Alîkarê berê yê Wezîrê Enerjiyê yê Amerîkayê û cîgirê serokê niha yê kompanyaya KHN Matthew Zeis
Alîkarê berê yê Wezîrê Enerjiyê yê Amerîkayê û cîgirê serokê niha yê kompanyaya KHN dibêje, biryara Dadgeha Federal ya Iraqê ya li ser neft û gaza Herêma Kurdistanê siyasî ye. Her wiha ew di wê baweriyê de ye ku gaza Herêma Kurdistanê dikare şûna gaza Rûsyayê ji bo Ewropayê bigire, ji ber ku welatên Ewropî hinardekirina gaza Rûsyayê bo Ewropa û Rojava sekinandine.
Biryar e Serokê Amerîkayê Joe Biden serdana Rojhilata Navîn û Erebistana Siûdî jî bike. Alîkarê berê yê Wezîrê Enerjiyê yê Amerîkayê û cîgirê serokê niha yê kompanyaya KHN, Matthew Zeiss got, “Divê Herêma Kurdistanê ji ber rola xwe ya girîng, wek yek ji hevpeymanên me yên stratejîk ên demdirêj, divê di ajandayê de be.”
Matthew Zeiss di wê baweriyê de ye ku gaza Herêma Kurdistanê dikare şûna gaza Rûsyayê ji bo welatên Ewropayê bigire û anî ziman, “Ez wisa difikirim ku ev yek ji wan bijardeyan e ku eger dadgeha Parîsê ji bo Bexdayê biryarê bide ku Tirkiyê rêkeftina boriya petrolê ya Bexda-Tirkiyê binpê kiriye ku rê dida nefta Kurdistanê biherike.”
Teksta hevpeyvîna ligel Alîkarê berê yê Wezîrê Enerjiyê yê Amerîkayê û cîgirê niha yê serokê kompanyaya HKN Matthew Zais:
Rûdaw: Rêzdar Matthew, tu bi xêr hatî Rûdawê, spas ji bo vê derfetê.
Matthew Zeiss: Spas ji bo mêvandariya te, Diyar.
Rûdaw: Bila ez wiha dest pê bikim. We mijarek li ser gefên li ser sektora enerjiyê ya Herêma Kurdistanê nivîsandiye, hûn dibêjin: "Gefên Îranê li ser sektora petrola Herêma Kurdistanê, astengiyeke mezintir li ser bazara petrolê çêdikin", çima hûn wisa difikirin?
Matthew Zeiss: Spas ji bo mêvandariya te, Diyar. Bi rastî ev tenê ravekirina hejmaran e. Herêma Kurdistanê rojane nêzîkî 450 hezar bermîlên petrolê berhem tîne. Tiştê ku OPEC Plus jî li ser li hev kiriye, tenê bi awayekî seretayî ji bo heyvên Tîrmeh û Tebaxê, zêdekirina nîşandanê bi tibaba 200 hezar bermîlan di her mehekê de ye. Lewma tiştê ku ji Herêma Kurdistanê digihe bazaran, bi tiştê ku di wan du mehan de ji OPEC Plusê tê wekî hev e. Ev jî bêyî liberçavgirtina rastiya tibaba zêdekirina berhemanîna OPEC Plusê ye ku herî kêm bi tiştê ku berhem tîne re li hev dike. Çimkî OPEC herdem ji asta ku hatiye diyarkirin kêmtir berhem tîne. Lewma heke niha petrola Kurdistanê bikeve bazaran, dê bandora wê ji wan gotûbêjên ku ji bo zêdekirina asta berhemanînê li OPECê tên kirin, mezintir be.
Rûdaw: Ez dixwazim behsa serdana Biden ji bo Rojhilata Navîn û civîna wî ligel Mihemed Bin Selman û serkirdeyên din ên Kendavê jî bikim û dibe ku ew serokwezîrê Iraqê jî bibîne. Lê niha ez vê bipirsim: Bi dîtina te, Amerîka sektora enerjiyê ya Herêma Kurdistanê paşguh kiriye, eger kiriye jî çima?
Matthew Zeiss: Bi baweriya min Amerîka ew sektor paşguh kiriye; li wê gorê ku di çend salên borî de, Amerîka ji sektora petrolê li Herêma Kurdistanê bêtir bala xwe dabû ser wê pabendiyê ku petrol tenê ji bo hilberînê be û ji bo peydakirina alîkariya darayî ji bo projeyên enerjiyê yên ku Amerîka li Herêma Kurdistanê hene. Beşekê wê jî ji ber ku ew projeyên veberhênanê yên herî kêrhatî ne li Iraqê. Lê bi baweriya min, Kurdistan bi giştî di siyaseta derve ya Amerîkayê de paşve kişiyaye, ev jî ji bo pêşgaviyên din. Bi dîtina min, ev yek jî dê di serdana bê ya serok de diyar bibe, ku ew dixwaze baweriya hevalbendên me li Rojhilata Navîn zindî bike û bi dîtina min jî divê Kurdistan yek ji wan be.
Rûdaw: We got eger Amerîka sektora nefta Herêma Kurdistanê ku dikare şûna tibaba zêdekirina berhemanîna OPECê bigire, paşguh bike; dê serdana Serok Biden bêsûd be, gelo çi dihêle ku ev serdana Serok Biden bo Rojhilata Navîn ji bo Amerîka sûdmend be û destkeftên wê yên bêtir ji Amerîkayê re hebin?
Matthew Zeiss: Bi dîtina min, serdana serok serdaneke girîng e. Ew ê li Erebistana Siûdî hevpeymanên me yên giring bibîne. Lê pêwîst e ku Herêma Kurdistanê jî di nav wê ajendayê de hebe, ji ber wê rola girîng ku Herêma Kurdistanê heye, ew yek ji hevalbendên me yên stratejî û demdirêj e, hevbeşeke me ya asayîşa niştimanî ye ji bo têkbirina DAIŞê bi temamî û piraniya hêzên Amerîkî ku niha li Iraqê ne, li Herêma Kurdistanê dimînin. Her wiha sektora gaz û petrolê jî girîng e, me heta niha qala gazê nekiriye, lê gaza Kurdistanê jî bi heman awayî girîng e. Yedekeke wê ya zêde heye û dikare şûna gaza Rûsya û Îranê bi rêya Tirkiyê ji bo başûrê Ewropayê bigire. Lewma ne tenê ji ber gazê, belkî ji ber sektora wê ya petrolê jî ku vêga di bin gefa Îranê de ye, gelekî girîng e û divê di vê serdana wî ya meha bê de, di karnameya sereke ya serok de cih bigire.
Rûdaw: Amerîka çawa dikare hevkar be, hevkara Herêma Kurdistanê be da ku roleke wê ya girîngtir ji bo dabînkirina petrolê ji bo bazarên cîhanê hebe?
Matthew Zeiss: Bi baweriya min, divê Amerîka careke din pabendiya girîngîdana xwe bi Bexda û Iraqê bi giştî nîşan bide. Em di nava deh mehên borî de tevlîheviyeke siyasî li Bexdayê dibînin. Cotmeha borî hilbijartin hat kirin. Hêj hikûmet nehatiye avakirin. Bi baweriya min, piraniya çavdêrên Iraqê dizanin ku Îran roleke girîng di siyaseta Iraqê de dilîze, ev dirêjî warê leşkerî jî bûye, ku milîsên Îraqî navdar in û Heşda Şeibî li gor hin texmînan ji artêşa Iraqê mezintir e. Ji aliyê siyasî ve şerek heye û sedema vî şerî jî ew e ku frakisyonên ku Îran piştevaniya wan dike, dixwazin hikûmetek hebe ku di xewna wan de heye, ne ku di nêrîna kesên din de. Niha Îranê fişarên xwe bi rêya dadgehên Iraqê jî zêde kiriye. Me di çend biryaran de ev yek dît, çi biryarên bi rêya du li ser sêyê piraniyê bin, yan biryardana nehêjabûna kekê Hoşyar Zêbarî, û her wiha biryara Dadgeha Federal li ser yasaya neft û gaza Kurdistanê, ev hemû ew tedbîr in ku Îran ji bo bikaranîna dadgehan, dadgehên Iraqê werdigire. Ev jî ew heman bandor e ku bi rêya leşkerî û her wisa parlamentoyê bikar tîne ji bo fişarê li ser Kurdistanê bike û hevdem rola ku Kurdistan di parastina hevsengiyê de ligel Bexda û Washingtonê heye.
Rûdaw: Ji sala 2007ê ve, yasaya petrol û gazê ya Herêma Kurdistanê heye. Li gor te, çima Dadgeha Bilind a Iraqê yekser piştî hilbijartinên 2022ê, mebesta min 2021ê, ev biryar derxist?
Matthew Zeiss: Bi zelalî diyar e ku biryareke siyasî ye. Wek min got: Ev biryareke siyasî ye di bin bandora Îranê de li ser biryara dadgehê, lê divê Herêma Kurdistanê şanaziyê bi wê yekê bike ku yasaya wê ya neft û gazê heye û Iraqê hêj qanûna xwe ya petrol û gazê qebûl nekiriye. Bi dîtina min, yek ji tiştên girîng ku xelk pê nizane ew e ku bi biryardana li ser wê yekê ku peymanên ku di bin sîwana yasaya neft û gazê ya Herêma Kurdistanê de hatine kirin nedestûrî ne, bi rastî, bi defakto wan girêbestên ku li başûrê Iraqê jî hatine kirin li xwe digire, çimkî ew jî ji aliyê Parlamentoya Iraqê ve nehatine pesendkirin. Lewma li gor vê dîtinê, ev wiha dike ku hemû girêbestên Iraqê ji aliyê yasayî ve bikevin jêr gumanê.
Rûdaw: Bi dîtina te, dê ev yek hizra siyasetmedarên iraqî biguhere, bila em bêjin gelo siyasetmedarên iraqî ev yek di bin fişara Îranê de kirine yan na, lê gelo tu ti hêviyekê dibînî ku ev biryara ji aliyê dadgehê ve hatiye wergirtin, derfetekê ji bo çareserkirina pirsgirêkên navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê derxe hole?
Matthew Zeiss: Ez wisa difikirim ku dê bibe. Yek ji sedemên ku Washingtonê û civaka navdewletî bi cidî bertek nîşan nedan jî ew e ku ji bilî wê biryarê, tiştekî din neguheriye. Hemû kompanya li Herêma Kurdistanê, kompanyaya me jî di nav de, li ser berhemanîna xwe berdewam in, ti guhertineke bazirganî çênebûye, ya ku diguhere îradeya veberhêneran e ku hem li Iraqê û hem jî li Kurdistanê kar bikin heke çareseriyek neyê kirin. Lê divê bê çareserkirin, heke na, di senaryoya herî xirab de ya ku dê biqewime ew e ku Erdogan wê boriya petrolê bigire yan na û wê demê jî dê hemû cîhan bizane ku ev pirsgirêka mezin ji aliyê Bexdayê ve û di bin bandora Îranê de hatiye çêkirin?
Rûdaw: Bi dîtina te, wê Erdogan boriyê bigire?
Matthew Zeiss: Bi baweriya min, ev yek ji bijardeyan e ku wisa dixuye werbigire eger dadgeha Parîsê di berjewendiya Bexdayê de biryar bide ku Tirkiyê rêkeftina boriya petrolê ya Bexda-Tirkiyê binpê kiriye, ku rê daye petrola Kurdistanê tê de derbas bibe. Bi baweriya min, Erdogan dixwaze xwe ji vê rewşê dûr bigire, lê Tirkiye û Enqere bi wê yekê ne kêfxweş in ku Bexda naxwaze ji bo çareserkirina van pirsgirêkan gotûbêjan bike û min li ser vê yekê tiştek jî nivîsiye. Çend tişt hene ku Iraq û Tirkiyê dikarin li ser wan li hev bikin, di nav wan de, ev boriya veguhastina petrolê, pirsgirêkên avê, pirsgirêkên ewlehiyê, mijara Şingalê yan jî mijara hawirdekirin û hinardekirinê, çend tişt hene ku dikarin gotûbêjê li ser bikin û her du alî jî, gelên Iraqê û Tirkiyê wekhev bi ser bikevin. Lê di dawiyê de, eger Bexda nexwaze gotûbêjê bike, yek ji bijardeyên ku li ber destê Serok Erdogan in, ew e ku boriyê bigire, bi fêmkirina min ev bijarde hêj li ser maseya wî ye.
Rûdaw: Dema hûn di Wezareta Enerjiyê de bûn, we û Wezareta Enerjiyê li ser raportekê derbarê sektora enerjiyê ya Herêma Kurdistanê kar kir, armanca we ya sereke ji karkirina li ser vê raportê çi bû? Çima nehat weşandin, hatiye weşandin? Nehatiye weşandin.
Matthew Zeiss: Bi rastî ev li ser sektora gazê ye, yek ji armancên wî karî jî nîşandana hebûna yedekeke girîng a sektora gaza Kurdistanê ye, çimkî guncav e ji bo geşepêdanê û her wisa ji bo kişandina veberhêneran, wek ku di sektora petrolê de kar li ser hatiye kirin. Veberanîneke navdewletî ya girîng e, eger ev serkeftî be, wê demê gaza pêwîst ne tenê ji bo pêdiviyên navxweyî yên Herêma Kurdistanê tê berhemanîn, herwiha ji bo şandina gazê bo Iraqê jî û her wisa şandina wê ji bo Tirkiyê jî. Ev jî girîng e ji ber ku hinartina vê gazê ji bo Tirkiyê dikare bibe alternatîva gaza Rûsya û Îranê ku niha diçe Tirkiyê. Ev jî dikare ji bo bazara gaza Ewropayê bibe piştgirîyeke ku pir pêwîstiya wan pê heye, her wiha dê di çend zivistanên bê de jî pir pêwîstiya wan pê çêbibe.
Rûdaw: Herêma Kurdistanê heta çi radeyê dikare gazê ji bo welatên Ewropayê dabîn bike, gelo sektora gaza Herêma Kurdistanê dikare bibe alternatîfek ji gaza Rûsyayê re?
Matthew Zeiss: Erê, dikare, eger hilberîna li Kurdistanê di dema xwe de berdest be û plan jî were cîbicîkirin, ev lêkolîna ku me kiriye nîşan dide ku ev yek çawa dikare were kirin.
Rûdaw: Di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de nakokî hene. Li gor we, divê Kurdistan çi bike da ku bi siyasetvan û hikûmeta Iraqê re bigihe rêkeftinê, xala bihêz a Kurdistanê di vî warî de çi ye?
Matthew Zeiss: Bi baweriya min, xalên bihêz ên her du aliyan hene. Divê çareserî ji bo her du aliyan wekhev serkeftî be, di demekê de ku pêkan e anîna veberhêneran ji bo Herêma Kurdistanê berdewam be, her wisa rêkeftineke wê jî bi Bexdayê re hebe. Yek ji çareseriyan ew e ku rêkxistina bazarkirinê hebe. Hikûmeta federal a Iraqê nefta Iraq û Herêma Kurdistanê jî bibazar bike. Xala nakokîyê jî naskirina wan girêbestan e ku niha hene. Her wiha were piştrastkirin ku pere ji bo Herêma Kurdistanê û kompaniyên ku li wir kar dikin bên dayîn. Ev jî tiştek e ku niha Bexda nikare bike û her wiha Hewlêr û Bexda nikarin li ser li hev bikin, lewra jî em niha di rewşeke pir metirsîdar de ne, ku dibe ku rojane 450 hezar bermîlên petrolê ji bazarên petrolê werin qutkirin.
Rûdaw: Li gor min, însiyatîfeke HKNê ji bo komkirina gaza têkel heye, tu dikarî hinekî li ser vê projeyê jî agahiyan bidî me, we kengê dest pê kiriye û hûn ê kengê li ser erdê cîbicî bikin?
Matthew Zeiss: Derbarê HKNê, dê gaza me hinekî cuda be, ji ber ku hikûmet xwediya gaza me ye, em ne mîna zeviyên din in ku gaza têkel ji bo şirketan e, lê me di du salên borî li ser kar kiriye ji bo gihîştina bi çareseriyeke bazirganî ku em bikarin gaza xwe bidest bixin û em wê gazê bişînin Duhokê ji bo santrala elektrîkê, ji bo berhemanîna elektrîkê û dabînkirina wê elektirîkê ji bo bajêr. Lewma em niha li ser van çareseriyan dixebitin ku em wê gazê bi dest bixin û ji bo berhemanîna elektrîkê li deverê bikar bînin.
Rûdaw: Hin raport hene behsa wê yekê dikin ku hikûmeta Iraqê kompaniyên gaz û neftê neçar kiriye ji Herêma Kurdistanê vekişin, tu vê yekê çawa dibînî, her wiha gelo HKNê ti peyameke bi vî rengî ji Hikûmeta Iraqê wergirtiye da ku ji Herêma Kurdistanê derkeve?
Matthew Zeiss: Na, me ti peyameke bi vî rengî wernegirtiye. Ez naxwazim behsa aliyê wê yê yasayî bikim ka dê çi biqewime, lê ji bo me di warê bazirganî de ti guhertinek çênebûye. Peymanên me ku di bin sîwana yasaya neft û gazê ya Herêma Kurdistanê ya sala 2007 de hatine îmzekirin, ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatine îmzekirin, heta ku bi awayekî qanûnî destûra me hebe jî, em ê karkirina xwe bidomînin.
Rûdaw: Lê tu êrişên vê dawiyê yên li ser kêlgeha gaza Xormorê çawa dibînî?
Matthew Zeiss: Bi nêrîna min, ev nîşaneke din e ku Îran ji bo çêkirina fişarên bêtir û tirsandina Herêma Kurdistanê dike. Ev ne cara yekê ye. Hefteya borî sê caran êrişî kêlgeha Xormorê hat kirin. Ev ne cara yekem e ku ev zevî tên armanckirin. Tenê îsal 5 carên din ev yek pêk hatiye. Tiştê ku Îran dike bikaranîna milîsan e, çi ji bo êrîşkirina li ser boriya guhastinê yan parzûngehên petrolê li Herêma Kurdistanê be. Niha jî Xormor ku zeviyeke gazê ya giring e û dibe ku beşek ji wê gazê be ku min behs kir û ji bo Tirkiyeyê bê hinardekirin, ew milîsan û her wiha dadgehê jî di heman demê de ji bo tirsandinê bikar tînin.
Rûdaw: Derbarê wan êrişan, divê karvedana Amerîkayê çawa be. Me daxuyaniyeke Berdevkê Wezareta Derve dît, şermezar kiribû, her wiha daxwaza lêkolînê dike, gelo Amerîka dikare ji vê zêdetir bike?
Matthew Zeiss: Bê guman dikare zêdetir bike, dikarin ji vê zêdetir bikin, çimkî dizanin ku kê ev yek kiriye. Her wiha divê di dawiyê de Bexda jî berpirsyar were dîtin, çimkî milîsên ku êrîş pêk anîne, ji xeynî mûşekên ku mala Şêx Baz wêran kirin, hemû êrîşên din li Iraqê hatine pêkanîn. Ji aliyê milîsan hatine pêkanîn û ew milîs jî ji aliyê hikûmeta Îraqî ve bi rêya Heşda Şeibî tên fînansekirin, hatin kirin, lewra Amerîka şiyana wê heye ku Bexdayê rûbirûyî berpirsiyariyê bike, ev jî tiştek e ku divê em bikin.
Rûdaw: Pirsa dawî, tu paşeroja sektora petrol û gaza Herêma Kurdistanê çawa dibînî?
Matthew Zeiss: Bi dîtina min, ev yek girêdayî wê yekê ye ka çi li Bexdayê diqewime, her wiha çi rêkeftin li gel Bexdayê di vî warî de tê kirin, hevdem di navbera Bexda û Enqerê de jî. Li gor min, li ser asta cîhanê veberhêner li Herêma Kurdistanê dinêrin û dinirxînin ka gelo ev dever dê berdewam ji bo hilberînê kêrhatî be yan na, wek tu jî dizanî, niha cîhan pir hewcedarî gaz û petrolê ye. Her wiha ev bazareke ji bo veberhêneran tijî rikeberî ye. Kurdistan jî cihekî baş e ji bo veberhênanê, lê cihên din jî hene. Lewma li ser Bexdayê dimîne ku di aliyê siyasî de derdixe, yan Hewlêr biryarê dide ka dê veberhêner heta çi radeyê berê xwe bidin Herêma Kurdistanê.
Rûdaw: Min got pirsa dawî, lê ez ê pirseke din lê zêde bikim, gelo bi dîtina te niyeta Bexdayê ya baş ji bo çareserkirina nakokiyên li gel Herêma Kurdistanê heye?
Matthew Zeiss: Bi baweriya min, hindek berpirsên payebilind li Bexdayê hene ku bê guman li gel dîtina çareseriyeke wekhev in, lê ya ku ne diyar e ew e ku gelo siyaset li Bexdayê dê rê bide ku ev çareserî were dîtin. Ez difikirim ku ev jî tiştek e ku em hemî hêviyê jê re dixwazin û divê em piştrast bikin ku em her tiştî dikin, da ku ev biqewime.
Rûdaw: Gelek spas, gelek spas ji bo vê hevpeyvîna bikêrhatî, ez hêvîdar im ku em careke din te li Rûdawê, xasma li Herêma Kurdistanê bibînim.
Matthew Zeiss: Gelek spas Diyar.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse