Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Hisên dibêje, biryara Dadgeha Tehkîmê ya Parîsê girêbest û hinartina petrola Herêma Kurdistanê wek tiştekî ne qanûnî nedîtiye. Fuad Hisên herwiha behsa rêkeftina Bexda û Hewlêrê ya ji bo hinardekirina petrola Kurdistanê dike û dibêje, ti kesî zirar nekiriye û hemû aliyan qezenc kirine.
Di hevpeyvînekê de ku roja Sêşemê 4ê Nîsana 2023 Pêşkêşkarê Rûdawê Senger Ebdulrehman pê re kiriye, Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Hisên behsa naveroka rêkeftina Hewlêr û Bexdayê ya derbarê hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bi rêya SOMO dike û dibêje, dê guhertin di pêkhateya SOMO de bê kirin û dê nûnerekî Herêma Kurdistanê bibe Cîgirê Serokê SOMO.
Wezîrê Derve yê Iraqê diyar dike, Wezareta Petrolê ya Iraqê hatiye erkdarkirin ku nameyeke fermî ji Tirkiyê re bişîne, daku rê li ber hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê veke. Fuad Hisên dibêje, di rêkeftinê de behsa wêya nehatiye kirin ku Hikûmeta Iraqê deynên li ser Hikûmeta Herêma Kurdistanê yên kompanyayên petrolê bide.
Ev jî naveroka hevpeyvînê ye:
Rûdaw: Naveroka rêkeftina Hewlêr û Bexdayê ya derbarê hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê de çî ye?
Fuad Hisên: Jixwe çend xal in, lê beşek ji wan mijarên îdarî ne, xala bingehîn ev e ku dê danûstandin bi wan kompanyayan re destpê bike ku petrola Herêma Kurdistanê dikirin an kirî ne. Ya zelal ev e ku Kurdistanê bi hin kompanyayan re girêbest kirine, wek mînak girêbest heye bo derxistina petrolê, girêbest heye ji bo firotina petrolê. Eleqedarî wan kompanyayan e ku di demên bihorî de petrola Herêma Kurdistanê kirî ne, yan dê di paşerojê de bikirin, Hewlêr û Bexda dê wna gotûbêjan bikin, dibe ku ji SOMOyê ve be û Herêma Kurdistanê jî yek du kesan têde (SOMO) destnîşan bike. Duh jî li Bexdayê civînek bi wan kompanyayan re hebû, çimku Bexda û Hewlêr jî dibînin ku wan kompanyayan di rewşeke taybet a Herêma Kurdistanî de petrol kirî ne bi nirxekî erzan û li gor nirxê bazarê nebûye. Herwiha hinartina petrolê rawestiyaye, ew jî têkilî bi wê biryarê heye ku li Parîsê hat dayîn, ku navbeynkariyek bû di navbera Iraq û Tirkiyê de û wê demê Wezareta Petrolê ya Iraqê gilî kiriye û gotiye: hinardekirina petrolê ne yasayî ye. Biryar li ser wî esasî hatiye dayîn. Ew gotûbêja di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatiye kirin, nîşaneyeke aşkere ye ku her du alî razî ne petrolê hinarde bikin. Bi wê rêkeftina ku îro (Sêşemê 4ê Nîsana 2023) hat îmzekirin, Wezareta Petrolê dê nameyekê ji Tirkiyê re bişîne û dê ji wan daxwaz bike û bibêje, deriyên boriyên xwe vekin daku em bikarin petrolê bişînin Ceyhanê. Ev naveroka biryarê ye. Ev rêkeftin li beramber Dadgeha Tehkîmê ya Parîsê hatiye kirin.
Rûdaw: Piştî vê peymanê gelo dê ti guhertin di hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê de çêbibin?
Fuad Hisên: Divê nirxê wê bilind bibe.
Rûdaw: Tenê di nirx de?
Fuad Hisên: Belê
Rûdaw: Hûn dê kengê wê nameyê ji Tirkiyê re bişînin?
Fuad Hisên: Biryar wiha ye ku îro were şandin; me biryar daye ku îro Wezareta Petrolê wê nivîsê binivîse.
Rûdaw: Gelo kompanya amade ne li gor nirxê SOMO petrola Herêma Kurdistanê bikirin?
Fuad Hisên: Divê kompanya hesabê xwe bikin, berê hesabê wê yekê dikirin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê neçar e petrola xwe bifiroşe û neçar e bi wê nirxê bifiroşe ku daxwaz dikirin, Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî ji ber pirsgirêkên yasayî hebûn, nedikarî nirxekî li ser deyne, niha ew pirsgirêk nemane û bi wê awayê yasayî ku Hewlêr û Bexda li ser li hev kirine, kompanya nikarin her tiştî bikin û neçar in û dosyeya firotina petrolê dê bi nirxê bazarê be, û wek kêmkirina 10-12 dolaran ku ez bi hûrgilî nizanim çi qas bûye nabe. Wan petrol bi erzanî dikirî.
Rûdaw: Eger ew kompanya amade nebûn petrola Herêma Kurdistanê bikirin, dê bikirên nû ji bo petrola Herêma Kurdistanê bên peydakirin?
Fuad Hisên: Ez niha behsa danûstandinan dikin ku hesas e. Ez bawer nakim ku kompanya amade nebin, çimku dê zirarê bikin.
Rûdaw: Danûstandin bo çêbûna peymana di navbera Hewlêr û Bexdayê de zehmet bûn?
Fuad Hisên: Gelek.
Rûdaw: Çima?
Fuad Hisên: Ne hêsan e, hêj danûstandin bi kesên hiqûqî re tên kirin, her li dora qanûnê dizivirin; Danûstandinên teknîkî di nav pirsgirêkên teknîkî de dizivirin, bo wê yekê muzakereyek siyasî pêwîst bû, bêyî çareseriya siyasî çareseriya teknîkî çênedibû, bêyî çareseriya siyasî çareseriya qanûnî nedibû. Ev rêkeftin gelek di berjewendiya Iraqê de ye, biryara Dadgeha Parîsê nîne û navbeynkarî ye, eger ew biryar neba, dê rewş weke xwe maba, Herêma Kurdistanê dê petrola xwe bifirotiba, dê sibe gotûbêj li ser projeyasaya budceyê bihatiba kirin û tiştek çêndibû, çimku di projeyasaya budceyê de pirsgirêk hatine çareserkirin, lê belê biryar di zû de hatibû dayîn, berî çend mehan û ez nizanim çima niha hat ragihandin. Biryar ku hat ragihandin, ji bo budceyê pirsgirêk çêkir, di budceyê de behsa wêya tê kirin ku 400 hezar bermîlên petrola Herêma Kurdistanê bo derve bê hinartin û nirxê yek bermîlê jî 70 dolar e û dibe pere û dê ji budceyê bihatiba kêmkirin. Wê demê jî eger petrol neyê firotin, Hikûmeta Federal bi çi awayî pere ji Herêma Kurdistanê re terxan bike, ji ku jê re peyda bike, çimku di projeyasayê de hatiye nivîsandin, 400 hezar bermîl petrola Herêma Kurdistanê. Dê biba pirsgirêkeke mezin, diviyabû projeyasaya budceyê biguhere û rêyek jî bê dîtin ku bi çi awayî budceya Herêma Kurdistanê bê şandin.
Rûdaw: Gelo piştevaniya siyasî bo wê peymanê heye? Bi taybet ji aliyê Çarçoveya Hemahengiyê ve?
Fuad Hisên: Jixwe wan serokwezîr destnîşan kirin ku niha bûye serokwezîr, Kurd jî em têde ne û Sunnî jî bawer nakim li dijî wê bin, ez ne bawerim ku di çarçoveya hemahengiyê de jî hin kesek hebin ku li dijî wê bin, çimku rêkeftin di berjewendiya hemû aliyan de ye û istiqrarekê çêdike. Bazara petrolê giring e, bandora şeêr Ukrayna û Rûsyayê hebûye li ser bazara petrolê, herwiha bi wê rêkeftinê, Hewlêr û Bexda gelek nêzîkî hev bûne.
Rûdaw: Rola Serokwezîrê Iraqê di gotûbêjan de çawa bû?
Fuad Hisên: Ez ji bo dîrokê dibêjim; nikarim hemû tiştan bibêjim, lê dibêjim roleke wî ya gelek erênî hebû. Eger biryara bilind a siyasî nebûya, dê di çarçoveyeke teknîkî û yasayî de ew gotûbêj bahtibana kirin û bandora wê jî nedibû.
Rûdaw: Nameya Serokê Herêma Kurdistanê ku ji Serokwezîrê Iraqê re dibêje, bila em çareseriyeke Iraqî bikin berî ku em bi ti welatekî din re li hev bikin; We ew yek dît ku Sûdanî biryara Dadgeha Parîsê bo ji bo navbeynkariyê bikar bîne, daku pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê çareser bibin?
Fuad Hisên: Mijara Parîsê kevin e û ya dema birêz Şehristanî wezîrê berê yê petrolê bû. Dema birêz Adil Ebdulmehdî serokwezîrê Iraqê bû û ez jî wezîrê darayî bûm, careke din bibû rojev, ez ku beşdarî Foruma Davosê bibûm, min Wezîrê Darayî yê Tirkiyê dît û me behsa wê yekê kir, gelek dilgiran bû. Hin kes jî hebûn ku fikrên wan diçûn ser tiştekî din, ku em li beramber Enqerê yan Herêma Kurdistanê tiştekî bikin. Çêkirina pirsgirêkan hêsan e, lê çareserkirin zehmet e. Tê bîra min ku birêz Adil (Ebdulmehdî) ji min re got, tiştekî bike daku bi carekê were daxistin, eger pirsgirêkek heye herî dawî Tirkiye cîran e, bila em çareser bikin, ji wê demê ve niyetek heb û ku em ber bi çareseriyê ve biçin. Xelk hebû ku ji çareseriyê digeriya, ku niha gihîştiye biryardanê, xelk hebû digot pereyê ku ji Tirkiyê wek tazmînat bê xwestin bila di navbera 30 heta 55 milyar dolarî de be. Lê belê me got, divê em mijara peywendiya ligel welatên cîhanê bi diyalogê çareser bikin. Di dawî de biryar hat dayîn ku li Ceyhanê petrol li keştiyan bê barkirin. Biryar bi aşkere dibêje, Herêma Kurdistanê beşeke ji Iraqê, girêbest li ser wê esasê ye ku aliyê sêyem bikar aniye, ew beşa li sînorê Iraqê ye ku Herêma Kurdistanê bikar aniye beşeke ji Iraqê, ev biryara Parîsê behsa wê kiriye, pirsgirêk tenê li ser barkirinê hebûye.
Sala 2015 ez ji New Yorkê bûm, wê demê ez serokê dîwana civata wezîrên Herêma Kurdistanê bûm, cara yekê bû ku (Heyder) Ebadî wek serokwezîr bi serok Obama re civîn hebû. Ebadî got: Hez dikim civîneke me hebe li hotelê. Got, karekî min bi te re heye belkî tu ligel Serokatiya Herêma Kurdistanê û cenabê serok biaxivî. Got, ez dixwazim petrola Kerkûkê hinarde bikim, borî nemabû, ketibû destê DAIŞê û şikestibû. Li Kurdistanê boriyek hatibû çêkirin li nêzîk Kerkûkê petrol dibir. Wî got, boriyekê zêde bikin, petrola Kerkûkê jî ji wê boriyê ve biçe, min got ser çavan, wê demê hat kirin û niha jî petrola Kerkûkê bi rêya wê boriyê diçe. Ew petrola niha diçe tenê ya Herêma Kurdistanê nîne û bi rêkeftinê jî petrol jê hatiye hinardekirin. Biryara Parîsê niha ew yek cîgir kir.
Rûdaw: Gelo we naveroka biryara Dadgeha Parîsê dîtiye?
Fuad Hisên: Belê min hûrgiliyên wê dîtine.
Rûdaw: Gelo (biryar) dibêje, derxistin û hinardekirina petrolê û girêbest jî ti pirsgirêkan wan tune ye?
Fuad Hisên: Ti pirsgirêkek tune ye, pirsgirêkên girêbestan jî tune ne. Ya min behs kir, ji şandin û derxistinê, ti pirsgirêkeke wan tunebûye, negotiye yasayî nîne. Ev yek ji sedeman bû ku her kes wiha hizir bike dema ku dibîne mijareke ne yasayî nebûye, biryar jî li ser esasê şîroveya bo Destûrê û girbestan hatiye dayîn.
Rûdaw: Bi vê peymanê gelo ti guhertinek di girêbestên petrola Herêma Kurdistanê de çêdibe?
Fuad Hisên: Na.., eleqeya wê yekê bi girêbestan tune ye, lê di projeyasaya budceyê de dubare rêkeftin tên nirxandin û di berjewendiya Iraqê de ye û mafê wê ye jî di warê yasayî de binirxîne.
Rûdaw: Gelo dahata firotina petrola Herêma Kurdistanê vedigere Herêma Kurdistanê?
Fuad Hisên: Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê hesabeke bankî veke.
Rûdaw: Kê mafê serederîkirina bi wê hejmarê re heye?
Fuad Hisên: Serokwezîrê Herêma Kurdistanê.
Rûdaw: Rola Iraqê dê çi be?
Fuad Hisên: Dê serpireştî û çavdêriya hesaba bankê bike, ku çi qas tê hesabê, di dawî de dahata dewletê ye û divê dewlet agahdarî wê be. Ew rêkeftin rêkeftineke demkî ye heya dema budceyê û wê demê dibe yasa.
Rûdaw: Gelo li gor rêkeftinê, hikûmeta Iraqê dê xerciyên kompanyayên petrolê qebûl bike?
Fuad Hisên: Na, ev mijar di budceyê de hatiye behskirin û paşê di projeyasaya petrolê de dê were çareserkirin. Ew rêkeftin bo wê yekê ye ku îdareya dosyayê bê kirin weke xwe, lê bi alîkariya Bexda û Hewlêrê. Gotûbêjek ligel wan kompanyayan dê destpê bike ku petrola Herêma Kurdistanê kirîne, çimku nirxa li ser danîne zilm e, zilm li Herêma Kurdistanê û Iraqê jî kirine, wek derfet dîtine çimku rewş wisa bûye. Niha ew derfet nemaye.
Rûdaw: Gelo hikûmeta Iraqê dê deynên kompanyayên petrolê yên li cem Hikûmeta Herêma Kurdistanê bigre ser xwe?
Fuad Hisên: Ew beşek e ji yasayê, projeyasaya budceyê, lê li gor wê rêkeftinê na, eleqeya wê pê re tune ye.
Rûdaw: Bi çi awayî hatiye çareserkirin li gor yasaya budceyê?
Fuad Hisên: Divê nirxandin jê re bê kirin, ji mafê dewleta Iraqê ye ku bizane ew deyn çawa û li ser çi bingehekê û bi çi awayî dê were dayîn, divê nirxandin were kirin paşê biryar bê dayîn. Lê yasaya budce ew mijar destnîşan kirine, bi baweriya min ku yasa were cîbicîkirin, bi awayekî yekcarî dê were çareserkirin.
Rûdaw: Nêrînek heye ku projeyasaya budceyê bo salekê be, hûn wek hikûmeta Iraqê wê yekê pesend dikin?
Fuad Hisên: Em bi xurtî piştgiriya sê salan dikin, daxwazkirina budceyê bo sê salan vedigere bo dema hikûmeta Adil Ebdulmehdî ku ez wezîrê darayî bûm. Wî pêşniyar kir û digot dive me budceyeke sê salî hebe, çima budceyeke sê salî? Dibe ku xelk bêje çavkaniya budceyê petrol e, nirxê petrolê îro corekê ye û sibe bi corekî din e, ew dê çawa be? Budceya sê salî xwedî nêrîneke aborî ye, berçavroniyekê dide bo wan projeyên ku tên kirin, tu pere bo salekê datînî, dema sal temam bû budceya te nebe, ya te ji bo projeyê daniye jî heder diçe. Wate bi sedan proje li Iraqê hene ku hatine destpêkirin û beşek jê temam bûne, lê ji ber ku pere nebûye nekarîne temam bikin û ewa hatiye kirin jî heder çûye, ev karesat e. Wê demê min jî piştevaniya pêşniyarê kir, niha yasaya rêvebirina darayî heye ku destnîşan kiriye dike budceya te ya sê salan hebe, dewletên din jî hene budceyên du, sê û çar û pênc salan hene, lê dahata wan tenê petrol nîne. Niha yedeka diravên Iraqê jî zêdeyî 110 milyar dolar e. Nirxê petrolê jî ew salek û nîv e bi giştî nêzî 80 dolarî ye, ew dahateke baş e, niha careke din nirxê petrolê bilind bûye.
Rûdaw: Gelo Iraqê hizir ji wê yekê kiriye ku eger nirxê petrolê dakeve, dê çi bike?
Fuad Hisên: Bê guman me behsa wêya kiriye û me gotûbêj li ser kiriye, eger hemû gotûbêj bê pirsgirêk li ser budceyê bên kirin û rêkar bên wergirtin, meh û nîvek jê re hewce ye ku budce bibe budceyeke wiha ku bikarî cîbicî bikî. Niha nirxê petrolê gelekî bilind e, beşek jê têkilî bi şerê Rûsya û Ukrayanyê heye û bûye sedema çêbûna krîza nirxê petrolê mixabin, lê welatên ku petrola wan heye pereyeke zêdetir bidest dixin, ew pereyê niha heye bi hêsanî têra îsal dike. Sala bihê eger nirxê petrolê daket, wê demê dê ji ber wan zanyariyan, guhertin di hejmaran de bê kirin. Hemû yasayek dikare guhertin têde bê kirin. Budceyek bo sê salan tê danîn û dê pêşiya te ronî be, ya hatiye danîn jî bi texmînan e.
Rûdaw: Budceya ku dê bidin Herêma Kurdistanê, gelo dê li ser xerciyên rasteqîn be yan li ser çarçoveya giştî ya budceyê?
Fuad Hisên: Nizanim dê çawa bê dayîn û parlamento dê biryarê bide.
Rûdaw: Di budceyê bi çi awayî behsa wê yekê tê kirin?
Fuad Hisên: Di budceya xerciyên rasteqîn de ye.
Rûdaw: Li gor wê ku tu cîgirê serokwezîr ji bo karûbarên aborî yî û têkiliya te bi aliyên siyasî re jî bihêz e, bi baweriya te budce dê li parlamentoyê were pesendkirin?
Fuad Hisên: Erê, em bi awayekî xurt piştevaniyê dikin, dizanin hin kes hene ku pê keyfxweş nîne, lê eger budce neyê pejirandin, dê pirsgirêkeke mezin çêbibe, dê pirsgirêk bo wê rêkeftinê jî çê bibe, çimku demkî ye û girêdayî budceyê yan yasaya petrolê ye, eger neyê pesendkirin, nayê zanîn ka dê çawa bê xerckirin. Sala bihorî budce nebûye, ji bo xerciyan divê tu vegerî bo sala 2021 û ew yek nabe û guhertin çêbûne. Eger budce nebe, tiştekî tirsank e. Pêwîst e budce bo sê salan be, çimku ew planeke dirist e û hemû salan heta budce tê danîn, şeş mehên salên diçin. Hemû salan dikeve şeş mehên piştî salê ji ber berjewendiya hin kesan, yê ku ne razî ye bila bê û gotûbêjê bike.
Rûdaw: Hûn çaverê dikin Tirkiye bi nivîsekê hinardekirina petrolê destpê bike?
Fuad Hisên: Ez nizanim, ew girêdayî Tirkiyê ye, lê ez bawer nakim Tirkiye li dijî wê be, bi taybet biryara Parîsê di aliyê pere de ji bo Tirkiyê gelek giran nîne, ya hatiye behskirin 1.4 milyar dolar e bo Iraqê, lê belê 600 milyon dolar jî bo Tirkiyê ye û Tirkiye behsa gelek tiştên din dike. Pere nabe pirsgirêk, û eger petrol bê hinardekirin jî, di berjewendiya Tirkiyê û Iraq û Herêma Kurdistanê ye jî.
Rûdaw: Hûn wê wek deskeft dibînin?
Fuad Hisên: Destkeft e ji bo hemû aliyan.
Rûdaw: Hin deng hene bi taybet li Herêma Kurdistanê ku tê gotin, ya niha radestkirina petrolê bo Iraqê ye.
Fuad Hisên: Min behsa dîroka wê kir, her kes li gor wîjdana xwe bibîne, bizane ku radestkirin e yan çareser, ev çareserî ye, îcar kesek nirxandinê jê re dike û dibêje hatiye radestkirin an bi çi awayî bûye, radestî kê hatiye kirin? Em hevkar in û di Hikûmeta Federal de ne û me bi hev re kar kiriye, me cîgirê duyem ê serokwezîr heye û me bi hev re gotûbêj kiriye. Şanda Herêma Kurdistanê hatine û gotûbêj kirine. Herêma Kurdistanê beşek e ji Iraqê û tevgera wê li ser esasê Destûrê ye, divê tevgera Iraqê jî li se esasê Destûrê be.
Rûdaw: Serkeftî û binkeftî têde heye?
Fuad Hisên: Serkeftî têde hene, hemû Iraqî serkeftine, serkeftine ji bo aboriyê, yasa û peywendiyên Hewlêr û Bexdayê.
Rûdaw: Li gor wê rêkeftinê gelo dê guhertin di pêkhateya SOMO de bê kirin û Kurd dê têde beşdar be?
Fuad Hisên: Yek ji bendan têkilî bi pêkhateya SOMO ve heye û divê biguhere û nûnerê Herêma Kurdistanê têde hene, behsa wê tê kirin ku cîgirê serokê SOMO Kurd be.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse