Serokê Partiya Komarparêzan ê Washingtonê: Egera serkeftina Trump pir xurt e

05-11-2024
RÛDAW
Serokê Partiya Komarparêzan ê Washingtonê Patrick Mara/Wêne: Ji ber dîmenan
Serokê Partiya Komarparêzan ê Washingtonê Patrick Mara/Wêne: Ji ber dîmenan
Nîşan Donald Trump Hilbijartin Kurdistan Amerîka Kamala Harris
A+ A-

Serokê Partiya Komarparêzan ê Washingtonê da zanîn ku egera serkeftina Trump û Komariyan pir xurt e û sedema herî girîng a ku wiha dike Komarî bi ser bikevin, sedema aborî û aştiya Amerîkayê ye.

Serokê Partiya Komarparêzan ê Washingtonê Patrick Mara li ser siyaseta Trump a bi hevpeymanên xwe re got, “Trump hevpeymaniya bi hevkarên xwe re nêzîk dihêle.”

Serokê Partiya Komarparêzan ê Washingtonê Patrick Mara ji bernameya Nûrojê ya Tora Medyayî ya Rûdawê ku Nalîn Hesen pêşkeş dike re axivî.

Serokê Partiya Komarparêzan ê Washingtonê Patrick Mara li ser egera serkeftina Trump û Komariyan got:

“Bi nêrîna min, egera serkeftina Trump û Komariyan pir xurt e.

Ev zelal e ku Komarî û Demokrat jî dizanin ku Encûmena Pîran ku niha di destê Demokratan de ye, dê têkeve destê Komariyan.”

Patrick Mara li ser sedemên dengdana Komariyan got:

“Berî her tiştî, binêrin di 4 salên borî de çi qewimiye. Amerîkî pereyên bêhtir ji berîkên xwe derdixin ji bo ku tişt û kelûpelên sereke bikirin.

Gaz û benzîn biha bûne û her wisa enflasyon jî pir zêde bûye. Niha çend şer diqewimin, lewra aborî û aştî du sedemên herî girîng in ji bo ku dengder dengê xwe bidin Komariyan.”

Li ser siyaseta derve ya Trump di dema serokatiya wî de, Patrick Mara anî ziman:

“Trump her tim gotiye ku ew naxwaze Amerîka tevlî ti şeran bibe û Amerîka berî her tiştî ye lê bê guman dê bi hevpeymanên xwe re, rê li ber çêbûna wan şeran bigire.”

Li ser pirsa heheger Trump bibe serok dê hêzên Amerîkayêyê ji Rojavayê Kurdistanê vekişîne jî Patrick Mara wiha got:

“Dijwar e ku ez niha tiştekî bibêjim. Dê cure vekişînek hebe lê ez bawer nakim ku hemû hêzê ji wir vekişîne.

Çimkî nabe tu rewşekê çêbikî ku kesên xirab werin û cih tije bikin, loma ez bawer nakim ku vekişîneke tevahî çêbibe. Bi dîtina min, dê beşeke hêzê li herêmê bimîne.”

Patrick Mara her wiha li ser nêrîna Komariyan a derbarê têkiliyên Hewlêr û Bexdayê de got:

“Çi kesên ku heval û hevpeymanên baş ên Amerîkayê ne, dê têkiliyên wan bi Amerîkayê re bimînin.”

Rûdaw: Li gorî te, egera serkeftina Komariyan çi qas xurt e?

Patrick Mara: Bi nêrîna min, ehegereke pir xurt e. Zelal e ku Komarî û Demokratîxwaz jî dizanin ku Encûmena Pîran ku niha di destê Demokratîxwazan de ye, dê ew jî têkeve destê Komariyan. Têkildarî mijara serokatiya Amerîkayê, pir pir nêzîkî hev in lê em di rewşekê de ne ku dikarim bibêjim ku serok Trump li gorî pêşbîniyan û li gorî hejmarên ku hene, em dibînin ku pir zêdetir in ji hejmarên ku li 2020 hebûn û ji hejmarên ku di hilbijartina 2016 de hebûn. Bi ser de jî, li sala 2020 dengdana pêşdem hebû, çi yên ku bi xwe diçûn deng didan an dengê xwe bi postê dişandin, ev niha hatiye guhertin û em dibînin ku gelek kes li wîlayetên yekalînebûyî ku heft in, bi dîtina min dê Trump bide pêş Harrisê.

Rûdaw: Çi wisa dike ku Amerîkî deng bidin Komariyan?

Patrick Mara: Berî her tiştî, binêrin di heyama 4 salên borî de çi qewimiye? Amerîkî pereyên bêtir ji berîkên xwe derdixin ji bo ku tişt û kelûpelên sereke bikirin. Gaz û benzîn biha bûne. Em pereyên zêdetir didin av û elektrîkê û enflasyon jî pir zêdetir bûye û pirsgirêkên pir mezin çêkiriye, ev hemû çewtiya îdareya Joe Biden e. Ev yekem. Duyem, li desthilata îdareya Biden em tevlî çend şeran bûn lê gava Trump serok bû, wî Amerîka ji şeran derdixist. Lê em niha di nav çend şeran de ne û li ser asta cîhanê çend şer qewimîne, lewra aborî û aştî du sedemên sereke ne.

Rûdaw: Eheger Komarî bi ser bikevin, dê çi guhertin di siyaseta derve ya Amerîkayê de li Rojhilata Navîn çêbibin?

Patrick Mara: Serok Trump ji Komariyên ku serokên Amerîkayê bûn cuda ye. Mînak, heheger tu li Dick Cheney binêrî ku piştevaniya Kamala Harrisê kir ku bi xwe jî Komarî bû, her ew bûn ên ku tevlî şeran bûn. Şerê Îraqê û şerên din jî ên nola Efxanistanê lê Trump her tim gotiye ku ew naxwaze Amerîka here nav ti şerekî û wî gotiye ku Amerîka berî her tiştî ye. Lê ji bo pêşîgirtina li wan şeran dê ligel hevpeymanan kar bike.

Rûdaw: Trump bi wê yekê tê tometbarkirin ku têkiliya wî ligel serkirdên takrew heye, heger Trump bibe serok ev dê bibe sedema xurtbûna wan serkirdan?

Patrick Mara: Bi baweriya min, dema ku di kampanyaya hilbijartinê de li ser tiştên têkildarî siyaseta derve axivî, hin tiştan dibêje, rast e li ser wî tên hesêb di wê çarçoveyê de lê her kes dizane ku di rastiyê de wan karan nake ku di wan kampanyayan de hin caran medyaya Amerîkî behsa wan dike, dizanin ku medyaya Amerîkî li dijî Trump derketiye lê ew van tiştan nake.

Rûdaw: Di serdema desthilata Trump de ku serokê Amerîka bû di dawiya sala 2019an de hêzên Amerîkayê ji Rojavayê Kurdistanê vekişiyan û hevparên xwe tenê hişt, heheger dîsa were hilbijartin dê vê siyasetê bimeşîne?

Patrick Mara: Binêre! Em li deverê dinêrin, heval û hevpeymanên me kî ne? Ev pîvana sereke ya siyaseta derve ye heger Trump dîsa bibe serok. Niha zehmet e bibêjim mijar çi ye lê ya ku niha ji Trump re girîng e peydakirina derfetên kar û mijara aborî li nav Amerîkayê ye. Pêngava duyem siyaseta derve ye lê em li ber çav digirin ku divê em tevlî ti şerekî nebin lê Trump gotiye: têkiliyê ligel hevpeymanên xwe bihêztir dike. Ji hêla dîrokî ve, Trump hertim ligel wan kar kiriye ku nêzîkî wî bûn û xwestiye têkiliyê ligel welatên din çêbike. We dît ligel serokê Koreya Bakur hevdîtin pêk anî. Ew dixwaze van mijaran bi awayekî din çareser bike. Ew hewl dide ligel hemû serkirdên ku dijî Amerîkayê ne, têkiliyê çêbike.

Rûdaw: Heger Trump bi ser bikeve, gelo dê Amerîka hevkariya HSDyê bidomîne?

Patrick Mara: Ez nikarim li şûna wî bipeyivim ku hîn jî wekî serokê Amerîkayê nehatiye hilbijartin lê ez dikarim bibêjim ku ew dê têkiliyên bi hevalbendên biyanî re berdewam bike.

Rûdaw: Komarî û Trump çawa li daxwaza Îraqê ya vekişandina hêzên Amerîkayê ji Îraqê dinêrin?

Patrick Mara: Di vê demê de, em dizanin ku serok Trump ew serok bû ku biryar da ku hêza Amerîka ji Efxanistanê vekişe lê vekişîn ne wî kir, Biden kir û me dît çi heyteholek rakir û xelk û leşkerên Amerîkayê bûne qurbanî û hevparên me li Efxanistanê zirar dîtin. Baştirîn karê ku îdareya Trump bike ew e ku çend şêwirmend û hêzeke biçûk li Îraqê bin û her cûre vekişîneke ji Îraqê divê bi pêvajoyekê be ku herî kêm ziyan jê çêbibe û bi wê lezê nayê kirin mîna ku li Efxanistanê qewimî.

Rûdaw: Heger Trump bi ser bikeve, dê Amerîka hêzên xwe ji Sûriye û Rojavayê Kurdistanê vekişîne?

Patrick Mara: Dijwar e ku ez niha tiştekî bibêjim. Dê cure vekişînek hebe lê ez bawer nakim ku hemû hêzê ji wir vekişîne, çimkî nabe tu rewşekê çêbikî ku kesên xirab werin û cih tije bikin, loma ez bawer nakim ku vekişîneke tevahî çêbibe. Bawer nakim wisa be û dê beşeke hêzê li navçeyê bimîne.

Rûdaw: Siyaseta Amerîkayê ya li hemberî Herêma Kurdistanê dê çawa be?

Patrick Mara: Ez li ser vê mijarê nizanim, dibe ku Trump jî nizanibe dê siyaset çawa be û divê em li rewşa Îraqê binêrin.

Rûdaw: Komarî çawa li pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê dinêrin?

Patrick Mara: Çi kesên ku heval û hevpeymanên baş ên Amerîkayê ne, dê têkiliyên wan ligel Amerîkayê bimînin. Serok Trump hertim berjewendiya Amerîkayê berî her tiştî datîne. Îsraîl hevpeymana Amerîkayê ye û piştgiriya Amerîkayê ji bo Îsraîlê dê bidome.

Rûdaw: Komarî çawa li hevpeymaniya Amerîka û Kurdan dinêrin?

Patrick Mara: Girîng e ku em têkiliyên xwe ligel hevpeyman û hevalên xwe biparêzin. Li jêr îdareya Trump, tu dê nebînî ku leşkerên Amerîkî bêtir li ser axa navçeyê bin mîna berê û bûyerên kambax dê çênebin.

Rûdaw: Gelo Amerîka dê hejmara leşkerên xwe li herêmê kêm bike?

Patrick Mara: Ez pêşbînî dikim ku ji bo vê kar bike lê ez cardin dibêjin, divê ev di pêvajoyekê re derbas bibe, tevî ku ew fermandarê hêzên çekdar e jî lê şêwirmendên wî hene û gavekê diavêje ji bo ku çi pêwîst be li berjewendiya Amerîka û hevpeymanên wê be, pêk bîne. Dibe ku li hin cihan heger hewce bike hêzê vekişîne lê bê guman vekişîna ku li Efxanistanê qewimî li ber çav digire, dibe ku cureyekî hebûna leşkerî hebe yan jî piştevaniyeke mezin ji bo hevpeymanan were dabînkirin daku valahiya nemana hêzan were dagirtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst