Wezîr û parlamenterê berê yê AK Partiyê Mehdî Eker li ser pêşhatên dawî yên pêvajoya çareseriyê ji Rûdawê re axivî û diyar kir ku ew bi hêvî ye ku dê pêvajoya serkeftî bibe.
Mehdî Eker amaje bi pêvajoya berê ya çareseriyê kir û got:
“Em dibêjin felaket heye ji her felaketê mirov hinekî dersên qenc bistîne û bi hîkmet û bi zanebûn û bi ilm û tecrûbe ji tiştê hatiye tecrûbekirin divê mirov sûdmend bibe û li gorî wê jî mirov tevgera xwe ji îro pê ve jî em bibêjin saz bike û tevgera mirov ji îro pê ve rast bibe. Ez bi xwe bi şexsê xwe ez hêvîdarim ku Xwedê hez bike dê rewş bi başî biçe serî ez hêvîdar im.”
Wezîrê berê yê Tirkiyeyê amaje bi neteweya Kurd û Tirk kir û wiha axivî:
“Bi baweriya xwe bi çanda xwe em bibêjin bi tesewira jiyana xwe yek in ew her du qewm ne wekî ew dewletên din ên Rojhiata Nawîn in yanî ji hevdû ne cudanê em bibêjin îro li Tirkiyeyê bajarê mezin kîjan e Stenbol e, nifûsa Kurdan a wekî li Stenbolê heye li ti devera cihanê nîne. Heger tu bipirsî li ser rûye cihanê bajarê herî mezin ê Kurdan kîjan e? Cewaba wê Stenbol e.
Her wisa ketine nava hevdû li Îzmîrê jî wisa ye, em bibêjin li van bajarên mezin ên din jî Kurd û Tirk hemû bi hev re ji serê sedeyê be hev re ne. Em bibêjin ne wekî Sûriyeyê ne wekî Îraqê ne wekî Îranê ne wekî van dewletên din in. Li Ewrûpayê jî ne wisa ye, yanî Ewrûpayî ne di nava hev de ne. Li Tirkiyeyê Kurd û Tirk di nava hevdû da ne.
Be hev re ne li her bajarî wisa ye em bibêjin li Enqereyê jî wisa ye. Ez li Enqereyê me. Em bibêjin li Konyayê jî li Diyarbekirê jî li her derê wisa ye.”
Naveroka hevpeyvîna Pêşkeşkarê Rûdawê Dildar Herkî û Mehdî Eker wisa ye:
Rûdaw: Birêz Mehdî Eker wezîr û parlamanterê berê yê AK Partiyê, ji Enqereyê mêvanê me ye, bi rêz Mehdî êvar baş, hûn bi xêr hatin. Danûstanên niha yên dewleta Tirkiyeyê bi Abdullah Ocalan, PKK û DEM Partiyê ji bo çi armancê ne gelo?
Mehdî Eker: Armanca me ev e ku em bixwazin li herêma me aştî û biratî çêbibe. Li vir teqîn û kuştin û teror jî çênebe, zordestî çênebe, ev bi her awayî ye. Eger ku em bibibêjin pirsên me hebin û pirsgirêkên me hebin, ev pirsgirêkên me bi biratî û bi aştiyê em di nav xwe de bi xwe wan çareser bikin ne ku ji derve em bibêjin hinek teşkîlatên navneteweyî û derveyî Rojhilata Navîn bên û mudaxelaya wan îcab neke ew nekevin vê derê. Çiqas ku ew tênê vê heremê ev e serê sed salî ye ku tênê li vê herêmî teqîn û kuştin û zordestî û zilm û em bibêjin eziyet ji vî welatî ji vê herêmê ji van welatan ranabe.
Îcar hem Kurd û hem Tirk û hem Ereb û hem Fars jî ev hemû jî wê eziyetê dibînin em dixwazin ew ji nava me rabe û biratî û aştî çêbibe û pirsgirekên xwe jî bi hev re rûnên û bi hev re çareser bikin û hal bikin armanc ev e.
Rûdaw: Hevdîtinên bi Abdullah Ocalan û PKKyê bi rêya DEM Partiyê ne, yan jî rasterast li gel Ocalan û Qendîlê jî ev danûstandin tên kirin?
Mehdî Eker: Niha bi vî awayî ye. Yanî em bibibêjin heyeta nûnertiyê ji DEM Partiyê ye, em bibêjin hinek parlamenter û em dikarin bibêjin ji hinek şaredarên wan hatiye çêkirin wan dest pêkirine hinek diyalog û hevdîtinan wan hene. Bi hev re danûstandinê dikin bê ka li wê derê bê bi Ocalan re çi hatîye gotin.
Em bibêjin xeberdan û axaftinên wî (Ocalan) jî anîne ew heyet aniha bi hinek partiyên siyasî û siyasetmederan ziyaret dikin. Doh pêr bi serokê parlamentoyê re axivîn û bi Devlet Bahçelî re hevdîtin kirin. Sibehê jî ez bawerim dê bi AK Partiyê re û bi hin partiyên me yên din re dê axaftinê bikin. Piştî wê bê ka cewaba çî ye tiştê ku daxwaza ku ji Ocalan hat kirin bi destê wan hatiye û bê ka cewaba çî ye ew dê eşkere bibe. Bê ka daxuyanî çi ne li gorî daxuyaniyan û bê ka dê çiqas bên tetbiqkirin em dê le gorî tetbiqatan jî bibînin. Hem siyasetmedar û hem jî em bibêjin dewleta Tirkiyeyê Hikûmeta Tirkiyeyê ew dê hinek gavan biavêjin.
Rûdaw: Baş e bi ya te Ocalan dê ji PKKyê daxwaza rawestandina çekan bike?
Mehdî Eker: Em wisa bawer dikin em wisa hêvîdar in, ez ji te re bibêjim ji xwe daxwaza me jî ev e şert û şuritê me yek e. Şertekî me bi tenê heye. Beriya ku em rûnên û mjûl bibin û vî tiştî bikin çek di navbera me de li wir sekinandî be û teqîn û kuştin hebê li wir xeberdan axaftin nemumkun e.Ne biratî û ne aştî jî li wir nemimkun e şertê yekemîn ê ewil ew e divê çeka dayînin danîna çekan û bibêjin ev jî ya rast e. Piştî wê jî êdî bibêjin çi pirsgirik heye û çawa em bibêjin siyaset rewşa dê çawa pêşve biçe ew pêvajo wê çawa berdewam bike di wê demê de em dê wî hemû bi hev re bibînin. Îro di rewşa îro de halî hazir de em hemû bibêjin hikûmet jî siyasetmedar jî partî jî DEM Partî jî gel jî em hemû bi hev re çi ji destê me kî çi ji destê me tê em wê ji bo biratî û ji bo aştî aramiyê bikin da ku ku di vî karî de serkeftî bibin.
Rûdaw: Li hemberî çekdanîna PKKyê, gelo dewletê çi projeyekê ji bo çareserkirina Pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê pêşkêş bike.
Mehdî Eker: Bi wî awayî li gorî me, em bibêjîn sîstem û îdareya dewletê û ya gel, em bibêjin gavên demokratîk bê çi daxwaz dikin û bi çi cûreyî ne wê çi daxwaz werin li gorî wan daxwazan ew dê pêş ve herin yan pirsgirêk bên çareserkirin. Em bibêjin yekî çek xistiye destê xwe, ew tiştekî dixwaze em dibêjin beriya ku ti tiştekî bixwazî wê çekê dayîne
Bila çek ne di navbera me de be ku çek derkeve û teror rabe tetîş rabe kuştin û teqîn û em bibêjin zordestî jî rabe û di wê demê de ji bo aramiya gel û ji bo biratiyê çewa ew em bibêjin hezar salî b bi cih bûye di vê herêmê de di navbera de em bibêjin Kurd û Tirkan de ew dîsa mumkun bibe. Dîsa mumkin bibe ku biratî û aramî û aştî çawa we berdewam bibe, ev şert e ku mumkun be.
Şertê duyem e jî ev e. Em bibêjin îro di rastiyê de em li ser rêyekê ne, hem Kurd û hem Tirk an em dê bi hev rê bi biratî rûnên em bibêjin em dê pirsgirêkên xwe çareser bikin yan jî em bibêjin wekî ku PKK radibe bi hinek îstîxbaratên navneteweyî ve bi wan re ku rabe li gorî daxwazên wan û bi hevaltiya wan û bi teşwîqa wan rabe em bibêjin çeka danayîne û van teqîn û şer û kuştin û zordestî çêbibe ji vê em dê hemû wekî serê çil salî ye em xisarê dibînin em dê jî îro pê de jî dîsa xisarê bibînin. Em dibêjin felaket heye ji her felaketê mirov hinekî dersên qenc bistîne û bi hîkmet û bi zanebûn û bi ilm û tecrûbe ji tiştê hatiye tecrûbekirin divê mirov sûdmend bibe û li gorî wê jî mirov tevgera xwe ji îro pê ve jî em bibêjin saz bike û tevgera mirov ji îro pê ve rast bibe. Ez bi xwe bi şexsê xwe ez hêvîdarim ku Xwedê hez bike dê rewş bi başî biçe serî ez hêvîdar im.
Rûdaw: Gelek caran, berpirsên mezinên dewletê, Erdogan û Bahçelî jî dibêjin ku Komara Tirkiyeyê, komara Tirk û Kurdan e. Gelo ev yek dê di dema guhertina destûrê de li Tirkiyeyê bikeve nava destûrê ev hevokyan ev gotin?
Mehdî Eker: Îro em bibêjin netîce li vir çi ye, netîce û armanc çi ye aramî û aştî ye. Ev aramî û aştî çî ye ku mirov zanibe bê zordestî mirov bi hev re rûnê îcar daxwazê mirov çi bin tiştê ku qabilî tetpîqê bin. Tiştê ku qabîlê tetbîq bin mirov wan gav bi gav tetbîq bike bi wan re mijûl bibe biaxive û tetbîqeta wan cih bi cih bike. Eger ku demokrasî heye û em bibêjin daxwazên gel û ya cemiyetê hemû em bibêjin Kurd û Tirk hemû bi hevre daxwaz kirin û dê wê demê li ser rûnên û biaxivin. Ji îro de em bibêjin em rabin tiştekî bêjin ew ji gotinên me re dibe sînor. Hem ji gotinên me re hem ji daxwazên me re dibe sînor. Îro em rabin tiştên ku ne zelal in rabin bêjin mumkun e zererê bide pêvajoyê. Ji ber wê jî divê bi awayekî hazir gavan biavêje û pêşiya xwe bibîne. Em bibêjin tiştên bingehîn yanî di eslê xwe de tiştê gelekî girîng çî ye tiştê gelekî girîng ew e ku kuştin û em bibêjin djminî di navbera me de rabe. Eger ev rabe her tişt di netîceyê de kî çi dixwaze wê bibêje. Her du alî jî wê daxwazên xwe bibêjin û dayînin. Armanc aramî û aştî ye û biratiye van her du qewma ye ku serê hezar salî ue hemû bi hev re ne di nava û hevdû dane.
Bi baweriya xwe bi çanda xwe em bibêjin bi tesewira jiyana xwe yek in ew her du qewm ne wekî ew dewletên din ên Rojhiata Nawîn in yanî ji hevdû ne cudanê em bibêjin îro li Tirkiyeyê bajarê mezin kîjan e Stenbol e, nifûsa Kurdan a wekî li Stenbolê heye li ti devera cihanê nîne. Heger tu bipirsî li ser rûye cihanê bajarê herî mezin ê Kurdan kîjan e? Cewaba wê Stenbol e.
Her wisa ketine nava hevdû li Îzmîrê jî wisa ye, em bibêjin li van bajarên mezin ên din jî Kurd û Tirk hemû bi hev re ji serê sedeyê be hev re ne. Em bibêjin ne wekî Sûriyeyê ne wekî Îraqê ne wekî Îranê ne wekî van dewletên din in. Li Ewrûpayê jî ne wisa ye, yanî Ewrûpayî ne di nava hev de ne. Li Tirkiyeyê Kurd û Tirk di nava hevdû da ne.
Be hev re ne li her bajarî wisa ye em bibêjin li Enqereyê jî wisa ye. Ez li Enqereyê me. Em bibêjin li Konyayê jî li Diyarbekirê jî li her derê wisa ye.
Ji ber wî awayî em bibêjin heger berjewendiyên aliyekî li cihekî hebe, aliyê din jî wê berjwendiya xwe tê de bibîne û heger xisara wî hebe aliyê din jî dê xisarê jê bibîne
Rûdaw: Birêz Mehdî Eker, çi cudahiyên vê pêvajoyê ji pêvajoya berê hene?
Mehdî Eker: Li gorî zanebûna min cara berê wiha bû. Ji PKKyê re gotin, 'Çekên xwe daneyîne wê li Rojava yanî em bibêjin li bakurê Sûriyeyê wê tiştekî din derkeve holê, em tesewir dikin wê ji we re tiştekî din derkeve dê firset çêbibe.’
Li gorî min bi wî awayî PKKyê û şaxên wê yên din bi hev re pêvajoya berê ya 2013an 2014an 2015an xerab kirin. Îro rewş bi awayekî din e. Di wê demê de em bibêjin AK Partî û birêz Recep Tayyîp Erdogan hîn serokwezîr bû nû bûbû serokkomar. Li hundirê Tirkiyeyê wê demê di nava siyaseta navxwe de wekî wî nedifikirîn. Îcar îro em dîbînin ku ev daxwaz ji şexsê birêz Bahçelî ve hatiye ji aliyê wî hatiye. Tê gotin ku îro wekî berê nîne û di navbera siyasetmedarên Tirkiyeyê de tifaq bihêz e. Li gorî pêvajoya berê ya çûyî îro tifaq zexim e zeximtir e îro qewiye ji ber wê em hêvîdar in ku vê carî wê biçe serî. Vê demê destê birêz Erdogan jî di vê rewşê de hinekî giran e û destê wî zexim e û em hêvîdar in dê vê carê biçe serî.
Rûdaw: Baş e, rewşa Rojavayê Kurdistanê dê heta çi astekê beşek bê ji vê pêvajûya ku dest pê kiriye?
Mehdî Eker: Ew yek helbet hinekî bi aliyên siyaseta navxwe ya Sûriyeyê re eleqedar e. Di wir de hinekî wekî ku şertên wan jî rewşa wan jî hinekî ne we kî berê ye.
Berê em bibêjin dema Partiya Beasê û Esed li wir bûn hinek tiştên din hebûn îro li wir jî em zanin û hêvîdar im ku li wir jî em bibêjin teşkîlateke sîstemeke demokrasiyê bê avakirin û li wir jî em bibêjin hem Ereb hem Kurd û yên din li wir jî înşela aramî û aştî çêbibe û li wê herêmê jî bi giştî rewş baştir bibe.
Rûdaw: Baş e, Tirkiye dixwaze Herêma Rojavayê Kurdistanê bi awayê otonomî yan federalî di çarçoveyê de were avakirin?
Mehdî Eker: Ev tişt aniha bi wî awayî ye. Wekî ku min got ev pirs ne pirsên îro ne, ew pirsên me yên îro ne. Ew pirsa Sûriyeyê, îro Sûriye em bibêjin îdareya nû ya Sûryeyê ew dê di nava xwe de çareser bikin. Ew jî çi dibêjin, dibêjin ‘em li vir kesên xwedî çek hebin wan naxwazin, em naxwazin PKK li vir bimîne.’ Yan jî ew teşkîlatên tetîşê dikin li wir naxwazn ku ew li wir mezin bibin û bihêz bibin. Li gorî min ev pirsa pirsa Sûriyeyê ye. Li wir li Sûriyeyê em bibêjin yekîtiya Sûriyeyê û nîzam û em bibêjin nîzama cemiyetên gelê wan ew dê di nava xwe de dê ew biryarên xwe bistînin.
Rûdaw: Ti rola Serokê Herêma Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî û berpirsên din ên Herêma Kurdistanê di vê pêvajoya niha didomê de heye?
Mehdî Eker: Hem birêz Nêçîrvan Barzanî û Kak Mesûd Barzanî ew li ser Kurdan Sûriyeyê û li ser Kurdên herêmê û her deverê bi bandor in, gotinên wan jî bibandor in. Îcar ji bo qencî, ji bo avahiya û ji bo aştiya herêma Kurdistana Îraqê jî ya Sûriyeyê jî û ya herêmê giştî jî bi rola wan em bibêjin tevgera wan qencî û aştî çek bêdanîn û teror nemîne aştî pêk were. Aştî dê ji bo Rojhilata Navîn jî û ji bo herêmê hemû dê baş be û ji dê qenciya bigihê me hemûyan bigihê Kurdistana Îraqê û em bibêjin Kurdên Sûriyeyê jî û Tirkiyeyê jî Îranê jî û yên her deverê jî û hêviya me ji wan jî wekî ku min gotina xwe de got ji destê me çi tê her kes ji me di cihê xwe de wê tetbîq bike. Ji bo em bibêjin aştî ji bo biratî dê feydeyê bide û baş bibe ew jî hêviya min jî we ji wan jî birêz Nêçîrvan jî ji Kak Mesûd jî ji hemûyan ji syasetmedarê wan hemûyan hêviya min ewe ku bi qencî baştiyê bikin aştiyê ava bikin dê feyda wê çêbibe.
Rûdaw: Gelekî spas, parlamenterê berê yê AK Partiyê birêz Mehdî Eker.
Mehdî Eker: Ser çavê min. Êvar baş.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse