RÛDAW TAYBET – Ji Enqerê peyama piştgiriya Hewlêrê
Enqere (Rûdaw) – Piştî, ku Tirkiyê pêwendiyên xwe bi Rûsyayê re başkirin, niha jî hewl dide, ku, pêwendiyên ligel Iraqê re jî baş bike. Tê payîn Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim di rojên pêş me de seredana Bexda û Hewlêrê bike.
Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyê û Berdevkê Hikûmetê Numan, kurtulmuş derbarê pêşeroja pêwendiyên Tirkiyê û Iraqê, Herêma, kurdistanê û herwiha li ser pêwendiyên Tirkiyê û Rusyayê, polîtikayên Tirkiyê yên derbarê Sûriyê ji Rûdawê re axivî.
Em dikarin bêjin êdî peywendiyên Tirkiyê û Iraqê di asteke normal de ne yan ji bo vê yekê hê jî dem pêwîst e?
Niha belê ez bawer nakim, ku di navbera me û ciran û birayê me Iraqê de çi kêşeyên wisa hebin,, ku pirr kûr bin û nehên çareser kirin. Lê mixabin aloziyên demdirêj yên, ku li heremê rûdidin, bi taybetî rewşa nû ya ji ber şerê Sûriyê derketiye holê, bandorê li ser têkiliyên Tirkiye û Iraqê jî kiriye. Vê rewşê bandoreke neyînî li peywendiyan jî kiriye. Birêz Serokomarê me hefteya borî bi rêya telefonê peywendî li gel Serokwezîrê Iraqê birêz Ebadî sazkir û vê peywendiya telefonî têkiliyên herdu welatan careke din zindî kir,, ku têkilî ber bi têkçûnê bûn. Ev pêwendî bû zemînekî nû, ku her du welat têkiliyên xwe bihêztir bikin. Her du welatan jî di vê pêwendiya telefonî de aşkere kirine, ku ew hevdu weke du welatên bira û cîran dibînin û her du aliyan jî niyet heye, ku kêşeyên heyî çareser bikin.
Ez hêvî dikim di dema seredana Serokwezîrê me de jî, hem li Bexdayê hem jî Hewlêrê dê gavên pratîk bên avêtin û di serî de pêwendiyên bazirganî yên di navbera Iraq û Tirkiyê de û her wiha ji bo geşepêdana pêwendiyên di navbera Tirkiyê û Herêma, kurdistanê de jî em hêvî dikin, ku gavên rasteqîn bên avêtin. Ez hêvî dikim,, ku bi taybetî jî dê zemînekî hevpar bo tekoşîna li dijî terorê were ava kirin û ev bingehê hevpar dê zêdetir hêzê bide hikumetên rewa yên her du welatan.
Em ji vê seredanê û pêvajoya nû bihêvî ne. Em hêvî dikin, ku di demeke nêzîk de têkiliyên Tirkiyê û Iraqê bigehin qonax û asta xwe ya rojên berê. Em di wê baweriyê de ne,, ku Iraqeke yek parçe û fîderal û bi taybetî jî Iraqeke wisa,, ku bi taybetî jî mafê rêveberiya herêmî ya, kurdan û mafê erk û aboriya hemû pêkhateyên din parastî, di berjewendiya gelên Iraqê de be. Em vê nêrîna xwe diparêzin û li ser vê nêrînê hewil didin têkiliyên xwe hem bi hikumeta navendî ya Iraqê re hem jî bi Rêveberiya Heremî ya, kurdan re baş bikin.
NAVÊ LÎSTOKA LI HERÊMÊ SYKES PICOTA DUYEMÎN E
Di bingeha vê aloziyê de çi hebû? Dema em lê dinêrin di dema xwe de Tirkiyê daxwaz dikir, ku mafê erebên sunî bê parastin. nûrî malîkî wê demê gotibû “ Tirkiyê destêwerdanê di karê me yê navxweyî de dike” dûv re kirîza başîkayê rûda. Sedema bingehîn ya van aloziyan çi bû?
Mixabin ev sedeme hemû jî ji aliyê hikumeta navendî ya Iraqê ve weke sedemên polîtik hatibûn aşkere kirin. Esasê meselê ew e, ku li heremê lîstikek heye divê em hemû vê lîstikê bibînin. Navê vê lîstikê Sykes Picot a dûyem e. Anko ew îradeya, ku sed sal beriya niha sînorên bêmane xistiye navbera gelên vê heremê, niha mixabin dixwazin dîsa bo cara duyê heman lîstîkê bilîzin û hewil didin, ku îradeya gelên herêmê bi nakokiyên etnîkî û mezhebî parçe bikin. Em dikarin bêjin Sykes Picota yekem di encamê şerekî gerdûnî de derket holê, ku ew şer wê demê bi destê artêşên mezin û meşrû hate encam dan, niha jî hewil didin, ku Sykes Picota duyem jî bi rêya şerên vekaletê û bi destê rêkxistinên terorî ava bikin. Divê li vê heremê, kurd, tirk, ereb, ecem û hemûyan pêkhateyên din; sunî û şîî hemû alî li hember vê lîstikê hişyar bin. Divê hemû xwedî nêrînêke wisa bin, ku em bikarin li hember van hewlên parçekirinê bisekinin.
Hebûna Tirkiyê li wir ji ber pêwîstiya tekoşîna li dijî DAIŞê ye, Tirkiye ji ber vê pêwistiyê li wir e. Jibilî wê, Tirkiye li wir e, ku pêşiya tevgerên rêkxistinên din yên terorî bigre. Niha operasyona Mûsilê eşkere kir, ku xêra xwedê ye, ku Tirkiye li Başîkayê bi hemahengî li gel peşmergeyan li gel Pasevanên Nînowayê, li gel xelkê heremî yê Mûsilê di nav xebatekê de ye. Me dît, ku nêzîkî 4 hezar kes di encama rahênanan dikarin bi bandor li dijî DAIŞê bisekinin. Me dît, ku Hêzên Peşmerge jî bi bandor li dijî DAIŞê tekoşînê didin. Ji ber wê armanca me li wir ne dagirkerî ye. Çavê me li axa welatê dost û bira ya Iraqê nîne. Berovajî vê yekê, ji bo li ser axa Iraqê, ku welatekî dost û bira ye, bandora rêkxistina terorî ya DAIŞê bê şikandin em li wir in. Hebûna me ya li wir heta, ku daxwaz û pêwistiya birayên me yên li wir bi me hebe jî dê berdewam be. Li ser vê meselê di be, ku di vê hevdîtinê de jî were rojevê, ji bo çareserkirina meselê û têgehiştineke du alîyane dê bi hikumeta navendî ya Iraqê re gav bên avêtin.
BARZANÎ DI BAŞKIRINA PÊWENDIYÊN ENQERE Û BEXDAYÊ DE ROLEKE GIRING LÎST
We jî amaje pê kir, ku di demên dawî de pêşveçûnên erênî di têkiliyên Tirkiyê û Iraqê de hene. Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî heyamên borî seredana Tirkiyê kiribû û bi Serokomar Erdogan û Serokwezîr Yildirim re hevdîtin pêk anîbûn. Çi rola Barzanî di başbûna têkiliyên Tirkiye û Iraqê de hebû ?
Di demêk nêzîk de hem birêz Nêçîrvan Barzanî hem jî birêz Mesûd Barzanî roleke pir erênî lîstin, ku têkiliyên Iraq û Tirkiyê baş bin û herwiha xebatên wan jî hebûn. Ew jî xwedî nêrîneke wisa bûn. Li dijî hebûna rêkxistinên terorîstî li wê heremê jî hesasîyeteke rasteqîn derxistin holê. Ji ber wê jî ez dubare sipasiya wan dikim. Bi taybetî jî dijî rêkxistina terorî PKKê, ku bi heceta parastina jiyana xelkê êzidî xwe li derdora Şingalê xwe bicih kirine, daxuyanîyên birêz Nêçirvan Barzanî pir girîng bûn, ku ew dibêje em wan li wir naxwazin û ew li navçeyê dibin sedema aloziyan. Em li dijî DAIŞê û PKKê piştgiriya rêveberiya herêmê pir girîng dibînin.
Serokwezîr Yildirim dê di destpêkê de seredana Bexdayê bike. Dê hevdîtinan bi rayedarên Iraqê re pêk bîne. Di rojeva hevdîtinan de çi heye? Kîjan xal dê sereke bin?
Elbet di destêpêkê de dê mijarên nakok werin gotûbêj kirin. Lê xala herî sereke zindîkirina têkiliyên bazirganiyê ne, ku ev xal her du welatan nêzîkî hevûdu dike. Mixabin em dibînin ji ber şer û alozî û rewşa siyasî û bêaramiyê rêjeya bazirganiya di navbera Tirkiye û Iraqê de 3 pişkan pişkek daketiye . me digot 15 milyar dolar kêm e divê rêjeya bazirganiya me zêdetir be, em hêviya vê yekê bûn, lê mixabin rêjeya bazirganiya me daketiye binê 5 milyar dolaran. Em vê rewşê qebûl nakin. Em dizanin, ku hem hikumeta navendî ya Iraqê hem jî Rêveberiya Heremê ya Kurdan pêwendiyên aborî yên bi Tirkiyê re weke pêwîstiyeke mezin dibînin. Em wisa difikirin, ku ev yek dê di berjewendiya her du aliyan de be. Ji bo zindîkirina pêwendiyên bazirganî mijara bazirganiyê dê di nava mijarên sereke de cihê xwe bigre. Divê bi Hewlêrê re jî, anko bi Rêveberiya Herêmî ya Kurdan re jî têkiliyên bazirganî careke din bigehin asta xwe ya berê. Weke tê zanîn ji sedî 70 rêjeya hinardekirina Tirkiyê bo Iraqê diçe Hewlêrê anko diçe Rêveberiya Herêma Kurd. Rêjeya şîrketên Tirkiyê di nav kompanyayên bêyanî yên li Hewlêrê ji sedî 60 e. Heman şêve em beşeke zêde ya hinardeya xwe bo wê deverê jî bi rêya Hewlêrê dikin. Inşelah hem bi hikumeta navendî ya Iraqê re hem jî bi Rêveberiya Herêmî ya Kurdî re têkiliyên me yên bazirganî dê bigehin asta xwe ya berê.
HEBÛNA PKKÊ YA LI ŞINGALÊ METIRSÎ YE
Hebûna YPGê ya li Şingalê tê zanîn. Dîsa bi navê Yêkîneyên Bexwedana Şingalê yekeniyek, ku ji êzîdiyan pêk tê heye û hikumeta navendî ya Bexdayê wan bi fermî nas dike. Li gorî îdayên, ku di çapemeniyê de cih digirin tê gotin Tirkiye xwe amade dike li dijî PKKê hem li Qendîl û Şingalê hem jî li Rojava operasyonekê encam bide. Li ser van mijaran daxwaz û hêvîyên we dê ji hikumeta Iraqê çi bin?
Hem di hevdîtinên xwe yên bi hikumeta Iraqê re hem jî di hevdîtinên xwe yên bi hikumetên din re, xeta ku em li ser disekinin ev e, ku em dibêjin rêkxistinên terorî yê baş û yê xirab nabin. Hûn dibêjin em Mûsil û Tilaferê ji DAIŞê paqij bikin, belê keremkin em paqij bikin. Li hember DAIŞê hemû dinya diaxive; diaxive lê kes tiştekî nake. Weke Tirkiye em bedel didin. Demek beriya niha ez beşdarî merasima cenazeyê şehîdekî me bûm, ku ji aliyê DAIŞê ve hatiye şehit kirin. Di çarçoveya operasyona Mertala Firatê de em tekoşînê dikin, li bejahiyê rasterast em li dijî DAIŞê şer dikin. Wendayiyên me çêdibin, em şehîdan didin. Hemû dinya diaxive, niha belê em Mûsil û Tilaferê ji rêxistina terorî paqij bikin, lê dema em rêkxistineke terorî paqij dikin, em neçin rêkxistineke din ya terorî li wir bicih nekin. Êdî ew rêkxistin ji PKK be, çi PYD be, çi Heşdî Şeibî be yan jî grubekê din be.
Ji destpêkê heta niha em ji emrîkîyan re, rûsan re, îraniyan re, îraqiyan re dibêjin, bihêlin bila Mûsil ya xelkê Mûsilê be, Tilafer ji bo Tilaferiyan bimîne. Ezbenî bila Reqa bibe bo Reqiyayan. Cerablus bila ya Cerablusiyan be. Di nûmineya Cerablusê de me ev yek pêkanî. Bila xelkê heremê bê çekdar kirin û tevlî tekoşînê bibe. Cihana nêvdewletî jî bila di tekoşîna li dijî DAIŞê de piştgiriya wan bike. Bila piştgriya esmanî bike, bila piştgriya pêwîst bike. Heke em wisa nekin, em dê ji gefa rexistineke terorî rizgar bibin lê em dê vê carê bikevin bin gefa rêkxistneke din a terorî de. Ji ber wê em dibêjin, ku li Şingalê çavlêgirtina li beramber PKKê beşeke vê lîstîkê ya metirsîdar e. Ji bo me DAIŞ jî metirsî ye,YPG jî PYD jî Heşdî Şeibî jî metirsî ne. Nusra jî, rêkxistinên din jî metirsî ne. Eger em gorî berjewendiyên xwe yek ji wan rêkxistinan biparêzîn, wê îro - sibê li serê me bibe bela. Jiber wê em dibêjin hebûna PKKê li Şingalê hem ji bo Tirkiyê, hem ji bo Rêveberiya Heremî, hem jî ji bi giştî Iraqê tehdît û metirsi ye li ser aramî û ewlehiyê. Em dê vê meselê jî bi hikumeta Iraqê re biaxivin. Ez hêvî dikim, ku em dê bigehin encamekê.
Di heyamên borî de Başîka bibû sedema kirîzê, Serokwezîr Heyder Ebadî gotîbû divê serbazên Tirkiyê ji wir derkevin. Eger hikumeta Iraqê şertekî wisa bîne pêşiya Tirkiyê, Tirkiyê dê qebûl bike?
Bawer nakim. Ji xwe ew dibînin, ku hebûna me ya li Başîka ne bi armanca dagirkirinê ye û helwesta me ne lidijî hikumeta Iraqê ye ew jî vê yekê dibînin. Bi awayekî zelal dibînin. ji ber wê ez hêvî dikim, ku ev mesele dê li ser masê be û dê were gotûbêj kirin û dê encamek jî were bidest xistin.
Di van hevdîtinan de mijara firotina petrola Iraqê û Herêma Kurdistanê bi destê Tirkiyê, bo nav bazarên cihanê dê were rojevê?
Yanî dibe, ku ev mesele jî bên axavtin. Mijarên gotûbêjan dê dulayane werin tekît kirin (aşkere kirin). Dibe, ku ev jî were gotûbêj kirin. Min beriya niha jî behs kir, ku em yeketîya axa Iraqê diparêzîn. Lê heman demê em behsa sîstemeke federal, adîlane û li ser parvekirina erk û derametan dikin. Bêgûman di nav vê de petrol jî heye. Em wisa difikirin, ku sîstema federalî dê li gorî berjewendiya hemû aliyên Iraqî be. Tirkiye jî dê ji bo geşedaneke aborî û bazirganî bi her awayî piştgiriya Iraqê bike.
Li Iraqê bi taybetî jî sunîyên li Mûsilê hêvîyên mezin ji Tirkiyê hene. Çi planên Tirkiyê ji bo suniyan hene? Weke mînak ew dixwazin Nînowa ji bo wan bibe heremeke federal, li ser vê mijarê hun çi difikirin?
Di serî em bi rijdî dubare dikin û dibêjin “ bila her bajarek nasname û taybetmendiyên xwe biparêze” nasnameyeke Mûsilê heye. Piraniya xelkê Mûsilê sunî ne û Mûsil bajarekî sunî ye. Ereb hene, tirkmen hene, kurd hene, divê em vê xemlê biparêzin. Telafer heman şiklî… em wir bi vî şeklî biparêzin. Lê em bêjin eger em li wir polîkaya paqijkirina mezhebî li ser suniyan bimeşînin, yan jî eger polîkaya paqijkirina neteweyan li ser ereban yan jî em bêjin li ser tirkmenan bimeşînin, ev yek çi xêrê nade pêşeroja Mûsilê. Ji ber wê em dibêjin; sunî jî weke pêkhateyên din parçeyekî esasî yên Mûsilê ne û heta roja qiyametê jî ew dê li wir bin. Çi siyasetên, ku paqijkirina suniyan ji Mûsilê ji bo xwe bike armanç nahê qebûl kirin. Siyaseteke, ku armanca wê paqijkirina ereba yan tirkmenan ji Mûsilê be, bi çi şeklî nahê qebûl kirin. Ji ber wê bila her pêkhateyek hebûna xwe li wir biparêze. Ev civakên, ku bi dirêjiya dîrokê re bi hev re dijîn, bila heta qiyametê dîsa bi hev re bijîn.
PÊWENDIYÊN HERÊMA KURDISTANÊ Û TIRKIYÊ
Serokwezîr Yildirim dê seredana Hewlêrê jî bike. Li wir mijarên sereke çi ne? Giringiya Herêma Kurdistanê ji bo Tirkiyê çi ye?
Me di van hemû pêvajoyan de têkiliyên nêzîk bi rêveberiya li Hewlêrê re hebûn. İnşelah em hêvî dikin, ku dê Rêveberiya Heremî meseleya serokatiyê jî di demeke nêzîk de çareser bike. Em bi her awayî piştgiriya siyasî didin rêveberiya Hewlêrê. Me hay ji wê yekê heye, ku hewl tê dan da, ku Rêveberiya Bakurê Iraqê bê îstikrar bê hiştin. Ji bo me ya esas ew e, ku li wir seqamgîrî û aramî bê parastin. Hebûna seqamgiriyê li wir dê hem di berjewendiya, kurdên li heremê de be, hem jî dê têkiliyên Tirkiyê û Rêveberiya Heremî û têkiliyên Tirkiyê û Iraqê bihêztir bike. Em înşalelah rêveberiyeke Hewlêrê ya bi îstixrar, rêveberiyeke Hewlêrê ya di warê aboriyê de bihêz û rêveberiyeke Hewlêrê ya, ku têkiliyên wê yên bazirganî bi Tirkiyê re baş difikirin. Ji bo vê yekê çi bikeve ser milê me em berdewam erka xwe bicih tînin û xebata xwe jî dikin. Ji bo, ku di demeke nêzîk de rêxistinên terorî jî ji sînorê Bakurê Iraqê bêne derxistin em piştgiriyeke rasteqîn didin.
Rêveberiya Herêma Kurdistanê di meseleya aborîyê de di rewşeke dijwar de ye. Di belgeyên Wikîliksê de jî aşkere bû, ku daxwaza deynekî mawedirêj li Tirkiyê hate kirin. Ji bo, ku ev qeyrana darayî jî çareser bibe, Tirkiyê çi alîkariyekê dike yan na?
Ji xwe dem bi dem Tirkiye piştgriyên bi vî şeklî dike. Dîsa di van hevdîtinan de jî dê ev mijare jî werin rojevê û dê mesele dulayane were gotûbêj kirin.
Hûn demeke dirêje di nav siyasetê de ne lê belê di heman demê de aborînas in jî. Anko pîşeya we aborînasî ye. We li zankoyan jî demeke dirêj perwerde da. Hûn weke aborînasekî pêşeroja Herêma Kurdistanê ya aborî çawa dibînin? Çi pêşniyazeke we ji bo wir heye?
Bi rastî ez wisa difikirim, ku tenê ev herem anko ne tenê Herêma Kurdistanê , Iraq û Sûriye heman demê li seranserî vê heremê, ji Mexrîbê bigirin, heta Endonezyayê anko erdnigariya berfireh ya alema îslamê xwedî dewlemendiyeke mezin e. Ez vê yekê dizanim; Hem dewlemendiyên xwezayî, deramet û çavkaniyên li ser erdî û bin erdî, hem jî - spas bo xwêdê- di warê çavkaniya beşerî de, bi taybetî di van salên dawî ez dizanim, ku gellek insanên baş li vê heremê vêragehiştine (perwerde bûne), weke gotineke, ku li Tirkiyê dibêjin “şekir heye, ar heye, rûn heye, her tişt heye tenê divê em helavê (mirtûxê) çê bikin“. Kêmasiya herî mezin di nav alema îslamê de kêmasiya îradeyeke siyasî ye. Wisa binêrin, ku ev mijarên em li ser diaxivin ji bo me hemûyan dibe cihê daxê (êşê). Şerên navxweyî, gengeşe, lihevnekirin, dagirkerî, êrîşên terorî em her gav behsa vana dikin.
Lê belê Rêveberiya Bakurê Iraqê jî, Herêma Bakurê Iraqê jî xwedî dewlemendiyên bêhempa ye. Lê şûna, ku em behsa derxistina wan dewlemendiyan û parvekirina wan dewlemendiyan û bi rêya bajarên xwe yên hevsînor parvekirin û belavkirina wan dewlemendiya bikin; niha mixabin bihêlin ji welatekî derbasbûna welatekî din li heman welatî ji bajarekî derbasbûna bajarekî din heta bêjin zehmet ketiye. Rêya me ji piştgriyê derebas dibe, rêya me rêya hevpariyê ye, rêya me ji vê yêkê derbas dibe, ku em dîroka xwe û çanda xwe hevpar binirxînin. Rêya me ew e, ku divê em di mijara aboriyê de projeyên hevpar ava bikin. Di warê perwerdê de, mesele bifikirin, ku di navbera Tirkiye û Bakurê IRAQÊ de projeya zanîngehên hevpar hebin. Bifikirin, ku xwendekar li vir diçin wir û li wir jî tên vir û perwerdê dibînin. Ev e ne xeyalên dûr in. Me hêz heye, ku em van tiştan hemûyan jî bikin. Lê tenê divê em di demeke nêzîk de ji vî rewşa xirab de derkevin.
Ez dixwazim hinek jî bi meseleya Sûriyê dewam bikim. Daxuyaniyeke we hebû we gotibû polîtîkayên me yên sûriyê di serî de xelet bûn. Niha vê de em dê di derbarê Sûriyê de polîtîkayeke çawa bibînin? Bo nimûne êdî em dikarin bêjin çûna rejîma Esed bo we ne xaleke sereke ye?
Niha di vê daxuyaniya xwe de armanca gotina min ew bû, ku ez dibêjim di qada nêwdewletî de anko ez behsa polîtîkayên hemû welatan dikim û dibêjim ew polîtîkaya Sûriyê xelet bû û mixabin bac û bedela wê jî xelkê Sûriyê da. Li Sûriyê di sê salên destpêkê de şerekî navxweyî, di sê salên din jî şerekî giran yê wekalet hate meşandin û barê vî şerî jî heta bêjin giran bû. Li vir mixabin di destê çi welatan de çi kilîl an jî çi projeyên çareseriyê nebûn. Di serî de ez dibêjim xwezî welatên heremê hatibana cem hev. Tirkiye û iran û welatên din hatibana cem hev û bêyî midaxeleya welatên bêyanî kirîza Sûriyê çareser kiribana. Xwezî cihana nêvdewletî hovitîyên rejîma Beşar Esad… - heta weke tê zanîn çekên kimyayî jî bikar anîn..- Qe ne niha vê de em bikarin bibin xwedî însiyatîf û bifikirin ka wê çawa ev şer bê sekinandin. Lê mixabin çi ji van bicih nehatin.
Bo nimuna projeya perwedekirin û amadekirinê biserkevtî nebû. Li Sûriyê piştgiriyeke rasteqîn ji bo baskên lîberal yên artêşa azad nehate dan. Di dawiyê de mesele gehişte vê qonaxê. Niha tiştê bû bû ( çûyî çûn) xwezî wisa nebûya. Lê ji niha û pê ve; em weke Tirkiye hewil didin, ku nêrîneke nû ya aştîyane derxin pêş. Weke Tirkiyê helwesta me, sekna me rast bû. Em ji vê yekê bêşik in. Ji sedî sed sekna me rast bû. Anko em li cem xelkê Sûriyê bûn. Me dixwest, ku li Sûriyê proseyeke demokratîk dest pê bike. Lê em nekarîn ji bo vê yêkê amûrên polîtik yên pêwîst pêşbixin. Hêza me bi tena serê xwe têra vê yekê nekir. Cihana nêvnetewî jî di meselê de piştgriyeke cidî neda, heta ez bi zelalî bêjim; di serî de Amerîkayê û welatên din yên, ku beşek in ji hevpeymaniya nêvdewletî, ji bo çareserkirina kiriza Sûriyê çi proeje û perspektîfên hevpar û helwest nebûn.
Ji ber wê tiştê, ez dibêjim ; em weke Tirkiye her çend li cihekî rast sekinin jî, lê belê ji bo, ku em vê rola xwe ya rast pratîze bikin me polîtîkayên rast cîbicî nekirin (ava nekirin). Hêza me têra vê yekê nekir. Niha em hewil didin, ku em nêrîneke aştiyane derxin pêş. Spas bo xwedê gavên serkevtî hatin avêtin. Di maweyê çend mehan de Tirkiye û Rusya gehiştin xatekî hevpar. Di serî de me got em li ser rewşa Helebê ya mirovî bisekinin û em şertên agirbestekê amade bikin. Rast e hin aliyên provakatîf derdikevin. Hin komên mîlîsan, ku Îran û rejîm piştgriya wan dike, hewil didin, ku pêvajoyê provake bikin. Lê di encamê de eger hun bi giştî li meselê binêrin prose baş dimeşe. Li ser agirbestekê li Helebê û paşî jî li ser agirbestekê li hemû Sûriyê gavên girîng hatin avêtin. Tirkiye di mijara erk û karên, ku dikevin ser milê oposizyona lîberal garantor e. Federasyona Rûsyayê jî di mijara erk û karên, ku dikevin ser milê rejîma Sûriyê de garantoriya xwe ragehandiye. Peymaneke dulayane hatiye ava kirin. Bi vê peymana agirbestê em hêvî dikin, ku weke qonaxa duyem dê aştî dest pê bike, anko hevdîtinên aştiyê. Wê demê jî dîsa li aliyekî dê rejîm hebe, li aliyê din dê oposizyon hebe.
TIRKIYE MAFÊ KURDAN LI SÛRIYÊ DIPARÊZE
Li Rojava di bin rêveberiya PYDê de sê kanton hene. Tirkiye naxwaze, ku ev her sê kanton bibin yek. Li ser vê meselê di navbera we û rusyayê de lihevkirinek heye?
Li ser vê meselê çi rêkevtin nîne, lê Rusya ji Elbabê heta Minbicê anko di çarçoveya operasyona Mertala Firatê de bi taybetî jî li Elbabê alîkariya esmanî dide me. Niyeta me bi çi şeklî dagîrkirina axa kesî nîne. Rûsya jî bixwaze û nexwaze dibîne, ku armanca me ji vê operasyonê paqijkirina rêkxistinên terorî ye. Rûsya jî dibîne , Amerîka jî dibîne. Helwesta me pirr zelal e. Em li bakurê Sûriyê ji ber hebûna birayên xwe yên, kurd qet aciz nabin. Heta sînorên navçeyên me li pêşberî hev in. Xizm û kesên me li ser axa Sûriyê ne. Ji ber wê em bi hebûna birayên me yên, kurd li wê derê aciz nabin. Lê em dijî wê yekê ne, ku tenê rêkxistinek, rêkxistineke terorî li wê derê bibe desthilat û daxwaza axê bike û hewil bide, ku yeketî û yekparçeyiya axa Sûriyê parçe bike. wateya wê ew e, ku yekparçeyiya axa Sûriyê ji holê were rakirin. anko tê wê wateyê, ku Sûriyê herî kêm bibe sê parçe.
Mesele ne tenê parçe bûna Sûriyê ye, rewş tê wê wateyê, ku bi rêya axa Sûriyê li dijî Tirkiyê êrîşên terorî bên encam dan. Jixwe niha jî em dizanin, ku li pişt gellek êrîşên li Rojhilat û Başur Rojhilatê welatê me pêk tên hêzên PYD –YPGê hene. Em dizanin, ku ew bi çekdarên xwe û bi alîkariyên lojîstîkî piştgriya van êrîşan dikin. Tirkiye bi çi şeklî rê nade tiştekî wisa. Ev e meseleya pêşeroja Tirkiyê ye. Ya na mesele ne meseleya hebûna, kurdan ya li wê derê ye.
Ez dixwazim tiştekî din jî bînim bîra we; di demên, ku welatên cihanî hê ne dizanin ka gelo li bakurê Sûriyê, kurd hene yan ne, Tirkiye hem di serdema bab Esed de, hem jî di serdema, kurê wî de, di hemû hevdîtinên xwe yên bi Esed re me digot, “Hûn çima nasnameyê nadin birayên me yên kurd yên li bakurê Sûriyê? Hûn çima mafê wan nadin wan? Hûn çima wan weke hemwelatiyên wekhev qebûl nakin?”
Dema, ku peywendiyên baş jî bûn me her gav zexta vê yekê li wan dikir, berdewam me pêşniyaz li wan kirin. Me her gav daxwaza wê yekê li rêveberiya Sûriyê kir, ku ew mafên birayên me yên kurd yên li bakurê Sûriyê berfirehtir bikin. Ji ber wê helwesta me zelal e. Li wir dê kurd jî hebin, ereb jî dê hebin, tirkmen jî dê hebin, êzîdî jî dê hebin, hemû jî dê hebûna xwe berdewam bikin. Lê çi kes nikare bêje, “li vir ez tenê heme û nabê yên din hebin”. Eger rabin vê yekê bêjin – jixwe PYD vê yekê dibêje, YPG vê yekê dibêje- em nikarin vê rewşê qebûl bikin. Em bi çi şeklî çavên xwe li êrîşên, ku li wê deverê li me tên kirin jî nagirin.
Pêşbîniya we ji bo, kurdên Sûriyê ji bo statûya wan çiye? Jibilî PYDê, Encûmena Niştimanî ya Kurdên Sûriyê ENKS jî heye hûn hemû hêzan weke hev dimînin?
Niha dubare ez dixwazim vê yekê îfade bikim; navê lîstika, ku tê lîstin, “zêdetir parçekirina vê heremê ye”. Bawer bikin eger, ku li wir heremekê ava bikin jî têra nake wê bixwazin, ku wê jî parçe bikin. Ji bo nimûne eger ji destê wan were dê rêveberiya, kurdan ya Iraqê jî dabeş bikin û bikin çend parçe. Lîstîk lîstîka parçekirin, biçûkkirin û bi dilê xwe birêveberinê ye. Divê em li dijî vê lîstikê derkevin. Li Sûriyê jî li Iraqê jixwe em dibêjin sînorên heyî bi destçêkirî ne. Çi wateya van sînoran heye? Gel heman gel in. Gelên hevpar in. Divê em behsa siyaseta parçebûnê nekin em behsa sîyaseta yekbûnê û rêkûpêkbûnê bikin.
Hêviya me ji bo Sûriyê ew e; em dê ji bo vê yekê bi hemû hêza xwe alîkar bin. Em dibêjin bila Sûriyeyeke wisa bê ava kirin, ku herkes weke hemwelatiyê wekhev û azad bê qebûl kirin. Bila çi kes ji yê din zêdetir nehê dîtin, Sûriyeke wisa bê ava kirin, ku her kes wekhev be. Em amade ne bi her şeklî piştgirî bikin Sûriyeke wisa bê ava kirin da ku hemû alî bi rengê xwe, xwe îfade bikin û di rêveberî û proseya biryardanê de xwedî gotin û erk bin. Kurd bila mafê xwe biparêzin, ezbenî bila ereb mafê xwe biparêzin. Yên din bila mafê xwe biparêzin, sunî bila biparêzin, nuseyrî bila biparêzin. Pêkhateyên din bila biparêzin. Lê bila vê yekê di zemînekî demokratîk de biparêzin.
Dema yek mafê xwe diparêze nahê wê wateyê, ku divê yê din tine bibe. Divê rêz li mafê yê din jî bê girtin. Înşelah dê Sûriyeke demokratîk were ava kirin. Em di nav vê wêraniya giran de xeyaleke wisa dikin, ku Sûriyeke wisa ji vê wêraniye derkeve û bo hemû cihanê, bo hemû heremê bibe mînak. Bila bi ferq û cewaziyên xwe, bi rengên xwe yên cuda û çanda pêkeve jiyanê, Sûriyeke wisa bê ava kirin, ku herkes bi hebûna xwe tê de jiyanê bike.