Ceifer Êmînkî: Heke em vegerin Kerkûkê nabe Rakan Cibûrî li wir be

Endamê Polîtbûroya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Ceifer Êmînkî di vê hevpeyvînê de ligel Rûdawê behsa tijekirina postên YNK û Goran di hikûmetê de dike û dibêje pêwîstiya wan bi civîneke sêalî ya PDK, YNK û Goranê heye.

Ceifer Êmînkî dûr jî dibîne Goran ji hikûmetê vekişe, wek hinek rayedarên Goranê daxwaz dikin. Derbarê barêşa Iraqê û cîgirê Adil Ebdilmehdî, Ceifer Êmînkî wek çawa cîgir bo Ebdilmehdî di nav mala şîeyan de zehmet dibîne, hilbijartina pêşdem jî zehmet dibîne û li gor wî ji birînên Iraqê re nabe merhem.

Êmînkî di vê hevpeyvîna berfireh de behsa kongreya 14ê ya PDKê dike û dibêje meha bê roja sazkirina wê tê diyarkirin.

Rûdaw: Dema çend rojan e hinek berpirsên Goranê gilî û gazinan ji PDKê dikin ku pabendî rêkeftina pêkanîna hikûmetê nebûye, bersiva we çi ye?

Ceifer Êmînkî: Ez wisa nabînim ew gilî di cihê xwe de bin. Me û Goranê li ser mekanîzmekê li hev kir, heke gilî jî hebin pir asayî ye, lê gilî bi wê mekanîzma ku me li ser li hev kir. Em herdu alî di pêkanîna hikûmetê de hevpar in. Yanî çend astên me hene û ew ast di nav hikûmetê de wek du partiyan em dikarin çi kêmasî û gilî hebin li wir behs bikin û çareser bikin. Me li ser vê prensîb û mekanîzmê li hev kir û îmze kir. Lewra ez giliyan wek amajeyeke saxlem rave nakim.

Gelek post hene ku para Goran û YNKê ne, çima heta vêga wernegirtine?

Dîsa ev vedigere ser wan mekanîzman. PDK serokatiya hikûmetê dike, hertim amade bû û lez dikir û daxwaz dikir ku nabe du alî tenê rûnin û postan li hev parve bikin, lê divê her sê aliyên pêkhênerên hikûmetê bi hev re rûnin. Me berê doz kir civîna sêalî bê kirin. Li şûna ku ew alî bên giliyan li PDKê bikin, bila gilî li herdu aliyên din bê kirin, bi taybetî li biraderên YNKê ku heta vêga jî ne amade ne bêne pêş. Ez dixwazim bêjim ku amadebaşiya Goran zêdetir bû ji biraderên YNKê, lê ev nayê maneya ku gilî li PDKê bê kirin, çimkî PDK yekalî biryar nade. Divê bi hevbeşî biryaran werbigire, çimkî hin post hene hê nehatine diyarkirin. Goran digot heke reform bên kirin, em amade ne dest ji hinek pile û postên xwe berdin. Ev herdu mekanîzm bi hev re ne.

Tê gotin ku hokara paşketina tijekirina wan postan YNKê bû, ji ber kongreyê doz kir vêga çaverê bikin, vêga kongre xilas bûye, ti nîşanek heye ew postên YNKê van nêzîkan bên tijekirin?

Zanyariyên min li ser nînin. Çend rojeke haya min jê nîne çi pêşkêş kirine, lê ta niha wek pêwîst nehatine pêş lîstên navên xwe bînin. Divê axaftin li ser vê mijarê bê kirin, ne ji aliyê herdu polîtbîroyan ve, lê ji aliyê biraderên ku di hikûmetê de ne. Jixwe rêkeftin bi vê şêweyê ye ku divê mekanîzma tijekirina wan pile û postan mekanîzmeke hevçax be û em ji zihniyeta hizbî ya teng derkevin.

Lê YNK dibêje me nav dane Qubad Talebanî?

Li gor min, derbarê navan, nêzîktirîn kes ku bersivê bidin birêz serokê hikûmetê û cîgirê serokê hikûmetê ne. Herdu bi hev re ji herkesî nêzîktir in û rojane hev dibînin. Heke ew lîst gihabe destê kekê Qubad, divê zû bê çareserkirin. Çimkî li ba PDKê astengî û kelem nînin. Em bi hemû şiyana xwe piştevaniyê dikin ku divê ew post zû bên tijekirin.

Heke zanyariyên te hebin, Goran û YNK ti nav dane PDKê? Yan ti nav dane hikûmetê?

Nadin PDKê, dê bidin kabîneya hikûmetê. Biraderên me çend caran behs kirine û kak Mesrûr bi xwe behs kiriye ku çaverê ye ew nav bigihin destê wî. Biraderên Goran ji mêj ve navên xwe pêşkêş kirine. Biraderên YNKê pêşkêş nekirine. Ev mijar girêdayî her sê aliyan e ku hikûmet pêk anîne.

Goran ku nav pêşkêş kirine, çima hûn postên wan nadin wan?

Mekanîzma ku me li ser li hev kir ne ev e. Pişka Goran û PDK û YNKê nehatiye diyarkirin ka çawa bê tijekirin. Anku pêwîstî bi civîneke din a sêalî heye. Destkirina bi wê mekanîzmê pêwîstî bi van heye, yekem: Ew nav amade bin. Duyem ew postên ku her aliyek wek para xwe dibîne, em çawa cîbicî bikin.

Car caran behsa vekişîna Goranê tê kirin, nemaze Goran berê ragihandibû şeş mehan bo hikûmetê datîne heke pabend nebû bi rêkeftina navbera wan ji hikûmetê vedikişe. Bi baweriya te, dê Goran vekişe?

Ez bawer nakim vekişe. Ez pêşbînî nakim gotinên li vir û wir bibin biryar. Ez bawer nakim Tevgera Goranê bi vê şêweyê biryaran werbigire. Bêguman di vê mijarê de hûrtir in û jîrtir hizr dikin.

Heke Goran ji hikûmetê vekişe, dê PDKê asteng bibe?

Nabe em lezê di vê mijarê de bikin. Ez dibêjim heta biryareke wisa bê wergirtin, divê Goran bi awayekî babetî û hûr pêvajoya hukmdariya herêmê binirxîne. Heke Goran vekişe jî, PDK wisa bi hêsanî dest ji hukmdariyê bernade.

Tu berê cîgirê serokê perlemanê bûyî. Di 2 rojên borî de 6 daxuyanî li ser komîteyeke lêkolînê ya perlemanê hatin derxistin bo dosyeya girtiyê asayişê. Gelo çima navbera PDK û YNKê li perlamenê wisa ye ku bi rêya medyayê bersiva hev bidin?

Jixwe bi rastî ev kêşeyeke ne layiqî komîteyên perlemanê ye ne jî layiqî pêgeha perlemanê ye. Ez dibêjim daxuyaniya yekem ku derket bes bû, bersivdan ne hewce bû. Heke agahiyên din hebin û berevajî wê daxuyanî bin, dikarin di nav xwe de guftûgoyeke çê bikin. Nabe ev mijar bibe mijareke nakokiyê ya kûr di navbera PDK û YNKê de ta di nav komîteyên perlemanê de. Mixabin ne nîşaneke çê ye ku bi vî tehrî miamele ligel dosyeyeke polîs an asayiş bê kirin.

Tu ji karê vê xula perlemanê razî yî?

Ez dikarim bêjim hinekî ji xulên berê cuda ye. Wek nimûne di mijara proje yasaya reformê de, Xîlafên vê neqlê û karê vê neqlê pir lawazî lê diyar bû.

Hûn û Goran daxwaza civîna sêalî dikin. Hûn çima daxwaz dikin gelo?

Me daxwaz kir, ji ber barêşa YNKê berî kongreyê nehat kirin. Ta vêga jî nehatiye kirin û ez nizanim kengî tê kirin. Lê pêwîst e bê kirin.

YNK dibêje civîna sêalî hewce nake û her aliyek dikare cuda doza pişka xwe ji hikûmetê bike, çima ew post bi wan nayên dan?

Em dibêjin bila em pêngavekê herin pêş û ji qalibê hizbî derkevin û herin qalibekî niştimanî. Di dema hilbijartinan de hemû aliyên hizbî wisa digotin. Vêga jî em dibêjin derfet e em pêngavekê herin pêş. Mesele ne ew e ku her hizbekê para xwe hebe. Divê em bi hev re gotûbêjan li ser wan paran bikin. Mijar ne tenê pile û post in, lê ya giring ew e em çawa xizmeta pêvajoya reform û hukmdariyê bikin.

Di dema borî de Mehmûd Sengawî pir bi tundî li ser PDKê axivî. Hûn vê li ser YNKê hesab dikin an wek reftareke şexsî dibînin?

Em nîgeran in ne ku bo reftara Mehmûd Sengawî. Hemû kesên nola Mehmûd Sengawî tev digerin û hizr dikin û gotinên nelirê û ne hêja dibêjin. Em dilgiran in û li ser YNKê hesab dikin. Ew endamên YNKê ne û kêşeyeke YNKê ye, rast e bo me jî bûye alozî, lê di bingeh de aloziyeke mezin a YNKê ye, çimkî qiyadekirin bi vî tehrî nabe herkes bê û çi xwest bêje, pêvajoya konevanî bi vî rengî birêve naçe. Divê YNKê van mijaran bi rijd werbigire. Me çend caran biraderên YNKê agahdar kir jî ku tiştên tên gotin ne şexsî ne û nabe em wan wek gotinên şexsî werbigirin. Ew nûneriya YNKê di nav xelk û hizbê de dikin. Biraderên YNKê bi rastî ewên ligel me dipeyivin û pêwendiyên wan hene, ew jî fena me ji reftar û gotinokên biraderên xwe dilgiran in.

Ti randevûyek ji bo civîna PDK û YNKê heye, we daxwaz ji YNKê kiriye bo civînê yan YNKê daxwaza ti civînekê ji we kiriye?

Berî kongreyê me daxwaz kir, ew ne amade bûn. Piştî kongreyê dora wan e daxwaz bikin. Me dem ji wan re diyar nekiriye, çimkî berî kongreyê me daxwaz ji wan kir ligel wan rûnin. Piştî kongreyê em çaverêyî wan e. Em nizanin kê dibe birayê mezin. Serkirdatiya wan çawa polîtbîroya xwe diyar dike û organên xwe çawa diyar dike, lewma em jî ne bilez in.

Meseleya vegera PDK bo Kerkûkê gihişt ku?

Zanyariyên min ên nû li ser vegera Kerkûkê nînin. Me xwestiye em vegerin, lê em ê bi heybet vegerin. Heşdê êrîşî me kir. Em ne bi kêfa xwe ji wir derketin. Me xwest berevaniya destûrê bikin. Li wir em jî fena şêniyên Kerkûkê koçber û derbider bûn û derketin. Nabe em vegerin Kerkûkê û ala Kurdistanê ne li ser baregeha me be. Em dixwazin sibe vegerin Kerkûkê, lê bi heybet.

Rakan Cibûrî di hevpeyvînekê de bo heftenameya Rûdawê bi tundî êrîş dike ser PDKê û wê bi zêdegaviyê tometbar dike û tew dibêje li baregeha civata serkirdatiya PDKê term hatine dîtin?

Heke yekî wek Rakan Cibûrî êrîşî ser me bike, şeref û serwerî ye bo me, çimkî temamiya Iraqê dibêje Rakan kesekî şoven û tawanbar e. Ew derewan dike, çimkî dema ku PDKê li Kerkûkê bû hemû alî û şêniyên Kerkûkê şahidiyê li ser me didin.

Rakan Cibûrî dibêje PDK dikare vegere liqa xwe, hûn çima venagerin?

Em vegerin, divê em bi heybet vegerin. Em vegerin jî kesên mîna Rakan Cibûrî ku dizî kiriye û bi zulm hatiye ew post wergirtiye, nabe li wir be.

PDK komîteyek bo amadekariyên kongreyê pêk aniye. Gelo komîteyê dest bi karê xwe kir?

Komîte ne ji bo amadekarî lê ji bo bingehdanînê ye. Du komîteyên me yên peyrewê hene. Komîteya hilbijartina nûnerên kongreyê, ligel komîteyeke kargerî ya amadekariya kongreyê ku herdu jî nîveka adarê pêk tên û dest bi kar dikin.

Kengî kongre tê sazkirin?

Îsal tê sazkirin. Lê me hê dema wê diyar nekiriye. Dibe ku em meha sêyan roja wê diyar bikin.

Qasî ku heta vêga hatiye zanîn çi guherînek tê kirin?

Tiştê ku vêga heye tenê bingehsazî ye. Astengiya PDKê ya birêkxistin û cemawer nîne, arîşeya me ya îdareya tenzîmê heye. Ev asayî ye, PDK rêxistineke zindî ye, lê divê bi şêweyeke serdemî bixebite. Ji sala 1992 ta îro PDKê her pile yek e li Kurdistanê, hêzeke wê ya baş heye, lê divê bi awayekî serdemî barêşa xwe birêk bixe û şiyanên xwe zêdetir bike.

Raya we li ser raspartina Mihemed Tofîq Elawî bo pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê çi ye? Heta çiqasî PDK ligel danîna wî ye û wê deng bide wî gelo?

Li ba me her berbijêrek bê danîn û kolan jê razî bibe û bikare barêşê ber bi asayîbûnê ve bibe, bi me asayî ye. Berê jî nerîneke me ya erênî li ser wî hebû û me jê re gotiye heke bikare kolanê razî bike, em jê razî ne. Kêşeya me ligel wî nîne û wek kes li ba me meqbûl e.

Heta çiqasî nêzîkî Kurdan e?

Jixwe em dipên miameleyeke qenc ligel Kurdan û pêkhateyên din jî bike. Kesekî nerm û biezmûn e. Berê jî têkiliyên wî bi hemû aliyan û Kurdan re hebûn. Mijar ew e ku bi çavekî erênî li herêmê û ezmûna Herêma Kurdistanê û mafên şêniyên Herêma Kurdistanê mêze dike û ta vêga jî wisa bû.

Li gor te, dê berdewamiya kabîneya Ebdilmehdî be, bi taybetî bo kurdan?

Ev pabendiya hikûmetê ye wan cîbicî bike û nabe jûvan bibe. Mijara Adil Ebdilmehdî ne şexsî bû, mijara kabîne û hikûmetê bû.