Wezîrê Pêşmerge: Amerîka 10 hezar Pêşmerge perwerde kirine

05-08-2015
RÛDAW
A+ A-

Wezîrê Pêşmerge yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mistefa Seyîd Qadir ragihand ku, heta niha 10 hezar Pêşmerge ji aliyê Amerîkayê ve hatine perwerdekirin û ew perwerdekirina leşkerî berdewam e.

Qadir di hevpeyvînekê de ligel Rûdawê behsa pilana girtina Mûsilê dike û dibêje, niha ew û Artêşa Iraqê û hêzên hevpeymaniya navdewletî mijûlî danîna pilana girtina Mûsilê ne, da ku hersê alî di wê operasyonê de beşdar bin.

Herwiha behsa moralê Hêzên Pêşmerge jî dike û tekez dike ku, piraniya cihên ku ketibûn destê DAIŞê, ji aliyê Pêşmerge ve hatine kontrolkirin.

Rûdaw: Tu niha rewşa şerê li dijî DAIŞê çawa dibînî?

Mistefa Seyîd Qadir: Rewşa şer niha ji destpêka êrişa DAIŞê li ser Herêma Kurdistanê pir baştir e. Pêşmerge piraniya wan dever û cihên ku ketibûn destê DAIŞê de, dîsa kontrol kirine. Dikarim bêjin niha % 95ê navçeyên Herêma Kurdistanê ku ketibûn destê DAIŞê de, niha dîsa ketine bin kontrola Hêzên Pêşmerge de ne.

Rûdaw: Rewş û jiyana pêşmergeyên li eniyên şer çawa ye?

Di şerê li dijî DAIŞê de, Pêşmerge niha xwedî ezmûneke baştir e. Berê ezmûna wan di taktîka şerê DAIŞê de, ne zêde bû. Niha ji DAIŞê fêm dikin. Pêşmerge qet ji DAIŞê natirse. Di vî warî de, perwerdeya leşkerî ya ku Hêzên Pêşmerge li ser destê Artêşa Amerîka û hevpeymaniya navdewletî dîtine, pir bi bandor bû.

Rûdaw: Amerîka û hêzên hevpeymaniyê çawa alîkariya Pêşmerge kirin? Çi perwede dan wan?

Alîkariyên leşkerî yên Amerîka û hevpeymaniya navdewletî li eniya şer pir bi bandor bûn bi taybetî operasyonên asmanî ku gellekî alîkariya me kirin. Herwiha perwerdeya leşkerî ji aliyê Amerîkayê ve pir bi dilê me ye û em jê razî ne. Pêşmerge fêrî wan çekan dikin ku digihên Kurdistanê. Herwiha Pêşmerge fêrî taktkên şer dikin. Heta niha 10 hezar Pêşmerge ji aliyê Amerîkayê ve hatine perwerdekirin û ew perwerdekirina leşkerî berdewam e.

Rûdaw: Moralê Pêşmerge çawa ye?

Tevî ku ev 2 meh in ku mûçeyên xwe wernegirtine, lê hêj pir aza û bihêz in. Ji destpêka vî şerî de û heta niha, Hêzên Pêşmerge bihêz mane û kirîza aborî bandora xwe yaxerab li ser moralê wan nekiriye.

Rûdaw: Hûnê çawa pirsgirêka nedana mûçeyê Pêşmerge çareser bikin?

2 rê li pêşiya me hene: Yekem rêkeftin li ser şandina para Kurdistanê ji budceya Iraqê ji aliyê Hikûmeta Bexdayê ve. Duyem jî em pişta xwe bi firotina petrola xwe girê bidin û serxwebûna aborî rabighînin.

Rûdaw: Te got % 95 ji navçeyên Kurdistanê yên ku ketibûn destê DAIŞê ji destê wan hatine derxistin û niha di bin kontrola Hêzên Pêşmerge de ne. Niha hûn giringiyê bi kîjan deverê didin?

Niha zêdetir em li navçeyên parêzgeha Mûsilê mîna Şingal, Başîk û Qereqoşê berxwedanê dikin. Herwiha li navçeya Xebatêj jî ku hêj çend navçe mane ku em wan jî azad bikin. Herwiha çend navçe li parêzgeha Kerkûkê jî mane ku em wan jî bixin bin destê xwe.

Rûdaw: Û navçeya Hewîce ya başûrê Kerkûkê?

Bi baweriya me azadkirina Hewîceyê nehêsan e. Di pêşerojê de dibe ku em pilana rizgarkirina wê navçeyê ligel Hikûmeta Iraqê û Amerîka û hêzên hevpeymaniya navdewletî deynin, lê heta niha pilaneke wisa tune ye.

Rûdaw: Pilana we bo girtina Mûsilê çi ye?

Niha em û Hikûmeta Iraqê û Amerîka û hevpeymaniya navdewletî wê operasyonê dinirxînin. Em mijûlî lêkolînê ne li ser pilana azadkirina Mûsilê.

Rûdaw: Pêşmerge wê di operasyona Mûsilê de beşdar bibin?

Bêguman Pêşmerge wê beşdar bin, lê bi awayê ku em dixwazin. Azadkirina Mûsilê girîng e çi bo Hikûmeta Iraqê û çi bo Herêma Kurdistanê jî, ji ber ku DAIŞê ew bajêr kiriye paytexta xelafeta xwe. DAIŞ pir giringiyê dide Mûsilê, eger ji wir derkeve dê hemû Iraq ji wan were paqijkirin.

Rûdaw: Kengî dê ew pilan were bicihkirin?

Heta niha ti dem bo rizgarkirina Mûsilê nehatiye diyarkirin. Dema ku gerentiya serkeftinê hebe, wê demê emê dest bi operasyonê bikin, lê çiqasî zûtir be hiqasî baştir e. Ya girîng encam e. Eger pêwîst be em pilanê dereng bixin bo encamekî serkeftîtir, wê demê divê em lezê nekin.

Rûdaw: Wezîrê Berevaniyê yê Amerîka Ashton Carter li Hewlêrê çi we re got?

Ew serdan bi xwe pir girîng bû. Ew yek nîşana wê yekê ye ku Amerîka giringiyê bi Herêma Kurdistanê dide. Berpirsên Amerîka rola Hêzên Pêşmerge û Herêma Kurdistanê û şervanên kurd li Rojavayê Kurdistanê bilind dinirxînin. Amerîkî dibêjin emê li ser pêşkêşkirina alîkariyên leşkerî bo Hêzên Pêşmerge berdewam bin.

Rûdaw: We behsa biçekirina Pêşmerge ji aliyê Amerîkayê ve bi awayekî rasterast kir?

Erê me behis kir, biçekirina kurdan bi rêya Bexdayê dibe. Hikûmeta Herêma Kurdistanê dîsa ragihand ku ew dixwaze bi awayekî rasterast çek ji wan re bên şandin, lê Amerîka ji ber sedemên taybet bi xwe nikare bi vê gavê rabe. Ya girîng ew e ku em piştrast kirin ku ew çekên ku ji me re dişînin hemû digihên destê me.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst