Bolton: Divê Kurd xwe ji bo piştî hilbijartinên Amerîkayê amade bikin

Şêwirmendê Berê yê Ewlekariya Niştimanî ya Amerîkayê John Bolton, sindoqa raz û nihêniyên Koşka Spî ye.

Heta berî têkçûna pêwendiya wî bi Donald Trump re, yek ji kesayetiyên herî bihêz û giring li Amerîkayê bû.

John Bolton kitêbek nivîsiye, tê de behsa nihêniyên Koşka Spî dike. Bêguman wê kitêbê cîhan serobinî hev kir.

John Bolton di hevpeyvîneke taybet ligel Rûdawê de hinek pêşniyarên xwe ji bo Kurdan anî ziman û got: “Bi baweriya min divê hûn xwe ji bo piştî hilbijartina Amerîka amade bikin. Çi Joe Biden bibe yan Trump. Di meha kanûna duyem de, serokê nû dest bi kar dike. Piştre egera guherînê di siyaseta Amerîkayê de, çi ber bi baş yan xerab, zêdetir dibe. Şêwira xwe bi welatên Ewropayê re berdewam bikin. Li Ewropayê, dostên Kurdan ên pir baş hene. Hewldanên pir û zêde yên siyasî û dîplomatîk bikin da ku hûn bala Amerîka bikişînin ser giringiya wê navçeyê. Ev bi taybetî pir giring e.”

Bolton diyar dike ku demeke dirêj e nerîna wî ew e ku hilweşandina Iraqê sûdmend e, û divê Amerîka li dewleta Kurdî mikur were.

Şêwirmendê Berê yê Ewlekariya Niştimanî ya Amerîkayê John Bolton di hevpeyvîna taybet de bersiva pirsên Rûdawê da.

Rûdaw: Li ba Kurdan tu wek dostê Kurdan tê naskirin. Kurd ji te hez dikin. Ez nizanim tu dizanî yan na. Ez dixwazim bizanim naskirina te bi Doza Kurd re vedigere kengî û çawa û li ku dest pê kir?

John Bolton: Ez kêfxweş im ku bi we re me. Spas ji bo we. Eger em bi giştî biaxivin, berî gelek salan, dibe ku wê dema ez li zanîngehê bûm. Lê bêguman, dema ez bi temamî bûm şarezayê Doza Kurd, piştî cenga yekem a Kendavê di sala 1991ê de bû. Piştî ku hêzên Iraqê ji Kuwetê hatin derxistin, Sedam Hisên li hemû Iraqê dest bi kampîneke serkutkirinê kir. Kurdan, bi deh hezaran û belkî bi sed hezaran malên xwe li pey xwe hîştin û bi kom koçberî Bakur bûn. Egera qewimîna karesateke mirovî ya mezin hebû. Ez hevalê James Baker bûm, ku wê çaxê wezîrê derve yê Amerîka bû, di serdana wî bo başûrê rojhilatê Tirkiyê de. Em bi hev re ji sînor derbasî Iraqê bûn. Ev destpêka hewldanê bû ji bo gihandina alîkariyan û piştrastbûna ji wê yekê ku Kurdên koçberên nav Iraqê û yên ku sînor derbas kiribûn jî, parastî ne û alîkariya wan tê kirin. Piştî vê mijara ka çi bi ser Kurdan tê, hergav di mêjiyê min de bû.

Di dema hebûna we di îdareya George W. Bush de, herwiha dema hûn nûnerê Amerîka li Neteweyên Yekbûyî bûn, Pirsa Kurd her pirseke germ bû. Her wek tişta di cotmeha 2019an de li Rojavayê Kurdistanê qewimî, gelek caran Kurd hest dikin Amerîka xayîntî li wan kiriye. Bi baweriya te, tênegihîştineke nerast ji siyaseta Amerîkayê heye yan berjewendiyên Amerîka bêtir bi dewletan û kêmtir bi miletan re ne?

Bi rastî ez bawer nakim siyaseteke Amerîka ya bibandor di derbarê Kurdan de hebe. Herçiqasî mixabin, ev wisa li me dike em ne cuda bin ji gelek welatên din, bi taybetî ji Ewropayê. Gava tu li dîroka dirêj a nasyonalîzma Kurdî dinerî, hinek caran derfetên wisa jê re peyda bûne ku egera wê yekê hebû pêngavên mezin ber bi dewletbûnê ve di pey re bên. Hinek caran jî paşvekişîn bi wan pêngavan hatiye kirin. Demeke dirêj e nerîna min ew e ku hilweşandina Iraqê sûdmend e. Divê Amerîka li dewleta Kurdî mikur were qet nebe ji bo Kurdistana ku di çarçoveya Iraqê de ye. Ji bo Kurdên nişteciyên dewletên din ên navçeyê, pirs zehmettir e. Bi baweriya min, ev tişteke ku divê Amerîka bi awayekî stratejî li ber çav bigire. Ji ber ku çêdibe encamên wê pir giring û erênî bin.

Qasî ez dizanim, tu bi serxwebûna Başûrê Kurdistanê re yî. Çima Trump piştevaniya giştpirsiya 2017an a Kurdistanê nekir?

Ev berî destbikarbûna min di vê îdareyê de bû. Bi baweriya min, ev li jêr bandora Wezareta Derve ya Amerîka û wan kesan bû ku tucarî ne bi encamdana giştpirsiyê re bûn. Herwiha ne bi dabeşbûna Iraqê re ne. Yan li wê rastiyê mikur nayên ku Iraq parçe parçe bûye. Wê çaxê gengeşeyeke zêde hat kirin li ser ku encamdana giştpirsiyê kerta destê neyarên serxwebûna Kurdan bihêztir dike, lê baweriya min wisa bû ku Sipaha Pasdaran, ku hewl da rewşê bikar bîne, her tiştekî hevşêwe dikir eger giştpirsî jî nehata encamdan. Giştpirsî sedem bû ji bo encamdana tişta ku dê bêyî giştpirsî jî her bikirana. Qet nebe, wek prensîb, giştpirsî ramaneke baş bû ji bo bawerîanîna gelên cîhanê bi xurtiya hesta Kurdan ji bo serxwebûnê.

Piştî giştpirsiya serxwebûna Kurdistanê, hêzên Heşda Şeibî bi hevkariya Îranê di 16ê cotmeha 2017an de êrîşî Pêşmergeyan kirin li Kerkûkê û hemû deverên Kurdistana Iraqê, çima Amerîka li hember wê êrîşê bêdeng bû? Ev pirs di hizira her Kurdekî de ye.

Bi baweriya min, ji ber heman sedemên ku li dijî giştpirsiyê bûn. Ez ji motîfên li pişt wî karê Îraniyan û hevpeymanên wan ên Iraqî fêm nakim. Bi baweriya min, ev beşeke ji pirsgirêka hevçeperbûna ligel mîlîşyayên Iraqî û hêzên leşkerî yên Îranê di hewldanên jinavbirina xîlafeta DAIŞê de. Çimkî gava Obama dest bi wî şerî kir, bêhemd yan bêyî xwestina xwe, destê Îranê li navçeyê bihêz kir. Bi baweriya min, niha encama wê wek kabûs ji me re hatiye. Bêguman şiyan da Îranê da ku li dijî Kurdên Iraqê kar bike. Bi awayekî pir cidî.

Li vir pirsek çêdibe, îdareya Amerîka bi awayekî giştî çawa li pêgeha Herêma Kurdistanê temaşe dike?

Îdareya Amerîka bi giştî û bêguman jî Kongresa Amerîka li ser bingeheke hevdeng, bi rêjeyeke zêde bi Kurdan re hevsoz in. Lê hesteke baş rêkxistî nîne. Ez wisa dibînim. Ez ne di wê baweriyê de me, bi temamî serwextî wan rewşên dijwar bin ku Kurd diketin wan. Hêj hesteke bihêz li ba hin kesan heye ku hêvîdar in Iraq dabeş nebe, wek min berê got. Bi liberçavgirtina siyaseta Îranê bi taybetî, qet ti rêyeke bibandor nîne da ku careke din li Iraqê hikûmetek çêbibe hevawayê wê hikûmetê be ku piştî Cenga Yekem a Cîhanî çêbû û bi hilweşîna Sedam Hisên re bi dawî hat. Bi baweriya min, tiştekî ne realîst e. Bi baweriya min, ev jî ji ber wê yekê ye ku ew kes giringiya serxwebûna defakto ya Kurdan li bakurê Iraqê, di bêtir ji 25 salên borî de, fêm nakin.

Pêşmerge li Kurdistana Iraqê û hêzên Kurdî li Rojavayê Kurdistan û Sûriyê, bi xwîn û fidakariyeke mezin li ser erdê bûne sedema serkeftina hevpeymaniya dijî DAIŞê bi serokatiya Amerîkayê, çima paşê Trump got Kurd bêyî F16 hema direvin. Ma kesî li îdareya Amerîkî jê re nedigot ev hizira wî çewt e?

Bi baweriya min, çend kesan jê re diyar kirin ku çewt e. Guman têde nîne ku her kes bi F16ê re dikare baştir şer bike. Analîzeke çewt bi Trump hate dan derbarê rola Kurdan li Iraq û Sûriyê di şerê dijî DAIŞê de. Ez nizanim ji kî bihîstibû. Dibe ku berî ez bigihim ba wî, wî ew gotin ji Erdogan yan hin kesên din bihîstibin. Lê bêguman ev ne nerîna piraniya berpirsên Pentagonê bû, ku mil bi mil bi Kurdan re şer kiribûn di temamiya şerê dijî DAIŞê de. Lê ew yek bû ji wan tiştên ku ketibûn serê Trump. Gava tiştek dikeve serê wî de jî, derketina wê zehmet e.

Çima Receb Teyib Erdogan pir bi hêsanî dikarî qenaetê bi Trump bike û ji ber çi Trump ewqasî rêza Erdogan digirt?

Xwezî min karibûya bersiveke baş bida vê pirsa te. Ez bi xwe jî ajê fêm nakim. Ez bawer nakim pêwendiya vê bi hilberînên Trump li Tirkiyê yan tiştekî hevawa re hebe. Bi baweriya min, ev karê Trump wek pêwendiyên wî ligel Vladimir Putin, Xi Jinping, Kim Jong-un û serkirdeyên otorîter ên din e. Ravekirina wê pir zehmet e. Tew Turmp bi xwe jî gotiye ew jî nikare rave bike, lê eşkere ye ev metirsiyeke mezin e ji bo Amerîka û hevpeymanên wê, wek çawa bûyerên ku me çend caran li bakurê rojhilatê Sûriyê dîtine, vê yekê tekez dikin.

Trump beşek ji hêzên xwe ji Rojavayê Kurdistanê kişandin, hevdem Tirkiyê di cotmeha 2019an de êrîşî Hêzên Sûriya Demokratîk kir. Piştî wê nerazîbûna ku li Amerîka û hinek welatên Ewropayê li dijî wê helwesta Trump belav bû, we çawa karî qenaetê bi Trump bikin vekişînê ragire û hinek hêza din jî bişîne Rojava?

Min dawiya 2019an dest ji kar kişand. Bêtirîn mijûliya min dawiya 2018an bû. Gava Trump bi pêşniyareke Erdogan bi kişandina hemû hêzên Amerîka ji bakurê rojhilatê Sûriyê razî bû. Me jî Trump razî kir ku ev hizireke ne baş e. Tişta di sala 2019an de qewimî, guvaşa berdewam a Erdogan û Tirkiyê ji bo kişandina hêzên Amerîkayê bû. Wek encam, dawiya 2019an di wê hewldana xwe de bi ser ket. Ew kar bi Trump kir ku dixwest 2018an pê bike. Vê carê serkeftîtir bû. Lê wek te got, Trump razî bû careke din wê biryarê sererast bike. Ev beşeke ji dijwariya hiştina Trump li ser meşandina heman siyasetê bo demeke dirêj. Ez nizanim ev rewşa bakurê rojhilatê Sûriyê heta kengî berdewam dibe. Ev yek ji sedemên dilgiraniya min ji dubare hilbijartina Trump e. Piştî 3ê mijdarê, nikare bê gotin pêngava wî ya dûre dê çi be, eger dubare were hilbijartin. Niha azad e di wê sînordariya siyasî ya berê têde bû ku ew di dawiya 2018an de poşman kir û me wisa kir em piştrast bin ji mana hêzên Amerîka û hevpeymanan li bakurê rojhilatê Sûriyê.

Tu di kitêba xwe de dibêjî, nûnerê Amerîka bo karûbarên Sûriyê James Jeffrey li dijî Kurdan e. We ev çawa têbînî kir û çima li dijî Kurdan e?

Ez bawer im Mike Pompeo bû ku cara yekem wisa got. Herwiha piştî temaşekirina guftûgoya nav yek ji civînan li Enqere dawiya 2019an, ez pir dilgiran bûm ka wê encama wê çi bibe. Min bawer nedikir ti sazişek bi Tirkiyê re bê kirin ku ti cure tevgereke hêza leşkerî ya Tirkiyê li xwe bigire ji sînorê başûrê Tirkiyê ber bi bakurê rojhilatê Sûriyê. Berê hêzên Tirkiyê li rojavayê Firatê hebûn. Ew hêz di rewşên cuda û di demên cuda de çûne wir. A rast min jî pêşniyara berevajîkirina rewşê nekir. Min hest kir dema hêzên Tirkiyê bigihin bakurê rojhilatê Sûriyê, helbet berê jî di salên pêncî yên sedsala borî de ew navçe dagîr kiribûn. Ji me re ne mumkin dibe em aramiyê li wê navçeyê pêk bînin. Herçiqasî bi baweriya min beşek ji hêzên Amerîka li bakurê rojhilatê Sûriyê mane, lê rewş nearam e. Tekane tişta ku pêwîstiya me pê nebû aloztirkirina rewşê ji aliyê dîplomatkarên Amerîkî bû, bi hizirkirina li wê yekê ku roleke avaker a Tirkiyê li wê navçeyê dibe.

Niha dosyeya Sûriyê di destê James Jeffrey de ye. Sedemek heye li pişt wê yekê ku rika James Jeffrey ji Kurdan hebe?

Bi nerîna min, pir giring e Kurd pêwendiyên xwe bi Wezareta Derve ya Amerîka, Kongres û Pentagonê re biparêzin. Ji ber çend sedeman piştgiriyeke zêdetir a Kurdan li van cihan heye. Yek ji sedeman şerê hevbeş li dijî DAIŞê ye. Ez bawer nakim di 100 rojên bê de ti metirsiyek li ser Kurdan hebe. Ez bawer nakim berî hilbijartinê, Amerîka ti guherîneke mezin bike. Di vê xalê de Trump naxwaze ti karekî bike ku di roja hilbijartinê de pirsgirêkan jê re çêbike. Bi baweriya min divê hûn xwe ji bo piştî hilbijartina Amerîka amade bikin. Çi Joe Biden bibe yan Trump. Di meha kanûna duyem de, serokê nû dest bi kar dike. Piştre egera guherînê di siyaseta Amerîkayê de, çi ber bi baş yan xerab, zêdetir dibe. Şêwira xwe bi welatên Ewropayê re berdewam bikin. Li Ewropayê, dostên Kurdan ên pir baş hene. Hewldanên pir û zêde yên siyasî û dîplomatîk bikin da ku hûn bala Amerîka bikişînin ser giringiya wê navçeyê. Ev bi taybetî pir giring e.

Pêwîst e Kurd li Sûriyê çi bikin da Amerîka wan tenê nehêle û bikarin bigihin beşek ji mafên xwe li Sûriyê bi awayekî yasayî?

Bi nerîna min baştirîn çareserî ew e wek sala 2018an hêzên hevpeymanan vegerin nav sêgoşeya bakurê rojhilatê Sûriyê û rojhilatê Firatê. Hêza ezmanî ya Rûsyayê ji wê navçeyê bê derxistin. Hêzên leşkerî yên Rûsya û Îranê ji wê navçeyê bên derxistin. Hêzên Esed jî ji wê navçeyê bên derxistin. Her hewldanek bi wê arasteyê bê kirin, dibe sedema aramiyeke bêtir û peydabûna derfetên mezintir ji bo pêkanîna danûstandinên bibandor bi Esed re. Niha Kurd di pêgeheke pir lawaz de ne ji bo danûstandinên bi Esed re. Ev nabe alîkar ji bo pêkanîna baştirîn encam. Eger Esed soza sazişê jî bide, ez baweriyê pê nakim. Ez dîsa dibêjim divê Kurd gelek hewldanên dîplomatîk û siyasî bikin. Dibe ku eger Joe Biden wek serokê Amerîka bê hilbijartin bikare rewşa ku di 2018an de li navçeyê hebû, vegerîne.

Eger Trump di vê gera hilbijartinê de bi ser nekeve, tu ne di wê baweriyê de yî ku kitêba The Room Where It Happened yek ji sedeman be?

Ez bersiva vê pirsê nizanim û hêj zû ye ji bo ku ez Trump wek windakirî bihesibînim. Demokratxwazan hilbijartina 2016an li beramber Trump winda kir, lê ez nabêjim Trump bi ser ket, lê bi baweriya min Hilary Clinton kampîneke pir xerab birêve bir. Hêj nêzîka 100 rojan maye ji bo hilbijartina Amerîka û ev dem ji bo siyaseta Amerîkayê pir dirêj e. Kitêba min di derbarê karê Trump wek serok de, xwînerên wê yên zêde hebûn. Xelk dikarin wê bixwînin û bi xwe encaman jê derxin.

Bi baweriya te, biryara kuştina Qasim Suleymanî biryareke rast bû?

Erê. Ew fermandarekî pir giring ê Sipaha Pasdaran û Hêza Qudisê bû. Ziyaneke mezin gihand Amerîka û leşkerên artêşa Amerîka û hevpeymanan di demeke dûr û dirêj de. Qasim Suleymanî kilîta hewldanên Îranê ji bo bidestxistina bandorê li hemû Rojhilata Navîn bû. Herwiha kesekî giring yê wê hikûmetê bû ku piştevana terorê ye û ew bixwe jî serokê rêxistineke terorîst bû. Amerîka ew rêxistin wek terorîst nasandiye. Lewma bi nerîna min ev karekî rast bû. Ez avêtina pêngavên din jî li dijî Sipaha Pasdaran xerab nabînim. Bi baweriya min, yek ji tiştên ku divê em li Îranê hewldanê jê re bikin hilweşandina rejîmê ye. Yek ji rêyên vî karî jî şikandin û têkbirina Sipaha Pasdaran e. Çêdibe ev bibe sedema rahejandin û zêdetirkirina nearamiya ku li Îranê heye. Piştevaniya cemawerî ya rejîma Îranê nîne. Divê hilweşandina Ayetullahan û vegerandina hikûmetê ji xelkê re beşek ji siyaseta Amerîkayê be.

Dema tu şêwirmendê ewlekariya niştimanî ya Amerîkayê bûyî, Serokê Amerîkayê Donald Trump bi rastî dixwest rejîma Îranê hilweşîne?

Na. Bi baweriya min ev yek ji pirsgirêkan e. Bi nerîna min vekişîna ji Peymana Atomî ya Îranê karekî rast bû. Trump di hilbijartina 2016an de propoganda jê re kir. Lê demeke zêde neçû heta wek encam di 2018an de ji peymanê kişiya. Ez kêfxweş im ku destê min jî di wê biryara wî de hebû. Lê ez bawer nakim ku evqas bes be. Ez bawer nakim ku Ayetullahan amajeyeke tenê jî şandibin ku nîşan bide biryareke stratejî ji bo destberdana ji çekên atomî dane. Ez bawer nakim dest jê berdin jî. Di wê baweriyê de ne ku hebûna şiyana atomî dê wan di desthilatê de bihêle. Ev jî sedemeke sereke ye ku bi nerîna min pêwîst e ji desthilatê bên dûrxistin û hikûmetek bê pêkanîn ku dest ji çekên atomî berde.

Zor spas ku tu razî bûyî bibî mêvanê me. Em hêvîdar in cara bê em te li studyoyên me li Kurdistanê bibînin.   

Spas ji bo mêvandariya we.