Fermandarekî Durziyan: Me hikûmeta Îslamî bi tevahî red kiriye

Duh li 10:36
RÛDAW
Şêx Merwan El-Rizq\Wêne û vîdeo: Rûdaw
Şêx Merwan El-Rizq\Wêne û vîdeo: Rûdaw
Nîşan Durzî Siwêda Sûriye Şam HTŞ Kurdên Rojavayê Kurdistanê Şêx Merwan El-Rizq
A+ A-

Fermandarekî Odeya Operasyonên Siwêdayê got, "Me Hikûmeta olî û Îslamî tenê şer û alozî ji welat û xelkê re aniye bi tevahî hatiye redkiriye. Em dewleteke sekûler, medenî, demokratîk, qanûnî, welatîbûn, dewleta mafan û veqetandina desthilatan tercîh dikin."

Şêx Merwan El-Rizq, fermandarê yekîneyekî Odeya Operasyonên Siwêdayê ye. Yekîneya wan ji pêkhateyên Durziyan ên Sûriyeyê pêk tê.

Şêx Merwan El-Rizq bû mêvanê bultena saet 14:00an a Rûdawê ku Zana Keyanî pêşkêş dike.

Şêx Merwan, derbarê Kurdan de got: "Kurdên Sûriyeyê xizmên me ne û bi me re li hev dikin. Baş, paqij û mêrxas in û di dîrokê de gelek zilm li wan hatiye kirin."

Fermandar û kesayetî dînî yê Durziyan Şêx Merwan got, "Her Sûriyeyî xizmê me ye, em cudahiyê naxin navbera Ereb, Asûrî, Xiristiyan, Misilman û Şîeyan, têgihiştina piranî û hindikayî li Sûriyeyê dagirkeran aniye û em wê red dikin.

Sûriyeyî bi hemû pêkhateyên xwe ve dostên hev in."

Ev fermandarê Durziyan, derbarê ketina artêşa Îsraîlê ya nav kûrahiya axa Sûriyeyê de got, "Îsraîlî çawa difikirin ew karê wan e, kes ji derve mercên xwe li ser me ferz nake, em mercên xwe ji hundir ferz dikin, ji ber ku em xurt in û xwediyê van mercan in û xwediyê vê hêzê ne."

Hevpeyvîna Şêx Merwan El-Rizq a bi Rûdawê re wiha ye:

Rûdaw: Rewşa Siwêdayê çawa ye?

Şêx Merwan: Ev welat ji desthilatdarên gendelên ku zêdetirî 54 salan hukim kirine rizgar bûye, niha rewş di xweşî û şadiyê de ye. Dema li rûyê hemû Sûriyeyiyan dinêrî, tu dibînî bi qenciya Xwedê geş û hemû kêfxweş in. Ez bawer dikim hemû Sûriyeyî kêfxweş in ku rizgar bûne.

Rûdaw: Hêzên we yên taybet hene, niha jî wisa ye yan hêzên Heyeta Tehrîr El Şamê hatine wir [Swêdayê]?

Şêx Merwan: Li parêzgeha Swêdayê çend komên me yên çekdar hene, niha em hewl didin van koman di odeyeke operasyonî ya yekgirtî de kom bikin da ku di pêşerojê de di bin desthilata desteya siyasî de bin ku nûnertiya desthilata parêzgehê dike. Ango desthilata parêzgehê wekî parêzgar yan fermandarê polîs yan artêşê bin. Bi her navekî ji van navan be înşalah hemû ev kom dê bikevin bin desthilata siyasî ya berpirsê karûbarên siyasî.

Rûdaw: Mebesta we ji desthilata siyasî ya kê ye dema ku hûn dibêjin di paşerojê de dê bikeve bin desthilata siyasî ya parêzgehê?

Şêx Merwan: Em li vir li parêzgeha Swêdayê nanavendîtiyê baştir dibînin, nanavendîtî ne bi wateya cudabûna ji Sûriyeya dayik e, nanavendîtî bi wateya wê ye ku her welatek xwe bi xwe bi rêve bibe bi navendê di pêwendiyê de be. Ev tiştekî normal e li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê jî heye ev û serkeftî ye, li wir gelek netewe, etnîk, ol û regez hene, her wiha li Japonya dema piştî şerê nukleerî rabû û pêş ket, her wiha li Almanya piştî şerê cîhanî û li Mîrektiyê Erebî yên Yekbûyî, ezmûna nanavendîtiyê ezmûneke bi rûmet û normal e, ji vê ezmûnê em dê bigihîjin paşerojeke xweş û geş.

Tecrubeyan nîşan daye ku rêbazên din welat û gel tenê ber bi şer û aloziyê ve birine. Mebesta min ew e ku em hikûmeta olî û hikûmeta Îslamî bi temamî red dikin. Em dewleta sekuler, dewleta sivîl, dewleta demokratîk, dewleta qanûnî, welatînî, dewleta mafan û veqetandina desthilatan tercîh dikin.

Rûdaw: Eger desthilata nû ya Sûriyeyê bi navendînebûnê razî nebe, helwesta we dê çi be?

Şêx Merwan: Desthilata Şamê nikare şerîeta xwe li ser me ferz bike. Vî mafê desthilatê nîne. Em azad û welatparêz in. Kesek nikare di warê welatparêziyê de pêşbaziyê bi me re bike. Me li parêzgeha Siwêdayê li vî çiyayê bilind li dijî Îbrahîm Paşayê Misrî şer kir û têk çûn û li dijî êrişên Tirkan şer kir û navê me bû serhildêrên neteweyan û li dijî Fransiyan şer kir û bi ser ketin me welat rizgar kir. Dema me welat rizgar kir, komeke Sûriyeyî bi Xwedêjêrazî Sultan Paşa Etreş re bûn.

Me desthilat parçe nekir. Paşa (Xwedê jê razî be) piştî rizgarkirina welat çû ser karê çandiniyê û neçû ji bo bidestxistina desthilatê. Em li gel dirûşma rehmetiyê Paşa ne.

Ol ji bo Xwedê ye û welat ji bo herkesî ye. Em hemû di vî welatî de hevpar in. Ez xwediyê her bihost axê me li her derê Sûriyeyê û ev mafê her Sûriyeyiyekî ye.

Rûdaw: Eger her du alî li ser biryara xwe israr bikin, encam dê çi be?

Şêx Merwan: Ev dê di paşerojê de derkeve holê. Me destê hevkariyê dirêj kiriye Şamê. Em dizanin niha kî li Şamê heye. Ev desthilata niha li Şamê, em dizanin wê çi rabirdû ava kiriye û ji ku derê hatiye û nûnertiya çi dike û çi kiriye. Ew ji me re ne veşartî ne. Em dizanin berê meyla wan çi bû lê ji bo meyla wan a niha em gotin û kiryaran dixwazin. Em naxwazin gotin û kiryar li hev nekin.

Rûdaw: Birêz Ehmed Şer dibêje, ji bo nivîsandina destûrê û hilbijartinan 3-4 sal pêwîst in, nêrîna we çi ye?

Şêx Merwan: Ev axaftin ne hincet e, dema niyeta rastîn ji bo avakirina welatekî hebe. Welatparêzên Sûriyeyî li ser vê axê û rewşenbîr û zana dikarin di demeke nêzîk de destûreke Sûriyeyî binivîsin û dikarin dewleteke Sûriyeyî ava bikin.

Sûriye xwedî şarezayî û jêhatîbûnê ne. Sûriyeyî li her derê bin cîhan mat hiştine. Sûriyeyî gelekî birûmet û di kar de jêhatî ne. Gelekî ku şaristanî ji bo cîhanê û hemû welatên cîhanê şandine. Şaristanî, nivîsandin û zanist şandine. Yanî ev welat dergûşa şaristaniyan û dergûşa pêxemberan e. Ev welat dikare rabe ser xwe lê ev nayê wê wateyê ku ez xwe ji destpêkirina kar vediguhêzim lê ne ji bo salan, dema niyeta rastîn hebe ev kar hewceyî ewqas salan nîne.

Rûdaw: Hinek alî we tawanbar dikin ku hûn dixwazin hêzên Îsraîlê zêdetir bên nava kûrahiya axa Sûriyeyê, ev rast e?

Şêx Merwan: Derbarê hebûna dewleta Îsraîlê ya li cîrantiyê de, ev karê dewleta Îsraîlê ye. Em welatparêz in. Em dixwazin beşek bin ji vî welatê Sûriyeyê û em beşek in ji vî gelê Sûriyeyê. Ev e ya ku em dixwazin. Îsraîlî çawa difikirin ew karê wan e lê derbarê civaka Durziyan de ew civakeke birêz e û li ser axa Îsraîl, Libnan, Sûriye û Urdunê hene. Hebûna vê civakê tê wateya civakeke yekgirtî, civakeke ji xizm û pismaman pêk tê, yanî ev civak bi hemû wateyên gotinê yekgirtî ye lê kesê ji derve mercên xwe li ser me ferz nake, em mercên xwe ji hundur ferz dikin, ji ber ku em xurt in û xwediyê van mercan in û xwediyê vê hêzê ne li ser erdê. Bi yekîtiya xwe, bi rewşenbîr û zanayên xwe, bi mêrxas û egîdên xwe yên ku li dijî dagirkerên Fransî, Tirk û Îbrahîm Paşa şer kirin û bi ser ketin, em wê navdar in ku di dîrokê de ti carî şer winda nekirine.

Rûdaw: Pirsa min ew bû ku tên tawanbarkirin ku Îsraîl zêdetir were pêş û li herêmên we bimîne.

Şêx Merwan: Ez bersiveke zelal didim; eger rojekê li vir li Sûriyeyê dewletek hat avakirin û hemû Sûriyeyiyan razîbûna xwe li ser nîşan da û vê dewletê ji bo aştiyê dest dirêjî dewleta Îsraîlê kir, ti astengiya me tune ji bo aştiyê, me ji aştiyê dest dirêjî her aliyî kiriye lê di çarçoveya peymanên navneteweyî û pîvanên navneteweyî de û bi rêya Neteweyên Yekbûyî û mafên mirovan.

Rûdaw: Pêwendiyên we bi Kurdan re li Sûriyeyê çawa ne?

Şêx Merwan: Kurdên Sûriyeyê xizmên me ne û di piraniya rengan de bi me re li hev dikin, baş, paqij û mêrxas in û di dîrokê de gelek zilm li wan hatiye kirin. Her Sûriyeyî xizmê me ye, em cudahiyê naxin navbera Ereb, Asûrî, Xiristiyan, Misilman û Şîe, fikra piranî û hindikayî ya li Sûriyeyê dagirkeran aniye û em red dikin. Sûriyeyî bi hemû pêkhateyên xwe ve dostên hev in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst