Wezareta Çandiniyê ya Îraqê: Têgihîştina me ya baş bi çandiniya Herêma Kurdistanê re heye

Duh li 07:48
RÛDAW
Berdevkê Wezareta Çandiniyê ya Îraqê Mihemed Xuzaî / Wêne: Ji dîmenan
Berdevkê Wezareta Çandiniyê ya Îraqê Mihemed Xuzaî / Wêne: Ji dîmenan
Nîşan Wezareta Çandiniyê ya Îraqê Mihemed Xuzaî Herêma Kurdistanê
A+ A-

Berdevkê Wezareta Çandiniyê ya Îraqê Mihemed Xuzaî got ku valahiya Îraqê di embarkirina avê de heye û pêwîst e bendavên mezin bên avakirin.

Mihemed Xuzaî amaje bi wê yekê jî kir ku rêkeftineke girîng di navbera Îraq û Tirkiyeyê de heye ji bo avakirina bendavan li ser wan avên ku ji wî welatî diherikin nav Îraqê.

Xuzaî di hevpeyvînekê de ji Rûdawê re behsa plana çandiniyê ya hikûmeta federal kir.

Li ser dûrxistina beşek ji deveran ji planê ragihand, "Em li gorî plana avê ku me bi Wezareta Çavkaniyên Avê re daniye, kar dikin."

Mihemed Xuzaî got, “Planên çandiniyê li ser du bingehan tên danîn.

Bingeha yekem girêdayî hebûna avê ye ku têra çandina wê axa ku heye bike.

Xala duyem jî ew tibaba avê ye ku em dikarin bidin cotkarên ku mafê wan e."

Li Herêma Kurdistanê nêzîkî 5,5 milyon donim erdê çandiniyê heye ku salane zêdetirî sê milyon donim bi ceh û genim tê çandin.

Berdevkê Wezareta Çandiniyê ya Îraqê li ser wê tibaba genimê ku ji cotkarên Herêma Kurdistanê tê wergirtin got:

"Berê li ser tibaba 700 hezar ton rêkeftin hebû. Wezareta Bazirganiyê ya Federal para Herêma Kurdistanê werdigire ku têkildarî plana zivistanê ye.

Pere jî ji aliyê Xezîneya Navendî ve tê xerckirin. Loma wekî hemû deverên din ên Îraqê, ew jî tê hesibandin ji bo ku tibaba pereyên pêwîst jê re bê dabînkirin."

Biryar e hikûmeta federal bi hevahengî bi hikûmeta Herêma Kurdistanê re, sê bendavên mezin li Delge li sînorê Îdareya Raperînê, Bakurman li Dihokê û Mendawe li Parêzgeha Hewlêrê çêbike, bi tevahî şiyana wan a embarkirina nêzî milyarek metre sêgoşe av heye.

Bi gotina Mihemed Xuzaî, pêwîstiya Îraqê bi avakirina bendavan ji bo embarkirina ava zêdetir heye, "Valahiyeke mezin a Îraqê di embarkirina avê de heye.

Bendavên mezin ên ku me hene, bi xwe ne tijî ne û ji ber guherîna rewşa avhewayê pirsgirêka kêmaviyê ya zêde li Îraqê heye."

Roja 23ê Nîsana 2024an Tirkiye û Îraq 26 rêkeftin û bîrnameyên têgihîştinê îmze kirin, şeş bîrname taybet bûn bi warên aborî, bazirganî, hilberîn û çandiniyê.

Berdevkê Wezareta Çandiniyê ya Federal amaje bi wê yekê jî kir ku rêkeftineke girîng di navbera Îraq û Tirkiyeyê de ji bo avakirina bendavan heye, "Ji bo ku em sûdê ji ava rijiyayî ya welatên herêmê wergirin û wê yekê jî garantî bikin ku av ziyanê negihîne navenda parêzgehan."

Mihemed Xuzaî her wiha diyar kir ku ji bo têgihîştina di hemû warên cuda de ku têkildarî rewşa Îraqê ne, hevahengî di navbera Wezareta Çandiniyê ya Federal û Wezareta Çandiniyê ya Herêma Kurdistanê de heye.

Pirsyar û bersivên Rûdawê bi Berdevkê Wezareta Çandiniyê ya Îraqê Mihemed Xuzaî re:

Rûdaw: Ji ber nebûna avê hin dever ji plana çandiniyê hatine dûrxistin lê baraneke pêwîst li wan cihan dibare. Çima ev biryar hatiye dayîn?

Xuzaî: Bê guman, em li gorî plana avê ku me bi Wezareta Çavkaniyên Avê re daniye, kar dikin. Armanca vê plana hevbeş liberçavgirtina rewşa xerab a avê li ser asta Îraqê ye. Digel vê yekê jî, nabe hemû erd bên çandin. Lê berhemên stratejîk bi giştî û genim bi taybetî dewlet girîngiyeke mezin dide wan.

Hewcedariyên me yên genim nagihîje pênc milyon tonan, her wiha hûn jî baş dizanin ku nirxê firotina genim li bazarên cîhanî bi 500 hezar dînarî nagihîje benderên me li Parêzgeha Besrayê. Ev di demekê de ye ku dewlet genim bi 850 hezar dînarî ji cotkaran dikire. Bi vî awayî, ji bo her tonekê, 350 hezar dînarî piştgiriyê li cotkaran dike. Ev tibabeke zêde ya pereyan e.

Hûn jî dizanin ku wekî welatên din budceya Îraqê sînordar e û dibe ku nikaribe hemû pêdiviyên xwe dabîn bike. Carinan nirxê neftê dadikeve, gelek caran wekî dewlet pêdiviya me bi gelek tiştên lezgîn û ji nişka ve çêdibe. Encam, planên çandiniyê li ser du hîman tên danîn. Hîmê yekem girêdayî hebûna avê ye ku têra çandina wê axê bike ku biryar li ser tê dayîn.

Xala duyem jî ew tibaba avê ye ku em dikarin bidin cotkarên ku mafê wan e. Loma pêvajo ne hêsan e ku tu bibêjî hemû erd tên çandin, ev di demekê de ye ku dibe ku ava te ya ku têra çandiniyê bike nebe. Loma dîtin û nêrîneke taybet a Wezareta Çandiniyê heye û bi heman awayî nêrînên din ên Wezareta Çavkaniyên Avê jî dê hebin.

Ev jî tenê ne girêdayî pêdiviyên Wezareta Tenduristiyê ye. Pêdiviya tenduristiya avê, pêdiviya gelekî zêde ji bo ava vexwarinê û pêdiviya enerjiyê heye. Loma em beşek ji pêdiviyên avê di kerta çandiniyê de ne. Lewra dema ku plana çandiniyê tê danîn, divê em van hemû aliyên cuda jî li ber çav bigirin ku ew jî bi qasî plana wezareta me pêwîst in.

Rûdaw: Hûn çiqas genim ji Herêma Kurdistanê werdigirin?

Xuzaî: Ev li gorî rêkeftina di navbera Wezareta Çandiniyê ya Federal û Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê ya Herêma Kurdistanê de ye. Berê li ser tibaba 700 hezar tonî rêkeftin hebû. Hûn dizanin ku Wezareta Bazirganiya Federal para Herêma Kurdistanê ku têkilî plana zivistanê ye werdigire. Pere jî ji aliyê Xezîneya Navendî ve tê xerckirin. Loma wekî hemû deverên din ên Îraqê, ew jî tê hesibandin ji bo ku tibaba pereyên pêwîst jê re bê dabînkirin.

Rûdaw: Çima Wezareta Çandiniyê ya Îraqê alîkariya cotkarên hikûmeta Herêma Kurdistanê bi tov û semadê nake?

Xuzaî: Vê yekê ji bîr neke ku Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê ya birayên me yên li parêzgehên bakur Hewlêr, Dihok û Silêmaniyê heye. Budceya wan jî heye. Di babeta dabeşkirina erk û berpirsyarî û xwezaya sîstema siyasî li Îraqê de, wezaretek bi navê Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê heye ku divê budceya wê hebe ji bo ku çavê xwe li van babetan bigerîne.

Li gel vê yekê jî, Wezareta Çandinî û Wezareta Bazirganî û Wezareta Çavkaniyên Avê ya Federal plana çandiniyê datîne ku parêzgehên Herêmê jî li xwe digire û digel vê yekê jî Wezareta Bazirganî berhema birayan li Herêmê werdigire û pere û mafên wan jî dide wan. Îro jî hin erk û berpirsyarî hene ku bi rastî têkiliya wan bi Wezareta Çandiniyê li Herêmê heye.

Rûdaw: Derbarê biryara avakirina çar bendavan li Herêma Kurdistanê hewldan gihîştine kû derê?

Xuzaî: Bi rastî divê ev pirs pêşî ji Wezareta Çavkaniyên Avê û wî aliyê têkildar ku rasterast wî karî dikin were kirin. Erê, pêwîstiya me bi dirustkirina bendavan ji bo embarkirina avê ji hemû aliyan ve heye. Her çî embarên pir mezin in, wekî hûn dizanin valahiyeke Îraqê ya mezin di embarkirina avê de heye. Ew bendavên gelekî mezin ku me hene, bi xwe ne tijî ne û ji ber guherîna rewşa avhewayê pirsgirêka Îraqê ya kêmaviyê ya zêde heye.

Gelekî pêwîstiya me bi bendavan heye ji bo ku em sûdê ji ava rijiyayî ya welatên herêmê wergirin û wê yekê jî garantî bikin ku av ziyanê negihîne navenda parêzgehan. Bi dîtina min, rêkeftineke girîng di navbera Îraq û Tirkiyeyê de ji bo avakirina bendavên bi vî rengî heye.

Rûdaw: Carinan pirsgirêka cotkarên Herêma Kurdistanê ya veguhastina berhema xwe li xalên kontrolê heye.

Xuzaî: Birayê birêz, arîşeya xalên kontrolê heye. Pirsgirêka her cotkarekî bi xalên kontrolê re nîne. Hin tişt hene aliyê têkildar li ser wan kar dikin, aliyê çavdêr û cîbicîker bi rewşên bi vî rengî re tevdigerin. Ev ne berpirsyariya Wezareta Çandiniyê ye. Encam, mîkanîzmên karkirinê di navbera parêzgehên me yên li Herêmê û parêzgehên me yên li Îraqê de hene.

Loma divê rêz ji mîkanîzma karkirinê were girtin. Nabe rê bi hatina hundir a hin berheman were dayîn û sedemên wan jî diyar û eşkere ne. Pirsgirêka cotkarekî yan bazirganekî bi xaleke kontrolê re hebe nayê wateya ku pirsgirêk giştî ye. Loma aliyên têkildar dikarin li ser wan mîkanîzman kar bikin û bi awayekî fermî bi wan re tevbigerin.

Rûdaw: Pirsa min a dawî, hewlên we bi Herêma Kurdistanê re ji bo çareserkirina guherîna rewşa avhewayê û rûbera keskatiyê li seranserê Îraqê gihîştine ku derê?

Xuzaî: Bi rastî, di meha Adara 2023an de, destpêşxeriyeke Serokwezîr ji bo çandina pênc milyon şitlan li hemî parêzgehên Îraqê hebû. Spas ji Xwedayê mezin re, roleke Wezareta Çandiniyê ya baş tê de hebû. Her wiha komîteyek bi serokatiya Dr. Ebad Cebir Malikî pêk hat û me karî di demeke diyarkirî de jimara ragihandî derbas bikin, ew jî bi çandina şeş milyon û 250 hezar şitlên curbicur, her ji zeytûnê bigire heta digihîje mêweyan û xurme, kalîptoz û darên xemilandinê.

Her wiha destpêşxeriyeke din jî hebû ji bo çandina şitlan û zêdekirina keskatiyê li Bexdayê di Îlona îsal de hebû. Ev ji bilî destpêşxeriya çandina 10 milyon şitlên cuda ku me di meha Çiriya Pêşînê de dest pê kir. Bi van destpêşxeriyan guherînên gelekî girîng dikarin li ser asta Îraqê çêbibin ji ber ku di çend salên borî de biyabanbûnê berî daye me û ziyaneke gelekî mezin li me ket ji aliyê çandinî û jîngehê ve. Berdewambûna van destpêşxeriyan şopa biyabanbûnê kêm dike.

Bi nêrîna min, hevahengî di navbera Wezareta Çandiniyê ya Federal û Wezareta Çandiniyê ya Herêmê de ji bo têgihîştina di hemû warên cuda de ku têkildarî rewşa Îraqê ne heye. Têkiliya hin mijaran a rasterast bi Wezareta Çandiniyê ya Herêmê ve heye lê hin mijarên ku hemû Îraq li xwe digirin, bi dîtina min, têgihîştin û hevahengî di navbera her du wezaretan de heye. Her bi vê boneyê, salane beşeke mezin ji birayên cotkarên li Herêmê serdana Wezareta Çandiniyê ya Îraqê li Bexdayê dikin, pirsgirêka xwe ji me re dibêjin û pêşniyarên xwe raberî me dikin, ji ber ku dibînin pêşwaziyeke germ li wan tê kirin û guhdarî li gilî û pêşniyarên wan û tewra destpêşxeriyên wan tê kirin, bi lez miamele bi pirsgirêkên wan re tê kirin û pirsgirêkên wan tên çareserkirin.

Gelek caran me pirsgirêkên wan çareser kirine, vê yekê jî wer kiriye ku sal bi sal serdanên wan ji bo Wezareta Çandiniyê ya Federal zêde bibin û wezareta me wekî wezareta dayik dibînin û baweriya wan bi wê yekê heye ku wezareta me girîngiyeke mezin dide pirsgirêkên cotkarên me li Herêmê, wekî çawa girîngiyê dide cotkarên parêzgehên din ên Îraqê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst