserkirin. Lewma divê em vê yekê derbas bikin û pêngavê ber bi pêş ve bavêjin. Her wisa ti rewşeke cihgirtî jî nîne. Lê tişt xerabtir dibin. Komên çekdar ên zêdetir tên, lewra jî em lê dihizirin ku rewşê aram bikin û hêmin bibe. Nabe bi vî awayî berdewam bibe jî. Lê divê em çareser bikin. Divê em li Şingalê pêşwaziya vegera êzdiyan bikin. Suniyên ku ji zû ve li wir in jî, bikarin li wir bijîn û hemû bi hev re kar bikin û bi hev re rêyekê ji bo pêşxistina civakê bibînin.
Rûdaw: Ti xwestekek ji aliyê hikûmeta Iraqê yan hikûmeta Herêma Kurdistanê û aliyên din û aliyên ku biryarbidest in jî, ti xwestekeke wan ji bo çareserkirina pirsgirêka Şingalê heye. Ger xwestekek hebe jî, bila em wiha bibêjin, divê ew ji çi dest pê bikin?
Lynn Zovighian: Pirseke pir giring e. Her wiha ji bo pêşveçûnê jî dibe piştgir. Diyar, tiştê ku ez dixwazim bibêjim: Divê em û em ê berdewam bin jî di hewldana axaftina bi her du hikûmetan re. Tiştê ku ez dixwazim bibêjim: Berî hatina havînê, berî salvegera jenosîda êzdiyan di 2 û 3ê tebaxê de, dema me merasîma bîranînê ji êzdiyan re saz kiribû, me dixwest em li Bexdayê bin û bi hikûmeta Iraqê re bikin. Li wir jî, li ofîsa serokwezîr daxwazek hebû ku axaftin bê kirin li ser Şingal û hemû mijarên giring ku hîna nehatine çareserkirin û têne paşxistin. Lê Iraq bi xwe jî rûbirûyî çend astengan bûye û her wiha pirsgirêk jî ew e ku rewşa ewlekarî û rewşa siyasî baskê xwe li ser tiştên din vedaye û wisa kiriye ku ev mijara giring bê piştguhxistin. Ji bo bersivdana pirsa we jî ez dibêjim: Daxwaza me heye ku em bi her du hikûmetên navxweyî re vê pirsgirêkê çareser bikin. Em dixwazin li ser maseyekê bi wan re bicivin. Ez dizanim, dostên me yên êzdî û navdewletî jî dizanin ku her du hikûmet nikarin ji vê destpêşxeriyê re bibêjin na. Lewra çavê me li pêş e û her wiha em geşbîn in jî ku em hemû careke din li Bexdayê ji bo gotûbêjkirin vê yekê bicivin. Ez dixwazim tiştekî din jî bibêjim: Di her demekê de ku tişt bi sistî bi pêş ve diçin, di her rojekê de jî pirsgirêkên mezintir diqewimin. Tew îro jî, êrişeke dronê hebû. Bûyerên rojane tiştan aloztir dikin. Bila em bi armanca serkeftineke biçûk gavê bavêjin wek xala destpêkê û em bi hev re bixebitin. Heman serkeftin di heman demê de. Bi baweriya min, dê hemû alî jî di vê da serkeftî bin. Îro, min di eventê de bihîst ku desthilat naxwaze êzdî ji kampan derkevin. Lê Şingal bi temamî cihekî tijî çavkanî ye û dikare ji bo civaka Iraqê û civaka Kurdî jî alîkareke baş be. Ev ziyaneke mezin e ji hemû aliyan re eger wek navçeyeke pêşkegtî û bi îstîqrar li Şingalê mêze nekin.
Rûdaw: Eger ez pirsa dawî ji te bikim Nadine. Bi dîtina te, dê vegera penaberan bibe destpêkeke baş ji bo çareserkirina pirsgirêka Şingalê, yan çêtir e pêşî peymanek hebe û paşê penaber vegerin?
Nadine Maenza: Divê cihekî ewle hebe. Vêga ti xizmetguzarî ji bo dabînkirina pêdawîstiyên penaberan nînin. Lê ez dibêjim, her êzdiyek bixwaze here, divê here. Her wisa divê dest bi wê yekê jî bikin ku rewşa deverê baştir bibe. Em ji ewlekariyê dest pê bikin. Rapora me jî balê dikişîne ser vê yekê û ev karekî pêşîn e. Lê bê guman kesên ku dixwazin vegerin, divê werin pêşwazîkirin. Eger bikarin vegerin û malên wan kêrhatî bin û xizmetguzarî hebin. Lê divê kêşeya ewlehiyê bê çareserkirin, paşê xizmetguzariyên mirovî vegerin. Rê bên başkirin û xizmetguzarî vegerin. Ev kar nikarin bên kirin bi sedema milîsan û ji ber rewşa ewlehî û ji ber bombebarana Tirkiyê. Lewma tiştê ku pêwîst e ew e divê navçe cihekî ewletir be da ew xizmetguzarî bên kirin. Lê erê eger kesek bixwaze vegere, divê rê pê bê dayîn ku vegere.
Rûdaw: Pirsa min a dawîn ji bo we Lynn. Daxwaza te ji civaka navdewletî çi ye da pêngava yekemîn ber bi çareseriyê bavêje. Ez dizanim li ser kar kirine. Lê ji bo dîtina çareseriyeke şênber ji bo pirsgirêka Şingalê?
Lynn Zovighian: Gelek spas ji bo vê pirsê. Bi nêrîna min, pêngava herî girîng ew e ku li vê yekê bê mikurhatin ku civaka navdewletî di bin fişareke mezin de ye. Krîzeke me ya aborî ya cîhanî ya mezin heye. Şer li Ukraynayê berdewam e. Li her derê gelek jan hene. Lewra hêsan e Şingal bê piştguhxistin û biryar were wergirtin ku giringiya wê li gor pirsgirêkên din kêmtir e. Daxwaza min ev e, ji kerema xwe vî karî nekin. Divê Şingal wek pirsgirêkeke biçûk neyê mêzekirin û Şingal ne ji bo xwe tenê, lê ji bo tevaya navçeyê ye. Piraniya astengiyên ku Şingal rûbirûyî wan bûye, bandora wan li ser tevaya deverê heye û eger em Şingalê bi vê rewşa niha li şûn bihêlin, êdî em ji derketina ji yasa û cezanekirinê re dibêjin erê. Sûriye, Libnan û Ermenistan ji ber vê piştguhxistinê dinalin. Iraq jî ji ber vê pirsgirêkê dinale. Lewra di berjewendiya hemû aliyan de ye ku civaka navdewletî wiha bibîne ku Şingal dergehek e û çênabe bi awayekî sembolîk jî bê mêzekirin û bê gotin çimkî ev têkildarî tiştên din e lewma Şingal giring e, lê Şingal giring e ji ber ku me erka xwe bi cih neaniye. Divê em hemû ji xwe şerm bikin ku em rizgarbûyên jenosîdê neçar bikin ku herin hêla berevaniyê, di demekê de ku hîna jenosîdkirin berdewam e. Em nikarin vê wek ketwar qebûl bikin. Lewra daxwaza me ew e ku em hemû bi hev re bicivin û em bala xwe bidin ser wê yekê ka çawa êzdî û şingalî dikarin herin pêş û her wiha tiştê herî baş jî ji hêla aliyan bê kirin û em piştrast bibin ku hemû alî erka xwe bi rûmet dikin. Bi baweriya min, eger ev hevkêşe li Şingalê serkeftî be, dê bibe pêşgaviyek ji aliyên din re jî ku li navçeya me bi kar bînin û her wiha jî bê guman li tevaya cîhanê jî.
Rûdaw: Gelek spas ji bo pejirandina vexwendina min.