Behiya Zirîkem: Eger biryar neyê dirêjkirin, dê li Sûriyê karesat çê bibe

Behiya Zirîkem, Rêvebera Dakokî û Siyasetê li Encûmena Penaberan a Norwêcî îro Sêşemê 5ê Tîrmeha 2022an ji Emman a paytexta Urdinê ve tevli weşana zindî ya Rûdawê TV bû û di hevpeyvînekê de ku Ceifer Muberşirniya pê re kiriye, li ser rewşa mirovî ya li Sûriyê û egera dirêjnekirina biryara Netewên Yekbûyî ya bo deriyê sînorî yê Bab el-Hewa û hin mijarên din bersiva pirsên Rûdawê da.

Di vê hevpeyvînê de, Behiya Zirîkem ragihand pêwîstiya 14.7 milyon kesan li Sûriyê bi alîkariyên mirovî heye û ji bo gihandina wan alîkariyên mirovî divê deriyê sînorî yê Bab el-Hewa vekirî bimîne.

Zirîkem diyar kir, di egera girtina deriyê sînorî yê Bab el-Hewa de dê rewşa mirovî li Sûriyê kambaxtir bibe.

Wê herwiha amaje bi rewşa kerta tendirustiyê li Sûriyê kir û got, ji ber şerê navxwe nîvên xizmetguzariyên tendirustiyê yên li Sûriyê weke berê nemane.

Eva li jêr naveroka vê hevpeyvînê ye:

Rûdaw: Bi giştî rewşa mirovî li Sûriyê çawa ye?

Behiya Zirîkem: Rewşa Sûriyê îro gelekî xirabtir e ji salên beriya niha piştî 11 salên şer. Me dît ku îsal zldetir ji 14.7 milyon kes, pêwîstiya wan bi alîkariyên mirovî li Sûriyê heye ji koma 21.7 milyon kes ku hejmara nişteciyên Sûriyê ne. Wate zêdetir ji nîvê xelkê Sûriyê, pêwîstiya wa bi alîkariyên mirovî heye. Asayîşa xorakê nîne, Pêwîstiya xelkê bi xwarinê heye, pêwsîtiya wan bi avê heye, pêîwstiya wan bi xizmetguzariyên tendirustî heye, zêdetir ji nîvê xizmetguzariyên tendirustiyê li Sûriyê weke berê nemane. Zêdetir ji nîvê xelkê Sûriyê xwarina pêwîst di wecbeyên xwe de bi dest naxin, ava pêwîst bidest naxin. Piraniya dibistanan hatine wêrankirin, Îro li Sûriyê sefek yan jî klasek ji bo 170 zarokan e, rewş ji ber şer xirabtir bûye, lê îsal û sala bûrî, rewşa abûrî rewş xirabtir kiriye. Herweha ji ber hişkesaliyê û derfeta bidestxistina avê ku hatiye kêmkirin, û bê guman rewşa Covid-19, bûne sedema zêdebûna pêwîstiya bi alîkariyên mirovî li Sûriyê.

Ev rewşa giştî bû, eger bi hejmara bêjin, pêwîstiya çend milyon kes li Sûriyê bi alîkariyan heye û alîkarî digihine çend milyon kes?

Em îro behsa wê yekê dikin ku pêwîstiya 14 milyon kes bi alîkariyên mirovî heye, Rêkxistinên mirovî hersal hewl didin xwe bigihênin wna hemû 14.5 milyon kesan û alîkariya wan bikin lê me fînansekirina darayî ya pêwîst nîne, me piştevaniya pêwîst nîne, Ji ber vê yekê em hemû hewlên xwe didin û hewl didin heya em bikaribin xwe bigihênin hejmareke herî mezin lê fînansekirina ji bo kirîza Sûriyê, nîvê wê ya ku pêwîst e, da ku rê bi rêkxsitinên navdewletî bide ku bersiva pêwîstiyên xelkê bide.

Niha ji 14 milyon kesên ku divê alîkariyan werbigirin, alîkarî digihine derdora 7 milyon kesan?

Ez bawerim ku hinekî ji wê amarê zêdetir e lê em hewlên xwe didin û gelekî zehmet e ti bikaribe hejmara wan kjesên ku alîkariyan werdigirin destmîaşn bike, Ji ber ku em alîkariyan li ser bingeheke rojane pêşkêş dikin, li ser bingeha mehan e jî pêşkêşû dikin. Cudahî di navbera wan kesan de heye ku pêwîstiya wan bi xwarinêl heye, yan jî ewê pêwîstiya wan bi avê heye, yan jî alîkariya tendirustî. Ji ber vê yekê ez dikarim bêjim, ku em hewl didin xwe bigihênin hejmareke zêde ya xelkê, niha ez dikarim bêjim ku em alîkariyan digihênin 40 heya 60% ya xelkê.

Bi giştî di nava Sûriyê de sê rêveberî hene, Hikûmeta Sûriyê, Rêveberiya Xweser û grûpên opozisyona Sûriyê ne, çi li Idlibê bin, yan jî li Efrîn û Girê Spî û Serê Kaniyê. We ti amarek heye bi cuda derbarê rewşa mirovî li wan navçeyan?

Pêwîstî ji bo hemû Sûriyê weke hevdû ne. Dema ku em behsa Sûriyê dikin, em behsa 21.7 milyon kes dikin, 14.7 milyon kes ji wan pêwîstiya wan bi

alîkariyê heye. Ev tê wateya ku piraniya welat pêwîstî bi alîkariyên mirovî heye. Eger ti amarên hûrtir bixwaze, em dizanin weke nimûne ku li bakurê rojavayê Sûriyê li Idlibê, nêzîkî 3 milyon kes pêwîstiya wan bi alîkariyan heye. Em dizanin bo nimûne li Heseke zêdetir ji milyonek kes pêwîstiya wan bi alîkariyên mirovî heye lê ev amareke gelekî diyarkirî ye, em dizanin bo nimûne li gundewarê Şamê 2.5 heya 3 milyon kes pêwîstiya wan bi alîkariyan heye. Lê ev amar rewşa rasetqîne li Sûriyê bi giştî nîşan nade, piraniya nişteciyên Sûriyê li hemû navçeyan, pêwîstiya wan bi alîkariyan heye.

Li hemû navçeyên bakurê Sûriyê, tenê deriyekî sînorî heye, ew jî li Idlibê ye, vê yekê weha kiriye ku rewşa navçeyên din xirabtir be ji Idlibê, bi taybetî bakurê rojhilatê Sûriyê ku ti deriyekî sînorî nîne alîkarî bi rêya wê bigihin?

Ji sala 2014ê ve, Encûmena Asayîşa Neteweyên Yekgirtî rê bi gihandina alîkariyan ji bo Sûriyê dide, bi biryarekê ku rê dide rêkxistinên navdewletî ku alîkariyan bigihênin bakurê Sûriyê, niha tenê yek deriyên sînorî maye ku ew jî Bab el-Hewa ye, bi rêya vî deriyî, em alîkariyên mriovî bi awayekî mehane digihênin 2.5 milyon kes. Ji ber vê yekê pwêsîtiya me bi wê yekê heye ku biryar bê dirêjkirin, ji ber ku boi rêya wê, mehane 2.4 milyon kes alîkariyan werfigirn, xwarin û perwerdeyê dibînin û avê bidest dixin. Eger ev biryar neyê dirêjkirin, wê ev xelk nikaribin alîkariyan bidext bixin ku niha hene, lewra pwêsîtiya me pê heye ku rêpêdan bê dirêjkirin û rê bide me em karê xwe berdewami bikin.

Eger neyê nûkirin, hunê çi bikin? Helwêsta we weke rêkxistineke mirovî wê çibe?

Eger ev biryar neyê dirêjkirin, wê karesateke mirovê çêbibe, ji ber ku em behsa bi milyona kes dikin ku pwêsîtiya selikên xwarinê heye, pwêîstiya wan bi avê heye, pwêîstiya wan bi perdwerde heye û gelek alîkariyên din ku têne pêşkêşkirin.

Biryarê weha dema ku diçine Encûmena Asayîşê, ji aliyê endamên encûmena asayîşê ve têne erêkirin, ji xwe mafê VETO yê 5 yan 6 endamên wê hene, eger yek ji wan endaman VETO bikar bîne, dê çi bibe? Eger heye nakokiyên siyasî bihêle ku welatek yan du ji wan nehêlin ev biryar bê dirêjkirin?

Ez texmîn dikim û di wê baweriyê de me ku pêwîstiya endamên Encûmena Asayîşa navdewletî bi wê yekê heye ku mirovahiya xwe nîşan bidin û bikar bînin ji bo ku deng li ser dirêjkirina vê biryarê bidin. Ev ne biryareke zehmet e ku deng li ser bidin, biryareke ku jiyana xelkê diparêz e û rê dide ku alîkariyên mirovî ji bo kesên sivîl bêne pêşkêşkirin. Lewra ez di wê baweriyê de me ku hemû endamên Encûmena Asayîşa Navdewletî wê bersiva vî rewşa mirovî bidin û deng bi biryarê bidin bi awayê ku pêwîste deng li ser bê dayîn.

Hewl û tevgerên we çine ji bo hinek guvaşê li ser wan endamên encûmena asayîşê bikin da ku ev biryar bê dirêjkirin û ev derî vekirî be, di asta navdewletî de, rêkxistinên mafên mriovî dest bi hewlekê kriine, dest bi çalakiyan kirine ku bikaribin guvaşê li Encûmena Asayîşê bikin ku careke din ew biryar bê nûkirin?

Em tenê rewşa li ser erdê ji wan re didin xuyakirin, eger biryar nehat dirêjkirin, ev tê wateya ku wê hejmareke zêde ya xelkê wê partiya rizgarkirina jiyana xwe bidest nexin, wê piştevaniya jiyana xwe ji dest bidin, wê xwarina wan nebe, derman nebe, av nebe û dibe ku xelkê bimire eger ev biryar nehat dirêjkirin, ji ber ku ti elternatîveke din li şûna vê biryarê niha nîne ku alîkariyan pêşkêşî wê xelkê bike ku niha werdigirin.

Alîkariyên ku niha diçine Sûriyê, bi awayekî dadperwerane têne dabeşkirin? Hêzên herêmî û dewletên herêmî destwerdanê nakin da ku cudahiyê bixin nava navçeyên cuda yên Sûriyê de?

Weke Rêkxistinên Mirovî em pabendî prensîpên mirovî ne, lewra em rêzê li prensîpên mirovahiyê digirin, em rêzê li prensîpên sirûştî û serbixweyîyê û bêalîbûnê digirin. Lewra karê me ew e ku wê alîkariya darayî ya ku em werdigirin bikar bînin da ku em alîkariyan pêşkêşî wna kesan bikin ku pêwîstiya wan pê heye û ev ewa ku em hewl didin bi awayekî rojane bikin.