Cengîz Çandar: Dê Kurdên Sûriyê jî bigihîjin statuya xwe

Nîvîskar û Rojnamevan Cengiz Çandar got: “Em nikarin bêjin Sûriye, Sîriya 14ê Adara 2011an e û xuya ye dê sînorê Sûriyê neguhere.

 

Çandar anî ziman ku pêwîst e li Sûriyê jî rêveberiyeke weke Iraqê bê sazkirin û wiha axivî: “Rewşa Sûriyê, ji ya Iraqê cûdatir e. Destê herkesî tê de heye. Amerîka, Rûsya, Îran û Tirkiye li wê derê ne. Ji hejmara rêxistinan serê mirov gêj dibe, ne pêkan e ku navê tevan di hişê xwe de bigirî. Herkes bi herkesî re şer dike. Şerê navxweyî heye, di nav şerê navxweyî de şerê navxweyî heye û di nav wî şerî de jî şerê navxweyî heye. Ji aliyê din ve destên der hene.

 

Di 1 û 2ê Adarê de li paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê, ji aliyê Navenda Lêkolînan a Rûdawê ve Yekemîn Korbenda Hewlêrê hat lidarxistin. Di çarçoveya vê Korbendê de panela ‘Li Rojhilata Navîn Ewlehî û Hukumranî’ pêk hat ku Cengiz Çandar, yek ji wan kesayetên giring bû ku beşdarî vê panelê bûbûn û pirsên Rûdawê bersivand.

 

Rûdaw: Ji ber referandûma serxwebûnê ya 2017an, pêwendiyên Enqere û Hewlêrê, demeke dirêj rawestiyan. Di navîna sala çûyî bi şûnve, ji nû ve hin gavên geşepêdana pêwendiyan hatin avêtin. Bi raya te dê geşebûna pêwendiyan bi lez bibe yan na?

 

Cengîn Çandar: A rast, beriya ku ez bême Herêma Kurdistanê, min wa payîn dikir ku di warê geşepêdana pêwendiyan de pir gav hatine avêtin. Lê belê 48 demjimêrên dawî, piştî ku li vê derê ez bi pir kesan re peyivîm û pir geriyam, ez têgihîştim ku geşedana pêwendiyên navbera herdu aliyan ne di asta ku min payîn dikir de ye. Em hemû dizanin, demekê pêwendiyên Enqere û Hewlêrê pir germ bûn. Hetta, di gelemperiya herêmê de cihê ku pêwendiyên Tirkiyê pir baştir bû Herêma Kurdistanê bû. Ev awa ji alî Hewlêrê ve jî wisa bû. Dema mirov ji Hewlêrê li Bexda, Şam, Tehran û Enqerê binihêrta, ji bo pêwendiyên herî baş Tirkiye xuya dikir.

 

Min digot qey piştî referandûmê dirustbûna pêwendiyan negihîştibe asta dema beriya referandûmê jî, niha nêzîkî wê astê bûne. Lê belê ne di asta ku min payîn dikir de ne. Dîsa jî ne di asta Cotmeha 2017an heta ne di asta Çileya 2018an deye. Ji wê astê pêşvetir çûye, lê dîsa jî ne di asteke baş de ye. Yanî wisa xuya dike ku divê bêhtir rê biçin.

 

Te pêvajoya şerê li Sûriyê şibande ‘Şerên 30 salan’ ên Ewropayê û te got mercên şerê Sûriyê dijwartir e. Ji niha pêve dê çi bibe? Geşedanên piştî ‘Şerên 30 salan’ ên Ewropayê li Sûriyê jî bêne dîtin?

 

Min, ji bo vegotin û dahûrandinê hêsantir bikim wê mînakê da. Ger ez dîsa bi vê mînakê vebêjim; Piştî ‘Şerên 30 salan’ di sedsala 17mîn de Peymana Vestfalyayê pêk hat. Wateya vê peymanê, damezirandina modêleke nû ya Ewropayê bû. Û feraseta Peymana Vestfalyayê, bi beşeke mezin, heta îro jî berdewam kir. Tenê, dabeşbûna Bloka Rojhilat û Bloka Rojava û Yekîtiya Ewropa(YE) jê cûda ye.

 

YEyê, îro weke hindek guheriye xuya bike jî, wek modêla birêvebirinê û berdewamiya helwesta netewe-dewletê, di warê rêzikên hiqûqa navdewletî de li ser hêmanên ‘Aştiya Vestfalya’yê rûnişt, ew pesend kir û îro jî berdewam dike. Guherîna wê tenê bû sedema şerê cîhanê.

 

Bi awayekî ne rast, tê gotin ku nexşeya Rojhilata Navîn bi peymana Sykes-Picotê hatiye xêzkirin. Lê belê nexşeya Rojhilata Navîn, bi geşedanên piştî belavbûna Dewleta Osmanî û Yekemîn Şerê Cîhanê hatiye xêzkirin. Di encama van geşedanan de de sînorên Iraq, Sûriye, Lubnan, Îsraîl, Misir, Erebistana Siûdî, Kuweyt û sînorê başûrê Tirkiyê hate xêzkirin. Ji bo vê xêzkirinê pêwîst bû şerrekî mezin ê cîhanê hebû.

 

Niha şerekî ku dişibe Şerên 30 salan heye. Eger em bêjin dê ev şer jî bi peymaneke wek aştiya Vestfalya bi dawî bibe, ev tê wê wateyê ku em di wê demê de ne ku pêwîstiyê bi avabûna Rojhelata Navîneke nû dibîne. Dê nexşeyeke nû bê xêzkirin? dibe! Lê ger ku nexşeyeke nû neyê xêzkirin, sînorên heyî berdewam bikin, ku wisa xuya dike û sazûmana navdewletî û mercên dinyayê rê nedin ku piştî referandûmê Herêma Kurdistan bibe dewleteke serbixwe, wê gavê dê di hundirê Iraqê de sazûmaneke nû bê çêkirin.

 

Ger em bêjin ev yek ji bo Sûriyê jî derbazdar e, li Sûriyê jî xuya ye dê sînor neguhere, van rojan dê DAIŞ biqede û dê sînorên Sûriyê jî wek berê bimîne, divê em vê yekê jî bibînin: Piştî çûna Seddam, sînorên Iraqê neguherî lê belê Iraq guherî. Iraqeke federal û Herêmeke bi navê Kurdistan derkete holê. Piştî ku navê Kurdistan û zimanê Kurdî bi fermî kete ser rûpelên destûrê, Iraqeke nû derket holê. Hê jî êşikên wê guherînê dijî û ev şêwe baş rûneniştiye, lê belê ev ne Iraqa Seddam e.

 

Di vê rewşê de ger ku sînorê Sûriyê neguhere, dê li Sûriyê çi biguhere?

 

Geşedanên Sûriyê kêngê destpê kirin? Di 15ê Adara 2001an de destpê kir. Ew Sûriye, ne Sûriya 14ê Adarê bû. Divê Sûriye jî bi sazûmaneke ku dişibe ya Iraqê bê birêvebirin. Ev pêkan e, lê belê berovajiyê Iraqê, destê herkesî di Sûriyê de ye. Amerîka, Rûsya, Îran û Tirkiye heye.  

 

Li Iraqê Erebên Sunne hebûn, yên Şîa hene, Kurd hene û du rêxistinên makî yên Kurdan hene; PDK û YNK, wê demê di nav eniya Kurdistanî de yek bûn. Li Sûriyê, ji hejmara rêxistinan serê mirov gêj dibe. ne pêkan e ku navê tevan di hişê xwe de bigirî. Herkes bi herkesî re şer dike. Şerê navxweyî heye, di nav şerê navxweyî de şerê navxweyî heye û di nav wî şerî de jî şerê navxweyî heye. Ji aliyê din ve destên der hene.

 

Tirkiye dibêje ‘Na’. Bi Îranê re îş digire, ji alî din ve hevpeymanê Amerîkayê ye. Babetên ku bi Amerîkayê re hevray e hene. Wek nîmûne, herdu jî rejîma li Şamê qebûl nakin. Lê belê di heman demê de pêwendiyên wê bi Rûsya û Îrana ku dostên Şamê ne re baş in.

 

Tirkiye dibêje “Ez destûr nadim ku li vê derê rêveberiyeke Kurd hebe, destûr bidin ez bikevim wê derê û herêmeke aram ava bikim.” Amerîka bi awayekî jê re dibêje “Na”. Ne tenê Amerîka, Rûsya jî dibêje “Na”. Kurd jî jixwe dibêjin “Na, emê şer bikin.”

 

Wêneyê Sûriyê yê niha wa xuya dike. Lê ne xuya ye ku dê çawa bibe. Pêvajoyeke tevlîhev e. Lê belê ger ku Sûriye di çarçoveya sînorên niha de bimîne û rewşa niha biguhere jî dê Sûriye nebe Sûriya beriya şerê navxweyî. Dê çawa bibe? Ne pêkan e ku em vê yekê zanibin. Lê belê xuya ye dê kêşe bêne jiyîn.

 

Gelo li Sûriyê, dê destkeftiyên Kurdan çiqas bêne parastin?

 

Pirsgirêka herî mezin jî di vir de veşartî ye. Hun bixwazin jî nexwazin jî, ji Tebaxa 2012an şûn ve, nêzîkî 7 sal in, li Sûriyê Kurd xwe bi rê ve dibin. Yanî sibehê dema ku mirov şiyar dibe, zarok diçin dibistanan, ji frûnan nan tê kirîn, polîsên trafîkê dibêjin “Raweste” dûre dibêjin “Niha dikarî biçî”…


Yanî li wê derê rêveberiyeke li nasnameya xwe goncivî damezirandine û pêdiviya wan bi yeka din tune. Kurdî li wê derê jî zimanê fermî ye. Bi Ereban re vî karî dikin. Karê xwe bi hin hozên Ereb yên rojhilat û bakurê Sûriyê re bi xebatên hevpar dimeşînin. Niha emê ji van Kurdan re bêjin çi? Emê bêjin belavbibin, hilweşînin van tiştan, dest jê berdin û di 14ê Adara 2011an de rewş çawa be, îro jî dê wisa be. Emê van tiştan bêjin ji Kurdan re? Ne pêkan e ku Kurd ji van gotinan re bêjin “Baş e”

 

Piştî vî şerî, hikûmeta Sûriyê êdî nikare Sûriy3e wek 14ê Adara 2011an bi rê ve bibe, ew hêza wê tune. Ji ber ku hêza wê têr nekir, herêmên Kurdan bi cî hişt.

 

Dûre dê Efrîn çawa bibe? Yanî dê mayîna hêzên leşkerî yên Tirkiyê ya li EfrÎnê berdewam be? Cerablûs û Bab dê çi bibin? Ez bawer nakim ku bersivên van pirsan di çend mehên pêş me de diyar bibin. Lê belê divê ez vê yekê jî bêjim. Ji ber ku dê Kurd venegerin û statuya berê û dê neyên vegerandin, eger Sûriye, di çarçoveya sînorên xwe yê heyî de bimîne, dê pêvajoyeke ku dişibe serpêhatiya Kurdên Iraqê bimeşe û dê pêvajoyeke berew xwebirêvebirinê pêk bê. Em niha di mercên rehetiya ku li Hewlêrê ava bûye, li Sûriyê dinihêrin.

 

Li Herêma Kurdistanê çawa bû: Piştî felaketa 1975an ango raperîna Kurdan a bi serperiştiya Mela Mistefa Barzanî, çewisandineke hovane û azarên mezin rûdan. Dûre şerê Îran û Iraqê destpê kir. Karesata Helebce, koçê destpê kir. Gellek gund hatin şewitandin û wêrankirin. Dûre di 1991ê de Şerê Kendavê rû da û dîsa pêlên koçê. Bi saya biryarên Neteweyên Yekbûyî (NY) Seddam nikaribû hêzên xwe derbasî ser hêlîpana 36emîn bike. Statuyeke fermî tunebû lê belê wek De-Fakto modêleke xweser rûnişt. Di sala 2003an de, dîsa piştî şer, ev der wek Herêma Kurdistanê statuyeke hiqûqî stend. Yanî Herêma Kurdistanê kete destûra Iraqê. Niha em behsa demeke 40-50 salan dikin.

 

Di vê dema min bersiva we da jî ez fikirîm ku eger em 1961ê li dera ha bihêlin û 1975an wek mîlad qebûl bikin jî; heta 2005an dike 30 sal. Wek Şerên 30 Salan ên li Ewropayê. Şerê Sûriyê hê di 9 saliya xwe de ye. An jî hê 7 salin ku rejîm ji wê derê(Rojava) vekişiya ye.

 

Mixabin demeke din jî azar bêne kêşan jî ku wisa xuya ye; Piştî demekê, dê Kurdên Sûriyê jî wek ên Iraqê dê bigihîjin xala bi avantaj. Ji bo bigihîjin wê xalê, divê qey Tirkiya wê demê ne ya niha be. Lewre pirsgirêka herî mezin ji Tirkiya niha tê. Dibêje “Ezê bikevin wê derê. Ezê destûrê nedim.” Jixwe Beşar Esad jî vê yekê naxwaze. Rûsya, ji bo ku Tirkiyê di destê xwe de bigire, guhê xwe dide daxwazên Tirkiyê. Ji ber vê yekê ji Tirkiyê re qada hewayî ya Efrînê vekirin. Ger ku hêza asmanî nebûya, dê Tirkiye nikaribûya biketa Efrînê. Bi saya Rûsyayê ev yek bû.