Serokomarê Iraqê Berhem Salih: Herêm şerekî din ranagire

06-10-2019
RÛDAW
Nîşan Berhem Salih Iraq Kurdistan Şer Kurd NY
A+ A-

Serokomarê Iraqê Berhem Salih ku li civîna Komeleya Giştî ya Netewên Yekgirtî (NY) li New Yorkê, beşeke gotara xwe bi Kurdî pêşkêş kir, li ser pirsa derbarê çawaniya wergirtina biryara pêşkêşkirina beşeke gotara xwe bi Kurdî got, “Ez Kurd im û Kurdî zimanekî fermî yê Iraqê ye.”

Berhem Salih diyar dike ku di rageşiyên di navbera Amerîka û Îranê de ew aliyekê nagirin û dibêje, “Herêm, şerê xwe yê li dijî terorê didomîne, lewma şerekî din ranagire.”

Serokomarê Iraqê derbarê pêşhat û rûdanên li Kerkûkê jî diyar dike, “Bi lihevkirina li gel grûpên sereke li bajar, em dikarin Kerkûkê ji navgînbûna siyasî rizgar bikin.”

Berhem Salih meha derbasbûyî hatibû Hewlêrê û li gel Serok Mesûd Barzanî kom bûbû. Salih derbarê peywendiyên li gel Barzanî jî dibêje, “Peywendiyên me asayî ne.”

Berhem Salih, jibilî hevdîtin û kombûnên li New Yorkê, derbarê peywendiyên Hewlêr-Bexdayê û meseleya Kerkûkê, bersiva pirsên Berpirsê Tora Medyayî ya Rûdawê li New Yorkê Mecîd Nizameddîn Gilî da.

Ez dixwazim pêşiyê behsa wê gotara we bikim ku we beşek jê bi Kurdî pêşkêş kir. We çawa biryar da ku beşekê jî bi Kurdî pêşkêş bikin?

Ez Kurd im û Kurdî zimanekî fermî yê Iraqê ye. Îro jî erka serokomariyê birêve dibim. Lewma axaftina bi Kurdî, Erebî û zimanên din yek ji erkên min e. Bandora gelê Kurdistanê di proseya siyasî ya Iraqê û biryarên tên dayîn de heye.

Hûn li gel Serokê Amerîkayê Donald Trump jî civiyan, çi daxwaz ji we kir?

Rêzgirtina xwe li hemberî pêşketina li Iraqê nîşan da. Di civînê de gotûbêj li ser peywendiyên Amerîka û Iraqê hatin kirin. Em li ser pêşxistin û bihêzkirina peywendiyên dualî axivîn. Herwiha axaftin li ser rêyên ji bo zêdekirina wê pêşketina li Iraqê hatin kirin. Em li ser pêşhatên ku piştî DAIŞê li herêmê rû dane jî axivîn. Trump ew peyam da ku destkeftên leşkerî yên li dijî DAIŞê hêja ne, lêbelê şer û têkoşîna li dijî wê xilas nebûye û divê hem li Iraq û hem jî li herêmê, ji bo ku DAIŞ careke din serî hilnede, xebat berdewam bikin. Ji bo vê yekê jî pêwîstî bi xebata emnî, siyasî û aborî heye. Divê têkoşîn li hemberî hizrên radîkal bê dayîn. Divê çareseriyek ji krîza Sûriyê re bê dîtin.

Piştî operasyonên li dijî DAIŞê li Mûsilê, em dibînin ku piştevaniya navdewletî hinekê kêm bûye û berpirsên Iraqî jî dibêjin ku DAIŞ hê jî gef û metirsî ye!

Meseleya DAIŞê gelek dirêj e û teror û meseleyên radikal ji girîngtirîn meseleyên li Rojhilata Navîn in. Li Iraqê bi piştevaniya pêkhateyên cuda gelê Kurdistanê, li hemberî DAIŞê serkeftineke leşkerî hat bidestxistin.  Bi hewldan û piştevaniya Hêzên Pêşmerge, Heşdî Şabî û dostên me yên navdewletî, DAIŞ hat têkbirin. Divê em bizanibin bê ka hizra tundrewî ji ku tê. Meyildariya bo tundtutûjiyê, ji bêkariyê dest pê dike. Di encama nebûna seqamgiriya siyasî de rû dide. Ji rageşî û aloziyên hêzên navdewletî yên li herêmê derdikeve. Ji bo careke din DAIŞ li vê herêmê nekeve rewşeke aktîv, pêwîstî bi xebateke zêde heye. Me di civîna li gel Trump û civînên li gel aliyên din, anî ziman ku li Rojhilata Navîn gelek krîzan rû dane. Yek ji meseleyên sereke jî têkoşîna li dijî teror û tundutûjiyê ye. Welatekî mîna Iraqê, taybetî di demeke ku di têkoşîna li dijî terorê de gelek berdêl dane, divê rê neyê dayîn, careke din teror vegere welatê me.

Hûn piştgiriyê didin biryareke vekişîna hêzên Amerîkayê ji Iraqê?

Hikûmeta Iraqê li gor pêwîstiya leşkerî dibe biryareke wiha bide. Hebûna hêzên Amerîkayê li Iraqê li ser daxwaza me ye. Li gor pêwîstiya leşkerî li Iraqê ne.

Di çarçova serdana xwe de hûn hem li gel Birêz Trump û hem jî li Birêz Rûhanî civiyan, kîjan alî ji bo piştevaniyê zext li we kir?

Nêrîna me zelal e. Em li dijî mîhwerekê di mîhwerekî din de cih nagirin. Em naxwazin bibin aliyê rageşî û  şer. Pêwîstiya vî welatî bi aramiyê heye. Min di axaftina xwe ya di civîna Komeleya Giştî ya NYê de, bi zelalî ev peyam da. Di kongreya welatên Ereb a li Erebistana Siûdî jî min tekezî li ser heman tiştan kir. Em vê yekê jî ne bo berjewendiyên xwe, ji bo berjewendiyên welat dibêjin. Ev welat wêran bûye, ji şerekê ketiye şerekî din, lewma pêwîstiya wî bi aramiyê heye. Li şûna ku em pere bo şer û wêrankariyê xerc bikin, divê dibistanan ava bikin, girîngiyê bidin xizmetguzariyên tenduristiyê û xizmeta hemwelatiyên xwe bikin. Eger em vê yekê nekin bêguman, yên radîkal dê bên û vê rewşê suîstîmal bikin. Di civînên me yên li gel welatên cîran, tînin ziman ku ew girîngiyê bi aramî û ewlekariya Iraqê didin. Ji ber hindê em jî vê peyamê didin wan.

Em li gel Wezîrê Derve yê Erebistana Siûdî civiyan û wî got ku Heşda Şabî bo wan pirsgirêk e û divê bê çareserkirin. Herwiha got ku Heşda Şabî pirsgirêkeke cîhanî ye.

Li Parlamentoya Iraqê derbarê hêzên Heşda Şabî de yasayek heye. Di têkoşîna li dijî DAIŞê roleke wan a girîng hebû. Li gor yasayan desthilatên Heşda Şabî di destê serfermandar de ye. Hêzên Heşda Şabî yên ku derkevin derveyî yasayan, dê li hemberî yasayan xwedî berpirsyarî bin û di rewşeke wiha de jî divê serfermandar biryara xwe bide û li hemberî wan raweste.

Rastiyek e ku ev hêz ne bi rêkûpêk in.

Ev gotina we hinekê rast e.

Di lûtkeya NYê de yek ji wan mijarên herî girîng jî, êrişa li ser Aramcoyê bû. Iraqiyan gotin ku ew êriş ji axa wan nehatiye kirin. Lêbelê ev rastiyek e ku Hikûmeta Iraqê, nekariye bi tememî deverên sînorî kontrol bike. Çawa dikarin ji wê piştrast bin ku ew êriş ji axa Iraqê nehatiye kirin?

Ew mûşek ji axa Iraqê nehatin şandin. Ti welatan negotine ku ew êriş ji axa Iraqê hatiye kirin.

Lê gelo hûn ji vê yekê piştrast in?

Ev hinekê jî meseleyeke teknolojîk e. Iraq niha di heyameke demkî de ye û dixwaze bi xwe ve were. Dewlet dixwaze ew biryarên ku dê pêgeha wê bihêz bikin, bên cîbicîkirin. Ez ne di wê baweriyê de me ku her welatê li herêmê, xwediyê wê azadiya kirina her tiştî be. Em li Koşka Selam li gel partiyên siyasî yên cuda kom dibin û vê mijarê gotûbêj dikin. Em tekez dikin ku divê Iraq nebe aliyê wan rageşiyan. Ev ne tenê helwesta partiyek an du partiyan e, nêrîna partiya ku di qada siyasî de li Iraqê xwedî bihêztirîn pêgehê ye.  Em nikarin bibêjin her kes pabend e bi biryarên Hikûmeta Iraqê. Bêguman kesên ku li dijî vê derdikevin jî hene. Peywîra dewlet û hikûmeta Iraqê ew e ku li hemberî van nêrînan bisekine.

Baxdat hem li gel Tehranê û hem jî li gel Washingtonê xwedî peywendiyên baş e, gelo we di navbera herdu aliyan de pireke peywendiyan ava kiriye, eger we ava nekiribe, hûn dê kengî ava bikin?

Li gel hemû aliyên li ser vê xetê peywendiyên me berdewam dikin, Amerîka, Erebistana Siûdî û Îran jî di nav de, belê, peywendiyên me hene û ev mijar me eleqedar dike. Lê welatên din jî xwedî kenalên peywendiyan in, rasterast an jî ne rasterast. Ez naxwazim bikevim nav hurgûliyên vê mijarê. Em vê yekê diparêzin; dawîn tişta ku herêm naxwaze, şer e. Niha têkoşîna li dijî terorê berdewam dike, şerekî din dê ne hewldaneke aqilane be. Xwedê biparêze, eger şerek derbikeve, ev dê ji bo hemû herêmê bibe pirsgirêk. Di naverasta şer û rageşiyan de ne. Hewldanên me yên bo rûnedana şer û rageşiyên din, di encamê de di berjewendiya me de jî ne.

Behsa hegemonyaya Şîeyan ya li Iraqê tê kirin û gotin ku welat li ser xeteke mezhebî dimeşe. Hûn weke Serokomarê û parêzvanê destûrê, nîgeraniya we ji wan alî û nêrînên ku Iraqê ber bi xeteke mezhebî ve didin, hene?

Hebûna hinek partiyên siyasî yên mezhebî li Iraqê aşkere ye, di nav van de hem Sunne û hem jî Şîe hene. Di nav Kurdan de hinek partiyên nasyonalîst hene û berovajî destûrê tevdigerin. Eger bi vê tezê bê xwestin pirsgirêkên li Iraqê bên çareser kirin, ez dixwazim bibêjim ev tezeke hatiye sivikkirin e. Li Iraqê nêrînên cuda hene, lêbelê pabendbûna xwe bo destûrê di her fersendekê de tînin ziman. Ez jî weke Serokomar, li gel Serokwezîr, berpirsyar im ji parastina destûrê. Helbet ne karekî hêsan e ku destûr bê cîbicîkirin. Bi salane tê gotin ku dê li Iraqê şerê navxweyî derkeve, navbera Kurd û Ereban, navbera Şîe û Sunneyan dê wiha lê be, li Kerkûkê ev tişt dê qewimin, li Mûsil û Diyaleyê ev tişt dê çêbin. Belê, ez nabêjin, pirsgirêk nînin. Pirsgirêk û kêmasî hene, lêbelê em li gel hêzên Iraqî bi awayekî koordîneyî kar dikin. Armanca em ew e em bûyeran bi awayekî baş bigihînin çareseriyekê.

Berpirsên Hewlêr û Bexdayê, diyar dikin ji bo pêşxistina diyalogê, hewldanên wan berdewam dikin. Lêbelê tiştekî ku hêvî bide xuya nake. Ew diyalog di kîjan astê de ne?

Di nêzîktîrin proseya li pêş me, meseleya budceyê dê bê gotûbêjkirin. Di serdana xwe ya bo Herêma Kurdistanê de em li ser vê mijarê axivîn. Şanda Bexdayê jî çend caran serdana Hewlêrê kir. Tê çaverêkirin, şandeke Kurdistanê jî biçe Bexdayê. Derbarê van hevdîtinan de du şîrove hene. Yekem, îsal jî ji bo budeceya sala 2020an dê rêkeftineke nû bê çêkirin û ji bo dîtina çareseriyeke mayînde ji bo vê mijarê jî hewldanên cidî hene. Ne tiştekî bûyî ye ku  her sal meseleya budceyê bê rojevê. Ji bo min a girîng ew e ku niha di navbera Hewlêr û Bexdayê de peywendiyeke baş heye. Di dezgehên me yên medyayî de behsa dijberan tê kirin. Bêguman kesên ku li dijî daxwazên Kurdan derdikevin hene. Di heman demê de sûd tê de heye ku bê gotin li Bexdayê gelek alîgirên Herêma Kurdistanê jî hene. Birêz Serokwezîr Adil Ebdûlmehdî, dostekî berê yê Kurdan e. Başiyên ku wî bo xelkê Kurdistanê kirin, weke negatîf li wî vedigerin. Atmosfereke baş heye û divê ev bê pêşxistin.

Hûn weke serokomar dê çi bikin ku budce bi armancên siyasî li dijî Herêma Kurdistanê neyê bikaranîn?

Ne rast e ku bi debara xelkê bê lîstin û weke navgîneke siyasî bê bikaranîn. Weke serokomar berpirsyariya ku dikeve aliyê min ez dê bicih bînin. Di vê çarçovê de hêvî dikim hemû alî berpirsyariya ku dikeve ser wan bicih bînin.

Yek ji faktorên herî girîng ê ku bingehek ji bo peywendiyên baş ên Hewlêr û Bexdayê ava kir, Serokwezîr Ebdulmehdî ye, lêbelê ew li Bexdayê li gor hevrîkên xwe lawaztir tê dîtin û pêşerojeke wî ya siyasî jî nayê dîtin.

Serokwezîr, helwesteke zelal û şefaf heye û pêdiviya wî bi piştgiriyê heye. Berpirsyariya min zêdetir e. Ez rast nabînim wisa bê hizirkirin ku her kes li dijî me ye. Li gor min ne di wê radeyê de ye, dostên me hene ku piştevaniya me dikin. Dema ku daxwazeke me ya neheq hebe, dostên me dikevin dewrê û dikarin bibêjin ev daxwazeke neheq e. Di serî de jî Adil Ebdûlmehdî. Berovajiya vê jî rast e, bo nimûne dema xeletiyek li hemberî Kurdistanê hat kirin, berî her kesê sekinîna li hemberî wê xeletiyê erka min e.

Hûn rewşa Kerkûkê asayî dibînin?

Na, divê teqez rewş bê asayîkirin. Ji bo asayîkirina rewşa Kerkûkê û deverên din hewldan hene. Ji bo lihevcivandina pêkhateyên li bajêr, hewldan hene. Ez weke serokomar şirîk im di pêkanîna vê derfetê de. NY jî bi heman awayî hewldanên xwe berdewam dike. Nêzikî lihevkirinê ne. Hinek arîşe hene, lêbelê di encamê de divê aliyên li Kerkûkê kom bibin û çareseriyekê ji wê pirsgirêkê re bibînin.

Li Kerkûkê polîtîkayên Erebkirinê berdewam dikin û hûn dizanin ku ev yek li dijî destûrê ye, hem ji bo wê Erebkirinê û hem jî bo cîbicîkirina madeya 140an desthilata we heye, hûn çima bikar nayînîn?

Gelek tişt hene divê bên gotin, ez dikarin bi rêya Rûdawê wan tiştan bînim ziman, lêbelê niha ne dema wan e. Em ji bo pirsgirêk bên çarserkirin, hewl didin. Ez dê ji we re bibêjim, bê ka min kîjan desthilatên xwe ku hem destûrê û hem jî dadgehan dayîne min, bikar anîne. Gelek gav hatin avêtin û gelek caran rê li ber hinek binpêkirinan hat girtin. Li vir ne tenê kiryarên li dijî Kurdan, li hemberî kiryarên li dijî hemwelatiyên ji etnîkên cuda jî me helwesta xwe nîşan daye. Divê pirsgirêkên li Kerkûk û deverên li derdora wê ji bingehê ve bên çareserkirin. Dibe bi lihevkirina li gel gûrpên sereke li bajar, ji bikaranîna weke navgînekê bê derxistin.

Hûn dizanin ku peywendiya di navbera PDK û YNKê de hinekê nexweş e. Heyama serokomariya Mam Celal tê bîra me, dihat pirsgirêkên di navbera wan de jinav dibirin. Gelo di vê mijarê de we heta niha tiştek kiriye?

Min di heyamên bihûrî de serdana Silêmanî û Hewlêrê kir. Divê hêzên li Herêma Kurdistanê di nav hevkariyê de bin. Dibe nêrînên me yên siyasî ji hev cuda bin, ev tiştekî gelek xwezayî ye, lêbelê divê ev yek li pêşiya aramî û asayîşa Herêma Kurdistanê nebe asteng. Divê em vê rewşa niha em tê de ne biparêzin. Divê çaksaziyên bên kirin di çarçova daxwazên hemwelatiyan de bin. Tevî ku 21 sal di ser peymana Washingtonê re derbas bûne, niha jî şûnên şerê navxweyî û rêveberiya du serî dimînin. Ez hêvîdar im bi hewldanên hemû aliyan ev pirsgirêk bên derbaskirin.

Sarbûnek di navbera Birêz Barzanî û we de hebû, we serdana Hewlêrê kir, niha peywendiyên we di çi astê de ne?

Peywendiyên me asayî ne.

Ev nêzikî sal û nîv e, hûn dûr man ji pirsgirêkên Herêma Kurdistanê!

Ez dûr nemam. Medya Kurdî, siyasetmedarên Kurd, ez jî di nav de, wesîlebûna me bo karûbarên xêrê, erk e li ser stûyê me. Xelkê me westiya ye. Bi salane rastî êş û azaran hatin. Pêdiviya wan bi xizmetguzarî û çaksaziyan heye. Medya Kurdî, Rûdaw jî di nav de, divê ji bo aramiyê kar bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst