Enqere (Rûdaw) – Lêkolerê Navenda Lêkolînan a ORSAMê Oytun Orhan li ser şer û pevçûnên li Sûriyeyê got, “Dema em li encamên operasyonan dinêrin ji aliyê Tirkiyeyê ve tabloyeke erênî heye.”
Komên girêdayî Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) 27ê Çiriya Paşîn êrişî parêzgehên Îdlib û Helebê kir.
Komên çekdar 27-28ê Çiriya Paşîn ji rojavayê Helebê ber bi navendê ve bi lez bi pêş ketin û wan 30ê Çiriya Paşîn piraniya navenda Helebê bi dest xist.
Komên çekdar 30ê Çiriya Paşîn jî navçeya Xan Şêxûnê kontrol kir û bi vê yekê tevahiya parêzgeha Îdlibê ket bin kontrola wan.
Oytun Orhan li ser hebûna Beşar Esed a di paşeroja Sûriyeyê de jî anî ziman:
“Eger hûn Esad wekî kes bipirsin ez nizanim dibe ku nebe, eger hûn wekî rejîm bipirsin rejîm wekî aktorekî ye.”
Lêkolerê Navenda Lêkolînan a ORSAMê Oytun Orhan li ser rewşa dawî ya şerê li Sûriyeyê ji nûçegihanê Rûdawê Şewket Herkî re axivî.
Rûdaw: Di rewşa nû ya Sûriyeyê de helwesta Tirkiyeyê girîng e. Tirkiye li aliyekî li dijî hebûna Beşar Esed e lê li aliyê din HTŞ wekî rêxistineke terorî tê naskirin. Ev yek ji bo Tirkiyeyê di mijara Sûriyeyê de nakokiyan durist nake?
Oytun Orhan: Tekez nakokiyan durist dike. Li cihekî dema em li encamên operasyonên dawî binêrin ji aliyê Tirkiyeyê ve tabloyeke erênî heye. Ango mixalif li Sûriyeyê hêzê bi dest dixin. Bandora Îranê ya li Helebê ji holê rabû. Herêm ji destê rejîmê hat rizgarkirin. Fersendeke nû ya ku Sûriyeyî vegerin welatê xwe hate bidestxistin. Li Sûriyeyê ji bo çareseriya siyasî zemîneke guncav ava bû. Eger em li encamên wê temaşe bikin gelekî erênî ye. Li aliyê din jî metirsiyek heye. Ew jî rêxistina HTŞyê ya ku Tirkiye bi terorê bi nav dike pêşengiya vî şerî dike. Ev metirseyek e ku divê Tirkiye li hemberî wê li ber xwe bide. HTŞ niha di nava veguherînekê de ye. Beriya çend salan ragihadibû ku ew ji El Qaîdeyê veqetiyane. Di nava lêgerînekê de ye ku bibe aktoreke siyasî. Tirkiye ji bo hewldanên wan û ji bo bibin rêxistineke siyasî dê hinek gav bavêje û dê ji bo parvekirina hêzê bi wan re li hev bike. Ev jî zehmetiyeke ku Tirkiye divê li hemberî wê li ber xwe bide.
Rûdaw: Li aliyê din, naveke dîplomatîk heye ji bo zîndikirina Protokola Astanayê, hûn pêkan dibînin ku careke din di çarçoveya Astanayê de aramî were herêmê?
Oytun Orhan: Bê guman ez di wê baweriyê de me ku niha derfet zêdetir in. Ji xwe Astana êdî zêdetir bi pêş nediket. Sedema bingehîn a vê jî Rûsya, Îran û Sûriyeyê xwe nadin ber çareseriyê û di çareseriya leşkerî de bi israr bûn. Tabloya niha ev nîşanî me da ku li Sûriyeyê çareseriyeke leşkerî ne pêkan e. Salên dirêj in şer dikin, rejîm bi pêş ket û di nava hefteyekê de ev herêm careke din hatin bidestxistin. Ango çareseriyeke leşkerî nîne. Li gorî min dê ev pêşiya çareseriya siyasî veke. Li vir jî biryara rejîma Sûriyeyê girîng e. Gelo dê berê xwe bidin çareseriya leşkerî an jî siyasî.
Rûdaw: Gelo dê pêvajo bêyî Beşar Esed bimeşe yan dê ew jî hebe?
Oytun Orhan: Eger hûn Esed wekî kes bipirsin ez nizanim dibe ku nebe. Eger hûn wekî rejîm bipirsin rejîm wekî aktorekî ye. Belê heger hûn wekî rejîm bipirsin ew ji bo paşeroja Sûriyeyê aktorek e. Rûsya û Îran lawaz bûne lê çi bibe jî dê bixwazin berjewendiyên xwe yên li vir biparêzin. Hêzeke diyar a rejîma Esed jî heye. Dibe ku terorîzm zêde bibe yan ji li herêmê bi hêz bibin. Li gorî min a herî baş çareseriya siyasî ye. Li gorî vê dê encam bigihêjin cihekî.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse